|
|||||||
| Kayıt Ol | SSS | Konuları Okundu İşaretle |
|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Kürtçe Sesli, Resimli, ve Yazılı Açıklamalarıyla Yeni Bir Sözlük.
Resimlere tıklayıp telafuzunu dinleyebiliyorsunuz. Şahane bir sözlüğümüz, umarım tanıdıklarınızı da haberdar edip faydalanmalarını sağlarsınız!!! Resimlere tıklama ile, yada aşağıdaki orjinal linkinden ulaşabilirsiniz. Wêneferhenga bi deng û nivîs amade ye ![]() Wêneferhenga kurmancî ya bi wêne, deng û nivîs, wek test, di malpera me de ye. Ev ferheng ji 31 tema û 1800 peyvan pêk tê. Xwedîya vê ferhengê Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Xwendegehan ya Swêdê ye û karmendê wan Kevîn Mavane program kirîye. Em, wek dîyarîya sala nû, mizgînîya vê ferhengê didin her kesê/a ku bixwaze kurdîya xwe bi pêş ve bibe. Peyv bi kurdî, swêdî û îngilîzî ne ![]() Armanca vê ferhengê bi alîkarîya wêne, deng û nivîsê fêmkirina peyvan e. Ev peyv bi kurdî, swêdî û îngilîzî ne. Helbet berpirsîyarîya herkesî ye ku berî hemû zimanan zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe. Loma divê em kurd jî berê hemû zimanan zimanê xwe hîn bibin. Çiqas ku mirov zimanê xwe yê zikmakî baş bizanibe, mirov ew qas baştir û zûtir zanyarîyên nû û zimanên bîyanî jî hîn dibe. Ev ferheng jî bi vê perspektîfê hatîye amadekirin. Mirov dikare berê kurdîya xwe pêş ve bibe û paşê jî îngilîzî û swêdî; Ango bi kevirekî sê çûk. Mirov dê bikaribe kurmancî û soranî jî bide berhev Ji du salan pirtir e ku li ser vê projeyê xebat tê kirin. Ev proje ji bo gelek ziman û zareveyan tê amadekirin. Ji wan yek jî soranî ye. Bi saya vê ferhengê mirov dê bikaribe kurmancî û soranî jî bide berhev. 31 tema û 1800 peyv Ev ferheng ji 31 tema û 1800 peyvan pêk tê. Her tema jî di nav xwe de hatiye grûbkirin. Bo nimûne: “cil û cewahîr” wek temayek hatiye amadekirin. Heman tema wek cilên jinan, mêran, zarokan, sol û xişir hatîye dabeşkirin. Ji her temaya sereke û beşên wê re îkon hatine çêkirin. ![]() Ev proje tam li gor zimanê me ye Ev proje tam li gor zimanê me ye. Em di wê bîrûbawerîyê de ne ku ev materîyal dê zimanê me pêş ve bibe. Her kesê/kesa ku înterneta xwe hebe, bi hêsanî dikare bi kar bîne. Hûn dikarin ji bo baştirkirina vê projeyê pêşnîyarên xwe binivîsin Helbet di xebatên weha de kêmasî jî çêdibin. Em vê ferhengê bi armanca testkirinê datînin ser malpera xwe. Ku hûn kêmasîyan bibînin, yan jî ji bo baştirkirina vê projeyê pêşnîyarên we hebin, hûn dikarin rasterast ji berpirsîyarê projeyê Mats Wennerholm [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] yan jî ji programkirê projeyê Kevîn Mavane re bişînin: [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] Spas ji hemû kesên ku di vê projeyê de xebitîne Em wek dîyarîya sala nû mizgînîya vê ferhengê didin zarok, ciwan û salmezinên kurd. Her weha em wek Dibistana Kurdî ji Maî Beijer, Mats Wennerholm, Kevîn Mavane, projeya Lexîn (Leksîn) û hemû kesên din yên ku ji bo vê projeyê xebitîne re spasên xwe yên germ pêşkêş dikin. >>>>Li ferhengê binêre [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] Dibistana Kurdî/H. Diljen Hin agahdarîyên din: Rêvebirê projeyê: Mats Wennerholm Xwedîyê propjeyê: Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Xwendegehan ya Swêdê (Myndigheten för skolutveckling, avdelningen för utveckling) Text/nivîs: Projeya Lexin (leksîn) Wêne: Bengt G Bengtsson, Carl-Erik Gustavsson, Mats Jarl, Eva Magnusson, Tord Nygren, Burn & Smith, Charlotte Lunding, Kristina Schollin-Borg Wênerengkirin: Kevîn Mavane Denggirtin, birrîn û bicihkirina dengên swêdî: Damara Mominovic Denggirtin, birîn û bicihkirina dengên din: Kevîn Mavane Programkirin: Kevin Mavane Deng: Swêdî: Gunnel Ek Îngilîzî: Sue Spenser Kurmancî: Kevin Mavane Orjinal Sitesinden Alıntı / Jêgirtina Ji Malpera wî ya Resen: [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] Silavên Kurdewarî Siberoj Siberoj Siberoj Bu mesaj en son " 26-01-2007 " tarihinde saat 11:56 AM itibariyle achar tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
Spas xweş
Umarim spas' larla yetinmez kullanir, tanitir ve kullanilip Kûrtçe nin gelişmesi ve geliştirilmesi için yardim/katki da bulunursunuz. Ez jî ji niha ve spas dikim! Silavên Kurdewarî |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Dİlİmİz KÜrtce | Ersin | Dirok | 14 | 26-02-2008 08:33 PM |
| Yeni Yıla Girerken | deste | Hikayeler, Denemeler | 3 | 03-11-2007 04:23 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.