|
|
#21 (permalink) | |||||||||||||||
|
Siz de konu da geçen şu geçişli fiillerin 3. geçmiş zamana uygun çekimini yapınız
Civandin, bazdan, girtin, xwarin, berdan, têrkirin, xemilandin, dîtin. Pêhînî 1 Mînak: her çendî (her ne kadar) ne kurd, bûn, ji bo, azadî, Kurdistan têkoşîn. Her çendî ew ne kurd jî bûye, ji bo azadiya Kurdistan têkoşiyaye. (Her ne kadar kürt de olmasada, Kürdistan’ın özgürlüğü için savaşmış) 1 – ew, ne hatin, diyarî, xwe şandiye. 2 – wê, Kurdistan, dîtin, evîndar, Kurdistan bûn. 3 – wî ne xwendin, xwe, pêşve birin. 4 – ew, evîndar, wê, bûn, bav, wî ew, jê re ne xwestin. Pêhînî 2 Mînak: ji ber ku (nedeni ile/ ...diğindan) birîndar bûn, nekanîn, xwe rizgar, kirin. Ji ber ku birîndar bûye, nekaniye xwe rizgar bike. Yaralı olduğundan (dolayı) kendini kurtaramamış. 1 – pir westîn, hima, wir, di xew re, çûn. 2 – nexweş bûn, ne kanin, alîkarî, wî, kirin. 3 – otobûs, ne hatin, ew, rabûn, û, çûn. 4 – Ew, wî, lêgerîn, lê, ew, ne dîtin. Bu diyaloğu bir arkadaşınla oku. – Çi dibêjin? – Dibêjin; hebûye tinebûye! – Çi hebûye? – Belengazekî xwedê hebûye. – Wî biharan çi xwariye? – Pel û pincar xwariye. – Lê zivistanan? – Zivistanan jî derketiye nêçîr û seydê. – Çi ji ber zinarekî bazdaye? – Kêvroşkeke belekê rindik bazdaye. – Lê wî çi kiriye? – Wî jî serî daye ser – Kengê pê girtiye? – Nêzîka tarî têkeve erdê, pê girtiye. – Baş e, dû re çi bûye? – Kêvroşk lê hatiye ziman. – Ji belengazê xwedê re çi gotiye? – “Min mekuje, ez ne kêvroşk im, ez keça paşayê periyan im.” – Belengaz çi kiriye? – Wî ew berdaye. – Lê bi çi zikê xwe têr kiriye? – Bi pel û gihayên li ber lat û zinaran zikê xwe têr kiriye. – Dû re çi kiriye? – Ji ber ku pir westiyaye, hima li wir di xew re çûye. – Wî çi xewn dîtiye? – Di xewna wî de kêvroşk bûye keçeke delal. – Wî û keçikê çi kirine? – Bi destê hev girtine û berê xwe dane tirîjê rojê. – Dû re çi bûye? – Divê hîn çi be, belengaz miriye. Yukarıdaki diyaloğu Türkçeye çevirin! W-11 BIHARA RENGÎN Sar û serma zivistanê bi Newrozê re konê xwe ji welatê me barkiribû. Belê, êdî bêhna bihara rengîn li cîhanê hêwirîbû. Gul û beybûnên kesk sor û zer, li gel wan yên mor, gewez, tûtik û binevşî xweza xemilandibû. Min jî dixwest tevê vê dîlana rengên xwezayê bibim. Lê bizina bavê min ya belek û gayê bavê min yê gewr wenda bûbû. Divyabû ez li wan bigerim. Min ne çolên bê ser û bin, ne jî çiyayên pîroz hîşt. Lê min ew nedît. Sola min ya rastê dirya, yanê qelişî, lingê min yê çepê ket ber kevir û derizî. Lema ez ji vê xweşiya biharê bêpar mam. Wek kûtek bê mecal di nav xaniyên gund de mam. Belê xaniyên gund, yên ji kevirên gewr ên girnûşin, dîmenek vik û vala para min ketibû. Wateya peyvên kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı) kon : Çadır, kıldan dokuma göçebe çadırı êdî : artık bêhna bihara rengîn : renkli baharın kokusu Li cîhanê hêwirî bû. : Dünyayı sarmıştı/ işgal etmişti li gel wan : onların yanında gevez : kahveye çalan kırmızı tûtik : turuncu binevşî : menekşe rengi, açık mor xweza : doga tevê : birlikte, katılım, içine karışma bizin : keçî belek : alaca dîlan : halay, kutlama, şenlik gewr : gıri wenda bûn : kaybolmak wenda kirin : kaybetmek vîn : ...ebilmek, mecbûr olmak, gerekmek divyabû /divîbû : gerekiyordu, mecbur çol : yaban, çorak alan, kırsal bê ser û bin : ucsuz bucaksız çolên bê ser û bin : ucsuz bucaksız kırsal alan pîroz : kutsal dirîn /qelişîn : yırtılmak, yarılmak derizîn : çatlamak, lif kopması lema/lewma/loma : bundan, bundan dolayı bêpar : paysız kût : kötürüm, ayaktan sakat girnuşin : tırtıllı kevirê girnûşin : tırtıllı taş |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#22 (permalink) | |||||||||||
|
Biz bu konuda da dördüncü geçmiş zaman, ya da diligeçmiş zaman hikayesini göreceğiz. Bu zaman “bûn” (olmak) fiilinin geçmiş zaman formu ile yapılır.
Şimdi örneklerle bu formu açıklayalım. 1- Lêkerên têper = Geçişli fiiler a) Eger fiilin geçmiş zaman kökü sessiz bir harfle biterse. Min gotibû. Te gotibû. Wî /wê gotibû. Me gotibû. We gotibû. Wan gotibû. Siz de şu fiilleri dördüncü geçmiş zamanda kullanın. Barkirin, hêwirîn, xemilandin, dîtin, hatin, danîn b) Eger fiilin geçmiş zaman kökü sesli bir harfle biterse. Siz de şu fiilleri dördüncü geçmiş zamanda kullanın. Birîn, kolan, ramîsan(öpmek), nêrîn 2- Geçişsiz fiiller
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#23 (permalink) | |||||||||||
|
Siz de şu fiilleri dördüncü geçmiş zamanda kullanın.
Hatin, mirin, b) Eğer fiilin geçmiş zaman kökü sesli bir harfle biterse. Siz de şu fiilleri dördüncü geçmiş zamanda kullanın. Çûn, revîn, girîn, nivîn, kelîn, helîn Pêhînî 1 Mînak: xwestin, çûn, welat, per tine bûn. Min jî dixwest ez biçim welêt, lê perê min tinebû. 1 – (wî) xwestin(d borî 4) xwendin, bavê, feqîr, bûn. 2 – Dewlet pere teklif, kirin, bêşerefî, ne, pejirandin. 3 – Wan, zêr, dan, wî, wî, nexwestin(d borî 4). 4 – Mal, wî, hebûn, xêr jê ne dîtin. Pêhînî 2 Mînak: Dewar nan xwarin, birçî man. Dewarna nanê me xwaribû, lewma em birçî mabûn. 1 – Dewlet rihetî nedan, revîn (d borî 4) 2 – Baran wek karest hatin, cîh war xwe terk kirin. 3 – Bav nexweş ketin, ew girîn. 4 – Ew biçûktiyê ji gund derketin, kesî nas nekirin. Bu diyaloğu bir arkadaşınla oku. – Sar û serma zivistanê kengê konê xwe ji welatê me barkiribû? – Sar û serma zivistanê bi Newrozê re konê xwe ji welatê me barkiribû. – Gul û beybûnên çawa xweza xemilandibû? – Gul û beybûnên kesk sor û zer, mor, gevez, tûtik û binevşî xweza xemilandibû. – Divyabû Fêrgîn li çi bigeriya? – Divyabû ew li bizina belek û gayê gewr bigeriya. – Ew li ku li wan digeriya? – Li çiyayên pîroz, çolên bê ser û bin. – Wî ew dîtin. – Na wî ew nedîtin – Çi hat serê Fêrgîn? – Sola wî ya rastê diriya, lingê wî yê çepê ket ber kevir û derizî. – Fêrgîn ji çi bêpar ma? – Ji xweşiya biharê. – Tenê çi para wî ketibû? – Xaniyên gund, yên ji kevirên gewrên girnûşin, dîmeneke vik û vala para min ketibû.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#24 (permalink) | |||||||||||
|
W 13
Awirên Yarê Rojeke biharê ye, ez li pastexanê rûniştime, qehwê vedixwim. Di wê kêliyê de evîna ber dilê min ket hundir. Wê berê ez ne dîtim, tenê min ew dît. Min bala xwe da bejn û bala wê. Ew çû, li maseya hemberê min rûnişt. Bi carê ve em hatin çavçavan, wan çirûskên awirên wê ez mest kirim, wek kesekî tevizî di cîhê xwe de lal bûm, mam. Gava wê bang min kir, ji ber wê mestbûnê min nekanî ku ez bersiva wê bidim. Ew ji wê maseya hember rabû û hat ber min sekinî, berê li rewşa min nêrî û li pey bi carê ve; “Hêê çi bû?” Got. Ez bi veciniqîn ji wê mestbûnê rabûm û min got; “Lê dîlberê, wan awirên te ez mest kirim!” Wê jî bi devkenî: “Ooo lawikê evîndar bûye helbestwanekî romantîk!” Min jî got: “De henekan cîh bihêle, ma te ez nedîtim, tu çima çûyî maseya din?” “ Na min tu nedît!” Wateya peyvên kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı) evîn : aşk evîna ber dilê min : gönlümün aşkı Wê berê ez nedîtim : O önce beni görmedi. bejn û bal : boy pos, endam çavçavan : gözgöze Em hatin çavçavan : gözgöze geldik. çirûsk : kıvılcım, ışın, awir : bakiş mest kirin : etkilemek, şaşırtmak tevizî : uyuşmuş, uyuşuk bang kirin : çağırmak. bersiv : cevap rewş : durum bi carê ve : aniden veciniqîn : ürkmek evîndar : aşık helbest : şiir helbestwan : şair Te ez neditim. : Sen beni görmedin Rêziman Forma serveyî (ergativ) = bükümlü çekim. a) Gava bireser xwerû be. = nesne (obje) yalın halde bulunduğunda Konuda geçen şu cümleleri bir daha okuyun. Wê berê ez nedîtim, tenê min ew dît. : O önce beni görmedi, sadece ben onu gördüm. Wan çirûskên awirên wê ez mest kirim. : Onun bakışının kıvılcımları beni mest etti. “Lê dîlberê, wan awirên te ez mest kirim!” Hey dilber, o bakışların beni mest etti. Ma te ez nedîtim?” : Sen beni görmedin mi? Na min tu nedît! : Hayır ben seni görmedim. Yukarıdaki cümlelerde fiiller öznenin değil, nesnenin (objenin) kişi takılarını almışlardır. Dilbilgisi ilminde bu forma “ergativ” yani bükülmüş fiil çekimi denir. Sakın bu formu pasif form ile karıştırmayın, her ne kadar çeviride böyle gözüksede, pasif form değildir, biz ileride pasif formu göreceğiz. Anlaşılması için örnek olarak ilk cümleyi alıp tahlil edelim: Wê berê ez nedîtim, tenê min ew dît. Bu cumlede “wê” özne dir. Bu özne bükümlü halde bulunmaktadir. Cumledeki “ez” nesne dir ve yalın halde dir. Özne bükümlü, nesne yalın halde olduğundan dolayi fiil nesnenin takısını alıyor, yane “ez dîtim” Cümle kelimesi kelimesine şöyledir. Onun (tarafindan) önce ben görülmedim. Cümlenin esas anlamı: O beni görmedi. Bu kürtçeye has form, dile şiirsel bir güzellik veriyor. şunu da unutmayın; bu form sadece geçişli fillerde vardir. Erênî: Nerênî: Wî ez dîtim. Wî ez nedîtim. (O benî gördü.) (O beni görmedi.) Wî tu girtî Wî tu negirtî. Wî ew dît Wî ew nedît. Wî em girtin. Wî em negirtin. Wî hûn dîtin. Wî hûn netîtin. Wî ew girtin. Wî ew negirtin.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#25 (permalink) | |||||||||||
|
Şu örneğe de bakın!
Awirên wê ez kuştim. :Onun bakışları beni öldürdü. Yada öz biçimi ile : Onun bakışları tarafından ben öldürüldüm. Awirên wê tu kuştî. Awirên wê ew kuşt. Awirên wê em kuştin. Awirên wê hûn kuştin. Awirên wê ew kuştin. Wan çirûskên awirên wê ez mest kirim. Wan çirûskên awirên wê tu mest kirî. Wan çirûskên awirên wê ew mest kir. Wan çirûskên awirên wê em mest kirin Wan çirûskên awirên wê hûn mest kirin Wan çirûskên awirên wê ew mest kirin b) Fiil geçmiş zamanda nesneye göre çoğul takısı alır. Geçmiş zaman kullanımında nesne çoğul olunca, o nesnenin çoğul oluşu fiilin aldığı çoğul takısıyla anlaşılır. Kürtçede geçişli fiiller geçmiş zamanlarda özelikle nesneli cümlelerde özünde özneye göre çekilmezler, zira bu fiiller geçmiş zamanda infin (çekimsiz)dirler. Sadece nesneye göre şekil alır. Fiiller nesne tekil olunca tekil, çoğul olunca da çoğul takısı alırlar. Örenek: Jinê sêv xwar. = Kadin elma yedi. Jinan sêv xwar. = kadinlar elma yedi(ler) Jinan sêv xwarin. = kadinlar elmalar yediler. Cindî beran kirî. = Cindî koç satın aldı. Cindî beran kirîn. = Cindî koçlar satın aldı. Xortan hesp anî. = Gençler at getirdi(ler). Xortan hesp anîn. = Gençler atları getirdiler. Pêhînî 1 Mînak: te em ne ditin, çima şûn vegerîn. Ma te em nedîtin, tu çima bi şûn ve vegeryayî? 1 – te ez ne dîtin, çima çûn mase din. 2 – me ew anîn, tu çima ne hatin. 3 – wî hûn ne birin, hûn çima metha wî kirin. 4 – Wî xortî em ne xwestin, me jî ew cîh hîştin. Pêhînî 2 Mînak: Em rast hev hatin, (wê)çalim û awir wê ez êşandin. Bi carê ve em rastê hev hatin, wê çalım û awirên wê ez êşandim. 1 – em hatin çav çavan, (wan) çirûsk awir wê ez mest kirin. 2 – me çarşî hav dîtin, (wan) gotinên wê ez birîndar kirin. 3 – Ew qehwê rast hev hatin, wî ew gotinan êşandin. 4 – nav çarşî ketin pêsîr me, em nav civak rezîl kirin. Bu diyalogu bir arkadaşınla canlı bir şekilde oku. – Tu li ku rûniştibû? – Ez li pastexanê rûniştibûm. – Kengê? – Rojeke biharê. – Te li wir çi dikir? – Min qehwê vedixwar. – Tu li wir li benda kê bû? – Ez li benda yara xwe bûm. – Kengê ew hat? – Gava min qehwe vedixwar, ew hat. – Wê tu li rê dîtî? – Na! Wê berê ez nedîtim, tenê min ew dît. – Bêgûman te hima bang wê kir, ne wisa? – Na! Min berê bala xwe da bejn û bala wê. – Ohoo tu jî romantîkî ha! – Na, lo! – Ê dû re çi bû? – Ew çû, li maseya hemberê min rûnişt. – Ohoo! Yar li hember e ! Hey dil. De bêje, paşê çi bû? – Bi carê ve em hatin çavçavan, wan çirûskên awirên wê ez mest kirim. – Êhêê! Te jî hima dest avêt qelemê û helbest nivisî! – Tu li derdê dilê min û henekê viya binêre! Şu cümleleri kürtçeye çevirin Bir bahar günü pastahanede oturmuş kahve içiyorum. O sırada gönlümün sevdası içeri girdi. O gitti, karsıdaki masada oturdu. Birden gözgöze geldik, o bakışlarının kıvılcımları beni mest eyledi. Ben uyuşmuş biri gibi yerimde dondum kaldım. O beni çağırdığında dona kalışımdan dolayı cevap veremedim. O karşıdaki masadan kalktı. Geldi, önümde durdu. Önce durumuma baktı, ardından aniden; “Hee ne oldu?” dedi.
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Ankara'da Nerden Burs Alabilirim? | Tugay K... | Sınırsız Muhabbet Burada | 10 | 18-11-2007 07:09 PM |
| Jiyana ŞÎrÎn Û XweŞ Ew E Ku Bi ZimanÊ ZikmakÎ Saz Bibe Û Bixemile | heci | Çandi Gişti | 4 | 17-10-2007 12:42 PM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
| Nivîskarê bêwelat Firat Cewerî | newalaqesaba | Çandi Gişti | 2 | 14-05-2007 11:21 AM |
| Osmanlıda Coğrafya | Global | Coğrafya | 6 | 14-04-2007 07:03 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.