|
|
#16 (permalink) | |||||||||||||||
|
Gund piçûk e, bajar mezin e. Gundê me gundekî biçûk e. Li gund dukan tine, gundî diçûn bajêr, li wir tişt û mişt dikirîn. Gava gundî ji bajêr vedigeriyan, em zarok diçûn pêşiya wan, wan jî şekir didan me. Gava ez hîn li gund bûm, min tim dixwest ez biçim bajêr. Ez cara yekem bi bavê xwe re çûm bajêr. Bavê min hinek pere dabû min, min bi wî pereyî ji xwe re bestenî kirîbû.
Ji bajarê me re Depê (Karakoçan) dibêjin. Sînameya bajarê me biçûk bû. Heroj film tinebû, carina fîlm hebûn. Min tenê sê caran li wê sînameyê film sêrkir. Di fîlmeke de hirçê para berda yekî, ew jî ji tirsan bi darê ve hilkişiya, hespê wî jî ji tirsa hirçê bi zîn û bar ve çû. Qeraja bajêr jî wêçaxê biçûk bû. Gava min bajarên din dît û bi şûn ve hatim bajarê Depê, min xwe bi xwe got; “hey bajaro tu çima wiha biçûk î?” Min ji qeraja bajêr re jî wiha got; “hey qerajê qerajên bajarên mezin, mezin bûne, navên ewropî girtine, bûnin otogar, tu çima hîn qeraj î?” Bi rastî ew biçûk jî be, her tişt lê tinebe jî, ez bîriya bajarê xwe dikim, ez ji bo wî helbestan dinivisînim. Di xewn û xeyalên min de ew heye. Ezê rojekê cardin biçim wir û bêjim: “Bajaro! Tu bajarekî biçûk, lê xweşik î, jiyan bê te nabe!” Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlami) tişt û mişt : şeyleri, eşya ve benzer şeyleri gava : …iken, eğer, …diğinde bestenî : dondurma bi wî pereyî : o para ile kirîbû : satın almıştım ji bajarê me re : şehirimize heroj (her + roj) : her gün tenê : yalnız, tek başına sêr kirin : seyretmek hirç : ayı hilkişîn : tırmanmak, çekilmek bi darê ve : ağaca bi .. ve : bu edat(ilgeç) bitişik anlamını verir. zîn : eyer Hesp bi zîn û bar ve çû. : At eyer ve yük ile gitti. qeraj : garaj, otogar wê çaxê : o zaman bi şûn ve : geriye, arka üstü xwe bi xwe : kendi kendine Ewropa : Avrupa ewropî : avrupalı bi rastî : doğrusu bêrî kirin : özlemek helbest : şiir xewn : rüya Biz bu derste ismin hallerini ve isim tamlamasını göreceğiz. Bütün dillerde en karmaşık dilbilgisi bölümü ismin halleridir. Bunları kavramanın en doğru yolu her dili o dilin mantığı içinde kavramaktır. Kürtçede bu konuda kendine has özeliklere sahiptir. A – yaşıyan isim halleri 1 – Tewîneka xwerû = Yalın hal (nominativ) Konuda kullanılan şu sözcükler yalın halde bulunmaktadır. Gund Gund biçûk e. Bajar Bajar mezin e. dukan Li gund dukan tine. Kısacası cümle içinde hiç bir değişime uğramayan sözcükler yalın haldedir. 2 – Tewîneka tewandî = bükümlü hal (Akkusativ) bu kimi zaman Türkçenin “i” kimi zaman de “a” halerine deng düşer. a)Kürtçede yönelim içeren cümlelerde bükümlü hal kulanılır. Örnek: dar darê Ew darê dikire. = O ağacı satın alıyor. Ew darê dibîne. = O ağacı görüyor. Ew av dide berxê. = O kuzuya su veriyor . Ew diçe malê = Eve gidiyor. b) Bükümlü halin kulanımında eril sözcüklerin son hecesi “a” harfini içeriyorsa bu harf genelikle yumuşatılarak “ê” ye dönüştürülür. Örnek bajar bajêr Gundî diçûn bajêr welat welêt Ez isal diçim welêt. aş êş (değirmen) Bavê min işev diçe êş. c) Yine “i” halindeki eril sözcüklerde büküm takısı düşer. Örnek: Eril esas durum takısız ve günlük kulanılan Ez nanî dixwim. Ez nan dixwim (Ekmeği yiyorum.) Ez kevirî dibînim. Ez kevir dibînim.(Taşı görüyorum.) Ez bang Sîdarî dikim. Ez bang Sîdar dikim. (Sîdar’ı çağırıyorum.) Ez dîkî difiroşim. Ez dîk difiroşim. (Horozu satıyorum.) Dişil Sürekli büküm takısı ile kullanılır. Ez sêvê dixwim. (Ben elmayı yiyorum.) Ez darê dibînim. (Ben ağacı görüyorum.) |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#17 (permalink) | |||||||||||
|
Kürtçede Türkçenin tersi önce tamlanan, sonra tamlayan gelir.
Örnek baxçê Sîdar = Sidar’ın bahçesi mala Sîdar = Sidar’ın evi binavkirî = belirli keça Fatmayê (dişil) = Fatma’nın kızı kurê Fatmayê (eril) = Fatma’nın oğlu Sînameya bajarê me biçûk bû. (dişil) Şehirin sinemasi küçüktür. Qeraja bajêr jî wê çaxê biçûk bû. (dişil) Şehirin otogarı ozaman küçüktü. Bavê min hinek pere dabû min. (eril) Benim babam bana biraz para vermişti. Nebinavkirî = belirsiz Kürtçede belirsiz tamlama şu formüle göre yapılır: Tamlanan sözcük+bir sayısı+cinsiyet takısı =belirsiz mal + (yek) ek+ e (dişil) = maleke baxçe + yek + î (eril) = baxçeyekî maleke Sîdar (dişil) = Sidar’ın bir evi baxçeyekî Sîdar (eril) = Sidar’ın bir bahçesi keçeke Fatmayê (dişil) =Fatma’nın bir kızı kurekî Fatmayê (eril) = Fatma’nın bir oğlu Gundê me gundekî biçûk e.(eril) =Bizim köyümüz küçük bir köydür. Di fîlmekî de hirçê para berda yekî = Bir filimde, ayı birini kovalıyordu. Ezê rojekê cardin biçim wir . = Bir gün bir daha oraya gideceğim. Tu bajarekî biçûk î! = Sen küçük bir şehirsin. çoğul baxçêyên Sîdar = Sidar’ın bahçeleri malên Sîdar = Sidar’ın evleri keçên Fatmayê = Fatma’nın kızları kurên Fatmayê = Fatma’nin oğulları Min bajarên din dît. = Ben diğer şehirleri gördüm. Qerajên bajarên mezin, mezin in. = Büyük şehirlerin garajları büyüktür Wan navên ewropî girtine. = Onlar avrupayi isimler almışlar. Di xewn û xeyalên min de ew heye. = Rûya ve hayellerimde o var. 4 – Tewîneka bangê (vokativ) = Çağırma hali Bu hal birçok dilde herhangi bir anlam ifade etmez. Kürtçede canlı bir şekilde kullanılmaktadır. Eril sözcüklerin sonuna “o” harfi, dişil sözcüklerin sonuna “ê” çoğul halinde ise “ino” getirilerek yapılır. Örnek: yekjimar = tekil Kur Kuro! = Hey oğlan çocuk! Keç keçê = Hey kız çocuk! Gıııı! Kızzz! Pirejimar = çoğul Kuran kurino = Hey oğlan çocuklar! Oğlanlar Keçan Keçino = Hey kızlar! “hey bajaro!” “hey qerajê!” B – Sözcükler cümledeki yere göre de “e” (dativ) halinde bulunabilirler. Örneğin sözcük fiilden sonra kullanıldığında “e” (dativ) halinde olur. Min nan da wî. = Ben ona ekmek verdim Min sêvekê da Bêrîvanê. = Bêrîvan’a bir elma verdim. Ez hêdîka ketim odeyê. = Yavaşça odaya girdim. alikarî kirin = yardım etmek. Min alîkariya xortan kir. = Gençlere yardım ettim. Ez qêriyam ser wan = Onlara bağırdım./Onlarin üstüne bağırdım. C – Edatlar yardımıyla yapılan isim halleri Kürtçede birçok edatın kullanıldığını gördük. Bu edatlardan bazıları eski dilde isim hali takıları olarak da kullanılıyordu. Halen de bazı İrani dillerde kulanılıyor. 1 – Tewîneke jêve (ablativ) = Ismin ..den hali a) En eski edatlı hal ji do ve = dünden (beri) Ez ji do ve li vir im. = Ben dünden beri buradayım. Ew ji dê ve birayê min e. = O anneden kardeşimdir. Ev ji bin ve şaş e. = bu dipten yanlıştır. Ew ji serî (xwe) ve dîn e. = Bu kafadan delidir. Divê ev xanî ji nû ve were lêkirin = Bu ev yeniden yapılmalı. b) “ji”Edatı ismin “..den” hali görevini üstlenmiştir. Ew ji mal tê = O evden geliyor. Ev mase ji mermer e. = Bu masa mermerdendir.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#18 (permalink) | |||||||||||
|
2 – Jê re (dativ) ismin “e” halinin ikiz edatlarla yapımı.
a) eski dativ yada “e” hali ji…..re = …e, …a / için Ji min re = bana / benim için Ji te re = sana /senin için Ji wî re = ona / onun için (eril) Ji wê re = ona /onun için (dişil) Ji me re = bize /bizim için Ji we re = size /sizin için Ji wan re = onlara /onlar için Cümle içinde Wî ji min re got. = O bana söyledi. Wê ji malê re xalîçe kirî. =O eve (ev için) halı satın aldı. Ji bajarê me re Depê dibêjin. = Şehrimize Depê diyorlar. Min ji qeraja bajêr re jî wiha got. = şehir garajına (için) şöyle dedim. Pêhînî: Mînak: Min, wî, pirtûk, kirîn Min ji wî re pirtûk kirîn. 1 – Bav, zarokan, meywe kirîn. 2 – Min, keçik, sol kirîn. 3 – Zarokan, min, fanêre, kirîn. 4 – Min, bavê xwe, sako, kirîn. b) Yönelim durumunda ise “li” edatı, ya da adetli fiiller kulanılır. Örnek: mêzekirin li (lê mêzekirin) Ez li malê mêze dikim. =Eve bakıyorum nêrîn li (lê nêrin) Ez li kulilkê dinêrim. = Çiçeğe bakıyorum. 3 – Eski refakat formu da şimdi edatlar vasıtasıyla yapılır. a) Yan yana olma durumunda bi …. re Ez bi Sîdar re digerim = Sidar ile geziyorum. Ez bi birayê xwe re diçim bajêr = Kardeşim ile şehire gidiyorum. Canî bi hespê re çû. = Tay at ile gittî. b) Bitişik durumda Örnek: Pisîk bi darê ve hilkişiya. =kedî ağaca tırmandı. Hesp bi zîn ve çû. = At eyerle gitti. Bûk bi dergûşê ve çû. = Gelin bebek ile gitti. Pêhînî 1 Mînak: Gund, dukan, nebûn, çûn, bajar Li gund dukan tine, gundî diçûn bajêr, 1 – mal, nan, nebûn, Sîdar, çûn firin. 2 - mal, pere, nebûn, Dîlber, çûn, banq. 3 – Mal, av, nebûn, keç, çûn, kanî. 4 – Tûtina kalo, nebûn, em, çûn cîran. Dialog Roj baş! Tu bajarî yî, yan gundî yî? Ez gundî me. Gundê we mezin e, yan bajarê we? Bajar mezin e. Gundê me gundekî biçûk e. Li gundê we dukan heye? Na li gund dukan tine. Wê çaxê gundî li ku tişt û miştên xwe dikirin? Gundî diçûn bajêr, li wir tişt û mişt dikirin. Wê çaxê te dixwest ku tu biçî bajêr? Belê! Gava ez hîn li gund bûm, min tim dixwest ez biçim bajêr. Tu cara yekem kengê û bi kê re çûyî bajêr? Sal nayê bîra min, lê ez baş dizanim ku ez cara yekem bi bavê xwe re çûm bajêr. Te li bajêr çi kir? Bavê min hinek pere dabû min, min berê bi wî pereyî ji xwe re bestenî kirîbû. Dû re li nav bajêr geriyam. Navê bajarê we çi ye? Ji bajarê me re Depê dibêjin. Tu niha bêriya bajarê xwe dikî? Hem jî çawa! Tim dibêjim: “Tu bajarekî biçûk, lê xweşik î, jiyan bê te nabe!” Şu cümleleri kürtçeye çevirin. Şehrin sineması küçüktür. Hergün film yoktu, sadece bazen vardı. Bir filmde ayı birini kovalıyordu. Oda korkudan agaca tırmandı. Hey şehir sen niye böyle küçüksün? Büyük şehirlerin garajları Avrupayi isimler alıp otogar olmuşlar. Ben onun için şiir yazıyorum. Rüya ve hayallerimde o vardır.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#19 (permalink) | |||||||||||
|
W11 HESRETA WELAT
Gava ez hîn li gund bûm. tim li wan çiya û baniyên li dora gund digeriyam. Min ji wan avên zelalên wek şîrê pêsîrên dayîkan vedixwar, ew hewa ji bêhna sosin û beybûnên zozanan xwe guherandibû mîsk û amberê dikişand nav pişik û kezevê. Belê, mehê carê jî diçûm bajêr. Gelek caran cîranên me dihatin, em di binê siya daran de rûdiniştin, diketin nav mijûliyan. Car caran jî hevalek dengxweş dest davêt kerika gohê xwe, dilorand û stranên li ser dilan ji me re distira. - Gava tu li ku bû? - Gava ez li gund bûm. - Ha li gund! Baş e, ê te çi dikir? - Ez diçûn, derdiketim serê çîya û baniyan. -Te li dîmena gundê xwe dinêrî? - Na, li xweşiya xwezayê sêrdikir. - Te jî stran digotin? - Eh min jî hinek dilorand. Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı) banî = dam üstü zelal = berak pêsîr = göğüs/ kadın memesi beybûn = papatya pişik = akciğer kezev = karaciğer mijûlî = muhabet/ uğraşı dengxweş = güzel ses kerik = kulağın iç kısmı Rêziman Dema bori 2 / çîroka dema borî(durativ)= 2. geçmiş zaman, yada şimdiki zaman hikayesi. Kürtçe’de de Türkçe gibi şimdiki zaman takısı geçmiş formu ile birlikte kullanılıyor. Bu form özelikle geçmiş zaman içinde sık sık tekrarlanan eylemleri dile getirmek için kulanılır. Bu zamanın bileşimi. a) têper (geçişli fiiler) Şimdiki zaman takısı + geçmiş zaman kökü Di + got Min digot = Ben söylüyordum. Çekim Olumlu - olumsuz Min digot. - Min nedigot.* (ben söylemiyordum.) Te digot. - Te nedigot. Wî digot. - Wî nedigot. Wê digot. - Wê nedigot. Me digot. - Me nedigot. We digot. - We nedigot. Wan digot. - Wan nedigot. *Şimdiki zamanın aksine, bu ikinci geçmiş zamanda olumsuzluk şimdiki zaman takısı ile birlikte kulanılır. Têneper = geçişsiz fiil şimdiki + geçmiş + kişi zamiri zaman takısı - zaman kökü - takısı di + keniya + im Ez dikeniyam = Ben gülüyordum. Erênî - nerêni. Ez dikeniyam. - Ez nedikeniyam.(Biz gülmüyorduk) Tu dikeniya(yî). - Tu nedikeniya(yî). Ew dikeniya. - Ew nedikeniya. Em dikeniyan. - Em nedikeniyan. Hûn dikeniyan. - Hûn nedikeniyan. Ew dikeniyan. - Ew nedikeniyan. İşlediğimiz konuda kullanılan bu şimdiki zaman hikayesini bir daha okuyalım. Ez li dora gund digeriyam. = Ben köy etrafında geziyordum. Min avên zelal vedixwar. = Ben berak suları içiyordum. Min ew hewa dikişand nav pişikê. = Ben o havayı ciğerlerime çekiyordum. Ez mehê carê jî diçûm bajêr. =Ayda bir şehire gidiyordum. Cîranên me dihatin. = Komşularımız geliyordu. Em di binê siya daran de rûdiniştin. = Biz ağaçların gölgesinde oturuyorduk. Baş e, lê te çi dikir? = Güzel, ya sen ne yapıyordun. Ez diçûn, derdiketim serê çîyan. = Ben gidiyordum, dağlara çıkıyordum. Sen de bu cümlelerdeki fiilerin çekimini şimdiki zaman hikayesi formuna uygun çek. Pêhînî 1 Mînak: (Dema) welat, bûn, pirtûk, xwedin. Dema ez li welat bûm, min pirtûk dixwend. 1 – (gava) gund, bûn, çiyan gerîn. 2 – (gava) ciwan, bûn, stran gotin. 3 – (dema) ciwan, bûn, xwe cîhan, din dîtin. 4 – (gava) etar (çerçî), hatin, gund, pir tiaht firotin. Pêhînî 2 Mînak: Do tu li mal bûyî? Na, ez do ne li mal bûm. 1 – Teşî di ciwantiya xwe de stran digotin? 2 – Tu jî li çiya û baniya digeriyayî? 3 – Ma cîran dihatin mala we? 4 – Hûn jî di bin daran de radibûn govendê? 5 – Ma we li welat bi kurdî dixwend? Şu cumleleri Kürtçe’ye çevirin. Ben köyde iken, köyün etrafında dolaşıyordum. Ben o anne memesindeki ak süt gibi berrak sulardan içiyordum. Ayda bir şehire gidiyordum. Çoğu zaman komşularımız geliyordu, biz ağaçların gölgesinde oturuyorduk. Ben gidip dağ ve tepelerin üstüne çıkıyordum. Hayır, doğanın güzelliğine bakıyordu. Eh! Ben de biraz mırıldanıyordum.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#20 (permalink) | |||||||||||
|
W.12 BELENGAZ
Dibêjin; hebûye tinebûye Belengazekî xwedê hebûye. Qet tiştekî wî tinebûye. Biharan pel û pincar civandiye, xwariye; zivistanan jî derketiye nêçîr û seydê. Gava belengazê xwedê rojek ji rojên zivistanê dîsa derketiye nêçîrê, kêvroşkeke belekê rindik ji bin zinarekî wek derba fîştoqê fijiqiye û bi weş bazdaye. Wî jî serî daye ser. Nêzîka tarî têkeve erdê, pê girtiye. Di wê kêliyê de kêvroşk lê hatiye ziman û gotiye: “Min mekuje, ez ne kêvroşk im, ez keça paşayê periyan im.” Her çendî qure qura zikê belengazê xwedê jî bûye, wî ew kêvroşk berdaye. Bi pel û gihayên li ber lat û zinaran zikê xwe têrkiriye. ji ber ku pir westiyaye, hima li wir di xew re çûye. Xewneke gelek xweş dîtiye, di xewna xwe de çûye mala bavê kêvroşkê. Kêvroşk jî bûye keçekê delal, xwe bi awayekî gelek xweşik xemilandiye, hatiye, bi destê wî girtiye û wan bi hev re berê xwe dane tirîjê rojê, bûnin zirnixek ji tirîjê rojê, bi rojêre helyane û firyane. -Tu dizanî çi bûye? - Na! Çi bûye? - Dibêjin erd hejyaye! - Na lo! Kê got. -Min ji radyoyê bîhîst. - Kamo miriye - Na lo! Kê ji te re got. - Memo got. - Kengê miriye? - Du roj berê. - Pêê! Berf bariye!.. - Law çi ecêv e. hîn hetanê nîvê şevê jî her der çîk sayî bû - Him jî her der girtiye. Halk arasında masal anlatılırken genelikle “hebû tunebû” formu kullanılır. Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı) hebûye : varmış tinebûye : yokmuş belengaz : fakir, zavalı xwedê : Allah, tanrı. pel : yaprak pincar : pancar nêçîr : av, avcılık kêvroşk /kerguh : tavşan zinar : kaya derb : mermî, darp fiştoq : Havai fişek patlayıcısı/ fırlatıcısı fijiqîn : çok hızlı bir şekilde fırlamak. weş : hiz, surat nêzîkê tarî têkeve ewrdê : yere karanlığın çöküşüne yakın her çendî : her nekadar xewn : ruya westîn : yorulmak westiyaye : yorulmuş awayek : bir biçim de, birşeyler yapma tirîj : ışın, güneş ışını. zirnix : zere, zerecik Rêziman Biz bu derste de üçüncü geçmiş zamanı, yada mişli geçmiş zamanı göreceğiz. Bu zaman genelikle ikinci kişi tarafından kullanılır, yada hatırlanmayan, kesin bilinmeyen zaman dır. Bu fransızcanın “pase simple”, almancanın “konjuktiv perfek” zamanlarına denk düşer. Bu konuyu anlamak için tekstin sonundaki kısa dialogları birdaha okuyun! a) Lêkerên têneper (intransitiv) = geçişsiz fiiler. Erênî nerênî Ez ketime. Ez neketime (ben düşmemişim) Ti ketiyî. Tu neketiyî. Ew ketiye. Ew neketiye. Em ketine. Em neketine. Hûn ketine. Hûn neketine. Ew ketine. Ew neketine. Siz de konu da geçen şu geçişsiz fiillerin 3. geçmiş zamana uygun çekimini yapınız. Hebûn, derketin (çikmak), hatin, westîn, çûn, helîn, firîn b) Lêkerên têper (transitiv) = Geçişli fiiller Erênî nerênî Min gotiye. Min negotiye. (ben söylememişim) Te gotiye. Te negotiye. Wê gotiye. Wê negotiye. (dişil o) Wî gotiye. Wî negotiye. (eril o) Me gotiye. Me negotiye. We gotiye. We negotiye. Wan gotiye. Wan negotiye.
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Ankara'da Nerden Burs Alabilirim? | Tugay K... | Sınırsız Muhabbet Burada | 10 | 18-11-2007 07:09 PM |
| Jiyana ŞÎrÎn Û XweŞ Ew E Ku Bi ZimanÊ ZikmakÎ Saz Bibe Û Bixemile | heci | Çandi Gişti | 4 | 17-10-2007 12:42 PM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
| Nivîskarê bêwelat Firat Cewerî | newalaqesaba | Çandi Gişti | 2 | 14-05-2007 11:21 AM |
| Osmanlıda Coğrafya | Global | Coğrafya | 6 | 14-04-2007 07:03 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.