|
|
#11 (permalink) | ||||||
|
balkêş : dikkat çekici
jimartin : saymak dijmêre :sayıyor dalastin /alastin : yalamak qeşartin : meyve sebze soymak dergûş : bebek / beşik çav :göz çavên xwe : kendi gözlerini mêş : sinek parastin : korumak /savunmak / sözüne sahip olmak nêrîn : bakmak deketin : çıkmak seyran : gezi /piknik goşt : et biraştin : kızartmak hedan : dişlik /oyalanma nayne : getirmiyor stûn : direk dev : ağız rê : yol devê rê : yol kenarında jimartin : saymak ji bêhedaniyan : sıkıntıdan xew : uyku di xew re çûn :uykuya dalmak peya bûn : inmek hemû : tüm hêz : güç bi hemû hêza xwe ve : bütün gücüyle guvaştin : sıkmak mil : omuz /kol bajar /bajêr : şehir Di nava bajêr de digerin : şehirin içinde dolaşıyoruz cûda /cuda : ayrı / başka tiştekî cuda : başka bir şey. cîhan : dünya Bu küçük anlatım da yapıları biribirine benzeyen fiiller kulanılmıştır. Bu fîiler de bir grup teşkil etmektedirler. Biz bunlara dördüncü grup fiiler diyoruz. Bu tür fiilerin de şimdiki zaman kökü bir sisteme dayalı. Örnek: “parastın” Bu tür fiillerde “tin” takısı atılır, geriye “paras” kökü kalır. Paras kökünün son hecesindeki “a” büküm kuralına uygun “ê” ile yumuşatılır, “s” harfi de biraz tizleşir. Sonuçta bu kök “parêz” kökü ortaya çıkar. Bu açıklamaya uygun şimdiki zaman çekimi Parastin Ez diparêzim Tu diparêzî Ew diparêze Em diparêzin Hûn diparêzin Ew diparêzin. Pêhînî 1 Mînak: otobûsê tiştên balkêş. Di otobûsê de tiştên balkêş hene. 1 –bajêr – dikanên mezin. 2 – dibistan mamosteyên baş jî 2 – mal – meywe û sewze jî 4 – li almanyayê – kurd jî Pêhînî 2 Mînak Keçik – dest bira parastin. Keçik bi destan birayê xwe diparêze. 1 – Dergûş – dest – çavên – parastin. 2 – Lawik – destan – serê – parastin 3 – Mirîşk (tavuk) – per – çêlik – parastin 4 – bizin – qiloçên – kara – parastin. |
|||||||
|
|
|
|
#12 (permalink) | |||||||||||
|
Her tişt ters diçe!
Sîdar kûr kûr diponijî, ez nêzîkê wî bûm û min jê pirsî, ka çi bûye. Wî jî derdê xwe wiha got: “Sala 2005 an li min nehat, hertiştê min ters diçe. Xwarinê çêdikim, binê beroşê dişewite. Tiştekê binivîsim, ximav li ser kaxizê belav dibe û bi tevhevî dilewitîne. Pencerê digirim cama wê dişkê. Min çendekî destê xwe neda tiştekî, bê tevger mam, di mal de diketim hundirê dolabê, gava derdiketim der, di nedî de kevir dihat û li serê min diket. Ez pir li ber xwe ketim. Bi qasê hefteyekê baş bû. Min cardin her tişt ji bîr kir, bêhna min vebû. Rojekê hevalan got, “em biçin kaşokan bajon!” Ez bi kaşokan bi weş hatim, li darê ketim, wek paçekî bi darê ve zeliqîm. Ez bi birîndarî û stûxwar ji wir vegeriyam. Gava xweş bûm, min sêçerx ajot, lastîkê wê teqiya. Li tirimbêla bavê xwe siwar bûm, tirimbêl xirab bû. Ji bo ku tiştek nebe, min xwe li nexweşiyê danî û ez ketim nav nivînan. Li pey çend rojan dîsa ji mal derketim, çûm, min gog lîst, hevalê min ling avêt ber min, ez li erdê dirêj bûm, bi vê re nav dev û diranên min tije xwîn bû. Roja din ez çûm, li hespê siwar bûm, bi carê ve hespê xwe hilavêt û ez ji ser hespê ketim. Ev çend hefte ne, ti deng tine. Gelo ez ji vê belayê rizgar bûm yan na?” Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı) ponijîn :düşünmek nêzîk : yakın ka : hani / hele lêhatin : uymak lê nehat : uymadı 2005 du hezar û pênc) xwarin çêkirin : yemek yapmak beroş : tencere şewitîn :yanmak nivisandin :yazmak ximav : mürekep /boya belav bûn : dağılmak tevhevî : tüm, bütün lewitandin : batırmak şikandin : kırılmak çendeki : bir müdet /bir ara tevger : hareket hundir : iç /dahiliye di nedî de : aniden kevir : taş li ber xwe ketin : üzülmek / kendî kendine kahırlanmak ji bîr kirin : unutmak bêhn vebûn : nefes almak kaşok : kayak ajotin : sürmek paç : bêz / bêz parçası zeliqîn : yapışmak Bi darê ve zeliqîm: ağaca yapıştım. birîndar : yaralı bi birîndarî : yaralı olarak stûxwar : boynu bükük vegerîn : dönmek xweş bûn : iyileşmek sêçerx : üç tekerlekli bisiklet du çerx : bisiklet teqin : patlamak tirimbêl : taksi / araba xira bûn : bozulmak ji bo ku : ... için Ji bo ku tiştek nebe. : birşey olmaması için nexweşî : hastalık /hasta Min xwe li nexweşiyê danî : Kendimi hastalığa verdim. nivîn : yatak ketim nav nivînan : yatağa girdim. dîsa : yine gog : top min gog list. : top oynadım. ling/nig : ayak Hevalê min ling avêt ber min : Arkadaşım çelme taktı bana. dirêj : uzun dirêj bûn : uzamak Ez li erdê dirêj bûm. : yere uzandım diran / didan :diş xwîn : kan tijî bûn : dolmak Dev û dıranên min tije xwîn bûn : ağzım dişim kan doldu. din : diğerî roja din : diğer gün hilavêtin : hoplamak /sıçramak ti : hiç gelo : acaba rizgar bûn : kurtulmak Çend pirs; 1 – Sîdar çi dike? 2 – Di baweriya Sîdar de sala 2005an ji bo wî çawa ye? 3 – Gava ximav bela be çi dike? 4 – Sîdar di mal de diket ku derê? 5 – Hevalê Sîdar ji Sîdar re çi dibêje? 6 – Gava Sîdar kaşokê dajo çi tê serê wî? 7 – Hesp çi dike? Kürtçede Türkçenin tersine bir çok edat kulanılmakta. Bu edatlar nesne ve objelerin tarifi, pozisyonlarını belirlemede, hatta kelime bükümlerinde büyük rol oynarlar. Ayrıca birçok fiil de edatlı fiilerdir. Örneğin “eve bakıyorum“ cümlesin de ismin “e“ hali kulanılarak bir yöne yöneliyor. Bu kürtçede “li“ edatı bu erki üstlemektedir. “Ez li malê dinêrim!” Aşağıdaki edatları tekstin içinde bulun, bir daha cümle ile beraber okuyun. binê beroşê (tencerenin dibi), li ser kaxizê(kağıdın üzerinde), bi tevhevî (bütünüyle), bê tevger (hareketli), di mal de (evde), hundirê dolabê (dolabın içi), di nedî de(aniden), li serê min (benim üstümde), li ber xwe (önünde), bi weş(suratle), ji mal (evden), bi kaşokan (kayakla), li darê(ağaca), bi darê ve(ağaca/ ağaca yapışık), ji wir zivirîm (ordan döndüm). li tirimbêla bavê xwe (babamın taksisine). ji bo ku tiştek nebe (birşey olmaması için), li nexweşiyê danî( hastalığa verdi), ber min (önümde), li pey çend rojan(bir kaç günden sonra), bi carê ve (aniden), ji ser hespê (atın üstünden), ji vê belayê( bu beladan).
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#13 (permalink) | |||||||||||
|
Mînak:
Simêl min hatin li (olumsuz), mû poz (di…re) min çûn. Simêl li min nehat, mû di pozê min re diçe. 1 – Sala 2006 an min hatin li (olumsuz), her tişt min ters çûn. 2 – Hewa welatê biyanî min hatin li (olumsuz), her karê min ters çûn. 3 – Zewac(evlilik) min hatin li (olumsuz), karê min ters çûn. Pêhînî 2 Şu edatları aşağıdaki cümlelerin boş yerlerine uygun bir şekilde yerleştirin. Binê, li ser, li pey, ji bo, di ..de – bê, hundirê, li ser, li ber. 1 - - - - beroşê dişewite. 2 Ximav - - - - - kaxizê bela dibe. 3 - - mal - - - - tevger dima. 4 Ew dikeve - - - - - - - dolabê. 5 Pere - - - - - min tine. 6 - - - - - xwe dinêre, lê nabîne. 7 - - - - ku diştek nebe, ji mal dernakeve. 8 - - - - - çend rojan, cardin karê wî ters diçe. Diyalog Şu diyaloğu bir kaç kez okuyun! Eğer olanağınız varsa, kürtçe bilen bir arkadaşla beraber okuyun. Anlyamadığınız sözcüklerin anlamını sözlükte bulun ve öğrenin. – Ew çi bîn e, tê? (o ne koku dur, geliyor) – Binê beroşê dişewite. – Çima dişewite? – Ez nizanim, her tiştê min ters diçe! – Tu çi dikî? – Ez bi qelemximavê (dolma kalem) dinivisînim, xwedê bela xwe pê de, dîsa! – Çi bû, be camêro? – Ximav (mürekep) li ser kaxizê bela dibe! – Tu jî hêdî binivîse! – Na, ne ji wê ye, jixwe her tiştê min ters diçe! – Tu çima naçî der? – Ez ditirsim, dibe kevir li serê min bikeve! – Çima kevir li serê te keve? – Îsal her tiştê min ters diçe! – Pencerê veke! – Na, cam dişikê! – Tu evîndarê darê yî? – Na! – Tu çima darê hemêz dikî? – Na, ez darê hemêz nakim! – Lê ew çi ye? – Ez şemitim, hatim li darê ketim. – Tu gogê dilîzî? – Na ez nalîzim! – Çima nalîzî? – Heval ling davêjin ber min! – Wêçaxê biçe li hespê siwar be! – Na, hesp xwe hildavê, paşê ez li erdê dikevim! – Tu jî pir tirsonekî lo! – Na îsal her tiştê min ters diçe! Bu cümleleri kürtçeye çevirin Neden ağacı kucaklıyorsun? Hayır ben ağacı kucaklamıyorum. Camı aç Hayır ben açmıyorum Sen ata biniyormusun? Hayır binmiyorum. Niçin binmiyorsun? Attan düşerim. Rêziman Kürtçede eğer anlam bozulmuyorsa yanyana gelen iki sessiz harften bir tanesi düşer. Örnek: simbêl >simêl, kember >kemer, koçber >koçer gibi. Bazı fiilerde de bu özeliğe uygun olarak sessiz harfler düşmüştürler. Şimdi bu kurala uyan fiilerin şimdiki zaman köklerini bulalım.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#14 (permalink) | |||||||||||
|
Ez par çûm welat. Em li balafirgeha Frankfurtê li balafirê siwar bûn. Balafir di ser Enqerê re firiya û li balafirgeha Xarpêtê danî. Ez çûm qeraja otobûsan, bi wê dilhejiyê li otobûsa gund siwar bûm û me berê xwe da gund. Rêya gund bi qasê saetek kudand (domand). Dema otobûs li gund rawestiya, ez jê peyabûm. Min tûr û baholên xwe girt û xwest ber bi mal biçim. Lê bav û dayîka min hatin pêşiya min.
Min tûr û bahol avêtin û ber bi wan bazda, min berê bi hemû hesreta dil dayika xwe ya delal hemezkir û destê wê paçîkir. Hima li pey min bavê xwe hemêzkir û destê wî jî paçîkir. Me li hev pirsî û hêsirê şahiyê rijand. Di wê kêliyê de birayê min ê biçûk jî hat. Min ew berê di hemêza xwe de guvaşt û dûv re jî herdu çavên wî yên reş paçîkir. Birayê min tûr û baholên min hilgirt û em çûn mal. Min çavên xwe li malê gerand, hîn gişt wekî berê bû, tiştek neguherîbû. Dayê mînder danî, em rûniştin, me hinek henek û yarî kir. Bi carê ve xwişka min a biçûk, şîrîna mala me jî, ket hundir. Me hevdu hemêzkir, bi dilşadî li hev pirsî. Xwişka min a delal ji me re nan û çay çêkir, anî; me nanê xwe xwar, çaya xwe vexwar. Xwişka min elb avêt pîlê xwe û em bi hev re çûn nav mangan, bi gotineke din nav çêlekan, Me çêlek dotin, anî, keland, hinek vexwar û hinek jî meyand, kir mast. Fêrgîn Balyan çûm : gittim par : geçen sene balafirgeh : hava alanı balafir : uçak li ser, di ser…re : üzeri, üzerinden Xarpêt :Harput /Elazıg qeraj : otogar otobûs : otobüs dilhejî : heyecan qasê : kadar bi qasê : takriben, kadar bi qasê saetek : takriben bir saat kudandin : sürmek (zaman için) kudand /domand : sürdü Bi qasê saetek kudand :Takriben bir saat sürdü. rawestan : durmak /dikilmek rawestiya : durdu peya bûn : inmek peya bûm : indim. bahol : bavul girt : aldım xwast : istedim biçim : gideyim dayîk : anne pêşî : ön Lê bav û dayika min hatin pêşiya min : Ama baba ve anem beni karşıladılar. avêtin : atmak min bazda : koştum Min tûr û baholên xwe avêtin û ber bi wan bazda. : Bavul ve çantalarımı atım, ve onlara dogru koştum. hemû : tüm hesreta dil : gönül hasreti ile delal : nazli / iyilerin iyisi hemêz kirin : kucaklamak hemêz kir : kucakladım paçî kirin /maç kirin : öpmek li hev pirsîn :birbirinin hatırını sormak hêsir /rondik : gözyaşı şahiyê : sevinç rijandin : dökmek rijand : döktü Me hêsirê şahiyê rijand : Sevinç gözyaşlarını döktük. kêlî : an, moment, dakkika di wê kêliyê de : o sırada, o anda piçûk/ biçûk : küçük guvaştin : sıkmak Min guvaşt : ben sıktım herdu : her iki reş : kara herdu çavên wî yên reş : her iki kara gözlerini hilgirtin : kaldırmak, sırtına almak hilgirt : kaldırdı. gerandin : dolaştırmak gerand : dolaştırdım. Min çavên xwe li malê gerand : Evde göz gezdirdim. gişt : hepsi Gişt wekî berê bû :Hepsi eskisi gibi idi. guhertin : degiştirmek Tiştek neguheri bû : Hiç bir şey degişmemişti. Dayê mînder danî : Anne minderi indirdi. Em rûniştin : Biz oturduk. hinek : biraz henek / yarî : şaka / yarenlik bi carê ve : birden xwişk /xweh : bacı / kızkardeş ket : düştü ket hundir :içeri girdi, içerisine düştü hevdu (hev û din) : birbirini me hevdu : biz birbirimizi. dilşadî : yürek / gönül sevinci anî : getirdi xwarin : yemek (fiili) vexwarin :içmek Me xwar û vexwar : Biz yedik ve içtik. pîl : kol bi hev re : beraber avêtin : atmak Avêt pîlê xwe : koluna attı /aldı gotin : (burada) söz bi gotinekî din : başka bir söz ile dotin : sagmak kelandin : kaynatmak Me keland : biz kaynattik. meyandin : mayalamak Me meyand : biz mayaladık. mast : yogurt
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#15 (permalink) | |||||||||||
|
Biz daha önce şimdiki zamanı gördük. Bu derste de geçmiş zaman çekimlerini öğrenecegiz. Her şeyden önce iki önemli noktayı açıklamamız gerekiyor. 1 – Daha önce de söylemiştik, kürtçede mastarlı fiilerin kökü geçmiş zaman köküdür. Sondaki mastar takısı atıldığında, geçmiş zaman kökü kalır.
Ikinci önemli nokta da kürtçede geçişli ve geçişsiz fiiler geçmiş zaman çekimi esnasında birbirinden ayrılırlar. a) Geçişsiz fiilerin bütün geçmiş zamanlarının çekimi yalın haldeki kişizamirleri ile çekilir. Örnek : Dema bori ya têdayî (dili geçmiş zaman) çûn (çû - n) Siz de yukarıdaki çekime uygun olarak aşağıdaki geçişsiz fiilerin çekimini yapınız. Hatin, rawestan, rûniştin, ketin, siwar bûn, man Bazı fiilerin uzun ve kısa olmak üzere iki çeşit çekimleri var. Bunu kavramak için aşağıdaki tabelayı dikatlice inceleyiniz. (1) Sen de şu fîillerin çekimini örnek çekime göre yap. Helîn (erimek), qêrîn (bağırmak), kenîn (gülmek), girîn (ağlamak) b) Geçişli fiilerin geçmiş zaman çekimi bükümlü kişi zamirleri ile çekilir. Dema borî ya têdayî (dili geçmiş zaman) 1 – Mastarı yalnız “n“ olan fiilerde “n“ mastar takısı atılır, geriye geçmiş zaman kökü kalır. Örnek : dan da Min da. (Ben verdim.) Te da. Wî da. (O verdi. « eril ») Wê da. (O verdi. « dişil ») Me da. We da. Wan da. Verdiğimiz örnekte de görüldüğü gibi, geçişsiz fiiller obje ile birlikte kullanılmadığı müddetçe kişi takılarını almazlar. Obje ile birlikte kullanıldıklarında da, obje çoğul ise, fiil de ileride göreceğimiz kürtçeye has bir form olan ergative uygun olarak çoğul takısını alır. Sen de şu fiilerin dili geçmiş zamanini çek. Danîn, pirsîn, anîn, kirîn, 2 – Mastarı “in“ olan fiilerde “in“ mastar takısı atılır, geriye geçmiş zaman kökü kalır. Örnek : Girtin girt Min girt. Te girt. Wî girt. Wê girt. Me girt. We girt. Wan girt. Sen de aşağıdaki fiilleri yukardaki dili geçmişiş zaman çekimine uygun çek. meyandin, dotin, dîtin, domandin, kudandin, xwestin, xwarin, vexwarin, gerandin, rijandin, avêtin, guvaştin, rijandin. Nerênî =olumsuzluk. Kürtçede bütün geçmiş zamanlar için “ne“ olumsuzluk ön takisi kulanilir. Têneper = geçişsiz Erênî nerênî Ez keniyam. Ez nekeniyam. Tu keniyayî. Tu nekeniyayî. Ew keniya. Ew nekeniya. Em keniyan. Em nekeniyan. Hûn keniyan. Hûn nekeniyan. Têper = geçişli Erênî nerênî Min pirsî Min nepirsî.(Ben sormadım.) Te pirsî. Te nepirsî. Wî pirsî. Wî nepirsî. Wê pirsî. Wê nepirsî. Me pirsî. Me nepirsî. We pirsî. We nepirsî. Wan pirsî. Wan nepirsî.
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Ankara'da Nerden Burs Alabilirim? | Tugay K... | Sınırsız Muhabbet Burada | 10 | 18-11-2007 06:09 PM |
| Jiyana ŞÎrÎn Û XweŞ Ew E Ku Bi ZimanÊ ZikmakÎ Saz Bibe Û Bixemile | heci | Çandi Gişti | 4 | 17-10-2007 11:42 AM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 05:26 PM |
| Nivîskarê bêwelat Firat Cewerî | newalaqesaba | Çandi Gişti | 2 | 14-05-2007 10:21 AM |
| Osmanlıda Coğrafya | Global | Coğrafya | 6 | 14-04-2007 06:03 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.