Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Zimane Kurdi

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 16-08-2008, 08:21 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Mesaj: 2,390
Üye No: 2482
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 6193262
Rep Derecesi
Bedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond repute
Varsayýlan Lêkolînên li ser ziman


Ziman, tarîfa zimên û hin rastiyên girêdayê zimên. lêkolînên li ser ziman



Þerê azadî û serwebûnê rastî û dewlemendiyek yeker û çendalî ye. Sersarî û xweþemirandina aliyekî, bandêrê li aliyen din jî dike û dibe sebeba qelsiyên mezin.
Aliyê rêxistinî, siyasî û eskerî hene. Aliyên wêjeyî, kulturî û folklorî hene. Û aliyê zimên û pirsên zimên hene. Di vê lêkolînê de em dê li ser zimên, tarîfa zimên, cîh û þûna zimên rawestin.
Þerê serxwebûna welêt, zehf girêdayê parastin û xwedîderketina li zimên e. Tevger û rêberiya cihê layiq û pêwist nede zimên û pêdaketina bi zimanê kurdî, ji xwe re neke stûneke prensîpî, teqez dê berkêm, bêkêr û bi aliyekî xwe netemam û nîvrê bimîne.
Di þertên diyar û ji awureke ilmî de ziman û netewe du cewher û nirxên bi hevûdû ne û yek bê ya din nabe. Temamker û bi gotineke latînî atrîbûtên hev in.
Çekoslovakiyên zemanekî digotin: neteweyek heta xwediyê zimanê xwe be, heye. Ji bo neteweyekî ziman mercê hebûnê ye. Dereceya ilmîbûna vê dîtinê ne bênîqaþ be jî, belê rastiyekê destnîþan dike ku nîqaþê naxwaze. Ew jî ji bo neteweyekî giringiya ziman e.
Zimanzan û fîlozofên Elman jî, vê dîtinê ji aliyekî din de digrin dest û rol û wezneke hê girantir didin zimên. “Bi wundabûna zimên re, zû ya dereng doz û dawa neteweyî jî koça xwe bar dike” dibêjin.
“ Em hemû dizanin ku îro zimanê kurdî, di talûkê de ye. Zimanên resmî / tirkî, erebî, farisî/ bi riya xwendegeh, qiþle, radiyo û televizyonan ketine bajarok û gundên welatê me…. “ “Roj bi roj axaftina bi kurdî, di nav neslên nuh de, paþve dice. Îro em ketine rewþek wulo ku pirîcar hêzên welatparêzên , Kurd, têkoþerên Kurd, di civînên xwe de, di nav hev de bi tirkî diaxivin, bi tirkî dinîvisînin. “
“Welatparêzên ku bi salan ji bo doza kurdî di zîndanan de mane, zimanên xwe hînî zaroyên xwe nekirine, zimanê ku ji bav û kalên xwe fêrbûne, negihandine neslên nuh.”
“Hin welatiyên me yên ku bi salan li derveyî welat mane, çend zimanên Ewropayî hînbûne, lê serên xwe neêþandine di nav serbestî û azadiya Ewropa de zimanê xwe hîn nebûne.
“Ev meþa han ku pêþî lê neyê girtin, dikare di nav çil pêncî salan de, me têxe rewþeke trajîktir: neteweyek nê bê dewlet, bindest û bêxweyî, lê wusa jî bê zar û ziman, mehkûmê ku ji rûpelên dîrokê rabe “ / Kovara Hêvî hejmar 1, rûpel 7-8/
“ Zimanê Kurdî wek mirovê cane wî ji birînên xedar dagirtiye di rewþek dijwar û talûke de ye. Birînên vî canî pêwiste bêne rapêçan û merhem kirin. Bê þik ev jî, bê xebatek sîstematîk nabe. Yana mesafa nav zimanê kurdî û yên gelên cîran, dê kûrtir û dirêjtir bibe û emê her bêjin bi zimanê kurdî raman berpê kirin dijwar û ne mumkun e.” / Jîn: Cild 1, r.65/
Bê zar û zimanî, tirajedî û felaketeke mezine. Zimanekî xwurt û zexim armancek aktûel, erkeke dîrokî û beþekî bingehîn ji çalkiyên me yên siyasî û kulturî ye.
Cebhe û aliyê zimên, pêwiste mina cebhe û eniyên eskerî, siyasî û rêxistinî ciddî bê girtin û ji niha ve tiþtên ev cebhe dixwaze bêne cîh.
Mirov nikare bêje xebata ji bo ziman bila bimîne piþtî “ çêbûna dewleteke kurdî”.
Gelo çima dewletên deshelatdar zimanê kurdî qedexe dikin, çima ewçendî ji jiyan û xwurtbûna zimanê Kurdî ditirsin û cardî ji ber çi xwe ewqasî dêþînin ku zimanê kurdî wunda bikin. Ev ne sebebek e, ji bo ku em bi her çar lepan rahêjin pirsa zimên ?
Di ware zimanê kurdî de îro tevgerek xwurt li dar e. Ev roj bi roj baþtir dixwiye. Pirtûk, kovar û rojnameyên bi kurdî derdikevin, navend û enstîtuyên kurdî vedibin. Hejmara malperan bûye bi sedan.
Ji îro û pêde bihayê axaftin, nivîsandin, semîner û her awe weþanekê, dê hinekî jî girêdayî bersiva vê pirsê be: bi kîjan zimanî ye.
Piþtî du-sê bîranînên pêwist, îcar em bipirsin, ziman çiye, di vî alî de alim û zanayên navdar çi dibêjin ?
Di nav kadro û militanên siyasî, nemaze yên Bakurê Kurdistanê de tarîfek ziman û pirr naskirî û bêj hema sîh salên dawî tê dubarekirin heye. Tarif ev e:
“ ziman arac e, wasite ye”. Çi gava dengekî kurdî bê, yan jî behsa giringî û pêwistiya zimanê zikmakî bibe, ev tarif, nîqaþê qut dibire: “Ziman arac e. Heta Kurd nebin dewlet û pirsgirêka kurdan çareser nebe, pirsgirêka ziman jî dê çareser nebe” û Hwd.
Me gotina “ ziman arac e” pirr bihîstiye. Û ev gotin pirr caran dibe rêlêgirê lêkolînên ilmî, sersarî û bêxemiyê di mesela ziman de.
Gotina “ ziman arac e” abstiraksiyonek e, tarîfeke kevnar e û rastiya zimên bi temamî nagre. Di pratîkê de ilmîbûna xwe xistiye, mihafezekar e û dînamîzma xwe wunda kiriye.
Çima ? ev tarif pirsgirêk û dabaþê gelekî besît û mekanîk dike. zimên ji qîmetê xwe dixe, mirovên sersar û kêmberpirsiyarî çêdike, nasname û kesayetiya neteweyî lewaz dike, kosmopolît e û di encamê de dibe ardû û aþê xwebixwe asimîlekirinê.
Komên zehmetkêþ, rêncber û bi milyonan jinên Kurd ku ji Kurdî pêve bi ti zimanên din nizanin nagre ber çav û perçebûna gelê Kurd xwurt dike.
Dewletên militarist û dagîrker mina giþ meselên din, di mesela ilmê zimên û rola zimên de jî, ji me zanatir û li pêþtir in. Ji ber vê yekê ji bo zimanê me ewqas bêtehemul û ne barbuhêr in.
Madem serdest û deshelatdar li dijê zimanê me ne, naxwe di vê dijayetiyê de kerametek heye, dive hebe. Û ev jî bes e ji bo xwedîderketina me li zimên.
Me got ziman, diyardeyek dewlemend, pirrfonksiyon û pirralî ye. Tarif û navandineke ku zimên bi giþ dewlemendiya xwe bihundurîne ne hesan e Rastiya zimên di tarîfeke tenê, kurt û kin de nayê zeftê.
Bi tarîfeke giþtî û pirr fireh ziman, tevahiya giþ wan peyv û gotinan e, ku kesek di dema beyankirina ramanên xwe de, xwe hewcedarê wan dibîne û wan dixe kar. Ji vê awurê ziman; “ ji peyvan tê pê û danûstandinek bi peyvan e” / Wiliam Dwight Whitney/
Peyv ango bêje zerazengekî dengan e. Her seriye-dengek xweser, beramberê rewþeke xweser e. Peyv û hevok bi wateyan barkirî ne. fikirkirin û avakirina îfadeyekê, bêje û hevokan dixwaze, ku ew jî li gora qeydeyên zimên li qalibên xwe dikevin.
Bi gotinin din mefhûm di peyvan de bikinc dibin. Mirov ewil difikire û piþtre bi alîkariya peyv û hevokan ramanên xwe dirjîne malikên wan.
Peyv, ne tiþt û ne jî nesnan bi xwe, belê îþaret û navê wan neqil dike.
Her nav di serê mirov de mefhûmekî ango wateyekê bican dike. Her wateyek jî canekî dide navê xwe. Ji ber vê, wate bê nav nabe.
“ Naxwe ziman, rêzika îþaret û dengên wan nesna ne ku di aqlê mirov de di peyvan de têne pê, neqil û dehfî aqlê yekî din dike û di xeyala mirov de wan bi laþ û gewd dike. / Perr Linnel/
Ziman, lihevsiwarkirina deng û wateyê, bi awayekî xweser e. xeleka girêdana nav naverokê û form, îfade û nivîsandinê ye.
Ziman, system e, sîstemê yekîtî û dendikên asmanî /abstirak/ ye ku bi hev re girêdayî û di nav pêwendiyên pirralî de ne.
Ziman, herk û bûyerek e ku tê de kesek bi nivîsandin, yan jî bi axaftinê bandêrê li mirovê xwendevan û guhdar dike.
Ziman, buyer û qewmandinek e ku di nav vê qewmandinê bi xwe de tê hole.
Ji bo xwepêþandan û xwediyarkirina zimanekî axaftin û nivîsandin du îfadeyên esasî ne.
Ziman aletê ragihandin û guhestina dîtin û bahweriyan e. Ew ziman baþtirîn ziman e ku raman û dîtinan baþ û rast radighîne.
Gava ji awura kapasîtê lê bê nerîn, ziman xebitandin û bikaranînek bê sînor bi aletên nas û sînorkirî ye.
Ziman, mekanîzim û aþek e ku nesne û tiþtan kodifîze dike, li gora nêr û mê wan dike birr, awayê dîtina mirov li ser jin û mêran bi rê dixe û hê ji serî de xêzka van dîtinan dikêþe. / Peter Trudgil/
Qodên zimên, ji norm, qalib û kilîlan hatine pê. Ev norm ji bo rûniþtvan û þêniyên welatekî nas û hevbeþ in.
Têkiliyên di nav mirovan de, bi xêr û saya van qodan kar dikin. Di bîr û hiþê herkesî/ ê de ev qod hene. Di katê pêwist de ji mirov re dibin alîkar û berdewam di xizmeta mirov de ne.
Ziman, sîstemê îþaret û sembolan e. Ev sembol niþmî û pêþketî ne. Sîstem konvansiyonel e. Bi gotinin din ji aliyê civatê hatiye pejirandin û pesinandin.
Sembol û tiþtê ku sembol sembolîze dike, ne girêdayê nesna xwe ye. Sembol li himberê nesne û tiþtên xwe serbixwe ye / Hayakawa/
Ziman, rastiyek civakî ye. Mirovan organîze dike. Xerca avahiya civakekê, çimentoyê lihevragirtina mirovan û nîþana neteweyî ye.
Zimanê mirov pê diaxive, welatê mirov jê ye, neteweyê mirov endamekî/e wî/ê ye, coxrafya mirov tê de mezin bûye û pirê caran jî, ew gurûbê sosyal û civakî ku mirov ferdekî wî ye dide nasandin.
Ziman, xezîna meyil û armancên tevayî ango hevbeþ e. ”Dewlemendiya hiþ, hest û nerînên xelkê nîþan dide.Þahidê zîrekî û þehrezayîya gelekî; neynika giyan û bîra wî ye. Ziman, sermaya dîrokî û mîrasek kulturî ye / Hêvî hejm. 1/
Ziman, ne tenê axaftin e yan jî, tiþtên li ser kaxetê ye. Herk û ceryaneke bican û jîndar e. mîna avekê bi pêl e, hildikþe û dadikeve, xwurt û qels dibe.
Ziman, ji bo naskirin û têgihiþtina meseleyek konkiret û berçav, bi awayekî baþtir alet e / Vigotsky/
Ziman, bi gotina hinekan ne bi tenê organekî naskirinê ye. Belê bi ya min organek e ku em pê rastiyê zeft dikin û çekek e ku em pê cîhanê ava dikin û dugherînin. / Svän Vernström/
Ziman, faktorê pêþketin û geþebûna mirov e, bê ziman pêþketin xeyal û ne mikun e / Noam Chomsky /
Li gora nasandineke sosyolojîk ziman, adet û demîneke kevin û civakî ye. Ev adet û demîn bi dirêjaya temenê civatê çêdibe.
Ziman, bi awayekî kêm tê dîtin, xwedî istîqrar û rehên kûr e. Temenê van reh û rîþeyan carna bi sedan û hin caran jî bi hezar salan in.
Di nav avahî û saziyên mirovayetiyê de ziman, bi kevnarî û qayimbûna xwe di nav cîhên serekî de tê.
Gava ji derve û sererû lê bê meyzandin, ziman weke rêz û berhevkirinek peyvan û komikên peyvan dixwuye. Belê çavên ruhnasekî dê di zimên de hin cewherên ziravtir, kûrtir, nepenîtir û veþartîtir bibîne.
Ji vê awurê ziman jî, mîna ol û toreyê heîqetek e ku di kûraniya hest û hiþmendiya însên de cîh girtiye û qarbûye lê.
Ya ku dirûvên helî mayinde yên zimên hiltîne ev cîhgirî û qarbûna nependiye ku ziman jê avê vedixwe û ziman jê bi xwedî dibe.
Raman, tesewir û giþ hizrên me yên helî rast û objektîf jî, ji vê kaniyê û binhiþiyê ne bêpar û ne bêpiþk in.
Ya ku form dide zimên, zimên diafirîne, cardî ev kanî bi xwe ye. Aliyê çêj û zewqa zimên didiyê, zimên ji ristik û rêzika îþaretan derdixe, kamiltî û þêraniyeke ku zimanzanîn û peyvrêzkirinê derbas dike û tê de hilnaye, dide ziman, ev cewherê nexwiya û nepenî ye. / Tahir Nejat Gencan/
Ziman, kilîla þaristaniyetê, arþîva huner û çalakiyên mirovayetiyê ye. Em bi saya zimên mirov in û ji lawir û jîndarên hene cihêbûne.
Bi alîkariya zimên em hev fêm dikin, raman û dozên xwe dikin yek û dîtinên xwe formûle dikin.
Ziman, cewherek binirx û bêheval e. Tevger û jiyaneke bê ziman ne mikun e. Her awe hevkarî, yeîtî û solîdarîte zehf girêdayê zimên e.
Tiþtek cihê zimên danagire. Mirov þarezayî û jêhatinên xwe, daxwaz û hestên xwe, bi kurtî giþ rewþenbîriya xwe bi zimên ber pê û pêþkêþ dike.
Ziman, awêne û mirêka civakê ye. Zimanek ji ber xwe ve çênabe, xwurt nabe û nabe zimanê milyonan. Yên ku zimanekî li ser piyan dihêlin û diparêzin, axaftin û nivîsandin in. Ziman, berê axaftin û nivîsandinê ye.
Avahî û qesra zimanan têvel û cihê ye. Ziman henin ku çakûç û lêkirina wan di alyê fonematîk, morfolojîk û sîntaktîkî de besît in. Ziman jî henin ku bi van aliyên xwe kûrtir û aloztir in.
Di zimanê her neteweyî de hejmarek dengên ku ji dengdêr û bêdengan pêk tên hene. Her dengekî bi îþaretekê yan jî bi çend îþaretan ku em ji wan re tîp ango herf dibêjin tê navandin.
Hejmar û awayê dengan jî, li gora zimanan ferq dikin. Ziman heye ku tenê xwediyê 3 dengdêran e û ziman jî heye ku sîstemê wî di aliyê bêdengan de zehf sînorkirî ye.
Her ziman ji diyalektên xwe tê pê. Diyalekt û devok di þertên sitewyayî û gihayî de bi wext re radibin û cihê xwe didin zimanê neteweyî, ango jiyana xwe mîna dewlemendiyek zimanê yekgirtî di nav tevayîya ziman de di form û kombînasyonek rengarengtir û bi þewqtir de didomînin.
” Heger zimanê welêt, ew þêwezimane ku di çarçewa sînorên welatekî de li her derê derbas dibe û pere dike, diyalekt jî, zimanê navçakê, bajarekî, birekekê ye. / Bertil Malmberg/
Zimanê welatgir û standart li ser bingehê zarava û devokan ava dibe, xwe dihûne û xwe dirêse.
Riknên zimanekî: Riknên zimanekî li ser nivîsandinê, kiþandina lêkeran, awayê hevoksaziyê û wateyê ava dibe. / Per Linnel /
Her ziman, mûheqeq di bin bandêra zimanekî din de dimîne. Zimanekî ku ji tu zimanên li dora xwe qet peyv negirtibin yan nedabin wan tune.
Her ziman xwediyê xezneyeke peyvan e. Xezna peyvên zimanekî, mezinahî û dewlemendiya wî li gora temen, tehsîlê, ronakbîrtî û çalakiya rûhî tê guhertin.
Xezîna peyvan û terkîba wê li ser kar, pîþe û awayê jiyana mirov jî, gelek tiþtan dibêje. Xezîna peyvên zimanekî li gora peyvên aktîf û pasîv dikare bê birrkirin:
Peyvên qet nayin, yan kêm têne xebitandin bê istîqrar in, bileztir ji bîra dibin. Yên her roj xwiya û aktîv in, di axaftin û di nivîsandinê de têne xebitandin, jibîra palpiþût nabin û hesantir xwe diparêzin.
Di her zimanî de, zimanê axaftin û nivîsandinê hene. Ferqa di nav van herdû zimanan de pirr an hindik di giþ zimanan de heye.
Daxwaz û hewla giþtî ew e ku, ev herdû ziman li hev nêzîk bibin û rojekê bibin yek. Ev ne hesan e. Heta ji sedî sed pirr zor e.
Di axaftinê de mirov zêde bala xwe nade qeyde û qaîdeyên zimên. Di dema nivîsandinê de, baldarî û hayjêkirin diyartir e.
Dewlemendiya zimanekî. Dewlemendiya zimanekî, li gora hejmara peyvan / ferheng/, kapasîte û karîna þîrovekirina zanyariya hunermendî û teknîkî û dawî li gora karîn û kapasîta zimên ji bo navandina keþif, mekanîzim û mefhûmên nû û ji bo navandinên li pêþ, qabiliyeta afirandin û sazkirina peyvên nû tê pê./Per Linnel /
Zimanzanîna zimanekî. Zimanzanîna zimanekî, fêmkirin û liberketina axaftinê û fêmkirin û liberketina tiþtên bi nivîskî ye.
Di ilmê zimên de, ji vê re zimanzanîna pasîv tê gotin. Incex herdû bi hev dû re; axaftin û nivîsandin, zanebûna aktîf tînin pê.
Di dereceyeke pêþketîtir û di wateyeke tengtir de, zimanzanîna zimanekî van xalên jêrîn dixwaze:
Xwendin û nivîsandin. form û awayê xebitandina devkî qabiliyeta jihevderxistina nûansên zimên û serastkirina wan / Vetta Ruke- Dravina/
Di ziman de, xwezayîbûn heye, ango ziman, ”objeyek” e ku ne girêdayê tu kesan e, ango konvansiyonel e.
Berî însan ji diya xwe bibe û bi zimanekî re, hev nas bike qeyde û qaîdeyên zimên hene. Evqeyde û qanûn giþtî ne û mirovên bi heman zimanî qise dikin girê dide.
Sîstemê zimên. Her ziman xwediyê sîstemekî ye. Giþ qozîkevir û hîmên ku di riknê zimên de cîh girtine û avahiya zimên bê wan nabe, tev bi hev re sîstemê zimên tînin pê:
Hîmên semantîkî: qeydeyên wateya peyvan dinimînin û dinasînin. Ango mefhûm û hundurandinên ku di peyvan de bi kinc bûne û di ferhengan de hatine civandin û kodifîzekirin. Yên sîntaktîkî: Sîstemê formelementên ku di giramera zimên de bûne qod û ji prosedûrên sîntaktîkî / bicîhkirina: peyvan di hevokê de / hatine pê bihev ketiye.
Yên fonolojîk: sîstemê îfadeya zimên, ango zanyariya îfadê ku jê re paradîgma zimên jî tê gotin û giþ ew yekîtî û fîgûrên ku di paradîgmê de kodifîzebûne. Peyv divê çawa bixwiyin, di xizmeta avakirina peyvan de kîjan perçe hene, ev perçe çawa têne kombînekirin û yên kombînebûyî dê çawa bêne bilêvkirin û îfadekirin. Bersiva van pirsan dide. / Trampe- Viberg/
Giramera zimên:
Zimanê bêgiramer tune. Giramer hindik gelek ji mihakeme û xebitandinên teqez ku di çarçeweyeke mantiqî de kar dikin û sînorê wan diyare tê pê.
Giramer, rêkûpêkî û dezgehê pêwendiya di nav wateyê û deng de ye. Ango vê pêwendiyê organîze dike, bi rê dixe û jê re rêzanî û rêberiyê dike.
Stîlîstîk / bedewî/
Di her zimanî de dabaþeke bedewî û sipehîbûnê heye. Stîlîstîk bi îmkan û qabiliyeta îfadeyên artîstîk û sipehîbûna zimên mijûl dibe.
Stîl, teqdîm û pêþkêþiya naverok û hundurandinek xweser bi awayekî xweser e. Her nivîskar, tewrekî wî yê nivîsandinê ango þêwestîlekî wî/ wê heye.
Li gora Fritz Askeberg stîl, di pozisyon û rewþek diyar de bi qasî mikun e ji bo ku peyv li hev birukubin, di cihê xwe de þîn bên û li hedefa pêwist bixin baldarî û hewil e.
Tendurustî û bijûndariya zimên: Guhertin û pêþketinên civakî, zimên, bixwenûvekirinê re tîne himber hev. Hin caran û di hin rewþan de, ziman têra îfadekirin û bi baþî beyankirina ramanê nake, li paþ guhertinan dimîne. Bi gotinên zimannasê Siwêdî Bertil Malmberg, raman êdî di gomlekê ku jê re rastiya zimên tê gotin hew hiltê.
” Zimanek gerek karibe bersiva nûhîtiyên jiyanê, yên ramanê û yên teknîk û zanistê bide. Yana dê ji qiram bikeve û roj ji roja din bêrûmetir bibe. Ziman ji bo karibe ziman û layiqê navê xwe be,divê erkên xwe bîne cîh. Divê ji fonksiyon nekeve.
Peyva bicanragirtin û bixwedîkirina zimên ku alim jê re ” tendurustiya zimên” dibêjin ji vir tê.
Çiye tendurustiya zimên ?
Beng Zigurd wuha bersiva vê pirsê dide: tendurustiya zimên, ji bo ku zimanek bi kêmanî rewþa xwe ya heye biparêze, ango xerabtir nebe, qels nekeve û bikêrtir kar bike, tevaya giþ biryar, tedbîr, desttêwerdan û kirinên qesdî û fikirlêkirî ne”
Pirsa tendurustiya zimên pirsgirêkeke dualî ye: ” aliyek berê wê li hundur û ya din li derve ango li civakê ye. Rûyê berê wê li hundur bi avakirina zimên, awayê ger û xebata zimên dadikeve” / Beng Zigurd/
Guhertin û pêþveçûna civakî, kulturî û teknîkî li aliyekî û ziman li aliyê din di nav têkiliyek dualî de ne.
Her guhertinek berçav ji zimên û ji zimanzanan peyv, frazeolojî û navandinên nû dixwaze.
Cewher û naverokên nû, mîna ciwanê di kincên xwe de dirêj û stûrtir bibe û bedena wî /wê kincên nû bixwaze, li çeper û dîwarên zimên didin, ode û mezelên nû, ango navandinên nû dixwazin.
Hin caran peyv û navên ku hene ya zehf kêm, yan nîvrê yan jî qet nema karin cewherên nû bi nav bikin.
Di dem û rewþên wuha de, di sîstemê watê de, ango di sîstemê semantîkî yê zimên de noqsanî û têrnekirî hatiye pê. Di sîstemê zimên de cangiranî û di mekanîzmeya nav û termînolojiyê de jî emirmendebûn çêbûye.
Çare xwebinûvekirina zimên e.
Zimanê zikmakî:
Heþkere ye ku zanîna zimanekî ji bo pêþdeçûn û pêþketina mirov û kesayetiyeke rûniþtî pirr þert e. Bi ya zimanzan û pedegogan, ji bo kesekî/ê xerabtirîn rewþ ew e ku mirov bi ti zimanî baþ nizanibe.
Bandêra li ser zimanekî û axaftina pê, ji b kesayetiyeke normal û zihniyeteke sazkar û pihêt mercekî bingehîn e.
Zarok bi riya zimanê zikmakî mefhûm û navên zimanê dayikê, dora xwe û ew dormedora ku rojekê mikun e bandêrekê lê bike nas dike û bahwerî û ewlebûnên wî/wê pêk tên.
Ev nasîn û bahwerî di nav zarok û dormedorên wî/ wê de ji yên besît, konkiret û vêl ber bi yên lihevgeriyayî, asmanî û kûr de dilive.
Mefhûmên giþtî û asmanî yanî jiyaneke berztir ya raman û fikirkirinê û riya wê di nav wan bûyer û serpêhatiyên ewil ku hatine jiyandin û naskirin re derbas dibin û tên pê.
” pêwistî û hewcedariya xwendin û perwerdebûna bingehîn jî ji zimanê daykê pêve ne bi zimanekî din jî, ji vir dertê û dibe xwedî bingeh.
Li berçavnegirtina vê qaîdeya pedagojîk û bingehîn ku ji bo naskirina ya ne naskirî ya naskirî esas digre û yekê li ser ya din ava dike bêmirwetî, xeter, înkar û redda ilm e” / per Linnel/
Zarok incex di nava dormedorên ku tê de hatiye cîhanê, tê de dijî û dibe xwedî azmûn, dikare asmanî û kûr birame, di nav cîhana kultura pêþketî û pirralî de tevbigere.
Ew incex bi saya zimanê dayikê, zimanê ewil tê pê. Bêzimanê dayikê dê ev seqet û noqsan be.
Organîzekirin û perwerdekirina destpêkî, ne bi zimanê dayikê, belê bi yekî din, nemaze ku ev ziman bi temamî ji yê zikmakî ferq bike, ji bo zarokê xesarek xwedîþop û ne sivik e.
” Ji ber ku her ziman, berê avahiyeke cihê û mercên cihê yên civakî û kulturî ye. Xwendina ne li ser bingehê zimanê zikmakî, belê bi zimanekî din, rîsk û xeter e û ji nîvrêbûn û nîvçêbûnê re zemînê xweþ dike” / Per Linnel /
Ji ber vê yekê yekê ye ku UNESCO bi hindikayî xwendina destpêkî bi zimanê zikmakî wek mecbûriyetek pêwist diyar dike…
Mirov bi hînbûna zimên sosyalîze ango civakî dibe. Di destpêka jidayikbûna xwe de zarok bûnewer û hebûneke biyolojîk e. piþtre ku çavên xwe vedike, bi dora xwe re dilîze û hêdî hêdî diaxive, dikeve ser riya civakîbûn û sosyalîzebûnê. Di sosyalîzebûyîna mirov de ku ew jî dibe mirovbûyîna mirov, zimanê zikmakî, kevirê pêþî û esasê ewil e.

Bedirxan is offline  
Eski 18-08-2008, 06:19 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Aug 2006
Konum: KEWOKA EZMANA(AHMET KAYA)
Mesaj: 3,901
Üye No: 19933
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 59244
Rep Puaný : 5923852
Rep Derecesi
KANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond repute
Varsayýlan


gellek spas jı bo keda de abi....

__________________
KANLI KARTAL is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Lêkolînên Li Ser Zimanê Kurdî Cýwann Zimane Kurdi 0 16-04-2008 12:08 PM
Lêkolînên li ser Zimanê Kurdî MÊVAN Çandi Giþti 1 25-02-2008 10:32 PM
Jiyana xwe_ bi zimanê zikmakî saz dibe û dixemile heci Çandi Giþti 0 28-01-2008 11:56 AM
Dîrok û Ziman MÊVAN Dirok 0 10-11-2007 09:14 PM
Jiyana ÞÎrÎn Û XweÞ Ew E Ku Bi ZimanÊ ZikmakÎ Saz Bibe Û Bixemile heci Çandi Giþti 4 17-10-2007 12:42 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 02:25 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.