|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Tiştanok (mamik) lîstikên zeka û kêfxweşiyê ne û helbestên gelêrî yên herî kevn tên pejrandin. Wêjenas û helbestnas tiştanokan di beşê helbest de nahesbînin lê dibêjin ew bi helbestkî hatine gotin. Pirtûkên pîroz jî ne helbestin û ew jî wek tiştanokan bi helbeskî hatine nivîsîn. Huner bi xwe ji bo xweşî û dilgeşiyê ye. Pexşan ji helbestê hêsantir e û bêtir digîhe armanca xwe. Lê zimanê helbestê zêde edebî ye û loma jî giran e. Lêbelê zimanê tiştanokan gelek sivik e, loma jî zarok jê fêm û hez dikin.
1- Tiştanok, miştanok li bin kevirê xiştanok. Ew çi ye? 2- Reş e, reş e mîna qîr spî, spî mîna şîr diçe diçe mîna mîr. Ew çi ye? 3- Ez diçim, ew jî diçe ez radiwestim, ew jî radiweste. Ew çi ye? 3- Xaniyekî gilover û spî bê pencere, rojin û derî têde rûniştiye bûkeke zerî. Ew çi ye? 5- Tiştekî min heye binî ax e navê şax e serî zêr e. Ew çi ye? 6- Kaloyek tê ji deştê barê striyan li piştê. Ew çi ye? 7- Tiştekî min heye her tim li mal e geh şîrîn e, geh tal e. Ew çi ye? 8- Ga orî pişkul firî. Ew çi ye? 9- Çiyayê bê kevir deryaya bê av daristana bê dar bajarê bê mirov. Ew çi ye? 10- Ji şekir şîrîntir e ji hesin girantir e. Ew çi ye? ¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤********* 1.şeytanok, 2.qijik, 3.sîya mirov, 4.hêk, 5.genim, 6.jûjî, 7.ziman, 8.tufek, 9.nexşe, 10. xew ___________________________________ 11- Apê min ê rû kurkirî şev û rojê bi dar ve kirî. Ew çi ye? 12- Bi pişt e, bê zik e bi dest e, lê bê ling e bi dev e, bê diran e bi çav e, lê nabîne. Ew çi ye? 13- Çav tune lê dimeşe ling tune lê şop dihêle. Ew çi ye? 14- Hildidim digrî datînim aşt dibe. Ew çi ye? 15- Li ser destan dişimite dikeve çav dişewite. Ew çi ye? 16- Tiştekî min heye ez vedikim naçe, girê didim diçe. Ew çi ye? 17- Tu bixwî dikeve ber diranan tu nexwî dibe gul û gulistan. Ew çi ye? 18- Tiştekî min heye dev dirêj e, xwîndirêje dest davêjimê berdavêje. Ew çi ye? 19- Hilindir, bilindir bav ji lawê bilintir. Ew çi ye? 20- Her roj diçe dibistanê lê tiştek nizane. Ew çi ye? ¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤¤*** 11.derî, 12meşk, 13.derzî, 14.zengil, 15.sabûn, 16.benê solê, 17.dendik, 18.tufek, 19.dû, 20.çente alıntı.. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Tiştanok çi ne ? | rojekanu | Çandi Gişti | 2 | 07-01-2007 09:51 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.