Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Zimane Kurdi

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 28-05-2008, 03:15 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: ...Wenda...
Yaþ: 26
Mesaj: 4,299
Üye No: 166110
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 72833
Rep Puaný : 7282780
Rep Derecesi
Cýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond repute
Varsayýlan Gotinên Pêþîyan


Taybetîyên Gotinên Pêþîyan





Z1- Bona ristek bibe gotina pêþiyan; gere peyvên wê ristê lihevhatîbin, sal û zeman ser de derbas bibin û wateya wan ji alî gel de hatibe pejirandin.

Aþê dîna, bê av digere.

Bext, kela mêran e.

Gayê pîs, tim golik e, mêrê pîs, tim lawik e.

Kes nabê dewê min tirþ e.


2-Gotinên pêþiyan, bi çend peyvan, pir tiþta hînî merivan dikin. Li ser pir mijaran ramanên xwe anîne ziman. Wek dibêji “Tiþt nemaye pêþiya negotî.”

Mala kal û pîran, çêtir e ji mala mîran.

Kê kir? Kê nekir? Xerîbê gund kir.

Sewatê gotî adarê: Sê roja bide min, gîska ji tahtên bînim xwarê.

3- Gotinên pêþiyan netewî ne, edet û marîfetên gel, hestên kurdiyatiyê nîþan didin. Ceribandinên jiyana hezar salan e, serpêhatiyên wan yê çê û xirab in, ramanên gel bi van gotinana hatine zimîn. Kal û pîrên me bûyer û tofan û xafilqeda û bobelatên serê wan de hatine, ders jê derxistine. Bona em ji wan ceribandinên wan îbretan bigirin, wek temî û þîretan li me kirine.

Av di golada bimîne, genî dibe.

Car zane, zêr zane, zor zane.

Giv giv, ji pêvedanê xirabtir e.

Kurmanc têr e, xew jê re bixêr e.

Lêv ji dirana zêdetir e.

Mêrê hikmatê pir be ser re derbas mebe.

Xeta xwar ji gayê pîrde ye.

4- Her gotinek pêþiyan, rista wê angorî qeydekî hatî zimîn. Qalibên rista hene. Rêza peyvên ristê nayên guhestinê. Ciyê peyvan bên guhestinê, hem wata wan diguhere, hem jî çêja awazê namîne. "Ava xwestî, nagiyê hestî." Meriv ciyên peyvan biguhezîne bibêje " Nagihîje hestiya ava xwestinê " belkî wata gotina pir nayê guherînê lê belê çêja avaza berê namîne.

Hindik gotinên pêþiyan (wek ê li jêr mînak dane) hene meriv dibên qey vê rêbaza xirab dikin, ne wilo ye. Di van gotinên pêþiyan de rêza bêjeyan tên guhestinê, ji rêzkirina nû wateyek cuda derdikeve, rêza rista nû dibe gotinek pêþiyan nû.

"Car zane, zêr zane, zor zane.

Zêr zane, zor zane, car zane."

"A mêran jêhatin e, ne lêhatin e.

A mêran lêhatin e, ne jêhatin e."

"Silav li miyan e, ne li rûyan e.

Silav li rûyan e, ne li miyan e."

“Bila rindik be, bila hindik be.

Bila hindik be, bila rindik be.”

5- Peyvên gotinên pêþiyan (wata wan yekbin jî) dîsa yek di þûna yekî de nayên xebitandin. "Tu bûyî mîr Xwedê neke ji bîr." Þûna "mîr" de "beg-axa" nayê gotin. "Tu bûyî beg Xwedê neke ji bîr." ne gotina pêþiya ye.

Lê belê angorî hin deveran an hin zarava hin bêjeyên mana wan yek tên bikaranîn. Wek. "Kûzê avê li riya avê. Cerê avê li riya avê." tê gotinê.

6-Di gotinên pêþiyan de. her peyvirek ristê bi mane ye, peyva kêm-zêde di nav ristê de tune ye. Lewma peyv li ristê bar nabe an jê nayê xwarinê.

Lê belê di çend gotinên pêþiyan de va rêbaza hanê xirab dibe. Hin gotinên pêþiyan, angorî deveran bêje li ristê zêde an kêm dibe, lê belê wateya gotinê naguhez e.

Bûyî mîr Xwedê neke ji bîr.

Tu bûyî mîr Xwedê neke ji bîr.

Ger tu bûyî mîr Xwedê neke ji bîr.

7- Hin gotinên pêþiyan, gorana deveran çend peyvên wan guherîne. Lê belê wata wan nehatî guhertinê. Di ferhengê de van gotinana di xalekê de hatine nivisandin.

"Dê bibe jinbav bav jî dibe zirbav.

Dê bibe damarî bav jî dibe bamarî."

"Bila çav li riya dûr be, ne li gora kûr be.

Bila girtiyê hepsê be, ne miriyê gorê be.

Bila li ba erþ be, ne li bin ferþ be.

Bila li paþ heft çiya be, ne li nav gora be.

Bila li þaristana be, ne li goristana be.

Bila sax be, bila qet li xerîbiyê be."

"Jin, malê dikin mal.

Jin, malê dikin.

Jin, stûna malan e."

GOTINÊN PÊÞIYAN Û BIWEJ

1-Gotinên pêþiyan û biwêj car heye pir nêzî hev dibin. Meriv wan zor ji hev digerîne. Bona ristek bibe gotina pêþiyan gere hikumkî misoger nîþan bide, gere bibêje mabesta ve têgîniyê wilo ye. Armanca gotinên pêþiyan, rê nîþandayin, þîret lê kirin, mînak nîþandayin e. Armanca biwêjan, têbiniyekê bi qalibekî xweþ rave kirin e. Wek:

Adarê li min ba da, min Boz'a xwe bi tak ka da. (biwêj)

Dinya bi sebrê ava bûye. ( gotina pêþiyan)

Afirê gamêþa bû warê mêþa. (biwêj)

Yê bixwe sawarê dê biçe hewarê. ( gotina pêþiyan)

Anî ji parsê de xêra xasê. (biwêj)

Erê erê ye,na na ye,erêna bela ye. ( gotina pêþiyan)

Ez axa, tu axa, kî golikê bibe bin baxa. (biwêj)

Gotin ji mirdaran, sipî ji qerpalan.( gotina pêþiyan)

Kulav patin, li hev hatin. (biwêj)

2-Hin gotinên pêþiyan hene angorî lêvkirinê wateya wan diguhere, Di zarkirinê de piçîk bête guhestin ristê dike biwêj an gotina pêþiyan. Yek bibêje "Tu guran ji gaziyê ditirsîn î." biwêj e. Yek bibêje "Gur ji gaziyê natirsin." dibe gotina pêþiyan. "Kes bila dilê xwe bi miriya xweþ neke. (biwêj) "Kes dilê xwe bi miriya xweþ neke. ( gotina pêþiyan)"

3-Hin cureyê ristan hene, meriv nikane wan ji hev bigerînin. Angorî þiroveya di xala yekem(1) de niþan daye meriv nizane gelo van rista gotina pêþiyan e an bivêj e. Lewra hem wek gotinên pêþiyan, hem jî wek biwêjan karin bên rawe kirinê. Bi gori þîrovekirinê watê lê bardibe, rist an dibe gotina pêþiya an dibe biwêj.

Devê rovî nagihîje tirî, dibê “Tirþ e.” : Qurnaz e, wexta zevta wî li tiþtekî neyê, nabê min nikanî bû. Kêmaniyê nayne ser xwe. Dibê zatî min nedixwest an bi kêrî min nedihat. (Biwêj)

Devê rovî nagihîje tirî, dibê “Tirþ e.” Þanbaz gava çavê wan nebire, xwestika xwe nîþan nadin. Dibên bila kes bi kêmaniya min nizanibe. (Gotina Pêþiyan)

Devê xelkê, ne doxîna merivan e: Guh ne de gotinê xelkê. (Biwêj)

Devê xelkê, ne doxîna merivan e. Meriv nikare li ber rexne, fesadî û gotinê xelkê rûne. Nûçê li nav gel zû belav dibin. Kes nikare wan nûçeya qedexe bikin. (Gotina Pêþiyan)

Guhê erdê heye: Mêze xwedî pêdihese ha? (Biwêj)

Guhê erdê heye. Sir a bê gotinê veþartî namîne. Yek pê bihese ji yên din re dibê, wilo, wilo her kes pê dihese. Qisa bê gotinê êdî dizî namîne. (Gotina Pêþiyan)

Kê kir? Kê ne kir? Sêwiyê bê dê û bê bav kir: Sûc ket stûyê min feqîrê Xwedê. (Biwêj)

Kê kir? Kê ne kir? Sêwiyê bê dê û bê bav kir: Çi sûc û sigûtên bê xwedî henin dikevin stûyê bêkesan. (Gotina Pêþiyan)

DIRÛVÊN GOTINÊN PÊÞIYAN

1- Pirî gotinên pêþiyan ristên kin in. Ji hevokekê çêbûne, lê belê wateya wan yên dirêj hene.

A mêran jêhatin e.

Dil pîr nabe.

Çi dibe bi xêr.

Qise qise ye.

Tima, ji rê ma.

2- Hin gotinên pêþiyan, ji du hevokên bi bêhnokê bi hev ve girêdayî çêbûne.

A dest û pê dikin, dê û bav nakin.

Daweta duduyan, ar ketî gundiyan.

Ji biçûkan bibpirse, ji mezinan bitirse.

3- Hin gotinên pêþiyan, ji sê-çar hevokan pêkhatine.

Dema siûd hat serî.

Biziri wek kerî.

Her kes dibê eferî.

Kesê du jinan dike,

An tûrek perê wan,

An tûrek derewê wan heye.

Genimê dewsa kizinê

Berxê ber bizinê

Mêrê bindestê jinê

Hersê hesabê mirinê.

Mirina dewletiya ji mela re mizgîn e.

Mirina xizanan ji mela re þîn e.

Sê tiþt hene bi êþ, niþk û mirîþk û kelmêþ,

Çi qasa bibêjî kiþ, ewqasa xwe didin pêþ.

Sê ehmaq hene li dinê.

Yek yek miyê dide bi bizinê,

Yek nîska davê þûna kizinê,

Yek mala xwe dibe ser mala jinê.

4- Hin gotinên pêþiyan wek beytên helbestan du rêzên bi qafiye ne. Kîteyê wan rêzan jî qandî hev in. Bêjeyên wek hev di dawiya ristê de bi senetên redîf hatiye bikaranîn, bi rewþek wilo hem bi wateyî, hem jî bi asetayî rist xurtir kirin e.

Ha quliyan xwar,

Ha kuliyan xwar.

Ha siwaran kuþt,

Ha peyan kuþt.

Darê xwe bike þeþ,

Da agir bibe xweþ.

Sî ya qîza sî ya gûza,

Sî ya bira sî ya gura

Þirîg þirîgan jîr dikin,

Hêwî, hêwiyan pîr dikin.

5-Hin gotinên pêþiyan wek helbestan bi malik in. Her malikek ji sê-çar rêzên lihevhatî pêk hatin e.

Ji bavê ye,

Ne ji dê ye,

Silav lê ye,

Bo lomê xelkê ye.

Gundê bê rez,

Konê bê pez,

Mêrê bibê ez

Jê dûr here.

Teq-reqa fera,

Þeq-þeqa pera,

Fiq-fiqa jina,

Fireh dike dila.

6-Cûreyek gotinên pêþiyan wek pirs û bersiva pirsan hatine gotinê.

Got: Apo jina te kevir e.

Got: Ji minetên xelkê çêtir e.

Got avê çima deng ji te tê?

Got: Hevalê min kevir e.

Got: Tu birayên xwe nasdikî?

Got: Min pê re hevaltî (þirîgatî) nekirî.

Te dinya çawan dît?-Wek xwe.

7- Rêzê gotinê pêþiya bi kafiye ne.

a- Pirî wan bi dengekî diqedin.

............a .............a ............a ............a

............a .............a ...........a ............a

............a ............a .............a

............a .............a

.............a



b- Kafiyeyê bi vî teþeyî jî hene.

............a .............a ............a ............a............b

............a .............a ...........a ............b

............a ............a ...........b

............a .............b

GOTINÊN PÊÞIYAN BI SEN'ETÊN WÊJEYÎ HATINÊ GOTINÊ

1-Gotinên pêþiyan peyvê wan bi hunermendî hatine hûnandinê, bi sen'etê teþpîh û mecaz hatine gotinê. Di nav dengên kiteyan de alîterasyon hene.

Beq nequre dê bidire.

Te da avê, ha li çongê, ha li navê.

Êl yeman, beg yeman.(Êl rabû, beg winda bû)

Her kes dînê bêcil nasdike, esil ew e dînê bicil nasbike.

Karê îro, nehêle dû nîvro.

Teyr bi per û baskê xwe,

Teba bi qîl û diranê xwe,

Însan bi hiþ û fahmê xwe,

Digihîje mirad û meqseda xwe.

2- Di nav gotinên pêþiyan de bo wateya ristê xweþ fahm bibe û xurt bibe du tiþtên li hev derin anîne ba hev.

Arê kezebê ji arê tenûrê germtir e.

Jina bêar, wek girara bê xwê ye.

Xwarin germa germ,

Þixul nerma nerm.

Xwarin hûr hûr,

Axaftin kûr kûr.

Xweliya mala merivan, ji cewahîrê xelkê çêtir e.

Zeman, wek kela þîr e.

3- Di hin gotinên pêþiyan de sen'etê tezat hatî bikaranîn. Yekî qenc û yekî pîs anîne ba hev. Mana yekî bi yê din re hatî nîþandayin. Du du peyvê dijwate di ristekê de, bi alîkariya hev þixulandine, çêtir manê dane fêm kirinê. Dijber anîne ber hev ku ferqa wan baþ xwanê bibe.

Barê bûkan, barê lokan.

Bayê gur gurî, wek jina vir virî.

Dar bi ziravî, mêr bi stûrî diþkê.

Jina bêzaro, wek dara bêber.

Kar û zirar birayên hev in "

Keça kera me, jina mêrê çê me.

Zêr biçûk e, biha giran e.

Zikê têr, hay li zikê birçî tune.

4- Di hin gotinên pêþiyan de sen'etê îrsalî-mesel hatî bikaranîn. Bona fikirkî îspat bike hin mînak nîþan dane.

Akinciyên bê rez,

Þivanên bê pez,

Peyayên dibêjî ez,

Ji tiþtekî re nabin.

"Teyr bi per û baskê xwe,

Teba bi qîl û diranê xwe,

însan bi hiþ û fahmê xwe,

Digihîjin mirad û meqseda xwe."

"Sê teres henin li gund:

Kalê jin rind,

Feqîrê bîvil bilind,

3. Mêvanê mal di gund."

Zarok zarok e,

Çi feqîr e,

Çi milûk e.

Zivistana du bihar,

Jina kofî xwar,

Bizina zok kar,

Lê neke îtîbar.

5- Pêþiyên me bona wateya ristê baþ bidin fahmkirinê ew tiþtên baþ tên zanîn mînak nîþan dane û li ser wan, ber heqê hin tiþtên din de hikum hatî dayin.

Berf li nepaniya, pere li cem piniya.

Bext bextên mêra, nan nanê genimî.

Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e.

Ha bêriya bizina, ha þêwra jina.

Jina bira, wek gura.

6- Di hin nav gotinên pêþiyan de peyvên siruþtî hatine bikaranîn. wek " ax,of, ay, way, vir-vir, qur-qur, gur-gur, xuþ-xuþ" bi senetê nîda dengê xwezayê derxistin e.

Bayê gur gurî , wek jina vir virî.

Bi minê-minê,(lav-lavê) dernakevî ji ber hikmê jinê.

Teq-reqa fera, þeq-þeqa pera, fiq-fiqa jina, fireh dike dila.

Ji ava gur gur netirse. ji ava bêdeng bitirse.

Giv giv, ji pêvedanê xirabtir e.

7-Di hin gotinên pêþiyan de Sen'etên teqrîr (dubarekirin) hatiye bikaranîn. Bona wateya ristê baþ fahm bibe, hin peyv du cara li ser hev hatine þixulandin.

Bila gur, gur be bila berê kera min bixwe.

Nan nanê genimî, bext bextên mêra.

Hesin dikutin, germa germ.

Mêran dikutin nerma nerm.

Jin jin e, mêr mêr e.

8-Di hin gotinên pêþiyan de sen'etê mibalaxa (derwên bê zirar) hatine bikaranîn. Bona gotin baþ di hiþ de cî bigire, hin mînak ji hedê xwe zêdetir hatine mezin kirin an biçûk kirin.

Benîþtê dîna ji lîtirê ye.

Adarê, berfê de guliyê darê, nema heta êvarê.

Tir û vir zêr be jî, kes lê nabe xwedî.

Barana nîsanê, çêtir e ji bangêra zêrê ser meydanê.

9- Bo gotinên pêþiyan xweþ bibin, wateya wan girîng bibe, di ristekê de mînakek lewaz û mînakek xurt raberî hev kirine. Mana yekî bi saya yên din re xweþtir derketî rastê. Sen'etê teþpîh hatî bi kar anîn.

Adar e, sibê sar e, êvarê kûçik xwe dide ber siya dîwar e.

(Adarê kêrguh sibeha xwîn dimîze, nîvro xwe davêje ber siya darê. )

Dest nebe rêx, dev nabe rûn.

Þûna þêra rovî dike gêra

Bila rê be, bila dûr be.

Bila çav li riya dûr be, ne li gora kûr be.

Bila girtiyê hepsê be, ne miriyê gorê be.

Bila sax be, bila qet li xerîbiyê be.

10- Çend gotinên pêþiyan hene weka xaçapirsa zimanê kurmancî ne. Bala meriva pir xweþ dikþîne ser giringiya peyvê. Peyvên ristê, ji alî teþe û wate û awazê de bi ahengek hunerî hatine hûnandinê.

Ewê ku mêr1 bû, çi jin bû, çi mêr2 bû.

mêr1 :jîr jêhatî çak

mêr2 :zilam

Dîwarê xwar1 tê xwar2.

xwar1 Neyî rast, çewt

xwar2 Hildiþê, jihevdedikeve.

Rûn li axê1 ke, li ber axê2 ke.

axê1 : heriyê, celbê

axê2 : axayî

alýntý..

Cýwann is offline  
Eski 11-06-2008, 01:54 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Aug 2007
Yaþ: 47
Mesaj: 1,562
Üye No: 132480
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 9090
Rep Puaný : 908784
Rep Derecesi
marx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond reputemarx47 has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas heval....

__________________
marx47 is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Gotinên stranan û bilêvkirina stranbêjan PCkopat Beþa Rojane 1 29-10-2007 05:24 AM
Di Gotinên Pêþiyan De AV heci Çandi Giþti 0 09-10-2007 09:24 AM
Di Gotinên Pêþiyan De AGIR heci Çandi Giþti 2 09-10-2007 09:20 AM
Gotinên Pêþiyan heci Çandi Giþti 16 09-09-2007 02:41 PM
Giringiya Gotinan berxwedan Çiroken Kurdi 1 16-12-2006 10:23 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 12:07 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.