Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Zimane Kurdi

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 16-04-2008, 12:08 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: ...Wenda...
Yaþ: 26
Mesaj: 4,316
Üye No: 166110
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 73703
Rep Puaný : 7369770
Rep Derecesi
Cýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond repute
Arrow Lêkolînên Li Ser Zimanê Kurdî


Ji bo amadekariya lêkolîneke li ser zimanê kurdî bi awayekî bikaranîna rêzemateryalan, rewsh zêde derfet nade ku mirov mijarê bi têrahî pêshkêsh bike.
Mîna her lêkolînê, lêhûrbûn û pêshxebat pêwîst in. Li ser zimanê kurdî gelek zêde kar û xebat hene lê rêz nebûne. Rêzeristeya kar û xebat bi xwe jî lêkolîneke zanistî ye. Metodên risterêziya xebatên beshan gelek cûda ne, her beshxebat metôdê xwe jî diafirîne.
Di pirsa lêkolînên zimanê kurdî de rêzeristeyek berfireh mîna lêhûrbûneke nivîskî neket destê me. Lêkolîneke bi vî awayî hebe jî, ji aliyê me peyda nebû lê bi baweriya me tune. Di vê gotarê de xebat û berhem tenê pir bi gelemperî, bê kurahiya shiroveyên naverokî, bi awayekî nîv-kronolojîk, yanî nîv-risterêzî tên ziman. Risterêziyeke seranser û berfireh ya berheman hem mijarê hem jî demê vediteqîne, ji armanca gotarê dûr dixîne, dikeve nav xebata lêhûrbûna pirtûkekê.
Mijara niha xwe bi hin besh û berheman ji hêla herêm, zarav û devok bi sînor dike. Yanî lêhûrbûneke qualîtatîv nîne, quantîtatîv e, rêzeristeyeke kurt e.
Ji ber cûrbecûr û gelekiya xebat û berheman ev xebat tenê kilîlek e; bichûk û aloz e. Ne tenê sal bi sal lê dem bi dem, besh bi besh, li gor mijar û nivîskar jî bi rêz dibe.

1. Lêkolînên dîrokî (kurtedîroka xebatên li ser zimanê kurdî)

Li gor ramana gotarvan yekemnivîs li ser ziman „Nûbihar[3]“a Ehmedê Xanî ye. Di vê pirtûka xwe ya ji aliyê shekil bichûk lê manetijî de, Xanî zimanê kurdî û erebî mîna ferhengokeke xachepirs dihunîne û bi vî awayî berhemeke fêrbûna ziman diafirîne.
Pishtî Xanî heta sedsala bîstan tu berhem li ser zimanê kurdî ji aliyê kurdan (li gor zanîna min) nayê holê. Dibistanên zimanê kurdî di serî de jin, malbatên kurd in. Ziman ne bi lêkolînên li ser ziman lê bikaranîna ziman ber pêsh dikeve. Helbestvaniya klasîk û shevbêrkên gundan, chîrok û metelokên dê, bav, dapîr û bapîran, stran û kilamên dengbêjan, dîlanên zemawend û pîrozbahiya newrozan dihêle ku zimanê kurdî heta roja me xurt û zindî bimîne.
Lêkolînên sedsalên 18 û 19 an piranî ji aliyê keshîshên mîsyoner û rêwiyên Ewropî ve hatine afirandin. Mîna her dînên din xiristiyanî jî dixwaze xwe berfireh bike û bikeve nav civakên din li dinyayê. Pishtî têkchûna xachseferên navîndem, ber bi destpêka nûdema dîroka nivîskî di dînê xiristiyanî de reform pêk tên. Xiristiyan dawiya navîndemê dev ji xachseferan ber didin. Zana û keshîshên xwe dishînin rojhilata navîn daku li ser gelên wan hereman lêkolînan bikin û têbigihijin ew chi ne, chi dixwazin. Gelek rêwî û kesên dewlemend ber bi rojhilat ve dichin û li ser wan gelan agahî kom dikin. Pishtî vê yekê mîsyoner dest bi kar dikin; ev yek dibe sedem ku gelek lêkolîn li ser kurd û Kurdistan jî pêk bên.
Gava keshîsh ji bo mîsyoneriyê tên Kurdistan dibînin ku li pêsh wan chand û zimanekî gelek xurt û sharistaniyeke kûr heye. Ev balkêshiya gelê kurd dihêle ku hin ji wan di bin bandora chanda wan de bimînin û li ser wan berheman bidin.
Yek ji wanê herî pêshîn Maurizio Garzonî ye. Garzonî keshîshekî îtalî ye û 20 sal di nav kurdan de dijî.Berhema xwe ya bi navê Gramer û Ferhenga Zimanê Kurdî amade dike û di sala 1787 an de li bajarê Romayê dide chapkirin. Ev pirtûk ji aliyê rêziman berhema herî pêshane ye li ser zimanê kurdî.
Bi chavê roja me ev berhem gelek asan dixuyê lê ger mirov li gor demê binirxîne rûmeta wê gelek zelal e. Pirtûk ji du beshan pêk tê: Rêziman û ferhengok.
Pishtî Garzoni kesên mîna Emil Rödiger, A.F. Pott lêhûrbûnên xwendina zimanê kurdî chêdikin. Xebatên li ser rêziman û bi gishtî ziman li Almanya yekemcar ji aliyê Ferdinand Justi chêbûye.Pirtûka wî ya bi navê Rêzimanê Kurdî li Petersburgê (1880) hatiye chapkirin.
Justi beriya berhema xwe alîkariya Alexander Jaba (zanayekî Polonî ye) kiribû ku ew Ferhenga Kurdî-Fransî dîsa li Petersburgê (1879) dabû chapkirin. Herchiqas Justi bi xwe Alman e lê yek ji wan kesan e ku bingeha kurdolojiyê li Rûsyayê ava dike, bi alîkariya hin kesên din mîna Albert Socin ku nivîseke xurt bi navê Zimanê Kurdan di pirtûka Eeugen Prym de(1887) diweshîne. Mirov dikare bibêje ku ji aliyê naverok berhema herî xurt û manetijî ev nivîsa Albert Socin e. Lêkolînerên pishtî wî gelek berjewendî jê wergirtine û ji bo zimanê Kurdî jî ev yek ji bo wê demê bûye dewlemendiyek.
Friedrich Carl Andreas û Houtoum-Schindel du rojhilatnasên din yên Alman in ku ew jî di wê demê de li ser Kurdî xebat kirine; li Nemsa jî F. Müller xebatên herî pêshane li ser zimanê Kurdî kiriye.
Li Rûsyayê rojhilatzanên mîna I.N.Berezine (1818-1896) li ser devokên kurdî, P.I.Lerch (1827-1884) shiroveya tekstên kurdî, A. Chodzka li ser fîlolojiya zimanê kurdî di sedsala 19 an de berhem dane.
Sedsala 18 li Îtalya sedsala 19 jî bi gelemperî li Almanya, Nemsa, Rûsya û Skandînavya ji bo kurdolojî bash derbas dibe. Heta destpêka sedsala bîstan li welatên din xebat li ser zimanê kurdî tune. Tenê mîsyonerekî Amerîkî bi navê S.A.Rhea li ser zimanê kurdî herêma Hekarî hin xebatan kir.
Mirov nivîsa kin ya Sherefxanê Bidlîsî di sherefnameyê de negire ber chav sedsal ji aliyê lêkolînerên kurd li ser ziman bê berhem derbas dibe.
Destpêka sedsala 20 an destpêka jînvedaneke lêkolînan e li ser zimanê kurdî. Lêkolînerên kurd hîn daneketine herêma lêkolînan. Bêdengî heye. Ev bêdengî heta xebata Celadet Elî Bedirxan bi awayek didome. Ber bi nîvê sedsala bîstan dema berhem û lêkolînên klasîk ku ji her alî ve tishtên gelemper dianîn ziman û li ser beshan hûr nedibûn, derbas dibe, demeke qualitatîv (kûrbûn û beshkirin) dest pê dike. Ev kûrbûna dabeshkirinê destpêk ji aliyê lêkolîner û zanayên kurd pêk tê. Em li vê derê tenê chend navên pêsheng bi bîr bînin: Celadet Bedirxan, Tawfîq Wahbî, Eladîn Sucadî, Gîw Mukriyanî...
Beriya em derbasê nîvê sedsalê bibin, destpêka sedsalê hêjayî peyvê ye; ji ber ku gelek berhem li ser ziman hene.
Kevneshopiya klasîk li Almanya, Rûsya, Skandînavya didome. Xebat li hin welatên din yên mîna Amerîka û Ingilistan jî dest pê dike, li wan welatan jî hin berhem li ser zimanê kurdî derdichin.
Li Almanya Oskar Mann, rojhilatnasekî berhemdar, bi chend salan li Îranê lêhûrbûn û berhevkarî dike. Di derbarê gelek zarav û devokên îranî, kurdî jî bi zarav û devokên xwe tê de materyalan kom dike. Du pirtûkên wî xurû li ser zarava kurdên mukrî li Berlinê (1906, 1909) derdikevin. Pirtûka wî ya li ser zarava Zazakî bi xebata shagirtê wî Karl Hadank pishtî mirina wî (1932) tê chapkirin.
Pirtûka Hugo Makas ku ew bi xwe ji Nemsa ye li Lenîngradê (1926)derdikeve.
Kaj Barr pirtûka rojhilatzanê Alman F.C. Andreas bi A. Christensen û W. Hennig re (1939) chap dike.
Destpêka sedsalê Rûsya gelek tevlîhev e. Pishtî shoresha Oktoberê carekî din rê li ber xebatên kurdolojî di serî de jî li ber zimanê kurdî vedibe. Gelek zana û lêkolînerên mîna I.A. Orbeli, I. Avaliani, I.A. Smirnova, R. L. Tsabolov, V. Miller, S.N. Sokolov, I. M. Oranski, L.A. Pireyko li ser zimanê kurdî xebatên hêja diafirînin.
Di vê demê de li hin welatên din jî xebat li ser zimanê kurdî derdikevin. Li Fransa P. Beider Rêzimanê Kurdî (1926) diweshîne. Pishtî nîvê sedsalê êdî xebata lêkolînerên mîna Celadet û Kamuran Bedirxan û Tawfîq Wahbî li Ewropa jî serdest e. Gelek lêkolîner di bin bandora wan de dimînin û bi alîkariya wan dest bi lêkolînan dikin. Ji van hinek ev in: Roger Lescot, J. Blau li Fransa; C.J. Edmonds, D.N. Mackenzie li Ingilistanê ûwd.
Li Ingilistanê E.B. Soane, R.F. Jardine, C.J. Edmonds, D.N. Mackenzie, li Amerîka L.O. Fossum, Ernest N. McCarus, Margaret Kahn berhemdarên pêsheng in.
Pishtî nîvê sedsala bîstan gelek kesên nû (hinek bi bandora kochberiya kurdan) bala xwe didin ser kurdan û zimanê kurdî. Pishtî ku berhemên zana û lêkolînerên kurd jî dinasin ew jî dest bi hin xebatên bingehîn dikin. Hin ji wan xebat û berhemên qualîtatîv didin. Dema herî nû hem ji aliyê kurdan hem jî ji aliyê biyaniyan bi xebatên naveroktijî hîn jî pêsh ve diche.
Zimanê kurdî heri zêde bi berhem û lêkolînerên mezin mîna Celadet û Kamuran Bedirxan, Tawfîq Wahbî, Qanatê Kurdo, Isaq Sukerman, Gîw Mukriyanî, Hejar, Muhamed Mukrî, Muhamed Xal, A.Rahman Hecî Maruf, Zera Usiv, Kerîm Eyûbî, Cherkez Bakayev, Kemal Badilli, Maksîmê Xamo, Eladîn Secadî, Sadiqê Bahadîn, Cemal Nebez, M.E. Hewremanî, Maruf Karadaxî, Mardûx, Qadirî Fettahî Qazî, Sêx Mahmûd Kurdistanî, M. E. Bozarslan, Musa Anter, Feqî Hisên Sagnic, Hemîd Ferec, Tahir Sadiq, Ezîz Akreyî, Reshîdê Kurd, Kurdistan Mukriyanî ûwd. ji her alîve gihishtiye lêkolînan, bi pêsh ve ketiye û gihishtiye rewshekê ku ber bi kamilbûnê ve diche.

2. Lêkolînerên dema nû

Ji aliyê qualîtatîv xebatên herî pêsh ji nîvê sedsala bîstan schûn ve ber bi pêsh chûye. Di vê demê de zêde xebat li ser beshên zimanê kurdî pêk hatine. Ne mîna berê tenê bi gelemperî li ser ziman, rêziman û ferheng lê li ser beshên ziman berhem hatine dayîn. Zêdeyî ji wan berheman li bashûrê Kurdistan û ji aliyê kurdên Sovyetê hatine afirandin.
Di dema nû de her diche xebatên ziman berfirehtir dibin û perwerdeya zimanê kurdî ber bi nifsheyên nû pêl dide. Ziman ne tenê bi xebata yekekes lê bi hin xebatên komikî jî pêk tê. Di vî warî de hin gav ber bi sazîbûnê jî tên xuyakirin. Di vê yekê de xebat hîn di destpêkê de ye.
Lêkolînên kolektîv mîna komcivînên Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ku encam di rojnameya Kurmancî de tên weshandin, konferansên ziman ku ji aliyê Înstîtûta Kurdî li Berlînê tên lidarxistin û encam di kovara Lêkolîn de derdichin, raman û daxwaza Akademiyeke Zimanê Kurdî ku tê guftigokirin û dibe biryar pêvejoya pêshvechûna xebatên akademîkî zêdetir dikin.
Kurdî ne tenê bi zaravê Kurmancî lê bi xebat û pratîka zaravên din jî bi pêsh dikeve. Komika derdora kovara Vate ji aliyê Kirmancî di vî warî de yekemcar ber bi sazîbûn û standartîzebûna zaravê Kirmancî gavekî girîng e.
Gelek kovar û hin rojnameyên kurdî pêwîst dîtine ku cî bidin xebatên li ser ziman.
Dema nû dema gelek berhemên zimanê kurdî û li ser zimanê kurdî ye. Ne tenê pirtûk lê gelek kurtelêkolîn û kurtelêgerîn jî di kovarên biyanî û kurdî de tên weshandin.
Lêkolîn û lêkolînerên zimanê kurdî di dema nû de li her aliyê welat û dervayê welat belav bûne. Tenê chend navan ku mirov bîne ziman: Zana Farqînî, Malmîsanij, Zerdesht Haco, Resho Zîlan, Celadet Celîker(Alfabe), Baran Rizgar, Alan Dilpak, Fergin Melik Aykoc, Selîm Bichûk, Ezîzê Cewo, Haydar Diljen, F.F. Omar, Amed Tîgrîs, Mahmud Lewendî, D. Îzolî, Torî, A. Balî, Beyhanî Sahîn, Uso B. Barnas, Elî Serwet, Petra Wurzel, Nesrîn Aydin, Jîr Rexnegîr, Burhan Dinler, Nesrîn Fexrî, I. Nasso, Michael Chyet, Sîamek Rezaî Dûroî, Salah Azîz, Amîr Hesenpûr, Mistefa Reshîd, Michiel Leezenberg, Mirella Galletti, Y. Zaharîn ûwd. Hin ji wan li ser perwerde hin jî li ser ziman dixebitin lê girêdana perwerde bi ziman heye, divê navên wan kesan jî bên ziman.
Gelek navên din yên nû li bashûr û rojhilat hene. Li bashûr sazîbûn li pêsh e ji ber ku zanîngeh hene. Zanîngeh rê didin pir kesan ku têzên xwe yên zanist li ser ziman binivîsînin, ev yek jî rewsha ziman bi pêsh dixîne.

3. Medya nû, Internet ûwd.

Dema nû pishtî salên 1990î shûn ve kurd li her derê ber bi sazîbûnê gav davêjin. Di nav sazîbûnê de ciyê herî girîng zanîngeh, Televîzyon, Înstîtût û dibistanên perwerdeya zimanê kurdî digirin.
Li bashûrê Kurdistan sê zanîngeh hene: Zanîngeha Hewlêr, Zanîngeha Duhok, Zanîngeha Silêmanî. Di van zanîngehan de beshên zimanê kurdî hene. Di wan beshan de bi her awayî lêkolînên zanistî li ser ziman chêdibin. Înstîtûtên Kurdî li cem xebatên xwe yên din li ser ziman gelek radiwestin. Înstîtûta Kurdî ya Stenbolê ferhengeke berfireh bi Tirkî-Kurdî weshandiye. Kurdî-Tirkî jî, ji bo weshanê amade dikin. Înstîtûta Kurdî ya Parîsê pishtî kovara Hêvî komika ziman chêkir û Kurmancî diweshîne. Li ba pirtûkên Bedirxan gelek pirtûkên din jî diweshîne. Instîtûta Kurdî li Berlinê ne tenê kovara Lêkolîn, herwisa chend pirtûkan li ser zimanê kurdî jî weshandiye.
Di medya nû de kurd gelek chalak in, mînak; gelek malperên agahîdar di înternetê de li ser ziman jî vekirine. Malperên ziman di nav xwe de ber bi karê akademîk û perwerde ji hev vediqetin. Chend malper bi taybetî li ser ziman hene ku gelek materyalan pêshkêsh dikin. Wekî din gelek malperên chandî û kesan hene ku nivîsên li ser zimanê kurdî jî diberiqînin...

4. Encam

Nivîskarek dibêje “ziman ne berhemek e, ziman chalakiyek e”, rast e; ziman ne nav chalakiya civakê de be nikare ji jarbûn û têkchûnê bifilite. Giringiya herî bingehîn ji bo pêshvebirina zimanê kurdî, bikaranîna wî bi xwe ye. Li ba kar û xebatên lêkolînane yên zanistî pêwîstî biakranîna ziman di her qad û besha civak û kesane de heye.
Li gor ewqas pêshvechûn û berheman jî, ziman tenê bi lêkolîn û karên zanistî di nav civakê de belav nabe û bingeh nagire. Ji berfirehbûn û bingehkirina ziman dibistan, zanîngeh û têgîshtina gishtî pêwîst e. Hîn gelek berhemên kurdî bi zimanên biyanî ne, bi taybetî tirkî.
Rewsha pêshvechûna ziman bi bikaranîna ziman ve gelek nêzîk girêdaye. Ziman bê civakek aktîv, bê peyvdar, nîvîskar, xwendevan û guhdarên chalak ne tisht e. Gelek zimanê di dema xwe de xurt û bi nirx îro bûne dîrok, ji ber ku bê civak û peyvdaran mane.
Li gor ku kurd li bakûr bi carekî ve bi xwe hesiyan û dest bi xebata ziman kirin jî, xetereya herî mezin li ser zimanê kurdî li Tirkiyê ye. Tirkiye dixwaze kurd bê ziman bihêle pashê mafê ziman bide wan lê li dijî vê yekê derketin jî bi projejên dûreroj û xebatên kûr dibe.

Chavkanî


- Bedir Khan, Emir Djeladet und Lescot, Roger, Kurdische Grammatik/Kurmancî-Dialekt, Bonn, 1986
- Bedirxan, Kamuran Ali, Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971
- Bedirxan, K.-Þivan, S., Zmanê Kurd / Kürt Dili, Istanbul
-Edmonds, C.J., Suggestions for the use of Latin character for the Writing of Kurdish", JRAS, Jan., 1931
- Fuad, Kemal, Kurdische Handschriften, Wiesbaden, 1970
- Hajo, Zaradachet, Indo-Iranische Sprachstudien, Inaugural-Dissertation zur Erlangung des Grades eines Doktors der Philosophie dem Fachbereich Germanistik der FU Berlin, Berlin, 1982
- Hassanpour, Amir, Nationalism and language (1918-1985), San Fransisco, 1992
- Hejar, (Ebdul-Rehman Serefkendî) Farhang-e Kordi Farsi, Hanbana'borina, Tehran, 1991
- Jalil, Ordixane & jalil, Jalile, Zargotina Kurda I, II Nauka press, Moskow, 1978
- Kren, Karin, Kurdologie, Kurdistan und Kurden in der deutschsprachigen Literatur, Kommentierte Bibliographie, Münster 2000
- Kurd, Reshîdê, Rêzimana Zimanê Kurmancî, Beyrut-1956, Norsborg-1990
- Kurdo, Qanatê, Zimanê Kurdî/Rêzýman, Frankfurt/m 1981 (berê: Kurdoev, Kanat Kalashevich, Grammatika kurdskogo jazyka (kurmandzhi): fonetika, mrfologija Moskcow, 1957
-Kurdo, Qanatê, Gramera Zmanê Kurdi / kurmanci - sorani, Stockholm 1990 (berê: K. Kanat, Grammatika kurdskogo iazyka na materiale dialektov kurmandzhi i sorani Moskva, 1978)
- MacKenzie, D. N., Kurdish Dialect Studies, I-II, London, 1961-1962
- Matras, Yaron, Probleme der Sprachstandartisierung, Am Beispiel der Orthographie des Kurdischen, MA, Hamburg, 1989
- Matras, Yaron, Ergativity in Kurmanji (Kurdish) Orientalita Suecana XLI-XLII (1992-1993)
- Nebez, Cemal, Zimanî Yekgirtûyî Kurdî, Amberg, 1976
- Rohat, Kürdoloji Biliminin 200 Yιllιk Geçmiþi (1787-1987), Köln, 1987
- Socin, Albert, Die Sprache der Kurden, in: Grundriß d. iran. Phil., Strassburg, 1895-1901
-
- (Lêgerîn di Kovaên kurdî û malperên internetê gelek zêde alîkariya vê nivîsê kirine ku yek bi yek anîna wanê ziman li vê derê pêwîst nayê dîtin)

Cýwann is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Zimanê Kurdî Albatros Çandi Giþti 4 26-06-2008 06:59 PM
Beþa Zimanê Kurdî MÊVAN Zimane Kurdi 3 14-02-2008 09:01 PM
Pêþengên zimanê Kurdî û lîsteya pêþengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) JuSTiN__TiMM Helbesten Kurdi 0 05-01-2008 03:11 AM
Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî heci Çandi Giþti 3 05-09-2007 06:26 PM
kurdi kelagerm Çandi Giþti 0 30-06-2007 04:29 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 03:41 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.