Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Zimane Kurdi

Kayıt Ol SSS Konuları Okundu İşaretle



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 12-03-2008, 04:24 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Mesaj: 2,251
Üye No: 2482
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 96000
Rep Puanı : 3221162
Rep Derecesi
Bedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond reputeBedirxan has a reputation beyond repute
Varsayılan Kurteawirek li ser rastnivisa Kurmancî (kürtce yazimda bir kac önemli nokta)

Berî her tiştî divê ez diyar bikim ku ez ne zimanzan im. Ez Kurdek im. Dixwazim zimanê xwe hîn bibim û di jiyana xwe ya mayî de, nemaze di warê nivîsê de, heta ji min bê rast bi kar bînim. Lewma heta ji min hat, min serê xwe di vê rê de êşand û ezê hê biêşinim.
Ez nizanim, ji ber nezaniyê ye, an jî ji ber xemsarîyê ye, ji aliyê gelek nivîskar, çapemenî û medya me de gelek çewtiyên ku divê neyên kirin, tên kirin. Mijara me li ser rastnivîsa zaravayê kurmancî ye. Ez dixwazim di çend kurte rêzegotaran de heya ji destê min bê wan çewtiyên ku di dema nivîsandinê de pêk tên, destnîşan bikim.
Pêwîst e, mirov vê yekê jî diyar bike, hin tiştên ku ez dixwazim di xala jêrîn a yekem de dest bavêjimê, bi giranî ji aliyê Mîr Celadet Bedîr Xan ve hatiye pêşniyarkirin û bikaranîn.
Di avakirina Pêşedem û Raweya Mercî(Hekînî 1-2) de bikaranîna hokerên „dê û wê“:

Gelek nivîskar di pêşedem û raweyên mercî de hokerên „dê û wê“ him ji cînavan him jî ji navan cuda dinivîsin. Celadet Bedir Xan vê mijarê wiha rawe dike:1
Mînak: Di Pêşedem 1ê de bi „lêkerên „hatin û gotin“ re.
hatin:
Bi cînavan re:
Ezê (ez dê) bêm.
Tuyê (tu dê) bêyî.
Ewê (ew dê) bê.
Emê (em dê) bên.
Hûnê (hûn dê) bên.
Ewê (ew dê) bên.

b) Bi Navdêran re:
Lezgîn dê bê.
Lezgîn û Serdar dê bên.

gotin:
Bi cînavan re:
Ezê (ez dê) bibêjim/bêjim.
Tuyê (tu dê) bibêjî/bêjî.
Ewê (ew dê) bibêje/bêje.
Emê (em dê) bibêjin/bêjinn.
Hûnê (hûn dê) bibêjin/bêjin.
Ewê (ew dê) bibêjin/bêjin.

b) Bi Navdêran re:
Lezgîn dê bibêje/bêje.
Lezgîn û Serdar dê bibêjin/bêjin.

Li jor, dirûvên wek ezê, tuyê, ewê, emê, …. ji racivîna hokera dê ya bi cînavan ve pêk tê. Dibe ku hokera dê berê di raweyên Mercî de, bikaranîneke normal be jî.
Lê îro piraniya zimanzan û rêzimanûsên zaravayê kurmancî awayê racivîna hokera dê ya bi cînavan re dipejirînin û bi kar tînin.
Divê em li vir vê yekê jî dest nîşan bikin, eger ev hokera dê bi kirdeyekê re bibe yek û rabicivê, divê ev kirde cînav be. Eger kirde ji derî cînavên kesîn tiştekî din be, ango kirde navdêr, rengdêr an jî hokerek be, ev racivîn ne mimkun e.

Me li jor di xalên a) de cînavên kirde bi hokera dê ve racivand, di pêşedema


1. de, bi lêkerên hatin û gotin re kişandin. Me rewşa hokera dê ya kevin jî di nava kevanê de şanî da. Di xalên b) de jî, me hokera dê bi navê Lezgîn û bi heman lêkeran kişand. Li vir em dikanin bibînin ku hokera dê kava kirde nav be, en jî tiştekî din be dê nayê guhertin û ji Kirdeyê cuda tê nivîsîn.
Her wiha hokera wê jî wek ya dê di pêşedem û raweyên mercî de tê bikaranîn. Lê ji ber ku hokera wê li gelek ciyan, bi cînavka kesîn wê(cînavka tewandîya mêza ya yekhêjmar wê) re tevliheviyan çêdike, gelek kes vê hokerê naxwaze bi kar bîne. Lê eger kirde navdêr, rengdêr an jî hoker be, di wan dem û raweyên ku me li jor şanî dabûn de, hokera wê jî mirov dikane wek hokera dê bi kar bîne.


Ji bo zelalkirinê em çend mînakan bidin:


Bişar dê/wê bê. (Pêşedem l)
Bişar dê/wê bêje. (Pêşedem l)
Bişar dê/wê bihata (Bilaniya Lavij)
Bişar dê/ wê bigota (Bilaniya Lavij)
Lê beranberî vê yekê, eger mirov wek jêr bigota, çewt dibû.
Ew dê/wê bê (Pêşedem l)
Ew dê/wê bêje (Pêşedem l)
Ew dê/wê bihata (Bilaniya Lavij)
Ew dê/wê bigota (Bilaniya Lavij)
Divê mirov wiha bêje baştir e:
Ewê bê. (Pêşedem l)
Ewê bêje. (Pêşedem l)
Ewê bihata. (Bilaniya Lavij)
Ewê bigota. (Bilaniya Lavij)

2. Bikaranîna lêkera „Bûn“
Ji çevtnivîsên me yek jî, bikaranîna lêkera bûn e. Lêkera bûn di hemû dem û raweyan de, dema ku bi navdêr, cînav, rengdêr û hokeran re bê bikaranîn, divê cuda were nîvîsîn. Ji bo ku mijar baş were famkirin divê em ji her cureyekê çend mînakan bidin.
Nivîsandina lêkera bûn bi navdêran re cuda tê nivîsîn:
Çemd mînak:
Heke nav bi dengdar biqede: Heke nav bi dengdêr biqede:
Ez Azad im. Ez Soro me.
Tu Şervan î. Tu Boro yî.
Ew Rêdûr e. Ew Şêro ye.
Em Azad in. Em Soro ne.
Hûn Şervan in. Hûn Boro ne.
Ew Rêdûr in. Ew Şêro ne.

Lê dema ku em bibêjîn:
Ez Azadim. Ez Sorome.
Çewt dibe.

Nivîsandina lêkera bûn bi cînavan re cuda tê nivîsîn:
Mînak:
Ez im. Ez bim. Ez bûm
Tu yî. Tu bî. Tu bûyî.
Ew e. Ew be. Ew bû.
Em in. Em bin. Em bûn.
Hûn in. Hûn bin. Hûn bûn.
Ew in. Ew bin. Ew bûn.
Lê dema ku em bibêjin:
Ezim, Ezbim, Ezbûm.
……. …….. ………
Çewt dibe.

Nivîsandina lêkera bûn bi rengdêran re cuda tê nivîsîn:
Ji bo têgihîştinê çend mînak.
Pêwîst e ku ez biçim.
Ev tişt ji bo min girîng e.
Rûyê mişkan li ba aşvanan reş e.
Ava kaniya gundê me germ e.
Avên çiyayên gundê me sar in.
Berfa çiyayê bilind ji ya cihên din sipîtir e.
Zaroyên xizanan her tim birçi ne.
Avên bîran genî ne.
Zimanê kurdî berê bêxwedî bû.
Şervanên azadiyê serbilind in.

Nivîsandina lêkera bûn bi hokeran re cuda tê nivîsîn:
Ji bo têgihîştinê çend mînak.
Ew der serbijêr bû.
Hejmara beşdarên kongira zimên gelek bûn.
Min bi qasî pêwîst be dayê, ne pir û hindik bû.
Serencama me dûr û dirêj e.
Eh, debara me roj bi roj e.
Destpêka min a kar, ji nû ve ye.
Niha saet çend e?
Tu çi bibêjî, wisan e.
Silavên wî ji dil bûn.
Zanina min, besî min e.


Lêkera bûn di hemû dem û raweyan de bi lêkeran re bi hev ve tê nivîsîn:
Ji bo têgihîştinê çend mînak:


Hatin Gotin

ÇİROKA D. NIHA ÇİROKA D. BORÎ ÇİROKA D. BORÎ

Ez dihatim Ez hatibûm Min gotibû
Tu dihatî Tu hatibûyi Te gotibû
Ew dihat Ew hatibû Wî gotibû
Em dihatin Em hatibûn Wê gotibû
Hûn dihatin Hûn hatibûn Me gotibû
Ew dihatin Ew hatibûn We gotibû
Wan gotibû

An jî;

Wî ez veşartim
Wî tu veşartî
Wî ew veşart
Wî em veşartin
Wî hûn veşartin
Wî ew veşartin





Didome


Navê Nivîskar: Fevzî Ozmen




[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]


Sîfre: [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Bu mesaj en son " 12-03-2008 " tarihinde saat 04:41 PM itibariyle Bedirxan tarafından düzenlenmiştir....
Bedirxan is offline  
Eski 12-03-2008, 04:29 PM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jan 2007
Mesaj: 28,771
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 44036
Rep Puanı : 4400694
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayılan

zor spas heval xebata ka pır gırıng bu
__________________
MÊVAN is offline  
Eski 12-03-2008, 05:12 PM   #3 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Dec 2006
Konum: BEN DELİYİM
Yaş: 18
Mesaj: 2,231
Üye No: 48665
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 20915
Rep Puanı : 2091169
Rep Derecesi
merxas_149 has a reputation beyond reputemerxas_149 has a reputation beyond reputemerxas_149 has a reputation beyond reputemerxas_149 has a reputation beyond reputemerxas_149 has a reputation beyond reputemerxas_149 has a reputation beyond reputemerxas_149 has a reputation beyond reputemerxas_149 has a reputation beyond reputemerxas_149 has a reputation beyond reputemerxas_149 has a reputation beyond reputemerxas_149 has a reputation beyond repute
Varsayılan

spas abe keda des te sağbe....
__________________
merxas_149 is offline  
Eski 08-05-2008, 11:26 PM   #4 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2008
Konum: ben Kürdistan'ın uçsuz bucaksız topraklarında Egit Berfin ve Zilan larla yaşıyorum
Mesaj: 270
Üye No: 258194
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 3083
Rep Puanı : 308262
Rep Derecesi
erdalsincer has a reputation beyond reputeerdalsincer has a reputation beyond reputeerdalsincer has a reputation beyond reputeerdalsincer has a reputation beyond reputeerdalsincer has a reputation beyond reputeerdalsincer has a reputation beyond reputeerdalsincer has a reputation beyond reputeerdalsincer has a reputation beyond reputeerdalsincer has a reputation beyond reputeerdalsincer has a reputation beyond reputeerdalsincer has a reputation beyond repute
Varsayılan

heval dest u amadekırına desté te saxbı
__________________
erdalsincer is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Savaş Esiri Kürtler Hakkında Hazırlanan Rapor tubiranes Hikayeler, Denemeler 9 04-07-2008 12:48 PM
Freehand Ders Notlari bereday21 Freehand 17 13-03-2008 03:22 AM
Dİlİmİz KÜrtce Ersin Dirok 14 26-02-2008 08:33 PM
Kürtçe kitapların serüveni kitaplaştı Kajîn Jîr Kitap Tanıtım Ve Eleştiri 1 23-10-2007 12:37 AM
Zeynelabidin Zinar keyakser Şair ve Yazarlar 11 14-05-2007 12:45 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 06:38 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

eXTReMe Tracker

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.