|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
GIRÎNGIYA ALFABEYA YEKGIRTÎJi Diyarbekirê Nivîskar Arjen Arî, Ji Stenbolê rojnameger û Serokê Enstîtuya Kurdî Samî Tan, ji Almanyayê jî Cîgirê Serokê Navenda PEN-a Kurd Mustefa Reþîd û Nivîskar Jîr Dilovan bi fikir û ramanên xwe yên hêja beþdarî li dabaþa mijara me kirin… SALIHÊ KEVIRBIRÎ Li gorî gelek pispor û akademîsyenên kurd, yekîtiya alfabeyeke standart di nava kurdan de; ji yekîtiya neteweyî ya kurdan dijwartir tê bilêvkirin. Gelek caran tê gotin ku gava kurdan di nava xwe de alfabeyeke yekgirtî saz kir, wê demê ew gaveke din nêzîkî serbixweyîbûnê bûne. Balkêþ û trajîk e ku li seranserê cîhanê tu milet tuneye ku 4-5 alfabeyan bikar bîne. Di vî warî de kurd îstîsna ne. Li bakur latînî, li bakurê rojava (Kurdistana Suriyê) latînî-erebî, li baþûr erebî-latînî, li rojhilat erebî, li Kafkasya (Rûsya-Kazakîstan) kîrîlî, li Ermenîstanê ermenkî, li Îsraîlê alfabeya îbrî bikar tînin. Di rewþeke wisa aloz, tevlihev û jihevqetiyayî de, helbet dê bi awayeke giþtî yekîtiya kurdan bibe mijarên dûvedirêj. Di vê dosyaya xwe de, me dêhn û bala xwe da ser mijara alfabeya yekgirtî û bîr û boçûnên hin kesên pisporên vî zimanî wergirtin. Ji Diyarbekirê Nivîskar Arjen Arî, Ji Stenbolê rojnameger û Serokê Enstîtuya Kurdî Samî Tan, ji Almanyayê jî Cîgirê Serokê Navenda PEN-a Kurd Mustefa Reþîd û Nivîskar Jîr Dilovan bi fikir û ramanên xwe yên hêja beþdarî li dabaþa mijara me kirin… *** Kurdî: Zimané herî qedîm, lé belé béalfabe! Arjen Arî Helbestvan Dîroka nivîsé ango ya alfabeyé xwe dispére berî 5000 sal, ji héla sûmeriyan ve peydakirina alfabe û nivîsa bizmarî. Piþtî alfabeya sûmerî/bizmarî, misriyan alfabeya hiyeroglîf peyda kiribe jî þaristaniyén kone yén niþtecihén Mezra Botan û li derdora; aqadiyan, hurriyan, babîlî û hitîtiyan bi vé alfabeyé zimané xwe veguheztine ser qahfikén kîlî, berdén reþ, qeteçerm, papîrus û kaxizé… Li vir ku ez bibéjim bapîré hemû alfabayén berdest (ji bilî alfabeya çînî, japonî û þaristaniya kone ya Maya, ku heta niha jî elfabeya wan nehatiye deþîfrekirin) alfabeya sûmeriyan e, gelo ez é bibim armanca tîrén rexneyî ? Weke ku tét zanîn, di alfabeyén abeceyî de her tîp/pît bi tena seré xwe xwediyé dengekî xweser e û heta ku tîpine din neyén ber hev maneyeké nadin; hew bi saya zengelork û ziman ji gewriyé bi kérî dengdayîn ango derxistina dengî tén. ![]() Di gel ku ereb alfabeyé bi ‘elîfbayé’ bi nav dikin, çavkaniyén biyanî gotina ‘alfabe’yé bi xwendina her du herfén yunaniya kone ‘alpha’ û ‘beta’ve girédidin. Wisa dixuye, deng û tîpa ‘a’, mîna ku kurd di jimartiné de dibéjin ‘yek, Xweda yek’, di alfabeya her zimanî de deng û tîpa destpéké ye. Çavkaniyén berdest radigihîn, ku kurdan ji serdemeke salixdayî heta bigihe ew ro 9 alfabe bikar anîne: sûmerî, avestî, aramî, pehlewiya kevn, sorî matî, xuruc el sir, erebî, latînî, kirîlî*…… Ger em ji navé dosyaya ku li dor vé mijaré tét amadekirin derkevin ser ré; té zanîn alfabeyén ku kurd niha jî bi kar tînin; aramî, latîne û kirîlî ne ‘îm’ û îþaretén ku ji héla kurdan ve bo dengén zimané kurdî hatine peydakirin in; ew alfabeyén zimanén cuda ne û li gorî dengén zimané xwe hatine sazkirin. Bi baweriya min hemû alfabeyén ku di destpéké de bo zimanekî ji héla xwediyén wî zimanî ve nehetibe peydakirin, herûher dé kémasiyan bihûndirîne. Jixwe ku em bi baldarî déné xwe bidiné; piþtî ku hezar û tiþtek sal di ser bikaranîna alfabeya erebî re derbas bûye jî, weke kémasiyén ku Mîr Celadet li þûn xwe di alfabeya latînî de hiþtiye ya erebî jî bo zimané kurdî ne evçend tekûz û béqisûr e! Rastiyeke Rojhilata Naverast e, ku olan/dînan di mayîn û dahatû û mayîndebûna desthelaté, di liserpémayîna qewm û gelan de roleke girîng û sereke leyistiye; pirtûkén pîroz li layekî bûne mertalén parastina ziman, ayîn û netewetiyé; li layé din bûne sedema tékçûna zimanan, jiholérabûna qewm û gelan û wendabûna çand û þaristaniyén dérîn û kone… Weke ku Boraboz bi ristén helbesta xwe: ‘hurmuzgan riman atiran kujan… ‘me bi qir û qelaneké bûyî dihesîne, em dibînin ku ‘xwediyén dawî yén Xweda’ li gel ayîna xwe ya dest bi þûr, ‘þûré’ zimané xwe jî li ser qewmé ku ‘anîne ser ré’ ferz kirine. Li vir naxwazim bibim sedemé nîqaþeke olî; lé belé divét bét zanîn ku alfabeya aramî ya ku îro weke ya erebî tét binavkirin, berî Resûlé Ekrem bi 300 salekî hebû… Kurdî: Zimané herî qedîm, lé belé béalfabe! Ne ku dilé min dixwaze û ne ku bi aqilé dilé xwe dibéjim: Yek ji zimanén herî qedîm e kurdî. Li gorî lékolîneran kurd mîratxwirén 33 þaristaniyé windabîyî: sûmeriyan, babiliyan, elamiyan… gut’î û hûrriyan in. Ji véya; çawa ku erebî ji deryaya Qur’ané, Ýbranî ji çem û rûbarén Tewrat û Zebûré, Suryanî ji gol û delavén Ýncîlé vedixwe, kurdî jî ji deryaya Avestayé, ji xweþdestanén ‘ava heyaté’ ya sûmer û babiliyan, vedixwe. Jixwe, vekolînerén Avestayé balé dikiþînin ser peyvinin ku niha jî di zaravayên kurdî de zindî û weke di Avesta de resen, ji reng û deng û durivé xwe tiþtek winda nekirî, téne bikaranîn: Homa: Homa, dujah: dojeh, parþtî: piþt, paþt, zanu:zenû…û hwd.. Li gel ve péwendîdariya dîrokî, ev ziman ji çar zaravayén sereke; kurmancî, sorî, kirdkî, û lorî…û bi sedan devokan pék tét. Pir-zaravî û fere-devokî ne kémasiyek an jî taybetiyeke kurdî ye. Hima hima her ziman mîna kurdî xwedî zarav û pir-devok e. Li vir bi qasî héza desthelaté, di yekkirin ango berbihevanîna zaravayén zimanekî ku bi demé re ji sedemén xweziyé û derxwezayî ji hev dûr ketine, çar tiþt roleke sereke û bingehîn dileyizin: 1.Heyîna pirtuka piroz. 2.Desthilat. 3.Zimané desthilaté (zimané fermî) 4.Yek alfabe. Di gel ku pirtûkén pîroz Mishefa Reþ û Kiteba Cilwe bi kurdî ne û xwediyé alfabeyeke taybet in û weke serkaniyén berdewamiya ayîna kon Êzdayetiyé téne pejirandin, ji ber ku piraniya kurdan misilmantî qebûl kiriye û di vé biwaré de hiþkebawer in; rabûna bi daxwazeke wiha dikare bibe destpéka arîþeyine navxweyî û jihevdûrketina hélén ayînî û civakî… Her du tiþtén mayî; zimané fermî û alfabe di inîsiyatîfa desthilaté de ye, yanî yek ji karûbarén dewleté yé ku divé pé ve rabe ye. Îro ‘herémî’ be jî, þikir, Dewleta Kurd heye. Bi qasî ku dizanim ji sala 2005-é de çi li ser Axa Azad, çi li Bakur û li Rojhilat ev mijar bû sedema goftûgo û nîqaþén dûvediréj… Yekalfabe û yekzimanî du sé welatén Rojavayî Belçîka, Swîsre ne té de xususîyetén dewlet û dewletbûyîné ne. Desthelat ne li gorî hest û dilînén xwe, li gorî siyaseta neteweyî, bo berjewendî û dahatûya netewekî xwedî-yekxak, yek al tevbigere dé desthilat be; berevajî siyaseta milî cîbicîkirina siyaseteke ne-Kurdistanî, dikare karé reveberiyeke ji rézé be. Mixabin, roþenbîr û akademîsyenén Baþûr yén mîna biréz Ferhad Shakely di vé biwaré de bi helwesteke bémane û þermkarane radibin, dibéjin ‘bikaranîna alfabeya latînî xizmetkariya Kemalîstan e’! Li gorî min biréz Shakely û roþenbîrén di feraseta wî de çikyayî, rast dibéjin, belam; piþtî damezirandin û daxûyandina Komara Tirkiyeyé, ji héla Mustafa Kemal û peyrewén wî de wergirtina biryara bikaranîna alfabeya latînî, ne biryara guhertina alfabeyeké bû: biryara qutkirin û hilkirina rehén tirk û tirkitiyé ji ayîna Muhemmedî û mîrateya Osmanî bû! Li Bakur Kemalîstan bi vé biryaré bi ‘tîrekî du çivik’ dane erde: yek jé redkirina mîreteya Osmanî û xwedûrxistina ji îslamé; ya din jî weke ku biréz Malmîsanij jî di nivîsa xwe ya bi zaré tirkî ‘Zimané me:Kurdî’ de destnîþan dike ye: ‘li Bakur yé ku ji çand û wejeyé xwe ya berdest bi dûr ketin û pé re ketin nava valahî û xizaniyé, ne tirk; kurd bûn, kurdén ku destén wan ji desté Elî Herîrî, Melayé Cizîrî, Feqiyé Teyran, Ehmedé Xanî… hate derxistin…’ Malmîsanij kém gotiye: Piþtî vé biryaré, eré desté kurdén Bakur édî nema gihiþt gencineya wéjeya klasîk a kurmancî, lé li héla din ‘destén’ ku di navbera kurdiya jor û kurdiya jér de berhem ‘serbiser’ dikirin û di ser Behdînan re direjî Silémanî û Mahabad dibûn, hatin vebirîn. Biréz Shakely bila li min bibore; di biwaré alfabe û zimané resmî yé dewleté de wisa dixuye ku karteka ‘neqþitî’ û ‘sorantiyé’ van tiþtén berevajî pé dide gotin! Roþenbîr û ramanwer û méjîmiþtén welatekî û ji nîjadekî ew kes in -bo yé ku xwe aîdî wî welatî û wî nîjadî dibînin dibéjim-di hizra yek-kirina axeké û welatekî de serkéþiya vîna/îradeya neteweyî dikin in; ne yén ku rabin bibéjin, ‘ ev zarav an ev alfabe di ser vî zaraveyî di ser vé alfabeyé re ye’! Di encamê de her alfabe bi îm/îþark/xîzén destnîþankirî û denglébarkirî alavén derbirîna zimanekî ne û mafé her kurdekî ye ku di mijara alfabe û zimané fermî de xwedî bîr û boçûn be û van bîr û boçûnén xwe bilivîne, ragihîne raya giþtî… Lé; biryarén di vé biwaré de ne ew biryar in ku bi dengdayîné béne wergirtin. Li vir divét bibéjim ku bakuriyén ‘ziman li ber sekerata miriné’, di siberojé de bibin xwedî desthelat jî biryara bikaranîna alfabeya erebî dé wernegirin. Her kes dizane ku bi biryara alfabeya latînî re Komara Tirkiyeyé beré civaka xwe ji Rojhilat dagerand ber bi dinyaya Rojava de. Jixwe ku wisa bidome; sînorén heyî yén di navbera zaraveyan de, di navbera ziman, wéje, çand û peywendiyén din de jî her ku biçe dé bibin kelebendén asé! Biryara hilbijartina alfabeya latînî -ku di nava alfabeyén heyî de hésantirîn alfabe ye di waré hîdekarî û perwerdehiyé de- biryareke siyasî Kurdistanî ye û ev bi îradeya Hikumeta Herémé û Parlamentoya Kurdistané ve rasterast girédahî ye. Hikumeta Herémé ku biryara bikaranîna alfabeya latînî wernegire, Dewleta Tirk ji doh de û siyasetmedarén Bakurî yén ku bi tirkî ‘bindestiya kurdan dikin nîviþké ser nané xwe’ ji niha de, amade ne ku destén xwe hine bikin! Weke peyva dawî, ez hevalbend û piþtgiré biryara ku xeyala Kurdistana Gewre di dil û méjîyé min de vejîne re me û ezé wé biryaré bipém… *Em Zimané Kurdî Binasin,Weþ.Enst.Kurdî ya Stenbol,2001 *Zarathustra, M.S. Bilgin,Weþ.Doz,1996 *** Standardkirina zimanekî ji ku destpê dike? Mustefa Reþîd Cîgirê Serokê Navenda PEN-a Kurd Di vê dema dawî de gelek kes li ser standardkirina zimanê me dinivîsin. Gava mirov van gengeþiyan diþopîne, dibîne ku her kesek di bin peyva "standardkirinê" de, tiþtekî din tê digihîne. Hinek bawer dikin, heke kurmanciya bakur (Kurmancî) û kurmanciya navîn (Soranî) bi yek þêweyê tîpan bê nivîsandin, hîngê zimanê kurdî ê bibe "zimanekî standard". Bê guman, heke ev her du zaravayên me bi yek þêweyê tîpan bêne nivîsandin, ev ji bo hemû Kurdan gaveke baþ'e, lê bi gaveke wisa –çiqas girîng'e jî– zimanê me nabe zimanekî standard. Nimûneya zaravayê Kirmanckî (Zazakî) li pêþ çavên me ye. Her du zaravayên me, Kurmanciya Bakur û Kirmanckî bi tîpên latînî têne nivîsandin, lê belê ji her du zaravayan kurmanciyeke, yan jî kirmanckiyeke, yan jî kurmancî-kirmanckî-yeke standard pêk nehatiye û pêk nayê jî. Em, kurdên ku bi Kurmanciya Bakur diaxivin û dinivîsin, yan em hên di xew de ne, yan jî –ji ber sedemên neteweyî– em naxwazin rastiya ku di jiyana me kurdan de bi giþtî peyda bûye, nas bikin. Me bi dehsalan, belkî jî bi sedsalan xew kiriye, her zaravayek ji zaravayên me di þopeke cuda de pêþve çûye, niha jî em hatine û dixwazin bi her awayî ji van hemû zaravayan zimanekî yekgirtî û standard pêk bînin. Gelo li seranserê cîhanê zimanên standard çawa pêk hatine? Nimûneya zimanê erebî: Erebiya standard, yan jî erebiya fesîh, bi xwe zaravayê êla Qureyþ e, ku pirtûka Qur'anê pê hatiye nivîsandin. Bi sedema ku piraniya ereban bûn misilman, hemûyan zaravayê Qureyþ wek zimanê standard pejirand; ew erebên ku nebûn misilman jî, dîsa zaravayê Qureyþ wek zimanê standard li ser wan hate ferzkirin. Her û her heya niha jî Ereb her hewl didin ku zimanê xwe bi darê zorê, ne tenê li ser gel û neteweyên di bin serdariya wan de dijîn ferz bikin; ew hewl didin ku zimanê xwe li ser seranserê gelên ku bûne misilman ferz bikin. Tevî ku ew angaþt dikin, zimanê bihuþtê, erebiya fesîh e, dîsa jî hem li hemû welatên ereban zaravayê wan yê taybet tê bikaranîn, hem jî li ba gel û neteweyên ku bûne misilman, zimanê erebî tenha di çarçewa olî de tê bikaranîn. Zimanê firansî yê standard –wek ku tê gotin– zaravayê Parîsê ye. Ji ber ku Firansa di her warekî de bi awayekî navendî tê gerandin (îdarekirin), wisa jî zaravayê Parîsê ji bo hemû firansiyan bûye zimanê standard. Yanê bi rêya desthilata navendî ev standardbûn pêk hatiye. Nimûneya zimanê îngilîzî gelek balkêþ'e. Înglîziya standard jî bi awayekî navendî li Înglistanê peyda bûye û li seranserê cîhanê belav bûye. Lê belê em dibînin, gava navendeke din ya serbixwe vî zimanî bi kar tîne (nimûne Amerîka yan jî Hindistan), þêweyekî taybet yê standardbûnê dide vî zimanî. Ji lew re, em dibînin ku cudahiyek di navbera îngilîziya Îngilistanê û ya Amerîka yan jî ya Hindistanê de heye. Heger di navbera îngilîziya Australiya, ya Zelandaya Nû û ya Îngilistanê de cudahî tine bin, hîngê ji ber wê yekê ye, ku ev her du welat di warê çandî û zimanî de, xwe bi Îngilistanê ve girêdayî dibînin. Lê dîsa jî dibe ku hinek cudahî peyda bûbin, yan jî ê di duwarojê de hên peyda bibin. Wek em dizanin Almaniya Standard jî bi xwe zaravayê herêma Saksen e. Bi rastî jî li derûdorên bajarê Hannover, zimanê ku di nav gel de tê axaftin bi temamî Almaniya Standard e. Li herêmên din, di jiyana rojane de, her kesek bi zaravayê xwe yê herêmî diaxive, lê belê –ji ber sîstema perwerdeyê ya ji salan de– her kesek Almaniya Standard jî dizane. Çiqas di navbera Almaniya Standard ya ku li Almanyayê tê bikaranîn û ya ku li Austuryayê (Nemsa) û Swîsreyê cudahî kem bin jî, di navbera bilêvkirina ziman de cudahî gelek eþkere û xuya ye. Nimûneyeke gelek balkêþ di mijarê de, nimûneya welatên Îskandînavyayê ye. Ez wan zimanan nizanim, lê bi qasî ku min bihîstiye (heger ez þaþ bim, dîtina min sererast bikin) danîmarkî, norwêcî û siwêdî ji hev fêhm dikin, lê belê her welatek jî xwedî zimanekî taybet e. Wek nimûneya dawî, ka em zimanên serbî, kirowatî (xirwatî), bosnî û sernogorkî (karabagi) li ber çav bigirin. Heyanî ku Yugoslaviya wek yek dewlet hebû, ev herçar ziman yek ziman bû, ku jêre serbo-kirowatî dihate gotin. Piþtî ku Yugoslaviya hate beþkirin û îro Serbiya, Kirowatiya, Bosniya û Sernogora welatên serbixwe ne, her yek ji wan dibêje, em xwediyê zimanekî taybet in, tevî ku hemû heya niha jî, bi temamî ji hev fêhm dikin. Ev nimûneyên ku me anîn, ji me re diyar dikin, ku mijara zimanê standard heya bi radeyekê bi daxwaza gelan ve girêdayî ye. Heke gel bixwazin, dikarin li çend welatan yek zimanê standard bi kar bînin (wek îngilîzî û almanî), lê heke nexwazin, dikarin ji yek zimanê standard çend zimanan peyda bikin (wek zimanê serbo-kirowatî, ku îro dixwazin bikin çar ziman). Heke em wek Kurd dixwazin zimanekî standard pêk bînin, divêt pêþî, em her zaravayekî ji van zaravayên xwe standard bikin, lê belê bi þêweyekî wisa zanistî ku em van zaravayan di pêvajoyê standardkirinê de nêzî hev bikin. Ev mijar bi daxwaza me ve girêdayî ye û ez dixwazim li vir bin peyva DAXWAZ xêz bikim. Di vê mijarê de DAXWAZ gelek girîng e. Baþ tê bîra min, gava min di nîveka dehsalê 70-î yên sedsala derbasbûyî de li bajarê Berlîna Rojava mamostetiya zimanê kurdî dikir, kurdekî me yê herêma Dêrsîmê bi navê Zulfî Selcan hebû, ku li ser zaravayê Kirmanckî dixebitî. Gava me peyvên her du zaravayan (Kurmancî û Kirmanckî) didan ber hev, hin peyv hebûn, ku di her du zaravayan de mîna hev bûn yan jî ji hev du nêzîk bûn, lê bi temamî li hember wan peyvan, di her du zaravayan de jî, hin peyvên din hebûn ku ji hev dûr bûn. Birêz Zulfî Selcan bi mebest bi mebest ew peyvên ku ne mîna hev bûn di nivîs û xebatên xwe de hildibijartin û dixwest bi wî awayî serbixweyiya zaravayê Kirmanckî ji yê Kurmancî biçespîne. Heke mirov di þopeke wisa de berdewam kir, bê guman tê wê maneyê, ku DAXWAZ ji bo nêzîkirinê nîne, bi vajayî wê, DAXWAZ ew e, ku her du zarava ji hev bi dûr bikevin. Mixabin, ew pisporên ku Kurmanciya Navîn( Soranî) kirine standard, ew jî li ser þopeke wisa çûne. Bi ti awayî hewl nedane ku Kurmanciya Navîn ji ya Kurmanciya Bakur ve nêzîk bikin. Tevî ku dikarîbûn di pêvajoya standardkirinê de û di standina peyvan de xwe nêzîkî Zaravayê Bakur bikin, bi vajayî wê, rêzikên gramêrê wisa danîne ku dûrî hev bin û di warê standina peyvan de, heya ji dest wan hatiye, ji Kurmanciya Bakur peyv nestandine û peyvên nû durist kirine. Bila tu kes min þaþ fêhm neke, ku ez hinekan sûcdar dikim û hinekan jî bê sûc dihêlim. Mixabin pisporên Kurmanciya Bakur jî hesabê wê yekê nekirine ku zaravayên me nêzîkî hev bikin. Her kesekî xwestiye ku zaravayê herêma xwe bike zimanê standard. Ev yek hên îro jî li ba hin kesan berdewam'e. Tenê wek nimûne, ka em bala xwe bidin daçekên me yên cêwî: bi ..... de, bi ..... ve, bi ….. re di ..... de, di ..... ve, di ….. re ji ..... de, ji ..... ve, ji ….. re Tevî ku piraniya kurmancîaxêvan van daçekan bi awayê: bi ..... da, bi ..... va, bi ….. ra di ..... da, di ..... va, di ….. ra ji ..... da, ji ..... va, ji ….. ra bilêvdikin û di zaravayên Kirmanckî û Kurmanciya Navîn (Soranî) de jî wisa ne. Heyanî di farisî de, di Avesta de û piraniya zimanên grûpa îranî de jî her bi tîpa "a" têne bilêvkirin, dîsa jî di Kurmanciya Bakur de, di bin maska "sivikkirinê" de, bi tîpa "e" têne nivîsandin. Veqetandeka mê jî wisa ye. Madem em dibêjin: "Keça bedew", çima emê nebêjin "Keçeka bedew", emê herin bêjin: "Keçeke bedew". Nimûneyên wisa gelek hene. Ev biryarên rêzimanî yên mîna van, çiqas gavên biçûk bin jî, gavên bidûrxistinê ne û ne gavên nêzîkirinê ne. Ez li ser van her du zaravayên din (Kirmanckî û Kurmanciya Navîn) nema tiþtekî din dibêjim û ezê di rexnekirina pêþvebirina Kurmanciya Bakur de berdewam bikim. Ka em bala xwe bidin pisporên me yên ji Bakur, ew li gor kîjan rêzik û qeydê têrmînên biyanî ji bo zimanê kurdî (Kurmancî) distînin?. Em bala xwe bidin peyvên wek: Bi îngilîzî: logic, sociology, …..( û hemû peyvên ku bi "-logy" temam dibin). Bi almanî: Logik, Soziologie, …. Bi firansî: logique, sosciologie, ….. Bi îtalî: logica, sociologia, ….. Bi spanî: lógica, sociología, …. Bi tirkî: lojik, sosyoloji, …. Bi kurmanciya pisporên bakur: lojîk, sosyolojî, …. Gelo çima emê bi vî awayî nenivîsînin?: logîk, sosyologî, ….. Ji bo çi emê mîna tirkî tîpa "g" biguhêrin û bikin "j". Bê guman, ewê bêjin: Wisa tê bilêvkirin. Lê belê, ew ji tirkî hîn bûne û ji ber wê wisa mîna tirkî bilêv dikin. Kurdên beþên din van peyvan bi tîpa "g" bilêv dikin. Hin kurdên Baþûr-Rojava jî van peyvan di rêya zimanê erebî re distînin. Ji ber ku di erebî de tîpa "g" tine ye, ev peyv bi tîpa "c" têne nivîsandin. Ji lew re, yên Baþûr-Rojava jî radibin bi awayî "locîk, sosyolocî, …" dinivîsînin. Ji ber vê jî niha zimanê me bûye selete!.. Bila hûn sax bin!.. *** Yekgirtina Zimanê Kurdî alfabeya yekgirtî ye Samî Tan Serokê Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê Gava yekemîn a yekgirtina zimanê kurdî, alfabeyeke yekgirtî ye. Ji bo ku devok û zaravayên kurdî ber bi hev werin, divê danûstandinên di navbera kurdan de zêdetir bibin. Ligel danûstandina rû bi rû, zêdebûna çûnûhatinê; divê danûstandina çandî û pevguherîna berhemên nivîskî jî pêk were. Heta ji bo danûstandinê pêdivî bi çûnûhatin û hevdîtina rû bi rû jî nîn e. Di vê serdema agahiyê de danûstandina herî hêsan, danûstandina li ser înternetê ye. Kurd dikarin li înternetê, bi riya msn û e-mailan bi hev re danûstandinê bikin, têkiliyên xwe geþtir bikin. Her wiha dikarin di nav hevdîtinên nîgaþî (sanal) de berhemên xwe bi hev biguherin, der barê jiyana civakî, çandî, aborî û rewþenbîrî de zêdetir agahdar bibin. ![]() Ji bo ku ev danûstandin pêk were, divê karibin ji berhemên hev fêm bikin, karibin bi zimanê kurdî bi hev re binivîsin û ji berhemên hev ên nivîskî fêm bikin. Ji bo vê yekê jî gava pêþîn yekgirtina alfabeyê ye. Dema alfabe yek be, bo nimûne kurdekî/e ji Duhokê û kurdekî/e ji Sêrtê bi hêsanî dikarin ji zimanê hev fêm bikin. Her wiha kurdekî Urmiyeyê jî dikare ji zimanê yekî/e ji Mêrdînê bi hêsanî fêm bike. Piþtî danûstandineke pir kurt, bi alîkariya medya satelaytî (peykî) kurdên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê dê karibin ji zimanê hev fêm bikin. Heke alfabe yek be, piþtî demekê dê kesên ku bi zaravayên cuda dipeyivin jî karibin ji hev fêm bikin. Ji bo vê yekê yekgirtina alfabeyê pir girîng e. Heta mirov dikare bibêje, gava yekemîn a pêkanîna zimanê yekgirtî ye. Heke kurd dixwazin wekî miletekî yekgirtî bijîn divê serê pêþîn alfabeya xwe bikin yek û danûstandinên xwe xurtir bikin. Ev yek dê devok û zaravayên kurdî ber bi hev bîne, bingeha zimanekî yekgirtî xurt bike. Lê heke vê pirsgirêka xwe çareser nekin, dê devok û zaravayên zimanê me ji hev dûr bikevin; dê her zaravayek bibe zimanekî serbixwe. Ji bo vê yekê jî yekgirtina alfabeya yekgirtî pir girîng e. Piraniya kurdan li ser vê yekê lihevkirî ne. Kesekî/e ku bibêje, em alfabeyeke yekgirtî naxwazin. Dema mirov pirsa, “kîjan alfabe?” dike. Bersivên cuda têne dayîn. Kurdên soran, nemaze jî kurdên Silêmaniyê naxwazin ku dev ji alfabeya kurdî ya aramî berdin. Gelek hincet û sedeman pêþkêþ dikin. Hinek sedem ne dûrî aqilan in. Bi nimûne, dibêjin, “Bi dehan sal in kurd vê alfabeyê bi kar tînin, pê gelek berhem hatine nivîsandin, lewre jî em nikarin dev ji wê berdin, heke em jî wekî kemalîstan dev ji alfabeya xwe berdin, emê ji kelepora xwe dûr bikevin.” Hinek jî bersiveke polîtîk didin û dibêjin, “Erê em dixwazin derbasî alfabeya latînî bibin, lê belê dema em vê yekê bikin, dê raya giþtî ya ereb nerazîbûnê nîþan bide, dê vê yekê wekî nîþaneya cudabûna me ya ji Iraqê bibîne.” Lê dema ku mirov bi awayekî hûrbînî li meseleyê dinêre, rewþ diguhere. Lewre mirov dibîne ku ji sedema girîngtir tiþtê ku li ber bikaranîna alfabeya latînî dibe asteng, nexwestin e. Sedema nexwestinê jî hînbûn, pozbilindî û ezperestî ye. Hinek rewþenbîrên soran xwe wekî kurdên rasteqîn û resen; kesên din wekî “kurdasî” dibînin. Lewre jî dema qala zimanê yekgirtî dibe, dixwazin ku zaravayê xwe li ser hemû kurdan ferz bikin. Her wiha dema qala alfabeya yekgirtî dibe jî, tevî ku hemû mercên hundirîn û navneteweyî kurdan ber bi alfabeya latînî ve dehf didin jî, ew vê yekê qebûl nakin. Soranî di nav kurdên Baþûr de zimanê fermî ye, ew li wê derê piranî ne, lê heke kurd giþ bibin yek, ew dibin kêmar, lewre jî naxwazin bikevin rewþeke wisa û teveka Kurdistanê dikin qurbana parçeyekî, kurdî dikin qurbana zaravayekî. Hinek dikarin bibêjin, heke wisa ye, çima kurdên din alfabeya erebî napejirînin? Bi baweriya min ev pirseke þaþ e, lewre mercên cîhanê û mercên naxweyî, kurdan ber bi alfabeya latînî ve dehf didin. Alfabeya latînî bi alîkariya serweriya îngilizî li seranserî cîhanê belav dibe. Êdî ereb bi xwe dev ji alfabeya xwe berdidin û berê xwe didin alfabeya latînî. Lewre jî ne tiþtekî di cihê xwe de ye ku em alfabeya erebî li ser kurdan ferz bikin. Her wiha alfabeya erebî bi qasî ku dil dixwaze bi kêrî zimanê kurdî nayê. Alfabeya latînî bi awayekî baþtir dikare dengên kurdî nîþan bide. Ev yek hê di destpêka sedsala 20-an de ji hêla Celadet Alî Bedirxan ve jî hatibû dîtin. Wî di nivîseke xwe de digot, “Em bi Serdar Noel re çûbûn Kurdistanê, li nav kurdên aliyê Meletiyê digeriyan, me bi wan re xeber dida û hinek not digirtin, min bi tîpên erebî, Noel bi tîpên latînî notên xwe digirtin, piþtre dema em li notên xwe vegeriyan, min dît ku Noel hîn bi hêsanî notên xwe dixwîne, li ser vê yekê ez têgihîþtim ku alfabeya latînî baþtir li dengên kurdî tê… *** Yekîtiya alfabeyê rakirina sînoran e Jîr Dilovan Nivîskar Parçebûn û bindestiya kurdan a bi sedsalan, parçebûna çand û ziman jî bi xwe re aniye. Çar zaravayên ku di vê pêvajoyê de wê bikaribana zimanekî standard derêxine holê, bêtir ji hev dûr ketine û yekîtiyeke zimanê kurdî pêk nehatiye. Di jiyana kurdan de çarparçeyî cihê xwe girtiye. Ax çar parçe û ziman çar parçe ye... Parçebûna ax û zimên parçebûna alfabeyê jî bi xwe re aniye. Alfabeya Kurdî jî bûye çar parçe. Kurdên Rojhilat di demên kevin de alfabeya pehlewî ku ji 24 tîpan dihat holê bikar anîne. Piþtî vê alfabeyê, alfabeya erebî ketiye jiyana kurdan. Bi derbasbûna Komara Tirkiyeyê ya tîpên Latînî re, kurdên bakur jî bi hewldanên Celadet û Kamuran Bedirxan derbasî tîpên Latînî bûn. Kurdên Kafkasya jî alfabeya Kîrîlî bikar anîne. ![]() Îro li Rojhilat û Baþûrê Kurdistanê alfabeya erebî di meriyetê de ye. Her çiqas li baþûr hinek hewldan hene ku alfbeya latînî were bikaranîn jî, ev yek ne bi têrayî û ne bi rêkûpêk e. Li bakur û baþûrê rojavayê Kurdistanê alfabeya tîpên Latînî di jiyana gel de cihê xwe girtiye. Di demên dawî de, bi îlankirina Kurdistana Federe ya li Baþûr re, qayîþkêþî û nakokiyên mezin derketine holê. Ji aliyê hinek nivîskar, rewþenbîr û rayedaran ve kiryarên sosret tên pêkanîn. Zaravayê soranî û bi soranî re jî alfabeya erebî li kurdan tê ferzkirin. Pêþkêþê vê jî Ferhad Þakelî yê ku li Swêd mamostetiyê dike. Ferhad Þakelî bi angaþteke mezin derdikeve holê û ji bo ku alfabeya erebî bêxe þûna alfabeya Latînî, Celadet û Kamuran Bedirxan mîna ajanên Tirkiyeyê nîþan dide. Bi wê jî nasekine, dibêje zimanê kurdî yê standard bila soranî be. Piþtî nîqaþ û guftûgoyên li ser vê yekê, hinek rayedarên Kurdistana Federe jî helwesteke mîna ya Ferhad Þakelî nîþan didin û mîna wî tevdigerin. Di pratîkê de jî rewþ ber bi vê yekê ve diçe. Di serî de di Kurdistan TV, Zagros û Kurd Sat-ê de ji sedî heþtê zaravayê Soranî tê bikaranîn. Ristefîlm, kurtefîlm û fîlmên dirêj, nûçe, þîrove, belgefîlm, fîlmên zarokan ên karton û gelek bername bi zaravayê soranî ne. Zaravayê Kurmancî ku rêjeya axaftinê ji sedî heftê zêdetir, bi awayeke berbiçav ji sedî sî cihê xwe di medya kurdî de digire. Ferzkirina zaraveyekî kurdî ya li ser hemû zaravayên din, ne karekî ku îro tê pêþêxistin e. Ev rewþ ji dema Osmaniyan ve dest pê dike û heta îro hatiye. Dema Osmaniyan, Silêmanî mîna Paytexta Kurdistanê rol leyîstiye. Hemû rewþenbîr, nivîskar, helbestvan û zanist li Silêmaniyê kom bûne û Silêmanî bûye bajarekî çandê. Di heman demê de Silêmanî bûye navenda çapemenî û weþanên kurdî jî. Bi taybetî piþtî têkçûna Osmaniyan a di þerê cîhanê yê yekemîn de, Ingilîz dikevin Baþûrê Kurdistanê û li herêmê bicih dibin. Fermandarê Ingilîz Noel ji aliyê Komîserê Ingilîz Sîr Arnold Wîlson ve li Silêmaniyê tê bicihkirin. Noel, karmendên kurd li daîreyên fermî bicih dike û mîna ku Osmaniyan pêþêxistî, zaravayê soranî li dibistanan dide xebitandin. Her wiha di warê pewerdehiyê de, zaravayê soranî û alfabeya erebî tê pêþêxistin. Pêþêxistina zaravayê soranî û alfabeya erebî ya li baþûr, polîtîkayeke dewletên dagirker e. Pêþî Osmaniyan, dû re dewleta Iraqê û îro jî dewleta Tirk, destê xwe dixin nava Baþûrê Kurdistanê. Ji bo ku di warê zimên û çandê de yekîtiyeke gelê kurd û yekîtiyeke zimanê kurdî pêk neyê, çi ji destê wan tê dikin. Di vî warî de jî hêdî hêdî ber bi armanca xwe ve diçin. Dewleta Tirk li baþûr vê yekê bi pêþ dixe û li bakur jî ranaweste. Di nava hewldanên mezin de ye. Bi rêya zanyarên xwe yên -qaþo- dîrokzan, zimanzan û pispor, dixwaze yekîtiya kurdan a di warê çand û ziman de hilweþîne. Dest diavêje zaravayê Kirdkî (Zazakî) û weke zimanekî ji kurdî cuda nîþan dide. Di vî warî de berhemên qaþo zanistî jî dide weþandin. Hinek kurdên zaza jî bikar tîne û di vî warî de dixwaze kurdan ji hev vaqetîne. Dema em li van hewldanên dewletên dagirker dinêrin û helwesta rayedarên kurd jî li ber çavan digirin, em dibînin ku rayedar, siyasetvan û rewþenbîrên me tên leyîstika dijminê gelê kurd. Em polîtîkayên dagirkeran ên li ser parçebûna çand, ziman û alfabeya kurdî dipejirînin. Em li gor daxwaz û hêviyên dagirkeran tevdigerin. Ev yek jî ji sînorên ku sala 1923-yan li Lozanê ji aliyê Lord Curzonê Ingilîz ve, li ser nexþeya Kurdistanê bi rastkêþê hatî xêzkirin, xetertir e. Sînor mîna dîwarê Berlînê dikare di rojekê de were hilweþandin, lê ziman û alfabe wê sînorên mezin bêxe nava kurdan ku êdî tu hêz nikaribin rakin. Mixabin îro dema em li rewþa Kurdistana Federe dinêrin, ev tirsa me mezin dibe. Lewra polîtîkayeke ziman û alfabeyeke standard tuneye û nayê meþandin. Em ketine sedsala 21-ê; sedsala înformatîk a lezgîn. Ragihandin û înformasyona lezgîn ku serî li mirovan digerîne. Di vê sedsala înformatîk de, em weke gelê kurd dikarin çi bikin? An emê weke çar parçeyên Kurdistanê bi hiþmendî û zanistî tevbigerin, helwesta xwe bikin yek, alfabeyeke hevgirtî bikar bînin, zaravayan nêzîkî hev bikin û ber bi standardkirina zimanê kurdî ve biçin; an jî emê weke ku dijmin em kirin çar parçe, ji hev dûr bikevin, cudahiyan kûrtir bikin, hinek bidin dûv erebên bedewî, hinek bidin dûv paþverûyên Îranê, hinek werin leyîstika Tirkan û di nava xwe de careke din bibin parçe... Gelê kurd pêwîst e berê xwe bide modernîzm, hemdemî û nûjeniyê. Rêya gelê kurd rêya ber bi Rojava ve ye. Alfabeya Latînî ku Celadet û Kamûran Bedirxan çêkirî tekane alfabeya gelê kurd e. Alfabeyeke ku di cîhanê de ji sedî 98 tê bikaranîn, wê gelê kurd ber bi þaristaniya sedsalê ve bibe. Heger alfabeyeke erebî ku ne bersiva demê li gelê kurd were ferzkirin, ev yek wê bibe sedema paþdemayîn û windabûna çand û zimanê kurdî. Alfabeya latînî ku niha li bakur, baþûrê rojava, li nav Kurdên Ewropa û cîhanê û hinekî li Baþûrê Kurdistanê tê bikaranîn ê yekîtiya gelê kurd pêk bîne, ber bi zimanekî hevgirtî û standard ve bibe û sînorên nava kurdan ji holê rake. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî | azadi_47 | Zimane Kurdi | 5 | 24-02-2008 03:16 AM |
| 75 saliya Hawarê de nivîskarên kurd Hawar nirxandin | PCkopat | Çandi Giþti | 2 | 19-08-2007 01:00 AM |
| ZimanÊ YekgirtÎ Û Kampanya | PCkopat | Çandi Giþti | 0 | 04-07-2007 09:09 PM |
| Dîsa li ser pirsa alfabeyê | PCkopat | Çandi Giþti | 1 | 25-03-2007 09:38 AM |
| disa Li Ser Pirsa Alfabê | Kajîn Jîr | Çandi Giþti | 2 | 15-03-2007 11:52 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.