Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Dinler ve Ýnançlar Bölümü > Diðer > Zerduþtluk, Þamanizm, Budizm vb.

Kayýt Ol SSS
Eski 03-05-2007, 04:30 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: bakü-moskova
Mesaj: 30,345
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 193854
Rep Puaný : 19382158
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute


Post Dîroka Kurdên Êzdî


Dîroka Kurdên Êzdî


Johannes Düchting li ser dîroka êzdiyan agahiyên di dema Osmaniyan de dide. Osmaniyan çawa êzdi wek ol pejirandin, peywendiyên Osmaniyan bi êzdiyan re di çi asteyê debûn? Begên êzdiyan di çi rewþê de bûn..
Salên piþt re ji bo Êzîdiyan bêdeng (ango bê þer) derbasbûn.
Împeretoriya Osmanî, ola Êzîdîtayiyê tevlî statûya wê î xas nas kir, Mîr Huseyn Beg jî ji hêla siltanê osmanî ve hate pejirandin û payeya „Çûhadarê Dêrî (çûhadar gotinek bi erebî ye û tê wateya kesê ku karê derve ê saziyeke fermî dike)“ ji bo wî hate dayîn. Êzîdî ne hatin mecbûrkirin ku di artêþa osmanî de leþkeriyê jî bikin.
Waliyê wilayeta Bexdayê (wilayeta Bexdayê di 1872’an de nûjen hatibû avakirin, beþek mezin ji yê Iraqa îroyîn û Kuwêyt jî di nav sînorên xwe de di hewand) Mîthat Paþa biryara ku Êzîdiyên Þêxanê jî leþkeriyê(ji bo osmaniya) bikin, da. Li ser vê yekê Êzîdiyan ji bo Mîthat Paþa û rayedarên osmanî daxwaznameyek ragihandin. Ev daxwaz a Êzîdiyan ne hat pejirandin. Di sala 1875’an de Êzîdî bi 50 lîreyên tirk ji leþkeriyê bêberpirs(mûaf) hatin girtin ango berdêla leþkeriyê wê 50 lîreyên tirk bidana. Lê di pêkanîna vê rêbazê de her tim pirsgirêk derdiketin.
Di 1885’an de biryarek din hat dayînê ku Êzîdî him 50 lîreyên tirk bidin û him jî ji bo demeke kin leþkeriyê jî bikin. Êzîdiyên li derdorên Helep, Amed û Wanê ev biryar pejirandin. Lê Êzîdiyên li wilayeta Iraqê(Bexdayê) li himber vê biryarê derketin. Bi ûþt a ku li herêma Þêxanê tevlîhevî derêxistiyê di sala 1875’an de Hiseyîn Beg hate girtin û ew avêtin zîndanê. Li ser vê yekê birayê wi ê ciwan Evd(Abd) Beg vatina(wezîfa) mîrîtiyê da ser xwe. Du biraziyên Hiseyîn Beg bi sedema ku apê wan hate girtin serhildan lidarxistin. Lê serhildana wan jî hate perçiqandin û ew jî hatin kuþtin.
Hiseyîn Beg di sala 1875’an de(piþtî girtina wî bi çend mehan) ji girtîgehê derket lê rewþa wî a tenduristî pir xerab bû. Hiseyîn Beg di 1879’an de çû ser dilovaniya xwe. Di navbera kesên ku dixwestin cihê Hiseyîn Beg bigrin(ango bibin Mîr) de nelihevhatin derket. Kurê wî ê herî mezin Elî Beg, di hemû mafên xwe borî û cihê xwe da kurê sêyem Mîrza Beg. Lê bes kurê navîn bi vê rewþê ne razî bû. Piþtî nîqaþên demdirêj ew û Mîrza Beg bi çekên giran, li himber hev, derketin çiyan. Gava Mîrza Beg bi tenê ji çiyê vegeriye wekî mîr hate îlankirin û ev yek ji hêla osmaniya ve jî hate erêkirin.
Ji ber polîtîkayên osmaniya ên tevkujiyê, di 1877’an de beþek ji Êzîdiyan ji nû ve reviyan rusyayê. Di bin rêberiya birazyê Mîrza Beg, ê bi navê Elî Beg, de nêzîkî sê hezar Êzîdî li derdora Aleksandropolê bi cih bûn. Êla Sipkî ya di bin pêþengiya Emer Axa de di navbera salên 1879-82’an de koçberî Qersê kirin ku, wê demê di bin dorpeçkirina rusan de bû û li wir bi cih bûn. Li gor hejmara þêniyê a 1897’an nêzî 15 hezar Êzîdî li transqefqasyayê, ku herêma rusan bû, dijiyan. Tê texmîn kirin ku ev hejmar di 1916’an de derketibû 40 hezarî.
Di salên 1891-92’an de, di împeretoriya osmaniya de li dijî Êzîdiyan êrîþên tevkujiyên giþtî destpêbûn. Vê carê armanc ew bû ku Êzîdiyên hejmara wan heta bi milyonekê daketî, bi tevahî bên qirbikin û ji dîrokê bên rakirin.
Delegasyonek ji 4 kesan(2 serbaz û 2 melle) pêkhatî ku fermanên Siltan Evdilhemît(1876-1909) radigihandin, di buhar a 1891’an de ji Stenbolê çûn Mûsilê. Di peyama ku Evdilhemît bi delegasyonê re rêkiribû de dihata gotin ku Êzîdî ji eslê xwe de misilman in û biryar hatiye girtin ku Êzîdî vegerin ser ola „heqîqetê“. Ji dervî van jî di peyamê de dihate bi bîrxistin ku Êzîdiyan bacên leþkeriyê ên du salan jî nedane. Di tîrmeha 1891’an de gazî Êzîdiyan kirin ku werin Mûsilê û li wir biryarê rêvebira osmanî ji wan re hate gotin. Bedlên(ûnîformayên) þîn ku Êzîdî jê pir nifret dikin, li 22 girgirekê Êzîdiyan ku, Mîrza Beg jî di nav de bû, kirin. Ev bêhûrmetiyek mezin bû bo Êzîdiyan.
General Emer Wehbî Paþayê ku rêvebira Mezra Botan(Misopotamya) di destan de bû, di 19’ê tebax a 1892’an de ragihand ku, divê hetanî waliyên nû bên vatindarkirin(wezîfedarkirin an jî tayînkirin) hemû Êzîdî an misilman bibin an jî oleke ku di Quranê de heq tê dîtin bi pejirînin, na û na Êzîdî tev wê bên qirkirin. Beþek Êzîdî ku Mîrza Beg jî di nav de bû, kelîma þahdê gotin.General ji kêfa hiþê xwe windakir û têlgrafek rêkir Stenbolê û tê de got bi hezaran Êzîdî misilman bûne(li gor texmînên nepixandî ên general 1.1 milyon kes). Ji ber ku Mîrza Beg û birayê wî Badî Beg derbasî misilmaniyê bûbûn, mehê 2000 quruþ meaþ ji bo wan hate girêdan û payeya „Paþa“ tiyê jî ji bo wan hate dayîn.
Birayê Mîrza Beg Elî Beg,(di sala 1879’an de di payeya emîrtiyê bihûrtibû ango emîrtiya ku osmaniya dabû wî ji ser xwe avêtibû) li dijî guhertina olê bû. Ji ber vê sedemê jî ew hate girtin û îþkence lê hate kirin.
Di vê navberê de 100 mêrê Êzîdî yên olî serî li balyozê frensayê Siouffî dan û jê re sergirtî diyar kirin ku, gava alîkarî bi wan re bêkirin dikarin derbasî mesîhîtiyê jî bibin. Siouffî jî daxuyakirin ku tiþtê ji destê wî bê wê bike.
Waliyê nû Osman Paþa, di êlûna 1892’an de, gihiþt Mûsilê. Lê General Wehbî bêyî ku walî bike hisab, ji bo tevgera cezakirina herêma Êzîdiyan yekîne þiyandin. Bi piþtgiriya Erebên Þammar û Kurdên Misilman yekîne ketin Þengal û Þêxanê; Êzîdî bi mirinê hatin tehdît kirin û tirsandin.
Bi hejmarek mezin gund hatin xerab kirin, bi sedan Êzîdî hatin kuþtin û gelek ji wan jî hatin girtin. Yekîneyên Emer Wehbî, ziyaret a(gor a) Þêx Adî a li Laliþê jî dorpêç û dagir kirin. General ziyaret(gor) da talan kirin. Xwest ku sencax a pîroz biþînê Mûsilê. Bi heman cureyî dest danî ser heykelekî miyê î ji bronz çêkirî û kopalekî, wekî din jî tiþtên binirx yên ji kesên pîroz(kesên di olê de navdar û ayîndar) mayî birin û got ku, ev tiþt bêhtir layiqî mûzeya siltan in. Lê ev tiþtên pîroz hîn li biryargeha artêþê, bi rengekî ecêb ji holê rabûn. Emer Wehbî di dewsa zîyareta Þêx Adî de vekirina medreseyekê jî ji bîr ne kir.
Emer Wehbî bikaranîna peyva Êzîdî jî qedexekir. Di xwestin ku bi girtiyên Êzîdî, bi zordestî peyv a xerab bidin gotin lê piraniya girtiya bedêlê de peyv a „siltan“ bilêv kirin. Çûyîna nimêja misilmana a roja înê, ji bo Êzîdiya jî kirin mecbûrî.
Di vê navberê de zêdekariyê Emer Wehbî li Stenbolê jî hatin bihîstin. Misyonerên Ewropî û hinek balyozxaneyan dengê xwe bilind kirin û kiryariyê general Wehbî protesto kirin. Li ser vê yekê Siltan Evdilhemît di 9’ê berfenbar a 1892’an de Emer Wehbî ji vatinê daxist. Di serê 1893’an de gazî Wehbî kirin ku bê Stenbolê.
Li Þengal û Þêxanê rewþa hiþk û zirrihayî domand. Erebên Þammar a nedixwestin keriyên miyên ku ji Êzîdiyan dizîbûn þûnda bidin Êzîdiya. Di cotmeh a 1893’an de þer ji nû ve destpêkir û dawiyê de serbazê Êzîdiyan Sofuk Axa got ku ew ji bo hevdîtinan amade ne. Êzîdiyan azadiya baweriyên xwe dîsa bidest xistin. Lê artêþeke xurt a osmanîya li Beled Þengalê ma.
Berdêla azadiya baweriyan pir giran bû: Êzîdî mecbûr man ku,di gundên xwe de, destûrê bidin vekirina dibistanên ola îslamê. Ziyareta Þêx Adî bi dirêjahiya 12 salan wekî dergeha derwêþê îslamî û dibistana ola îslamê ma.
Mîrza Beg û kesên din yên girgirek dîsa vegeriyan ser ola xwe î berê(ango Êzîdîtayiyê) û payeyên xwe jî parastin. Elî Beg ê ku bi biryar tevdigeriya sergomî Kastamonûyê hate kirin.
Tevlî ji nû ve bidestxistina azadiya baweriyê jî, hejmara Êzîdiyan piþtî qirkirinê kêm bû. Mînak, li herêma Tûrabdîn(Torê) Hesenê Qenco ku mezinek ji ê Êzîdiya bû, tevlî êla xwe misilman bû û wisa jî misilman ma. Êzîdiyên herêma Cebel Þengalê bi ola xwe ve girêdayî man lê ew jî mecbûr bûn ku leþkeriyê bikin. Piraniya leþkerên Êzîdî rêkirin Yemenê û carek din jî venegeriyan.
Di vê navberê de Mustefa Nurî Paþa bû waliyê Mûsilê. Mustefa Nurî hebkî nerm nêzîkî Êzîdiya bû. Medreseya ku Emer Wehbî Paþa di dewsa ziyaretgeha Þêx Adî de avakiribû girt û ev cihê pîroz dîsa þûnde da Êzîdiya. Lê Mustefa Nurî Paþa pirtûkek biçûk bi navê „Lênerînek li ser terîqata Êzîdiyên îsyankar û kesên xerabiyê(.............) di hebînin“ weþand ku vê broþûrê gelek çewtiyên mezin di derbarê Êzîdîtayiyê de di hewandin û bu sedem ku gelek fikrê þaþ li ser vê olê belavbibin û di serê mirovan de cih bigrin.
Nurî Paþa jî nikarîbû, Êzîdiyên ku bi hejmar pir kêm bûbûn, ji êrîþ, zext û þopandina misilmanan bi parasta.
Çend car a bang li Mîrza Beg hate kirin ku misilmaniyê bipejirînê û di rewþa nepejirandinê de bi qutkirina meaþê salekê, zext li ser pêkhatin. Mîrza Beg di sala 1899’an de çû ser dilovaniya xwe. Birayê wî Elî Beg ê ku di 1898’an de ji tarawgeh(sirgûn)ê vegeriya bû, wekî emîr hate hilbijartin.
Di sala 1913’an de Elî Beg hate kuþtin. Du kesê ji êl a Basmariya, ku di nav Êzîdiya de êl a girîng a duyem bû, ji kuþtina Elî Beg berpirs hatin girtin. Kesên ku tewanbar di hatin dîtin tevlî malbatên wan hatin kuþtin. Kurê Elî Beg ku bi temenê xwe hê zarok bû, di dewsa Elî Beg de kirin emîr. Di navbera xanima Elî Beg a bî mayî Meyan Xatûn û birayê wî Îsmaîl Beg Kol el Dasinî de, li ser rêvebirê nelihevkirin derket. Di vê nakokiyê de Meyan Xatûn bi ser ket, lê nerehetî û bêhizuriya di nav malbatê de bi dehan sala domand. Pêþî destûr dan Îsmaîl Beg ku xwe bi þûnde bikþîne Þengal(Cebel Sincar)ê. Ew diramî ku bi alîkariya rus a desthilatdariyê li ser Êzîdiya pêk bîne.
Di Împeretoriya Osmanî de, piþtî 1911’an li dijî Êzîdiyan êrîþa dîsa destpêkir. Bi taybet General Faruq Paþa yê ku, xwe di nav Împeretoriya Osmanî a bi ber belavbûnê ve diçû de wekî qomutanê tevgera îslamî didît, li dijî Êzîdiyan bi hejmarek zêde êrîþê tevkujiyê sazkirin û ji dervî vê jî Elawî, Mander û Nesturî jî perçiqandin.

Tê texmîn kirin ku bi van tevkujiyên nû yên di navbera salên 1911-1918’an de, hejmara Êzîdiyan nîvî bi nîvî kêm bû. Piþtî emîr Mûawiye hat Ewropa alîgirê wî yên ku ji wê demê mabûn ajotin Yemenê. Di encama bazariyên dijwar de Meyan Xatûn, di sala 1914’an de li wilayeta Mûsilê(ku þêniya Êzîdiya li vir heta 68 hezarî daketibû) ola Êzîdîtayiyê bi fermî da pejirandin.
Ji dervî vê jî, tevgerên jiholêrakirinê ên ku li dijî ermenî û mesîhiyan dihatin bikaranîn, Êzîdî jî kirin hedef. Tevlî ku nebûn cangoriyê tevgerên tevkujiyê ên ji hêla dewletê ve dihatin rênîþankirin jî, lê hin rêvebirên heremî ku tevkujiyên li ser ermeniyan fersend didîtin, meremê xwe ên li dijî Êzîdiyan bicihdianîn.
Gelek gundên Êzîdiyan wekî gundên din yên kurdan, di dema tevgerên tevkujiya li ser ermeniyan de, ermeniyên di bin metirsînê de kirin nav xwe û ew ji êrîþan sitirandin. Îddîaya ku kurdan berpirsê serekê ê tevkujiya ermeniyan dibîne, dereweke çîptazî ye. Lewre di navbera salên 1915-1918’an de 700 hezar kurdên Êzîdî û kurdên misilman jî hatin kuþtin.(12)

Êzîdiyan, 20 hezar ermeniyên dibin þopandin û tehdîtê de anîn Þengalê û ji mehûbûnê rizgar kirin. Li herêma Îngelê alîkarî dan 60 hezar ermeniyên ku di destê Osmaniyan de dîl bûn. Daxwaza rêvebira Osmanî ku, ew daxwaz teslîmgirtina ermeniyên li Þengalê bû ji hêla Îsmaîl Beg ve hate redkirin. Karmendên Osmaniyan ku ji bo vî karî hatibûn Þengalê kincên wan ji wan hatin jêkirin û tazî bi þûn de hatin rêkirin. Yekîneyên di bin serleþkeriya Enwer Paþa de tevlî milîsên ereb ku bi Osmaniyan ve girêdayî bûn, di sibat a 1918’an de êrîþ birin ser serhildêrên Êzîdî ên Þengalê. Li derdorê Þengalê(Beled Sincar) Êzîdiyan êrîþ birin ser yekîneyên desthilatdariyê. Lê ev hewldan bêserkeftin ma. Êzîdiyan xwe li asêgehên çiyan girtin û li benda alîkariyekê man. Îngilizên ku li Baþûrê Mezrabotan peywir a mêtingeriyê, ji Împeretoriya Osmanî ya ku hildiweþiya, dewrgirtibû, di demeke kin de bi hawara Êzîdiyên di asêgehan de hatin.

MÊVAN is offline  
Eski 03-05-2007, 04:39 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Aug 2006
Konum: yolda..
Mesaj: 9,637
Üye No: 23699
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 136917
Rep Puaný : 13690593
Rep Derecesi
Serhad has a reputation beyond reputeSerhad has a reputation beyond reputeSerhad has a reputation beyond reputeSerhad has a reputation beyond reputeSerhad has a reputation beyond reputeSerhad has a reputation beyond reputeSerhad has a reputation beyond reputeSerhad has a reputation beyond reputeSerhad has a reputation beyond reputeSerhad has a reputation beyond reputeSerhad has a reputation beyond repute
Varsayýlan


zor spas hewalım...
Alýntý:
MÊVAN kullanıcısına tekrar oy verebilmeniz için biraz da başkalarına vermeniz gerek. Torpil yok.. :-)
üzgünüm aklımdasın...

__________________
Serhad is offline  
Eski 03-05-2007, 04:50 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: bakü-moskova
Mesaj: 30,345
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 193854
Rep Puaný : 19382158
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayýlan


sağol heval yorumun yeter

__________________
MÊVAN is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
YekemÝn Romana DÝrokÎ A Kurda Derket berxwedan Çandi Giþti 0 13-03-2007 07:31 PM
Dîroka Wendabûyî (ya) "KURDISTAN" Dino-Amed Çiroken Kurdi 1 02-03-2007 10:14 AM
Di sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de Kajîn Jîr Çandi Giþti 1 20-01-2007 08:33 PM
Kurdên koçberiyê... rojekanu Çandi Giþti 5 12-12-2006 12:26 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 05:27 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.