Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Zanisti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 12-08-2008, 08:40 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2008
Mesaj: 1,073
Üye No: 342782
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 21023
Rep Puaný : 2102140
Rep Derecesi
Þêrê Girêdayî has a reputation beyond reputeÞêrê Girêdayî has a reputation beyond reputeÞêrê Girêdayî has a reputation beyond reputeÞêrê Girêdayî has a reputation beyond reputeÞêrê Girêdayî has a reputation beyond reputeÞêrê Girêdayî has a reputation beyond reputeÞêrê Girêdayî has a reputation beyond reputeÞêrê Girêdayî has a reputation beyond reputeÞêrê Girêdayî has a reputation beyond reputeÞêrê Girêdayî has a reputation beyond reputeÞêrê Girêdayî has a reputation beyond repute
Arrow Xutba XatÝr XwestÝnÊ


XUTBA XATÝR XWESTÝNÊ


Ev xutbe, ji alîyê pêxemberê îslamê Hz Muhammed (S.A.V) ve di sala Hîcrî 9, mîladî 631 de li Mekkê Çîyayê Erefatê di hizura 140,000 kesî de hatiye xwendin.



Hemd ji bo Xweda ye. Em ji wî re hemd dikin û ji wî mexfîretê dixwazin û ji wî re towbe dikin. Em ji þerrên nefsa xwe û gunehên emelên xwe, xwe dispêrin Xwedê Teala. Kesê ku Xweda wî bigîhîjîne ser rêya rast, yê ku wî bixerifîne û kesê ku Xweda wî bixerifîne jî yê ku wî bide ser rêya rast , tune.


Ez þehadet dikim ku: Ji Xweda pêve îlah tune. Ew yek bi tenê ye û heval û þerîkê wî tuneye. Ez dîsa þehadet dikim ku: Muhammed (S.A.V.) evdê wî û pêxemberê wî ye.



Gelî evdên Xweda!


Ez þîretê li we dikim ku hun ji Xweda bitirsin û ji wî re îteet bikin. Ez dixwazim ji we ra qala xêrê bikim û paþê bibêjim ku: “Gelî mirovan! Gotinê min baþ guhdar bikin. Wellehî nizanim. Dibeku li vî cîyê sekinî me, salek din em hev û din nebînin.


Dîqqet bikin! Dibe ku hun ji îsal pêve min nebînin. Xweda rehma xwe li wî kesê ku gotinê min baþ guhdar dike û ji ber dike bike. Dibeku , yê fahm kiriye ji yê fahm nekiriye ra bibêje. Yê fahm kiriye ji, ji yê xwe çêtir fahm kiriye ra bibêje.


Ji Rebbê xwe ra evdîtîyê bikin. Pênc wext nimêja xwe bikin. Di meha Remezanê de rojîya xwe bigrin û herin heccê. Bi dil û yêqîn zikata xwe bidin. Hunê bikevin cinneta rebbê xwe.


Gelî mirovan!


Pirsî: “Ev kîjan roj e? Gotin : “Xweda û pêxemberê wî çêtir zane.”


Pirsî: “Ev meha we kîjan mehe?” Gotin: “Xweda û pêxemberê wî çêtir zane.”


Pirsî: “Ev bajarê we kîjan bajar e?” Gotin: “Xweda û pêxemberê wî çêtir zane.”


Roja we rojek heram! Meha we mehek heram! Bajarê we bajarekî heram e!




Gelî mirovan!


Heta hun digîhîjîn rebbê xwe, xwîna we û malê we, wek vê roja û wek vê meha û wek vî bajarî ji we ra hatiye heram kirin.


Hay jê hebin ku ezê berê we herim ser hewuzê ûli we bisekinim. Li hemberî ummetên din, ezê bi pirranîya we peznê xwe bidim. Bi gunehkarî min rû reþ nekin!


Di tiþtê we ji min dîtîye û ji min bihîstîye û ji min pirs kiriye da, ji ber xwe ve çêkirî kî derewan li min bike; bira cîyê xwe di cehennemê de hazir bike.




Hay jê hebin ku: “Ezê hinek mêr û hinek jinan xelas bikim. Ew merivên ku ez dixwazim wan xelas bikim jî, ezê li ser wan pirr bisekinim. Ezê bibêjim: “Ya Rebbî! Evanan ji sehabê min in.” Wê Xwedê Teala jî bibêje: “Ma tu zanî wan di pêy te da çi kirine?”


Got: “Ya rebbî! Tu þahid be ku min ji vanan ra teblîx kir.


Bi rastî hunê herin cem rebbê xwe. Hunê ji ber kirinên xwe ve bêne pirskirinê? (Destê Xwe ber bi esmana ve bilind kir û got “Min teblîx kir? Ya rebbî tu ji teblîx kirina min ra þahid be, Ya rebbî tu ji teblîx kirina min ra þahid be!


Li cem kî emanet heye, bira wî hema bide xwedîyê wî. Baþ bizanibin ku sê tiþt kerb û çavnebarîyê naxe dilê mu’min û muslimanan!




1-Ji Xweda re bi emelekî îxlas îbadet kirin


2- Li amîran þîret kirin


3- Bawerî anîn û karên qenc kirin.


Baþ bizanibin ku; hemu tiþtê dewra cahilîyê di bin pîyê min da ne û betal e.


Hemu dozên xwînê ku, dewra cahilîyê, min rakiriye û betal kiriye. Doza xwînê ku ya pêþîn min betal kiriye, doza îbnê Rebîâ Xarîs bîn Ebdulmutalîb e.


Min hemu faîzê dewra cahilîyê betal kiriye û rakiri ye. Faîza ku min pêþî rakiriye faîza apê min Ebas bîn Ebdulmutalîb e. Lê perê we yê esil ji we ra ye. Heqqê we ye. Ji vîya zêde tiþtekî nexwazin û li deyndaran zulmê nekin û ne ji, ji heqqê xwe kêm bikin û xwe mazlum bikin. Xweda hukim daye ku faîz tune!




Gelî mirovan!


Bi rastî þeytan; di vê axa we da, ebedîyen bêhêvî ye ku hun jê ra îbadet bikin. Lê hun ji vîya pêve hinek karê xwe yên piçuk de bidin pêy wî, ev bi xweþa wî diçe. Ji alîyê dînê xwe ve hîfza xwe jê bikin.


Li bal Xwedê Teala hejmaran meha dozdeh in. Ji evanan çar, mehê Heram in. Sê heb di pêy hev da tên, evanan: Zîlqade, Zîlhîcce û Muharrem e. Ya din jî Rece b e.




Gelî mirovan!


Di derheqê pîrekan de ji Xwedê bitirsin. Lewra we, ew bi emaneta Xwedê Teala ji xwe ra girtin û zewaca bi wan ra jî, bi kelîma Xwedê û destura wî, we ji xwe ra helal kir.




Gelî mirovan!


Bê þik heqqê we li ser pîrekên we heye û heqqê wan jî, li ser we heye.


Heqqê we yê ku li ser wan: “Ji we pêve pîyê kesî bi nav lihêfê we nexîn û fihuþ û zînayê nekin û heta hun desturê nedin wan, kesî nexin malê we. Eger ew tiþtekî awa bikin, Xweda destur daye we ku, hun wan di nav lihêfa wan da tenê bihêlin. Hun dikarin bi lêdanek ku pirr canê wan nayêþîne lê bidin. Eger sernermîyê bikin, heqqê wan ên li ser we; li gorî urf û edetên welat dayîna hemu nifqên wan e. Di derheqê pîrekê de, ez þîreta xêrê li we dikim. Lewra ew li cem we zeîf in emanet in.


Gelî mirovan!


Gotinên ku min ji we ra teblîx kiriye, di hiþê xwe da baþ bigrin. Min tiþtekî wusa ji we ra hiþte ku, eger hun qenc pê bigrin, hun tu carî nakevin delaletê. Ew,


Kitêba Xweda,


Sunneta pêxemberê Xwedê û


Ehlê Beytê min e.




Gelî mirovan!


Gotinên min Xweþ guhdar bikin û di hiþê xwe da bigrin. Musliman birayê musliman e û bi vî awayî hemu musliman birayê hev in. Malê birayê wî, heta ew birayê wî bi dilê xwe nedê jê ra helal nabe. Zulmê li xwe nekin!


Pirsî: “Ji boXwedê ma min teblîx kire?” Muslimana gotin: “ji bo Xwedê belê!”


Ya rebbî! Tu þahid be!


Naxwe hun di pêy min de bi kafirî nezivirin cahilîyê û situyê hev û din jê nekin!




Gelî mirovan!


Rebbê we yek û bavê we yek e. Hun tev ji zurîyeta Adem in. Adem jî ji axê ye. Di nav we da yê herî bi rûmet, yê herî mutteqî ye û yê emrê Xweda gelekî tîne cî û ji yasaxên wî jî, xwe pirr diparêze. Ereb ne di ser ecem ra ye rumet û þeref bi teqwayê ye.


Got: “min teblîx kir?” Gotin: “Belê.”


Ji we ên li vir in bira ji ên ne li vire ra teblîx bike bigîhîjînê.


Gelî mirovan!


Bi rastî heqqê Xwedî heqqan hatiye dayîn. Ji waris re hewcîyê wesyetê nake. Zarû di nav lihêfê kî de welidî be yê wî ye. Ji bo zanî mahrumîyet heye. Kesê ku xwe ji bavê xwe pêve nîsbetê yekê bike; laneta Xweda û melaîketan û mirovan li ser be. Xweda ne towbeyên wan qebul dike û ne jî fîdye û farîzê wan qebul dike.


Gelî mirovan!


Ji we ra koleyekî ku azayê wî kêm be jî bi amirî bê tayîn kirin û bi kitêba Xwedâ we îdare bike, wî guhdar bikin û îteetî wî bikin.


Pirsî: Eger ez ji we bêm pirskirin; ma min wezîfa xwe ya pêxembertîyê anîye cî?


Eshab got: “Belê, te wezîfa xwe ya pêxembertîyê anî cî”


Ser vê yekê tilîya xwe ya þehadetê bilind kir û sê cara got: “ Ya rebbî þahid be, Ya rebbî þahid be, Ya rebbî þahid be!



Çavkanî: Mehmet Asým Köksal, Dîroka Ýslamê , Cilt 17, Rupel 252-261, Weþanên Þamil.



WERGER: FÝKRÎ AMEDÎ

Þêrê Girêdayî is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008



Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:52 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.