|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Jİ HZ. ELÎ ŞÎRETÊN ZÊRÎN -1
1- Fêkîyê lezkirinê xeletî ye. 2- Birçîbun, ji rezîlî û riswatîyê çêtir e. 3- Dijminê mêr, ji dostê di nava xwe da bi hesab û kitêb e çêtir e. 4- Ji bo edaletê bêsihudîya mezin, zulimkarîya serokê dewletê ye. 5- Edalet, saxî û pergala xelkê û xeml û xweşîya karmendan e. 6- Sîyaseta herî rind, edalet û wekhevî ye. 7- Adil be ku, bira qudreta te dewamî be. 8- Karê bi edaletê, sîyaseta herî baş e. 9- Ji efukirinê şerm nekin, ji cezakirinê ra jî lez nekin. 10- Ehmaq di serê her karî de sond dixwe. 11- Aqil di xerîbîyê da nêzîkî ye; ehmaqî, di war û welat da xerîbî ye. 12- Malekî wek aqil û dostekî wek xuyê baş û mîratekî wek edebê û rûmetek wek îlîmê tune. 13- Zengînîyek wek aqil û xizanîyek wek nezanîyê tune. Peyrewîya edebê kar e, şêwr jî, hêz e. 14- Mirovê jîr /biaqil dibeku xizan be lê hewcîyê sedeqên kesî nîne. 15- Mirovên jîr ji tecrubên xwe îbretan digre. 16- Mirovê jîr kemalê, mirovê nezan mal dixwaze. 17- Jîr, dijminê te be jî pê bişêwire, nezan dostê te be jî guh nedê. 18- Jîr, bextîyarê mirovan e. 19- Zimanê biaqilan di dilê wan da ye. Zimanê ehmaq û nezanan jî di devê wan da ye. 20- Texmîna jîran, ji rastîya nezanan çêtir e. 21- Mirovê jîr hindik dipeyîvin. Bi tenê ehmaq pirr dipeyîvin 22- Tewazu rûmeta herî mezin e. 23- Tewazu fêkîyê îlîm e. 24- Kesê di aleyha wî de delîl tunebe, mazur bibînin; ew kes ez im. 25- Xuy pêdarê canê mirov dibe û wî dixe bin qontrola xwe. 26- Xuy wek tebîetê didoyan bi mirov ra ye. 27- Xêvikî û saxikîya mezin, di pezin û tenkîdê da pêşveçune. 28- Hevalê bi xêr ewe ku di rêya rast de ji te re delîlekî qenc be. 29- Esil sêwî ên bê dê û bav nînin. Esil sêwî kesên kêm aqil in. 30- Nêzî mirovên rezîl û riswa nebin. Ew bi rûyê xwe ji we re dikenin, lê di nava xwe da xerabîyê vedişêrin. Heta tu dilê wan xweş bikî, ji te hiz dikin. Eger tu nifqên wan bibirî û nedî wan, jahra xwe di ser te de diherikînin. 31- Dijminantîya merivan, ji pêvedana dupişkan wêdatir e. FİKRÎ AMEDÎ |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Nivîskar û Kurd Qedrî Can | MÊVAN | Çandi Gişti | 1 | 12-03-2008 04:45 PM |
| Azad Û FasÛliya Bisihir | PCkopat | Çiroken Kurdi | 0 | 13-01-2008 08:24 AM |
| Behman Qûbadî bi Nîve Hevyê xelata zêrîn a festîvala San Sebastiyan girt | Mirza | Sinema | 3 | 08-12-2006 11:01 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.