|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Mîmarê e-peyamê (e-posta) axivî: “Dema ev teknolojî bi pêş ket tiştekî weke “spam” ku dê çêbibe qet nefikirîbûm.
Naveroka e-peyama ewil a hatiye şandin nayê bîra Ray Tomlinson. Lê dibêje ku di naveroka wê de tiştekî girîng tunebû. Her çi dibe bila bibe, di encamê de di sala 1971’an di êvareke zivistanê de, Tomlinson bi bernameya “Send Message” peyamek ku ji kompîtura cîranê xwe re metreyek dûr e şand, mizgîniya e-peyaman da. Rojê 3 milyar peyam Her ku çû e-peyam di cîhanê cihê xwe girt û bû platforma ragihandinê ya herî zêde tê bikaranîn. Her wiha tê texmînkirin ku servîsa e-peyaman a Yahoo û Hotmailê li ser van navnîşanan rojê 3 milyar peyam têne şandin. Bi pêşketina e-peyaman re gefên e-peyamên spaman jî zêde bûn belkî di salê de tenê 52 saetên xwe em ji bo jêbirina wan xerc dikin. Çeka hin sûcdarên sîberê ya herî mezin e-peyam in û bi vê riyê bêhejmar zirarê didin însanan. Ray Tomlinson (69) ku di şîrketeke BBN Technologies de dixebite der barê vê mijarê de wiha dibêje: “Berê hejmara însanên ku e-peyam bi kar dianîn di navbera 500 û hezar kesî de bûn. Heke ji were spam dihat, bi hêsanî dikarîbûn ji aliyê kê hatiye şandin bizanibin.” Tomlinson, der barê vê mijarê de xwe sûcdar hîs nake û wiha dibêje: “Spam bi rastî jî pirsgirêkek e, lê wê demê min nizanîbû dê talûkeyeke wisa derkeve holê. Niha e-peyam bûye navgînek, hin kes bi awayekî baş û hin kes jî bi awayekî nebaş bi kar tînin. Heke hûn bi kompîturekê bixwazin vîrus belavî cîhanê bikin, e-peyam ji bo vê yekê navgîneke gelekî muhîm e.” Bi hejmaran e-peyam 170 milyar: Hejmara e-peyaman ku rojê li tevahiya cîhanê tê şandin. 2 milyon: Hejmara e-peyaman ku her saniye tê şandin. 49 deqîqe: Di ofîsekê de rojê dema ku ji bo e-peyaman tê buhurandin. 3 0-40: Hejmara kesên ku dixebitin, di saetekê de e-peyamên xwe kontrol dikin. zanistiuteknoloji.com |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Sanat Postası (Mail Art) | SeReN | Kültür Sanat Bölümü | 1 | 20-12-2007 07:17 PM |
| 64 yıllık Posta kartı Japon sahibine ulaştı | xecê | İlginç Konular | 0 | 21-10-2007 03:07 PM |
| Elektronik posta strese sokuyor | ezel | Genel Sağlık | 0 | 07-09-2007 12:56 PM |
| Yaşamın Yeni Gerçeği Elektronik Posta | rojekanu | E-Book, E-Kitap | 0 | 11-04-2007 01:56 PM |
| Windows Altında 15 Dakikada Posta Sunucusu Kurulumu | bereday21 | Bilgisyar Donanım Desteği | 0 | 23-03-2007 10:17 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.