|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
DATA LI ASTÊ ATOMAN TÊNE EMBARKIRIN
Çavkanî: Anders Lotsson, International Data Group AB, Swêd Werger. Zagrosê Hajo Lêkolînvanên IBM şanî me dan çawa pêkanîna mekanîsmên herî giring di komputer de –embarkirina data û pevegirêdan - bi riya take gerdan bi cih tê. Yek atom bi serê xwe dikare weke kilîteke elektrîkê (switch) karbike û jimara yek yan sifir embar bike. Lêkolînvanên IBM ev pêş me kirin. Wateya vê ew e, ko di demeke bê de emê karibin prosesoran avabikin, ko ew ji libeke tozê ne mezintir bin. Ev yek ji aliyê lêkolînvanan ve, di pêşangeheke nanoteknolojiyê de li navenda lêkolînan ya IBM li Almaden li Kalifornya û li Zûrich, hate kirin. Wan metodek bipêşxist, da karibin xisleta bi navê anîzotropiya magnetîzî (magnetic anisotrpy), ya her take atomê bi serê xwe, bipîvin. Anîzotrpî bêjeyeke bedewtir e di şûna bêjeya ”newekhev” de tê bikaranîn. Ji anîzotropiya magnetîzî derdikeve der, ka çiqasî hesan e madeyek, li gor peywendiya bi zeviya magnetîzî re, dikare were magnetîzekirin. ![]() Di vî wêneyî de atomeke hasin li ser sêlek paxir e. Tîr nîşan didin ka berê zeviya magnetîzî, ya atomê ko jê re anîzotropî dibêjin, bi kû ve ye. Eger berê zeviya her take atomê were tesbîtkirin ev dibe gavek ji bo bikaranîna wan ji embarkirina data re. Eger mirov karibe vê xisleta atoman bipîve, êdî ew dibe gaveke girin ber bi delîva ko atom di komputeran de nûnertiya jimarên yek yan sifr bikin. Di heman demê de lêkolînvanên IBM li azmûngeha Zûrich ragehandin, ko ew dikarin bihêlin da yek gerd (molecule) bi erkê kilîta elektîkî rabe. Ev bi xwe bingeha karê ko tranzistor pê dirabin û dibe ko take gerd di pêşerojê de cihê tranzistoran bigerin. Encamên van herdû lêkolînan di kovara bi rûmet Science de ne. Li gor IBM, dê hê bi kêmayî deh sal derbas bibin berî ko berhemên vê nanoteknoljiya pêşketî li bazarê bêne firotin. Lê ew dê gaveke pir mezin be ji bo ko li şûna silîkon teknîke nû were meydanê. Dive bête gotin ko IBM, weke hevrikên xwe Intel û AMD, hûrbîniya prosesan ji 90 nanometrî (yek li ser milyonî ji mîlîmetrekê) gehandiye 65 nanometran, û di van salên li ber me çavên wan li 45 û 32 nanometran e. Lê çiqasî mirov hûrtir here hewqasî kehreba kêmtir tê zeftkirin, ta dawî ko êdî proses nema têne bikaranîn. Matthew McMahon, şêfê ragehandinê li IBM dibêje: - Di hemû lêkolînên nanoteknolojiya me de em li ber xwe didin, da dema ko silîkon bigehe sînorên bikaranînê, em nasbikin ka kîjan made bi kêrî teknîka komputeran tên. Armanca dawî bidestxistina komputerên li ser binyata gerdî de ne, lê berî wê dê hin gav bi rê de hebin. Belkî ew teknîka îro jî be lê ewê li ser binyata hîbrîd (dureg) be, ko tê de nanolûleyên rejîyî (carbone) cih bigirin. ![]() Tranzistorê gerdî yê IBM. Gerd tev, naftalosyanîn (naphthalocyanine), bi du atomên hîdrojênê (Hydrogen) tê birêvebirin, ew di dawiya wêne de ne. Dema mirov voltajeke (voltage) piçûk ji serê derziyê bi de gerdên hîdrojênê, mirov dikare bihêle ko atom tev kehrebayî bibin gehên (conductive) yan negehên (non conductive), bi gotineke din ew di rejîma on-off (pêketî-mirandî) de kar dikin. Nasandina nanoteknolojiyê bi van gotinan tê kirin: teknîka hûrgilî ya ji 100 nanometrî piçûktir, yan hê jê jî piçûktir. Hûrgiliyên weha piçûk ji bo nişankirin û guhastine take atoman bi mikroskopên elektronî jî nayêne dîtin, ji ber wê rengekî din ji teleskopan pêwist e, ew jî mikroskopa elektronî ya skanker (Scanning Electron Microscope) e. Problemeke din germbûn e. IBM di azmûna xwe de germbûneke gelekî nizim bi akr aniye, lê da ko bikaranîn praktîkî be, dive ew di bin germbûneke normal (li dor 22o C) de be. McMahon dibêje: - Gava bê ew e ko anîzotropiya magnetîzî, ya take atoman, di bin germbûneke normal de were pîvandin. Lê eger hat û me atom li gor armanca xwe jî peydekirin, dîse dê deh sal derbas bibin berî ko ev teknîk bikeve praktîkê. Kilîta elektîkî ya lêkolînvanên Zûrich ji gerdekî ko ji du atomên hîrdrojênê ye. Ew dixwazin vê kilîtê ji atomne din jî avabikin. Armanc ew e ko sîstemeke bi rêk û pêk ya kilîtên elektrîkî avabikin û ew bibe bazinekî lojîkî, da weke prosesorekî kar bike. Piştre dive sîstem bi jimarên mezin were çêkirin, li vir hilberînî (production) ne di bin mikroskopa elektronî de ”bi mûçinkan atom li rex atomê” tê danîn. Xisleteke atoman heye ko sûd jê dikare were giritin, ew jî meyldariya atoman e, ko bi hin formên tabet bi xwe li hev kom bibin. IBM ev xislet di xwelihevsiwarkirina atoman de bi kar aniye, da têlên mikroprosesoran ji hev cuda bikin. Li hawîrdorî her têlekê milyardên belbeîskên valatiyê haine afiriandin. |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| 1 Milyon Program ( Tek Tıkla İndir ) | sabata | Program Download | 259 | 07-08-2008 10:10 PM |
| Veri Transferi | bereday21 | Veri Tabanları - SQL | 1 | 12-06-2008 10:28 AM |
| 2008 En Yeni en güzel Programları süpeer. | vahdetser | Program Download | 4 | 02-05-2008 01:36 PM |
| MSSQL 2000’de Meta Data Servisleri | Nuhkentli | Windows | 0 | 03-02-2008 12:59 PM |
| Wî... min xwiska xwe ji bîr kir!.... | sezi | Çiroken Kurdi | 5 | 24-09-2007 01:45 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.