Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Zanisti

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 29-12-2007, 12:18 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jul 2007
Mesaj: 6,465
Üye No: 128013
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 40634
Rep Puanı : 4062685
Rep Derecesi
dojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond repute
Varsayılan Dersên PHP'ê


Dersên PHP'ê 1
R. Lerdorf, di destpêka dîroka înternetê de, wate di wan salên 1990'î de ku hîn înternet nû belav dibû de, ji xwe re li karekî digeriya. Fikirî ku kurtejiyana xwe di rûpelekê de binivîse û dema çû ji bo kar serî li derekê da, vê navnîşanê bide wan. Lê wan deman, bi taybetî jî di tora Unix a zanîngehan de ku pêşkêşkerên web hatibûn sazkirin, çêkirina rûpeleke şexsî ne karekîhêsan bû.
Kî rûpelekê ji xwe re çêke û têxe pêşkêşker, heke roja yekem lê hay nebe jî, roja duyem dê meraq bike bê çend kes ketine malpera wî, çi fikirine û xwestine jê re çi bibêjin. Lerdorf kurtejiyana xwe xist pêşkêşker û wî jî meraq dikir ku çend kes vê kurtejiyana wî dixwînin. Wan salan di hindurê wê de motoreke berhevkar hebû ku yek-du makro fêm dikir. Çend amûrên ku di piraniya malperên şexsî de hene; lênûska mêvanan, hejmarok û hwd tê de cih digirt. Lerdorf di sala 1994an de li ser vê meraqa xwe PHP (Personel Home Page) bi pêş xist..
Beşeke mezin a vê nivîsbariyê ji zimanê Perl hatibû standin. Navê Personel Home Page (Serûpela Şexsî) lê kiribû. Vê nivîsbariyê gelekî bal kişand û hate bikaranîn.
Lerdorf pêvekên ku wekî form daneyên ji serîlêderan hatine berhev dike nivîsî. Navê vê bernameyê bû PHP/FI (Form Interpreter / Şîrovekarê Formê). Hinekan navê PHP2 li vê guhertoya bernameyê kir. Ev nav, tevî ku bername gelekî guherî û bi pêş ket jî demeke dirêj neguherî.
Lerdorf di 1993an de motora berhevkar ji nû ve nivîsand. Navê wê bû PHP/FI V2 Vê guhertoyê formên agahiyan ên HTML bi kar dianî. Dema desteka mySQL jî li vê yekê zêde bû, PHP/FI êdî ji dayika xwe bû.
Pêşî ji gel re ne vekirî bû. R.Lerdorf fikirî ku ev nivîsbariya ku ji bo xwe amade kiriye ji aliyê kesên zêde webê nasnakin ve jî dikare bi hêsanî were bikaranîn. Di sala 1995an de bi navê "Personel Home Page Tools" li gel hate vekirin. êdî gelek kesan destek dayê û kod ên wê bi hevkarî bi pêş xistin. Ji lew re bi lez bi pêş de çû.
Rasmus Lerdorf di nîvê sala 1995an de komek ava kir. Di vê komêde Zeev Suraski, Stig bakken, Shane Caraveo û Jim Winstead hebûn. Heta wêdemê PHPê ji "Perl"ê deyndariyeke dewamî dikir. Vê komê PHP ji vî awayî rizgar kir. PHP kirin (Object-Oriented) "Berêveyî Bireser." Ew êdî zimanekî bernamekirinê yê bi vî rengî bû. Ev kom ji bo kêrhatinên dîtir li PHPê zêde bike, hey xebitî.
Di 1997an de Zeev Suraski û Andi Gutmans motorê berhevkar bi tevahî ji serî de nivîsandin û ji bo PHP V3 bingehek çêbû. Dû re jî PHP V4 ji serî ve hate nivîsandin. PHP Hypertext Processor ji bo serkeftinan amade bû.

dojehist is offline  
Eski 29-12-2007, 12:19 PM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jul 2007
Mesaj: 6,465
Üye No: 128013
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 40634
Rep Puanı : 4062685
Rep Derecesi
dojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond repute
Varsayılan Dersên PHP'ê II


PHP Çi Ye?

PHP zimanek ji zimanên bernamekirina webê ye. Her wiha, cihê ku herî pir lê tê bikaranîn jî web a herî mezin, ango înternet e. Di înternetê de daneyên rûpelan, bi bikaranîna protokolên belî ji deriyekî komputerê dihere yê din.
Ev çûn, an jî ev birin, li ser bingeha TCP/IP pêk tê. HTTP (Hyper Text Transfer Protokol) jî dibe pûl a li ser vê nameyê. Dema tu dixwazî malpêramin vekî, komputera te ji pêşkêşkera ku wê rûpelê pêşkêş dike re nameyekê dişîne, wekî daxwaz. Ev daxwaz ji aliyê pêşkêşker ve tê bersivandin. Ji danûstandinê re bi kinasî wiha tê gotin "daxwaz-bersîv."
PHP wekî Linuxê xwedî zagonên "Pergala Vekirî" ye. Ango bi van zagonan vegirêdayî ye. Her kesê ku dixwaze, dikare guhertinan li gor zanebûna xwe lê zêde bike. Lê nikare ji vê guhertinê pereyan qezenc bike. Divê guhertinên xwe ji her kesê ku dixwaze re eşkere jî bike.

__________________
dojehist is offline  
Eski 29-12-2007, 12:20 PM   #3 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jul 2007
Mesaj: 6,465
Üye No: 128013
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 40634
Rep Puanı : 4062685
Rep Derecesi
dojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond reputedojehist has a reputation beyond repute
Varsayılan Dersên PHP'ê III


Ji bo kesên ku CC++, Pascal, heta Visucal Basic dizanin, hînbûna PHP’ê bi tenê danekî rojê digire. Lê kesên ku van zimanan nizanin, belkî çend danên rojê ji bo wê veqetînin. PHP, zimanekî Scriptê ye; wate, kod ên wê wekî dosiyên nivîsê tên tomarkirin û li cihê ku dê were bikaranîn, ji aliyê şirovekarê ve tê şîrovekirin.
Ev tê wateya çi? Ev tê wateya ku ji bo tu bernameya te bi PHP’ê nivîsiye berhev bikî, yanî wekî EXE bikî dosiyeke ku dikare bê xebitandin, pêwistiya te bi derxistina dosiyeke din tune. Lê ji bo tu bikaribî Scriptên xwe yên PHP bixebitînî, pêwistiya te dê bi bernameyeke ku zimanê PHP’ê bizane çêbibe. Ev bername dikare bi serê xwe (di paceya fermanxwaz de an jî di termînala dîmenderê de) jî bixebite. Lê bi tevahî em bêjin ku divê ji aliyê Pêşkêşkerê Webê ve bikaribe bête xebitandin. Bi gotineke din, divê mirov bike ku Pêşkêşkerê Webê were radeya ku ji PHP’ê fêm bike.
Şîrovekarê PHP’ê, îro li ser teknolojiya Scripta ku jê re ‘kakilê-Zend’ tê gotin, ji aliyê Zeev Suraski û Andi Gutmans ve, ji serî ve, bi tevahî ji nû ve hatiye nivîsîn. Zend, teknolojiyeke wisa ye, ku wekî Windows Script Host û mesela Visual Basic for Applications (VBA), îmkanê dide Pergala Xebatê ku bernameyên pê hatine nivîsîn bikaribe bixebitîne.
Îro navê fermî yê vî zimanî wekî ‘PHP: Hypertext Preprocessor’ (Pêş-pêkanînerê Hiper-nivîsê) hatiye guhertin. Û ji bo gelek Pêşkêşkerên Webê bikaribin zimanê PHP’ê fam bikin, şîrovekarên pêwist ji nû ve hatin hilberandin. Di 20’ê rêbendana 2000’an de konferansa yekemîn a PHP’ê li Israîl pêk hat û ceribandina guhertoya 4’emîn hate pêşkêşkirin.
Êdî tu dikarî rûnî û bi PHP’ê bernameyeke xwedî her bikêrî binivîsî; wate PHP hatiye asta ku bi serê xwe herêmên sepanê bibîne. Bi gotineke din, bi PHP’ê êdî mirov dikare hem bernameyên lîstikan binivîse, hem jî rêveberiya danegirê binivîse. Hema hema mirov dikare pê her cure bernameyan binivîse.
Di vê pirtûka biçûk de, aliyê PHP’ê yê ku me têkildar dike, PHP zimanekî bernamenûsiyê ye ji bo mirov bikaribe hinek karan bi Pêşkêşkerê Webê bide kirin. Hema wekî CGIPERL an jî ASP, ColdFusion, Java (ne Javascript) ! Kod ên PHP’ê, dema me rûpelên HTMLê çêkir, di nav etîketên HTMLê de , di nav veqetandeka xwe ya taybet de tê nivîsîn.


html
?PHP
echo (“Merheba Koma PCKurd!”);
?>"
html
Te divê di komputera te ya şexsî de, te divê di înternetê de, dema Pêşkêşkereke Webê dibîne ku mêvanek (bernameya daxwazkar a înternetê, GerokBrowser) dosiyeke ji cureyên “.php”, “.php2”, “.php3” an jî “.php4” dixwaze, hema ji xwe re dibêje “Aha dîsa ji min re karek derket.” Lewre Pêşkêşkerê Webê dosiyeke ji cureyên “.htm” an jî “.html” bi hêsanî di dîska xwe ya bicihkirî de dibîne û bêzehmet ji daxwazkar e dişîne. Lê dema ku “.asp”, “.pl”, “.cfm” û her wiha “.php” tê xwestin, Pêşkêşkerê Webê vê rûpelê wekî ku heye ji daxwazkar re naşîne. Pêşî gazî şîrovekarê PHP’ê dike û pê dide zanîn ku divê ew vê dosiyê radestî daxwazkar bike. Şîrovekarê PHP’ê (ango di Windowsê de PHP.EXE, an jî di guhertoya çaran de PHP4isapi.dll, di Unix û mînakên wê de dosiya PHP ku dikare were xebitandin), vê dosiya ku radestî wî bûye, pêşî kod ên PHP’ê yên di navbera veqetandeka “” de ne, hildibijêre û pêwistiya wê çi be, wê dike. Ev kod ên ku di navbera van veqetandekan de ne, fermanên karên ku em dixwazin pêk werin e. Sedema ku em bi HTMLê nehatine ser û PHP’ê bi kar tînin jî, tişta ku ev ferman dikin ji aliyê HTMLê ve nikare bête pêkanîn.
Di vir de tiştên ku HTML nikare bike çi ne? Berî her tiştî hinek karên ku divê di Pêşkêşkerê Webê de werin kirin hene. Di serî de em nikarin bi riya etîketên HTMLê dosiyeke danegira di Pêşkêşkerê Webê de vekin û daneyên tê de bixwînin. Em bi riya HTMLê nikarin dosiyên nivîsa xwerû ya di dosiyen dîskên bicihkirî yên Pêşkêşkera Webê de jî nikarin bixwînin.

__________________
dojehist is offline  
Eski 29-12-2007, 12:31 PM   #4 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: Anatoliya Navin
Mesaj: 3,470
Üye No: 2677
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 26792
Rep Puanı : 2678694
Rep Derecesi
ArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond reputeArtistinhO has a reputation beyond repute
Varsayılan


walla dersen php bikurdi da zor peywiste spas bra...

ArtistinhO is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Dersên Kurdî - Kürtçe eğitim berxwedan Zimane Kurdi 59 04-07-2008 02:56 AM
Özlem, Hasret, Kader... Ne dersen de... DeLi_DeRBeDeR Aşk ve Sevgi 1 28-12-2007 04:54 PM
Git dersen giderim geldiğim gibi bendelal Şiirler 16 28-09-2007 10:42 AM
Dersen Kurdi-Kurtce egitim helincan Pekenok 0 15-06-2007 02:28 AM
DERSEN ZMANE KURDİ/kemal burkay madali Türkçe, Edebiyat 7 19-08-2006 09:26 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 08:19 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.