|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Ego
Ego an bi Kurdî eze, yek ji mekanîzmayên kesayetiyê ye ku di navbera îd (bi Kurdî ajez an binez) û superego (bi Kurdî serez an ezder) yê de cih digire. Di kesayetiyên normal de ego di navbera herdu radeyê an mekanîzmayê kesayetiyê de denge çekiriye. Him vandalîzma îdê kontrol dike û him jî xwe ji vandalîzma serezê diparêze. Di nava Kurdan de şîreteke pirr xweşik heye ku vê dengeyê xweş tîne zimên: "Lawê xwe bike mêr têke şivan, lê zû bîne ji çolê bila nebe heywan". Ego divê desthilatiye li ser ezderê jî neke. Li ir ezder an serez (superego) ez a ku ji bandora demedorê, bi saya sosyal çêbûye ye. Heger kesê ku demedorê nede berçav, piçûk bibîne ji wan re egoîst tê gotin, ango bi Kurdî Ezeperest. Hîpnotîzma Karê hîpnozê. Hîpnoz di zimanê Grekî (Yewnanî) de tê wateya xewê. Helbet çende radeyên xewê hene. Di hîpnozê de mirov bi kûrî ranakeve. Hişar di navbera xew û hişyariyê de ye. Mirov ji bandora gotinan re vekiriye. Bikaranîna hîpnozê di tendurustiyê de cara pêşîn ji aliyê Franz Anton Mesmer (1734-1835) ve bûye. Di hîpnozê de mirov ji gotin û daxwazên bijîşk re vekirî û amade ye. Bi vê metodê bijîşk dixwazin nexweşê xwe ji sedemên nexweşiyê dûr bixin. Gelek cureyên teknîka hîpnozê hene. Gorî kesayetiya nexweşan metod jî tên guhertin. Amadebûna her mirovî bo hîpnozê ne yek e. Hin kes bêhtir zû hîpnotîze dibin, hin jî pirr derng. Kêm zêde 19 deqîqe bandora hîpnozê didome. Paşê hişar hişyar dibe. Destûra her bijîşk an derunînasê bo hîpnotîzmayê nîne. Perwerdehiyeke taybet divê. Cureyek hîpnotîzmayê bi dermanan tê kirin û bandora vê cureyê ji yên din zêdetir e. Ev metod tenê ji bo nexweşiyên giran tê bikaranîn. Mikurhatina serbest Di psîkoanalîtîka klasîk de ciheke girîng digire. Avakerê wê Sigmund Freud e. Mikurhatina an varqilîna serbest yek ji metodên psîkoanalîst bikartînin e. Hişar (cognition) di bin erk û bandora hezgirî, tevgerên fêrbûyî, faktorên demedorê hwd de ye. Di jiyana rojane de mirov gelek tiştan di mejiyê xwe de dihebîne lê dernaxe der. Hin tiştan mirov ji xwe jî vedişêre, sansûr dike. Bi parranî ev tiştana yên nerewa, nebaş û nelirê ne. An jî mirov wan wisa dinirxîne. Psîkoanalîst alîkarî dike ku nexweş van sedemên nexweşiyê yên tarî û veşartî derxîne der, derxîne radeya hişarê. Mikurhatina serbest metodeke alîkariyê ye. Hin caran di atmosfereke leyîstikê pêk tê. Bijîşk peyvekê ji nexweş re dibêje û dixwaze ew nişkave çi hatiye bîra wê bêje. Bo mînak: Bijîşk "dar" - Nexweş "dirêj", Bijîşk "tenêbûn" - Nexweş "tirs". Obsesyon Obsesyon, di fikr û ramanan de kilîtbûn. Peyva obsesyonê tê wateya kilîtbûn, cemidandin, matmayî bûn. Bi pirranî di derûnînasiyê de tê bikaranîn. Nexweş nikare fikr, bîranîn, dîmen an ramanekî ku ew dîl girtiye ji mejiyê xwe derîne. Bo mînak mirov dikeve wê fikrê ku yek li pey mirov e û armanca wê xirabî ye. An bûyereke nebaş piştî çendîn salan hêj di mejiyê mirov de zindî ye. An mirov him dixwaze derkeve derve û him jî naxwaze, herdu daxwaz jî sedî sed di giraniyekê de ne û mirov li cihê xwe dimîne, nikara bilive. Superego Superego bi Kurdî serez / ezder e. Gorî Sigmund Freud kesayetiya mirov ji 3 radeyan pêk tê. Îd (ajez, binez), ego (eze) û superego. Îd kana energiya kesayetiyê ye. Zarok dema ji dayîk dibe cara pêşîn radeya yekemîn temam dike, ango îdê. Îd pêdiviyên organîk û stimulusên genetîk (êrîşkarî, sexualite, birçîbun hwd) dihewîne. Mirov cara duyemîn egoya xwe çêdike û herî dawî jî superegoyê. Serez an ezder, kesayetiya mirov a ku ji bandora derve çêdibe ye. Xûyakirina mirov a di nava civakê de ye. Tabû Peyva Tabû ji zimanên Tongayî derbasê hemî zimanan bûye. Di zimanên Tongayî de wateya wê; tişta kû qet nikare were birîndarkirin, dest lê dayîn, tişta qedexe, tişta pîroz, tişta pirr veşartî ye. Tabû di hemî beşên zanîstiyê de tê bikaranîn, lewra her mirov, her ber an kom, gel, çîn. ol hwd tabûyeke xwe hene. Sigmund Freud di psîkologiyê de ciheke girîng daye tabûyan. Tabûyên olan pirr in. Bo mînak mirov nikare nîqaşa hebûna Xwedê bike, lewra ev tabûyek e. Dîsa di hemî çandan de tabû hene. Mirov nikare rût û tazî di stasyona trênê de bigere. Di dadmendiyê de tabû hene. Bo mînak mirov nikare xalên bingehîn ên destûrên bingehîn bi hêsanî guftûgo bike. Totem Peyva Totem ji zimanê Algonkin ku zimanê qewmeke li başûrê Kanada dijîn in tê. Di zimanê Algonkin de wateya wê xizmatî, birêvebirina malbatê û hêza ku mirov diparêze ye. Wekî paşnavan e ku îro mirov bikartînin. Çawa di jiyana nûjen de mirov bi paşnava xwe tê nasîn, niştecihên berê yê parzemîna Emerîka, Îndîaniyan û xwediyên parzemîna Awûstûralya Aborjînan jî bi totemên xwe didane naskirin. Her berekê xwedî paşnavek an totemek bûn. Ev ya sîmbola parçeyek ji cîhana kûvî bû, an ajalek, an jî ruhê lehengeke wan bû. Her mirovek ji dayîk bûnê dibû xwedî totemek. Diviyabû mirov rêz ji wan re hebûya. Heger totem ajalek e, di xela û birçîbunên herî mezin de jî diviyabû mirov ew nexwara. Kê rêz ji toteman re nebû bi cezayên giran dihatin cezakirin û bi pirranî jî ceza mirin bû. Mirovek diviyabû him ji totemê bera diya xwe û him jî ji yê bera bavê xwe re rêz bigirta. Lê pirranî yek ji yê din birêztir dihate qebûlkirin. Li navenda Afrîka pirranî totemê rêztir ya bera dê bû. Îd Îd , bingeha kesayetiyê ye. Bi Kurdî ajez an binez e. Gorî Sigmund Freud hişar ji 3 radeyan pêk tê. Îd, ego û superego (ajez, eze û serez ). Îd kana energiya kesayetiya mirov e û rehên energiyê ji laş digire. Wekî êrîşkarî, hovîtî, seksualîte, birçîbûn hwd pêdiviyên bingehî yên mirov di vê radeyê de cih digire. Ji ber ku hêj derneketiye radeya hişarê tevgera wan bêzanebûn û serbest e. Heger ego an eze ya mirov xurt nebe û wan kontrol neke, dikare zirarê bide mirov. Çêtir e mirov xwedî egoyek, ezeyek xurt û pêşketibe van pêdiviyên ku him di mirovan, him jî di ajalan de hene, bigre bin bandora xwe. Pêwîst e mirov nekeve bin bandora wan. Heger van pêdiviyan bicih neyên, xwe bi formekê didin der. Şîrovekirina xewnan Bi hezaran salan berê xewnan bala mirovan kişandiye. Mirovan li sedemên xewnan geriyane, gorî zanyariya xwe têkilî di navbera xewnan û sirûştê de avakirine. Gihîştine wê baweriyê ku di navbera xewnan û paşeroja mirovan de têkilî hene. Çînî, Hîndîstanî, Ewropayî, Misrî hwd gorî xwe sîmbol ên ku di xewnan de tên dîtin sedemê bûyeran nirxandine. Di nava Kurdan de jî bawerî bi şîrovekirinên xewnan heye. Lê zanîstî tiştinên ku bi metodên zanistiyê nehatine tesbîtkirin napejirîne. Cara pêşîn di sedsala 20emîn de li ser xewnan xebatên zanîstî hatine kirin. Sigmund Freud li ser xewnan xebatên mezin kiriye û wekî rêbazeke psîkoanalîtîkê bikaraniye. Ew gihîstiye wê baweriyê ku xewn ji kûraniya ruh û kesayetiya mirov tê û elementên binirx dihewîne. Xewn di bin bandora ajez (îd) û binhişar ê de ye û heger mirov hişyar be kontrola ajezê radibe û mirov bi pirranî xewnan jibîr dike. Pêwîst e psîkoanalîst bi hişyarbûna nexweş re vana tomar bike. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.