|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Raveya Tenê ya Zanistî Teorîya Peresanê ye
31 Gulan, 2006 23:24:45 (GDK) ![]() Dû fosîlên mirovan ku ji serdemên cuda ku li Efrîqayê hatibûn vedîtin HAWARDENGÛBAS--Raveya herî tatmînkar û zanistî teorîya peresanê ye. Mamosteya Zanîngeha Newyorkê Prof.Dosglas Futuyma di daxûyanîyekî xwe yê di kovara 'Nature’ de got "Raveya herî tatmînkar û zanistî teorîya peresanê ye. Futuyama di daxûyanîya xwe de got hemû pêşketinên bîyolojîk girêdayî fîzîk û kîmyayê ne. Dozîneya peresenê girêdayî seleksîyona sirûştî û daherizîna genetîkê ye "ger hûn bawerîya xwe pê persenê neynin nikarin hin taybetmendîyên kur ya vê mijarê jî têbigehêjin. Hemû organîzma ji yek çavkanîyê ne Hemû organîzma ji yek çavkanîyê hatine û piştre cureyên din di nava milyonan sal de derketine holê. Di di hêla bîyolojîk de cureya herî nêz ya ji bo mirovan şempaze ne. Pêşxistina û fam kirina mijara peresanê wê feyde ji çareserkirina gelek nexweşîyan û bersivdana gelek pirsan jî bîne. "Afirandin" li dijî pêvajoya zanistî ye Prof . Futuyama di derbarê niqaşên ser peresanê li DYE jî got; "Ev ji alîyê kesên ku bawerîya wan bi afirandinê heye ve tê rexne kirin.Cihê afirandinê û sêwirana aqilbend di zanistê de nîne.Her wiha divê siyasetvan têvî vî mijarê nebin.Ev mijarake zanistîyê. Çi karê sîyasetvan û oldaran bi vê meselyê re heye.Kîjan mentiq qebûl dike ku bi sedhezaran cure ji nişka ve hatibe afirendin û her cure jî di nava xwe de bi sedan avayên cuda ji nişka ve derkeve holê. ![]() Fosîlekî (Tiktaalik) 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan ku li Qenedayê hatibû peyda kirin Peresan bi fosîlan bi fîzyolojî,anatomî û bîyolojîyê û hezaran palpiştên zanistî li ber çavê me ye. Oldar tenê dibêjin ka formên derbase?Niha em dibînin formên derbase jî derdikevin holê. Zanist û teknolojî her roj pêş dikeve lê teorîya peresanê paş nakeve berovajî xurtir dibe. Her roj valahîyekî di vî warÎ de tije dibe.Di dahatûyê de bi zêdetir pêşkatina zanistê peresanê bi avayekî hin zeleltir wê were selmandin. Vê gavê bawermend hin zêdetir bikevin têngasî û mûxlakîyê.Helwesta wan zirarê dide ola wan jî.Teorîya peresanê ne dijî Xwedê ye. Bawerîye her kesî hebe ku Xwedê wekî afiandina nişkave tiştekî hêsan pêk nayîne." Beşên kêm ya terorîya peresanê temam dibe Her wiha pêşketinên nû mafdarîya zanistvanên wek Prof.Futuyama jî derdixînin holê.Di salên dawî de bi veditîna fosîlên nû rastîya peresenê derdikeve holê.Herî dawî li Efrîqayê dû fosîlên mirovan ku ji serdemên cuda mane bi avayekî eşkere ferqa ku bi peresanê derketîye holê nîşan dide. Her wiha berî demekî li Qenedayê jî fosîlekî 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan hate dîtin û navê vê fosîlê jî wek “Tiktaalik” hate dayîn. Peresanê mirovê Orrorin tugenensis: Berîya 6 mîlyon sal Ardipithecus ramidus: Berîya 4.4mîlyon sal Australopithecus anamensis: Berîya 4.2-3.9 mîlyon sal Australopithecus afarensis: Berîya 3.6-2.9 mîlyon sal Kenyanthropus platyops: Berîya 3.5-3.3 mîlyon sal Australopithecus africanus: Berîya 3-2 mîlyon sal Australopithecus aethiopicus: Berîya 2.7-2.3 mîlyon sal Australopithecus garhi: Berîya 2.5 mîlyon sal Australopithecus boisei: Berîya 2.3-1.4 mîlyon sal Homo habilis: Berîya 2.3-1.6 mîlyon sal Homo erectus: Berîya 1.8-0.3 mîlyon sal Australopithecus robustus: Berîya 1.8-1.5 mîlyon sal Homo heidelbergensis: Berîya 600-100 hezar sal Homo neanderthalensis: Berîya 250-30 hezar sal Homo sapiens: Mirovê roja me ![]() |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Baran barî tene tene | bendelal | Kürtçe Lyrics | 26 | 24-11-2008 10:35 PM |
| Destana MemÊ Alan | heci | Çandi Gişti | 2 | 25-10-2007 03:24 PM |
| Wî... min xwiska xwe ji bîr kir!.... | sezi | Çiroken Kurdi | 5 | 24-09-2007 02:45 AM |
| Teorîya Peresanê-Evrim teorisi | PCkopat | Zanisti | 0 | 02-05-2007 07:39 PM |
| Xala NÎnÊ | Numberone | Çiroken Kurdi | 1 | 02-01-2007 01:19 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.