|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Dewlemendîya Kurdistan Di dema me a teknolojîk da tê zanin ku kurdistan bi sererda xwe û bi binerda xwe welatek gelek dewlemend e. Dema herî kevin kesî qenc nizanibû di binerdê da kîjan dewlemendî heye. Kesî hebûna niftê, kromê, fosfatê û cewherên dî dizanibû. Belê di dema heri kevin da Kurdistan dîsa ji bo kesên wê demê welatek dewlemend, bi xêr û bêr bû. Erd û axa mezopotamya erdek bi bereket bû û insanên wê demê li ser wê erdê, di nav heyîyan da jîyanana xwe didomandin. Ji bo ihtiyacîyên insanan hema her tiþt li ser wê erdê hebû. Ji bo jîyanê herî tiþtê giring av, li ser erda Kurdisdan gelek bû. Ji xeynî çemê Ferat û Tigrîsê gelek çemên dî, gol û kanî, dar û daristan li Kurdistan hebûn. Kevirên Kurdisfan ji bo þikeft çêkirinê kevirên herî qenc bûn. Ax û erda Kurdustan ji bo çot, çotyarî, fêkî û zerzewat erd û axek bi bereket bû. Ji bo xwedîkirina heywanan deþt û zozanên welat bê ser û bê ber hazir bûn. Ji vî qasî insanên wê demê dixwestin ku ev welat tim di destê wanda be. Kurd bi hezaran salane ku li ser erd û axa Kurdistan jîyana xwe di domînin. Di wê jîyan domandinê da gelê Kurd sedem welatê wanê dewlemend gelek zor û zordestî, gelek talan û malxirabîyan, gelek þer û bi ser welatgirtinan dîtin, borandin. Gelek dagirkeran, welatê wan Kurdistan kirin bin destên xwe, derd, xem û zehmetan bi gelê Kurd dan kiþandin. Dewlet û imparatorîyên herî xwinxwar û mezin wek Asûr, Sumer, Pers, Rom, Ereb û Osmanîyan welat kirin bin destên xwe, kesên wek Dehaq, Darîus, Iskender, Yavuz Siltan Selîm, Þah Ismail, Mistefa Kemal, Xumeynî û Seddam welat û insanan û zîndîyên li ser welat tarûmar kirin. Tiþtê ku ez dizanim di dema me da, tu welatek li ser cîhanê tune ye ku bûye çar parçe. Di vî qirnê zanyarî û teknolojîyê da herî tim welatek di nav çar dewletan da bûye çar parçe û ev welat jî Kurdistan e. Bi sed salan e ku Kurd ji hev hatine cûdakirin. Perçekirina Kurd û Kurdistan Her çiqas jî axayên eþîretên dema Alpaslanê Selçûkî xirabîyek mezin li Kurdan kiribin û Kurdistan pêþkêþî Tirkin Selçukî kiribin, dîsa jî Kurdistan heta dema Osmanîyan bi sinoran nehatibû parçekirin. Carnan Farisan, carnan jî Osmanîyan hakimtî dikirin lê belê Kurdistan parçe nebû.Kurd bi hezaran sal li ser erd û axa xwe jîyana xwe di bin hakîmiyeta mîr û mîrekên xwe da di domandin. Dewlet an imparatorîyên ku hakimiyeta welat dixistin destên xwe nêzî gel ne dibûn û sirf axa, beg, mîr û mîrekên Kurd nasdikirin, hevpeyvendîya xwe bi wanan ra sazdikirin. Gelê Kurd hakimên bîyanî nasnedikir û bitenê mîr û mîrekên xwe, beg û axayên xwe dizanibûn. Kurda di sala 1070’yan da mala xwe bi destên xwe kambaxikirin û toqek kirin sitûhên xwe, dest û lingên xwe bi daxwaza xwe qeyd û bend kirin, man bê per û bask. Rom, yanî Romên Bizansî hakimê Kurdistan bûn. Di sala 1070’yan da di navbera imparatorê Rom, Dîyojen û serokê Tirkan Alpaslan da li ser erda Kurdistan bajarê Melezgirê þerek dijwar çêbû. Axayên eþîrên Kurdan, eþîrên xwe civandin û bi kîjan aqilî ku em hêja jî nikarin fam bikin, alîkarîya Alpaslanê tovê gurêboz kirin. Bi alîkarîya eþîrên Kurd Romen Dîyojen þikest û Alpsalan bi ser ket, Tirk ketin Kurdistanê û êdî derneketin. Kurda bi destê xwe welatê xwe teslîmî bîyanîyan kir û azadîyê dîsa bi destê xwe dan windakirin. Ji bo car din xwe ji bin nîrê zordestîyê derînin û welatê xwe azad bikin vaye nêzî hezar sale bê hed û hisab bi milyonan kesên Kurd canên xwe ji dest dane, bûne qurban, bi dehan caran Kurdistan hatîye wêrankirin. Berdêla azadî bideskirin bê biha giran e. Sûcdarên temamîya van bûyêran û vê berdêlê, ew bav û kalê meyên ku alîkarîya Alpaslanê Selçûkî kirin e. Bi rastî ewan gelek xirabîyan dane pêþîya zarokên xwe. Imparatorîya Osmanî di sala 1299’an da hat damezirandin. Imparatorîya Osmanî ji bo firekirina serdestîya xwe, þerê dewleta sefewî ya Iranê kir û xwest sinorê xweyê rojhilatê zexim bike. Cara yekem sala 1514 li bakûrê gola Urmîyê-çaldiranê di navbera Yavuz Siltan Selîmê Osmanî û Þah Ismaîlê Sefawî da þerê çaldiranê çêbû. Em dikarin bêjin ku ev tarîx, di nav Osmanî û Farisan (Eceman) da bû tarîxa paçekirina Kurdistan. Kurdistan bi sinorek eþkerî nehate perçekirin, belê hin parçeyên Kurdistan car diket destê Osmanîyan û car diket destê Eceman. Hin beg û mîrekên Kurdistan car xwe bi Osmanîyan, car jî xwe bi Eceman va girêdidan. Ji sed salan zêdetir Kurdistan di nav van her du dewletan da diçe û tê. Cara yekem Kurdistan bi fermî di sala 1639’da di navbera Sultan Muratê Osmanî û Þah Abbasê Ecem da li Qesra Þîrîn li ser perçekirina Kurdistan Peymana Qesra Þîrîn hat imzekirin û Kurdistan bi fermî bû du perçe. Gelên kêmketîye bindest heke di nav dewletek demokrat da jîyana xwe bi domînin dikarin bi rêya demakratîyê xwe hêsa azad bikin. Belê gelên ku di nav dewletên qiralî, despot, faþîst, þovenîst û dijî demokrasîyê da dijîn nikarin azadîya xwe bi hêsanî bistînin û mecbûrin di rêya azadîyê da gelek berdêlên dijwar bidin. Gelê Kurd di welatê xwe da, li ser erd û axa bav û kalan bûye gelekê kêmketî û di bin zordarîya dewletên despot, faþîst û ne demokrat da, ji temamîya mafên xwe mehrûm jîyana xwe dide domandin. Bi setsalan e ku ji bo azadîya xwe berdêlên giranbuha daye û dide. Ji bo azadîyê bi dehan serhildanî kirî ye û di her serhildanek da, ji a dî xerabtir û dijwartir hatîye perçiqandin. Gelê Kurd ne dijî dewletek bi tenê þerê azadîya xwe dike. Ji alîyek va dewleta Irana despot, ji alîyê din va imparatorîya Osmanîya xwînxwar. Piþtî peþkilandina dewleta Osmanî di van demên dawî da gelê Kurd di cîyê du alîyê da bi çar alî kete nav kêmketîyê û dijman bi çar alî li serserê gelê Kurd gujmirî. Ji alîyek va rejîma þahê olîgaþî û Xumeynîyê despot, ji alîyê dî va rejîma Seddamê xwînmij û Esatê zilimdar û ji alîyê her xirabî va jî rejîma Kemalîst ku navê xwe komara demoqrat danî, belê ji rejîmin qiralîyê jî xirabtir dikir û dike… Berpirsîyar, rêbaz, serokkomar û rêvebirên vê komara demoqrat(!) di her fersend û gotinên xwe da tînine zimên ku komara wan dewletek demokrat û huqûqî ye. Her çiqas jî rejîma dewleta wan ji rejîma dewleta Iran, Iraq û Sûrî demoqrattir be jî, ji alîyê Kurdan, heq û huqûqê Kurdan va ji van dewletan gelek bi paþvatir e. Bi hindikayî dewleta Iran û Irak hebûna Kurdan û hebûna navê Kurdistan inkar nekirin, peyva „Kurd“ û Kurdistan“ inkar nekirin. Navê balafirekê Iran „Kurdistan“ bû. Di sala 1982’an da balafira bi navê Kurdistan hat Enqerê. Dewleta demoqtata Tirk (!) nikarîya ji vî navî ra sebir bike û nehiþt ev balafir bê Enqerê û here. Dewletek hewçend demoqrate ku nikarê balafirekê bi navê „Kurdistan“ li ser erda xwe bifirîne! Nahêlê çivîkek dibin navê „Kurdistan“ jî li ser erd û axa wî bifire. Heywanek bi navê „Rovîyê Kurdistan“ jî nikare bibîne û di nav dewletên cîhanê da vê demaqrasîya xwe ya hebirmanî nîþan dide, dev ji problemên jiyana gelê xwe berdide, li qedexekirina navê „Rûvîyê Kurdistan“ dixebite!.. Navê „Kurd“ û „Kurdistan“ wek zixtên tûj di zik û kezaba þovenîstên Tirk da diçe, wanan har û hêrs dike. Wek bav û kalên xwe Gurêboz hov dike û van peyvan li kêder dibîne qedexe dikin, bi vî awayî dilê xwe rihet dikin. Dewleta Iran Gelê Faris û Kurdên Iranê: Hê Kurdistan nebibû du perçe, gelek serhildanê Mîrek û begên Kurdan dijî dewleta eceman çêbûn e. Þerefxanê Bedlîsî di Þerefnamê da bahsa gelek bihevçûn û serhildanên navbera Iran û mîr û begên Kurdan dike. Mihemed Paþa, sala 1562, Zeynel Begê Kurê Melîk Bek (1585), Tîmûr Xanê Kurê Siktan Elî (1590), Zekerîya Begê Kurê Zeynel Beg (1597), Melik Xelîl û gelek Beg û Mîrên Kurdan berî perçekirina Kurdistan bi dewleta Iranê ra þer kirin. Ji dema Kurdistan bûye du perçe û virda jî gelê Kurd gelek caran dijî zordestîya dewleta Îran serhildan kiri ye. Em dikarin bêjîn ku cara pêþîn serhildana giran a Kurdan di sala 1606 an da di bin revebirîya Emirxan Bradost di kela Dimdimê da dest pêkirîye û ev serhildana bi qehremanî hatiye domandin. Belê nexapin bi fermana Þah Abbasê Sefevî ev serhildana qehremanî piþtî demek hatîyê perçiqandin Di sala 1818`an da li Iranê Kurdên Bilbas serîhildan. Di destpêka serhildanê da Kurd gelekî qenc bi serketin. Bi alîkarîya dewleta Osmanîyê ev serhildan ji alîyê Farisan va hat perçiqandin. Di sala 1835’an da Mihemed Paþayê Rewandizî dijî dewleta Iranê þer kir û gelek bajaran kir bin destê xwe. Dijî Mihemed Paþayê Rewandizî dewleta Iran û Osmanî yekîtîya xwe pêk anîn û bi qewet giran hicûm kirin. Ji alîyek va ordûya Osmanîyan Rewandizê kir bin mihesera xwe û ji alîyê din va ordîya Irane hicûmê Mihemed Paþa kir. Mihemed Paþa mecbûr teslîmî Osmanîyan bû. Di sala 1880’an da di bin rêvebirîya Þêx Ubeydila da gelê Kurd dijî deweleta Irana xwînxwar serhildanek herî dijwar kir. Þêx Ubeydila mentîqa navbera gola Wanê û gola Urmîyeyê kir bin destê xwe. Armanca vê serhildanê yekîtîya Kurd û Kurdistan, azadîya welat û gelê Kurd bû. Lê dewleta Osmanî û Farisan dijî Kurdan bûn yek û vê serhildanê bi hev ra perçiqandin. Di sala 1905’an da Cafer Axa li Tebrîzê ji alîyê dewleta Iran va tê kuþtin. Bavê wî Mehmed Axa û birayê wî Simko serîhildan. Di navbera dewleta Iran û Kurdan da þerên dijwar çêbun. Di dawîya da dewleta Iran bi fetlûfêlan vê serhildanê jî fetisand. Di sala1909’an da eþîretên Kurd hicûmê dan ser Mehebadê. Ev serhildan jî mivefeq nebû. Simko di sala 1920’an da li navça Urmîyê dijî dewletê serhildan kir. Simko beþek mezin ji Kurdistana bin destê Iranê rizgar kir. Di sala 1923’an da Li Silêmanîyê bi Þêx Mehmud ra hat cem hev û xwestin bi hev ra hereket bikin. Simko qenc dizanî ku diktatorê Iranê Riza Þan dixwest temamîya kêmketîyên Iranê asîmîle bike. Simko serokê Asûrîyan Mar Þem’ûn kuþt ev kuþtin bû sebebê þikênandina Simko. Simko dîsa jî nesekinî û heta sala 1930’yan çend þer dijî hêzên Iran, Iraq û Tirkîyeyê kir. 21’ê Hezîrana sala 1930’yan Simko bi Iranê ra li hev hat. Dewleta Iranê, ji bo li hev hatin û peyvendîyan bang kir Simko ku were bajara Þîno. Li vê bajarê Simko bi ne cuwanmêrî, bi bêbextî hat kuþtin. Piþtî serhildana Simko, di payîza sala 1931’an da di bin seroktîya Cewher Sultan da Kurdan dîsa li nêzî Hemedan serhildanek çêkirin. Lê ev serhildan jî wek serhildanên din hat temirandin. Serhildanên Kurdan dijî dewleta Farisan tim berdewam kirin. Sala 1946`an Îran di bin îþgala Sovyetê da bû. Di nav þerê cîhanê ê diduyan da Kurdan carek din serîhildan. Di sala 1941’an da eskerê Sovyetê kete Iran. Di 16’ê meha Tebaxa sala 1946’an Kurdan Partîya Demokrata Kurdistan damezirandin. Di 22’yê meha Kanûna paþî sala 1946’an da Komara Mehabadê, di bin seroktîya Qazî Muhammed da hat damezirandin. Hukûmeta komara nû gelek xebatên xweþik kir û temamîya Kurdan bi dil û can vê komerê himêzkirin. Mela Mistefa Berzanîyê nemir xwe û heval û hogirên xwe ji bo bilindîya Komara Mihebat amade kir. Sovyetê alîkarîya xwe ji ber vê komerê paþ va kiþand. Jîyana vê komarê salek dom nekir. Þahê Iranê bi ordî, mitralyoz, kumbere, balafir, çek û temamîya quweta xwe va girt ser Komara Mehabatê. Serokkomar û heval û hogirên wî idam kir. Mela Mistefa Berzanîyê qehreman bi 500 qehremanên hevalên xwe va berê xwe da Sovyetistanê. Þah pê hisîya ku Berzanî berê xwe daye Sovyetistanê hikûmeta Iranê deh hezar eskeran kir dû Berzanî. Ji jor va jî wanan bi balafirên xwe taqîp kir û bimbe kir. Belê Berzanî û hevalên xwe yên qehreman berxwedanek gelek serbilind kirin û çend caran heleqgirtina dor xwe qeliþandin û ji nav eleqê derketin. Kumandarê ordiya Iranê dibêj e: „Xuya kir ku ordîya Iranê ya nû heta niha li gel dijminekî hevqas bi hêz þer nekirî ye û berxwedanek viha nedîtî ye.“ 500 qehremanên Kurd di bin serokatîya Mistefa Berzanîyê nemir, qehremanê bi nav û deng da gelek telefatî dan ordîya Iranê. Ji baþûrê rojhilata Iranê bi rê ketin di bakûrê rojhilata Iranê da derketin. Di bin bimbe û gulebarandina firokên þerên Iranê da bi eskerê Iranê ra þer kirin û di bin zorîya þer, top û cebilxane, kumbere û berikan da, di bin jordarî û zalimîya dijmênê har û hov da Iranê seranser kirin û roja 18.06.1947’an da derbazî Sovyetistanê bûn, ketin nav erd û axa Sovyetistanê. . Dewleta Iran bi hezar salane ku ji alîyê merivek va tê idarekirin. Tim û tim merivek hakimê dewleta Farisan e. Faris, berî Islamîyê bi þert û þirûtên mecûsî di bin hikma þexsekî da dihatin idarekirin. Piþtî bûne Misilman, serokên Farisa li gorîya xwe Islamîye ajotin û daxwazên Islamîye ji bo maf û hakimîya xwe bi awyek guhartinî ji gelê Faris ra gotin, bi wan dan qebûlkirin. Bi vî awayî bi navê Islamîyê þeran li dijî dijminên xwe kesên derva û kesên hundir da ajotin û gelê Faris jî xapandin. Bi sed salan gelê Faris bi rejîma Þarinþahî hat idarekirin. Þah, hakimê her tiþtî bû. Di qesir û koþkên xweyên debdebî da Þah û hevalbendên xwe bi zêç û zarokên xwe va jîyana xweyên zêrînî ajotin. Gelê Faris kole û xizmetkarên Þah bûn. Gotinên Þah ji wan ra wek ayetên Ku’anê bûn û Þah çî bigota þik û þiphe tinebû rastbûn. Kes nikaribû dijî þah derkeve. Þah tiþtên çewt jî bigota kes nikaribû bêje çewt e. Qewt bûya jî gotina Þah bû û bê þik û þiphe rast bû. Heta rejîma Þah peþkilî û rejîma Xumeynî, bi navê Komara Islamî hat, gelê Faris bi sed salan di bin vê rejîmê da hevîrê xwe û þiklê xwe girt. Rejîma Xumeynî bi navê Komara Islamî ji rejîma þah tiþtek ne guhast, rejîmek nû ne da ber gelê Faris. Berî rejîma Islamî tiþtên ku þah dikir di bin navê Islamîyê da dikir. Xelkê xwe dixapand û bi navê rêya Islamîyê hakimîya xwe didomand. Xumeynî hat, rejîmê bi paþtir va jî bir û Islamîyê jî zortir kir. Tiþtên ku komara Islamî dike jî dibin navê Islamîyê da dike. Gelê Faris þaþ û mat bû. Rejîm çî bêje gel qebûl dike. Kesên li dijî jî derdekivin nikarin dengên xwe bilind bikin. Rejîm bi navê Islamîyê pasdarên xwe þand ser gelê Kurd, kumberan avêt ser gund û bajarên Kurdistan. Bi sedan Kurd bidarda kir. Jîyana ku Xwedê da bû, pasdaran bi navê Islamîyê dawî lê anî. Halbukî di Islamîyê da ruh sitandin bi destê Xwedê ye û Xwedê vî heqî nedaye tu kesî. Belê rejîma Xumaeynî û Xumeynî vî heqî bê izna Xwedê dan destên pasdaran. Navê dewleta xwe danîn „Komara Islamî“ û di bin vî navî da bi dehhezaran Kurd qetilkirin. Gelo ev ne tiþtekî durûhî ye |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Dewleta Iran Gelê Faris û Kurdên Iranê:
Hê Kurdistan nebibû du perçe, gelek serhildanê Mîrek û begên Kurdan dijî dewleta eceman çêbûn e. Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnamê da bahsa gelek bihevçûn û serhildanên navbera Iran û mîr û begên Kurdan dike. Mihemed Paşa, sala 1562, Zeynel Begê Kurê Melîk Bek (1585), Tîmûr Xanê Kurê Siktan Elî (1590), Zekerîya Begê Kurê Zeynel Beg (1597), Melik Xelîl û gelek Beg û Mîrên Kurdan berî perçekirina Kurdistan bi dewleta Iranê ra şer kirin. Ji dema Kurdistan bûye du perçe û virda jî gelê Kurd gelek caran dijî zordestîya dewleta Îran serhildan kiri ye. Em dikarin bêjîn ku cara pêşîn serhildana giran a Kurdan di sala 1606 an da di bin revebirîya Emirxan Bradost di kela Dimdimê da dest pêkirîye û ev serhildana bi qehremanî hatiye domandin. Belê nexapin bi fermana Şah Abbasê Sefevî ev serhildana qehremanî piştî demek hatîyê perçiqandin Di sala 1818`an da li Iranê Kurdên Bilbas serîhildan. Di destpêka serhildanê da Kurd gelekî qenc bi serketin. Bi alîkarîya dewleta Osmanîyê ev serhildan ji alîyê Farisan va hat perçiqandin. Di sala 1835’an da Mihemed Paşayê Rewandizî dijî dewleta Iranê şer kir û gelek bajaran kir bin destê xwe. Dijî Mihemed Paşayê Rewandizî dewleta Iran û Osmanî yekîtîya xwe pêk anîn û bi qewet giran hicûm kirin. Ji alîyek va ordûya Osmanîyan Rewandizê kir bin mihesera xwe û ji alîyê din va ordîya Irane hicûmê Mihemed Paşa kir. Mihemed Paşa mecbûr teslîmî Osmanîyan bû. Di sala 1880’an da di bin rêvebirîya Şêx Ubeydila da gelê Kurd dijî deweleta Irana xwînxwar serhildanek herî dijwar kir. Şêx Ubeydila mentîqa navbera gola Wanê û gola Urmîyeyê kir bin destê xwe. Armanca vê serhildanê yekîtîya Kurd û Kurdistan, azadîya welat û gelê Kurd bû. Lê dewleta Osmanî û Farisan dijî Kurdan bûn yek û vê serhildanê bi hev ra perçiqandin. Di sala 1905’an da Cafer Axa li Tebrîzê ji alîyê dewleta Iran va tê kuştin. Bavê wî Mehmed Axa û birayê wî Simko serîhildan. Di navbera dewleta Iran û Kurdan da şerên dijwar çêbun. Di dawîya da dewleta Iran bi fetlûfêlan vê serhildanê jî fetisand. Di sala1909’an da eşîretên Kurd hicûmê dan ser Mehebadê. Ev serhildan jî mivefeq nebû. Simko di sala 1920’an da li navça Urmîyê dijî dewletê serhildan kir. Simko beşek mezin ji Kurdistana bin destê Iranê rizgar kir. Di sala 1923’an da Li Silêmanîyê bi Şêx Mehmud ra hat cem hev û xwestin bi hev ra hereket bikin. Simko qenc dizanî ku diktatorê Iranê Riza Şan dixwest temamîya kêmketîyên Iranê asîmîle bike. Simko serokê Asûrîyan Mar Şem’ûn kuşt ev kuştin bû sebebê şikênandina Simko. Simko dîsa jî nesekinî û heta sala 1930’yan çend şer dijî hêzên Iran, Iraq û Tirkîyeyê kir. 21’ê Hezîrana sala 1930’yan Simko bi Iranê ra li hev hat. Dewleta Iranê, ji bo li hev hatin û peyvendîyan bang kir Simko ku were bajara Şîno. Li vê bajarê Simko bi ne cuwanmêrî, bi bêbextî hat kuştin. Piştî serhildana Simko, di payîza sala 1931’an da di bin seroktîya Cewher Sultan da Kurdan dîsa li nêzî Hemedan serhildanek çêkirin. Lê ev serhildan jî wek serhildanên din hat temirandin. Serhildanên Kurdan dijî dewleta Farisan tim berdewam kirin. Sala 1946`an Îran di bin îşgala Sovyetê da bû. Di nav şerê cîhanê ê diduyan da Kurdan carek din serîhildan. Di sala 1941’an da eskerê Sovyetê kete Iran. Di 16’ê meha Tebaxa sala 1946’an Kurdan Partîya Demokrata Kurdistan damezirandin. Di 22’yê meha Kanûna paşî sala 1946’an da Komara Mehabadê, di bin seroktîya Qazî Muhammed da hat damezirandin. Hukûmeta komara nû gelek xebatên xweşik kir û temamîya Kurdan bi dil û can vê komerê himêzkirin. Mela Mistefa Berzanîyê nemir xwe û heval û hogirên xwe ji bo bilindîya Komara Mihebat amade kir. Sovyetê alîkarîya xwe ji ber vê komerê paş va kişand. Jîyana vê komarê salek dom nekir. Şahê Iranê bi ordî, mitralyoz, kumbere, balafir, çek û temamîya quweta xwe va girt ser Komara Mehabatê. Serokkomar û heval û hogirên wî idam kir. Mela Mistefa Berzanîyê qehreman bi 500 qehremanên hevalên xwe va berê xwe da Sovyetistanê. Şah pê hisîya ku Berzanî berê xwe daye Sovyetistanê hikûmeta Iranê deh hezar eskeran kir dû Berzanî. Ji jor va jî wanan bi balafirên xwe taqîp kir û bimbe kir. Belê Berzanî û hevalên xwe yên qehreman berxwedanek gelek serbilind kirin û çend caran heleqgirtina dor xwe qelişandin û ji nav eleqê derketin. Kumandarê ordiya Iranê dibêj e: „Xuya kir ku ordîya Iranê ya nû heta niha li gel dijminekî hevqas bi hêz şer nekirî ye û berxwedanek viha nedîtî ye.“ 500 qehremanên Kurd di bin serokatîya Mistefa Berzanîyê nemir, qehremanê bi nav û deng da gelek telefatî dan ordîya Iranê. Ji başûrê rojhilata Iranê bi rê ketin di bakûrê rojhilata Iranê da derketin. Di bin bimbe û gulebarandina firokên şerên Iranê da bi eskerê Iranê ra şer kirin û di bin zorîya şer, top û cebilxane, kumbere û berikan da, di bin jordarî û zalimîya dijmênê har û hov da Iranê seranser kirin û roja 18.06.1947’an da derbazî Sovyetistanê bûn, ketin nav erd û axa Sovyetistanê. . Dewleta Iran bi hezar salane ku ji alîyê merivek va tê idarekirin. Tim û tim merivek hakimê dewleta Farisan e. Faris, berî Islamîyê bi şert û şirûtên mecûsî di bin hikma şexsekî da dihatin idarekirin. Piştî bûne Misilman, serokên Farisa li gorîya xwe Islamîye ajotin û daxwazên Islamîye ji bo maf û hakimîya xwe bi awyek guhartinî ji gelê Faris ra gotin, bi wan dan qebûlkirin. Bi vî awayî bi navê Islamîyê şeran li dijî dijminên xwe kesên derva û kesên hundir da ajotin û gelê Faris jî xapandin. Bi sed salan gelê Faris bi rejîma Şarinşahî hat idarekirin. Şah, hakimê her tiştî bû. Di qesir û koşkên xweyên debdebî da Şah û hevalbendên xwe bi zêç û zarokên xwe va jîyana xweyên zêrînî ajotin. Gelê Faris kole û xizmetkarên Şah bûn. Gotinên Şah ji wan ra wek ayetên Ku’anê bûn û Şah çî bigota şik û şiphe tinebû rastbûn. Kes nikaribû dijî şah derkeve. Şah tiştên çewt jî bigota kes nikaribû bêje çewt e. Qewt bûya jî gotina Şah bû û bê şik û şiphe rast bû. Heta rejîma Şah peşkilî û rejîma Xumeynî, bi navê Komara Islamî hat, gelê Faris bi sed salan di bin vê rejîmê da hevîrê xwe û şiklê xwe girt. Rejîma Xumeynî bi navê Komara Islamî ji rejîma şah tiştek ne guhast, rejîmek nû ne da ber gelê Faris. Berî rejîma Islamî tiştên ku şah dikir di bin navê Islamîyê da dikir. Xelkê xwe dixapand û bi navê rêya Islamîyê hakimîya xwe didomand. Xumeynî hat, rejîmê bi paştir va jî bir û Islamîyê jî zortir kir. Tiştên ku komara Islamî dike jî dibin navê Islamîyê da dike. Gelê Faris şaş û mat bû. Rejîm çî bêje gel qebûl dike. Kesên li dijî jî derdekivin nikarin dengên xwe bilind bikin. Rejîm bi navê Islamîyê pasdarên xwe şand ser gelê Kurd, kumberan avêt ser gund û bajarên Kurdistan. Bi sedan Kurd bidarda kir. Jîyana ku Xwedê da bû, pasdaran bi navê Islamîyê dawî lê anî. Halbukî di Islamîyê da ruh sitandin bi destê Xwedê ye û Xwedê vî heqî nedaye tu kesî. Belê rejîma Xumaeynî û Xumeynî vî heqî bê izna Xwedê dan destên pasdaran. Navê dewleta xwe danîn „Komara Islamî“ û di bin vî navî da bi dehhezaran Kurd qetilkirin. Gelo ev ne tiştekî durûhî ye. Devleta Iraq, Ereb û Kurdên Iraqê Kurdistan bi peyama Qesra Şîrîn di nav dewleta Osmanî û dewleta Îran da bi rismî bibû du parçe. Piştî şerê Cîhanê ê pêşîn dewleta Osmanî peşkilî. Ingilîz û Firingsiz ji erdê dewleta Osmanî Sûrî û Iraqê derneketin. Bi peymana Lozanê Kurdistan bi fermî di nav çar dewletan da hat parçekirin. Dema Kurdistan ji alîyê zordestan va hat çar parçe kirin, Iraq û Sûrî ketin bin destên dewletên Birîtanî û Firingsizî. Van her du dewletan jî mecal nedan gelê Kurd ku dewletek serbixwe damezirînin. Kurdan ji bo azadîya xwe dijî her du dewletan jî şer kirin û di şerê azadîyê da bi ser neketin. Di roja 5’ê Hezîranê sala 1926’an da li ser mesela Mosilê Tirkîyê, Ingliz û Iraq hatin cem hev û peymana hidût kifşkirinê imze kirin. Piştî Inglîz û Firingsiz ji Iraq û Sûrî bi başva kişîn, rejîma Ereban bi dijwarî dijî Kurdan derketin û tu heqek nedan Kurdan. Bi rastî dema hê Inglîz û Firingsiz li Iraq û Sûrîyê hakim bûn gelek alîkarî dan ereban û ewan jî dijî Kurdan şer kirin. Heke Ingilîz û Firingsizan bixwestan dikaribûn li wan her du welatan ku Kurd li ser erd û axa xwe jîyana xwe didomandin, muxtar bikin, an jî alîkarîya serxwebûna Kurdan bikin. Belê van dewletan; em dev ji alîkarîyê berdin, alîkarîya dijminêên Kurdan kirin û tim bûn berdestkên Ereban, bi top, tifink û balafirên şêr (firkên şer) hicûmê Kurdan kirin, insan û welatê wan dan ber bimbe barandinê. Dema mesela Kurdan tê holê dewleta Tirk û karbidestê wê dibêjin: „Ingilîzan alîkarîya Kurdan kir. Dixwestin Tirkîyayê parçe bikin û Kurdan di destên xwe da lîstandin. Kurd her tim ji alîyê dewletên derva va hatin emilandin.“ Ev gotin heke parîkî rastîya wan hebe jî, lê ne wekî armanca gotina dewleta Tirk e. Dewleta Ingilîz ji binî alîkarîya Kurdan nekir. Di ser da jî bû alîkarê dijminên Kurdan. Welat û insanên Kurd bimbe kir. Belê ev jî tiştek raste ku Kurdan xapand, wan ji bo armanc û daxwazên xwe emiland û ne ji bo parçekirina Tirkîyê... Dumahik heye...
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî:
Di sala 1919’an da şêrê Tirkan ê xwe azadkirinê bi rêzanîya Mistefa Kemal destpêkir. Ji 19.05.1919’an virda êdî em Iraqê û Sûrî bi dewleta Osmanî û komara nû a Tirkîyayê va girênadin. Ji vê tarîxê û virda serhildanên Kurdan ên li Iraqê an dijî Ingilizan an jî dijî Ereban çêbûne. Li Iraqê serhildana pêşîn di sala 1919’an da ji alîyê Şêx Ehmed Berzanî va li herema Berzan dijî Inglîzan çêbû. Şêx Ehmed Berzanî, eskerê Inglîzan ji Berzan deranî û Kurdan çend zabitên sîyasî ê Inglîzan kuştin. Di destpêka Payîzê da ev serhildan ji alîyê ordîyên cezakirinê ên Ingilîz gelek bi zehmetî û xwînrêjan hat temirandin. Belê li Iraqê şerê azadîyê roj bi roj xurt dibû. Silêmanî wek meqerê (ordugah, merkez) hereketê azadîyê û Kurdên welatparêz, rewşenbîr û zanayên wê demê bû. Hakimtîya Birîtanyayê li Iraqê bê astengî cî xwe girti bû. Belê Kurdan dewletek azad dixwestin û ji bo vê dewleta azad damezirînin li hev dişêwirîn, xebat dikirin. Di vê xebata azadîyê da bê şik û şiphe, bê dijîderketin Şêx Mehmûd Berzencî serî dikêşand û rêzan bû. Şêx Mehmûd Berzencî di roja 20 ê meha Gulanê sala 1919’an da li Silêmanî serhilda û eynî roj Silêmanîyê fetih kir. Hereket ji nişkêva destpêkir û serkevtinek qenc ket destên Kurdan. Kurdan Zabitên Inglîz ên eskerî û sîyasî teslim girtin û hin ji wanan hatin kuştin. Di çend rojan da Şêx Mehmûd Berzencî, herema Silêmanî bi temamî kir bin hakimîya xwe. Cîyên ku Şêx Mehmûd Berzencî kir bin destên xwe temamîya başûrê Kurdistan ne bû û parçeyek biçûk ji başûrê Kurdistan bû. Şêx Mehmûd dixwest temamîya Başûrê Kurdistan bike bin destên xwe û dewlet Kurd damezirîn e. Serkevtinek mezin jî dijî Ingilîzan sitand. Şêx Mehmûd Berzencî serxwebûna temamîya Başûrê Kurdistan ilan kir û xwe jî hakimê (Qeralê) Kurdistan beyankir. Şêx Mehmûd Berzencî, ala Kurdistan bilind kir, ala ku îro li çar parçeyên Kurdistan hatiîyê qebûlkirin, kir ala Kurdistan. Pereyên Kurdistan deranî, pûlên poste û ên demxeyên rismê xwe li ser wan derxist pîyasê. Rojnameyek bi navê Kurdistan da çapkirin û belavkirin. Birayê xwe ê biçûk Şêx Qadir Berzencî kir serokwezîr û hikûmatek danî. Evdilkerîm Alakayî ku bi bawerîya xwe File bû kir wezîrê Malî, Hacî Mistefa Paşa kir wezîre Perwerdîyê. Salih Zekî Beg jî bû serokkumandar. Di destpêkê da îşê Şêx Mehmûd Berzencî gelek baş çû û di gelek şer û karan da bi serkevtî bi pêş va çû. Gelek eşîrên Kurd jî, xwe dan alîyê Şêx Mehmûd Berzencî. Şêx Mehmûd bi serok û rêberên Kurdan ra peyvendî danî. Bi serokê Şemzînan nevîyê Şêx Ibeydila Seyît Taha, bi Simko ra ku li Iranê dijî dewleta Iran şerdikir, bi Şex Ehmed Berzanî ra hevbendîyên qenc danî û xwest yekîtîyek li başûrê Kurdistan lihev bîne. Belê lihevanîna yekîtîya Kurdan wek her dem û zeman tiştek pir zor û zehmet e. Şêx Mehmûd Berzencî di vê daxwaz û armanca xwe da nikaribû serkevtinek bike dest. Ingilîzên ku hê li Iraq bi temamî hakimîya xwe bi temamî tedarik nekiribûn. Ketin nav merhezan û ji bo şikênandina Şêx Mehmûd planên bi fetil û fêl çêkirin. Pêşî ketin nav eşîrên Kurdan, di dijî Şêx Mehmûd da bi derew û iftiran xapandin, cepeyêk çekirin. Di du da ordîyên Hindistanî ên Ingilîz di bin kumandarîya T. Frezer da şandin ser Şêx Mehmûd Berzencî. Li ser erdê bi top û tifingan, li hewayê jî bi firokên şer girtin ser herema Kurdistan a azadkirî. Bajar û gundan him ji jor va him jî ji jêr va bimbe kirin. Wewetên Ingilîzan ji ên Şêx Mehmûd gelek zaftir bûn. Mifrezeyên Şêx Mehmûd di bin vê bimbe û berikbarandinê da berxwedanek hêja dan, belê nexapin nikaribûn dijî firokan şer bikin û şikestin. Şêx Mehmûd jî birîndar êsîr kete destên Ingilîzan. Belê Silêmanî ne diket. Piştî êsîrbûna Şêx Mehmûd jî şervanên wî bi qehremanî 15 roj berxwe dan û roja 03.08.1919’an serhildan bi temamî hat perçiqandin. Li gorîy qanûnan pêwist bû mehkema eskerîya Birîtanî Şêx Mehmûd mehkûmê idamê bikir. Belê Şêx Mehmûd Berzencî, di nav Kurdan da gelek bi rûmet bû û Kurdan jê zaf hezdikirin. Sedem vê yekê ku Ingilîz li başûrê Kurdistan nekevin nav dozên zor û zehmet û tengîyên nikaribin ji nav derkevin, Şêx Mehmûd ji bo 10 salan şandine Hindistanê nefîyê. Di roja 23.08.1921’an da Ingilîzan Emir Feysal ibnî Hiseyîn el Haşimî derxistin ser text û wî qeralê Iraqê ilan kirin. Kurdên Kerkokê, Silêmanîyê û piranîya Kurdên Başûr dijî qeralîya Feysal derketin û dengên xwe dijî bilindkirin. Eşîrên dora Rewandizê dijî Inglîzan serhildan kirin. Li Başûrê Kurdistan heta nîvê sala 1922’an serhildanên giran dijî Ingilîzan dom kirin. Şerên gelek giran ji alîyê eşîra Hemavend bi alîkarîya eşîrên din li herema Helepçê û eşîra Berzanî û ên din li hêla Çemçemalê ji meha Çilan heta xilazîya meha Gulanê sala 1922’an hatin amadekirin. Kurdan bi qehremanî di van şeran da berxwe dan. Ingilîz dijî Kurdan ketin tengasîyê. Dixwestin xwe ji vê tengîyê derênin. Ji alîyê din va li Tirkîyê dewletek nû dihat damezirandin û mecbûrî bi vê dewletê ra dan û sitandina li ser peymanek zexim bê çêkirin. Xebatên giran ji bo peymana Lozanê çêdibûn. Ji dewletên nû ra hidûdên nû nû dihatin danîn. Ingilîzan dixwestin Mosil û Kerkok tim di bin bandora wan da bimîne. Şêx Mehmûd Berzencî çewa min got insanek bi nav û deng, bi rûmet û hêja bû. Ingilîzan xwestin ku Şêx Mehmûd alîkarîya wan bike. Şêx Mehmûd pêşî ji Hindastanê di Êlûna sala 1922’an da anîn Kuweytê û ji wê jî di roja 30’ê meha Cotmehê sala 1922’an da anîn Silêmanîyê. Belê Şêx Mehmûd neket bin emrê Ingilîzan. Dema hate ser erda xwe, meskenê bav û kalan dîsa xwîna azadîyê di demarên wî da kelijî û dijî Inglîzan ser dananî. Şêx Mehmûd Berzencî serê meha Mijdarê xwe qeralê Kurdistan ilan kir. Birayê xwe Şêx Qadir kir serokwezîr. Ilankirina dewleta Kurd bi tenê li ser erda Silêmanî û hawîdosê Silêmanî bi awayek tengî ma. Li temamîya başûrê Kurdistan nehat firekirin. Qirelîya Şêx Mehmûd, di parçekî biçûk da ma hepiskirî. Belê şert û emareyên serxwebûnê hatin cî. Çapkirina pere û pûlan, civandina bêş, bac û qemçûran (vergî), di rismîyêtê da qebûlkirin û ilankirina zimanê Kurdî, çapemenîya Kurdî û welat sazkirin, pir û nexweşxane avakirin sifetê temamkirina dewlet danînê bûn. Belê ev bitenê, nikaribûn dewleta Kurd xurt bikin. Ev qeralîyeta Şêx Mehmûd Berzencî ji alîyê tu dewletên cîhanê va nehat qebûkkirin. Tu dewletek alîkarî ne da vê dewleta nû. Demek dirêj emir nekir û ji ortê rabû. Dewleta Şêx Mehmûd Berzencî dîsa jî rola xwe lîst. Rêçêk di dîroka Kurdan da hişt. Ev dewlet antî emperyalîst bû. Ev antî emperyalîstî di dewletê da cîyek qayîm girt. Ne qeweta sîyasî û ne jî qeweta feodalî rîya antî emperyalîstîya Kurdisdan ne da guhartin. Emperîyalistên Ingilîz rola Şêx Mehmûd bi temamî ne nirixandin û dixwestinên Şêx Mehmûd bikin xizmetkarê emperyalîzmê. Belê Şêx Mehmûd bi qerekterek zexim vê daxwaza Ingilîzan avête serê sergo û di xizmet gelê xwe da şerê xwe domand. Şêx Mehmûd, tu car nebûye aletê lîstika Inglîzan. Ewî di şerê pêşerojê da di rîya armanc û teqtîkên xwe da, micadela xwe berdewam kiriye. Idara Bexdayê a Ereban û planên Ingilîzan ji gelê başûrê Kurdistan ra tehdîdek mezin anîye ortê. Şêx Mehmûd Berzencî wek camêrek, pêşerojên xwe dîtî ye û li himberên van tehdîtan derketîye. Belê dîsa jî Ingilîzan imûda xwe winda nekirin û dixwestin, wî ji bo plan û mafên xwe qezenc bikin. Şêx Mehmûd ji bawerîya xwe bi qasî misqalek dûr ne bû û xwe nêzî mafên Ingilîzan nekir. Ingilîzan di dawîyê da fesadî û nakokî xist nav eşîrên Kurdan û eşîran li dijî Şêx Mehmûd kirin nav xirabîyan. Niviskarê Ingilîz Edmonds di pirtûka xwe da dibêje: “Nakokî û dubendîya ku Ingilîzan dijî Şêx Mehmûd pêk anîn başûrê Kurdistan ji serî hetanî lingan û neynûkan ji hev parçe kir û peşkiland.” Hereketê Şêx Mehmûd Berzencî di nav çon û hatinan da heta sala 1930’an berdewam kir. Şêx Ahmed Berzanî alîkarê hereket û serhildanên Şêx Mehmût Berzencî bû. Roja 30.06.1930’an peyman di nav Ingilîzan û dewleta Iraqê da hat imzekirin. Bi vê peymanê Iraq digihîşt serxwebûnê, belê mafê Ingilîzan bi fireyî dihat parastin. Ev peyman tim heqên dewletbûna Kurdan ji ortê radikir. Kurda daxwazên xwe bi sedan nameyan ji Yekîtîya miletan xwestin. Ingilîzan seba van daxwazên Kurdan berpirsîyarên xwe û ên Erebên Iraqê şandin Kurdistanê. Belê êdî kesekê Kurd ji Ingilîzan bawe nedikir û bawerî nema bû. Roja 6 ê Êlûnê sala 1930’an tê li Iraqê hilbijartina parlamenê bihata çêkirin. Xelkên Silêmanî û ên herema dor Silêmanîyê hilbijartinê parlamenê boyqot kirin. Di eynî rojê da mitîngek li darxistin. Polosan hicûm xelkê kirin. Xelk jî dijî polosan dest hilanîn. Polês şikestin. Esker hat alîkarîya polêsan. 20 kesên Kurd hazin kuştin û bi sedan hatin birîndarkirin û girtin. Kurda vê rojê “Roja Reş” ilankirin. Sedem van bûyêran Şêx Mehmud Berzencî ji Iranê kete hidûdê Iraqê û ala serhildanê dîsa nû hilanî, bilind kir. Şer di nav eskerê Iraqê û alîkarên Şêx Mehmûd Berzencî da destpêkir. Şervanên Kurd, mifrezeyên cezakirinê ên Iraqê şikênandin. Ingilîz dîsa ketin dewrê û alîkarîyek mezin dan eskerên Iraqê. Firokên şer ji sibê heta hêvarê bimban reşandin ser gelê Kurd, bajar, gund û xanîyên wan. Şêx Mehmûd Berzencî û serokesker Mehmûd Cewdet serlêdana Yekitîya Miletan kirin, halûpergal, perîşanî û belengazîya gelê Kurd anîn ziman. Belê ji alîyê din va serhildan û berxwedana gelê Kurd bi awayek şiddet dimeşî ya. Di dawîya sala 1930’an û destpêka sala 1932’an da gelek şer di nava Kurdan û hevkarîyên Ingilîz û dewleta Iraqê da çêbûn. Qewetên Ingilîzan û dewleta Iraqê ji qewetên Kurdan gelek zaftir û tekniktir bûn. Kurdan di van şeran da gelek can windakirin, belê dîsa dest dananîn û bi qehremanî berxwedana xwe kirin. Firokên şer ên Ingilîzan ji roja 17.01.1931’an heta roja 21.01.1931’an bi şev û roj şervanên Kurd, gund û bajarên wan, zaro û zêçên wan ji jor va bimbe kirin. Belê dîsa jî nikaribûn Kurdan bişkênin. Di bihar û havîna sala 1931’an da Kurda çend derban li eskerên Iraq û Ingilîzan dan. Di çîyayê Avromanê da şerek herî zor û giran çêbû. Firokên şer eman nedan Kurdan û bimban ji jorvan wek baranê li serserê wan barandin. Kurda bi dehan mirî li çîyayê Avromanê hiştin û bi alîyê Kurdistana bin destê Iranê va kişîyan. Di hidûd da eskerên Îranê hêvîya Kurdan bûn û dema Kurd çon hidût, eskerên Îranê li ser wan berikan barandin. Mehmûd Berzencî di nîvê Gulana sala 1931’an da bi Ingilîzan ra xwest hevpeyvandinek çêkir û çû Penevînê. Piştî hevpeyvandinê di demek kin da Şêx Mehmûd çû Silêmanîyê. Ingilîz ji Şêx Mehmûd gelek fikaran dikirin û dizanibûn ku ji alîyê gelê Kurd va kesek bi rûmet û qenc tê hesibandin. Ji bo ku cardin Kurd li dora wî necivin û serîhilnedin, roja 02.06.1931’an Şêx Mehmûd bi balafirê birin Bexdayê û ji wê jî birin başûrê Iraqê bajara Urê.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
Şêx Evdılselam Berzanî dı sala 1907`an da bı serokên eşîret, şêx û Kurden welatparêz va têlgırafek jı dewleta Osmanî ra şandın û daxwazên xwe jı dewletê bı vê têlgırafê xwest ın. Dı têlxırafê da ev daxwaz hebûn:
Dıya Mele Mıstafa Berzenîyê nemır jî bı kurê xwe Mıstefa Berzanîyê 3 salî va dı nava êsîran da ye. Dîya Mela Mıstefa Berzanî û Mıstefa Berzanîyê ku hê 3 salîye avêtın zîndana Mosılê. Mela Mıstayê hê 3 salî bı dîya xwe ra kete zîndanê. Zor, zordestî û zehmetjêşîya zîndanê dı 3 salîya xwe da dıbîne. Sond û ad dıke ku heta jı destê wî were teslîmê dıjmınê xwe nebe û nekeve zîndanê. Mela Mıstefayê nemır jı 3 salîya xwe heta mırınê jı bo gelê Kurd, lı serê qîyayên Kurdıstan şerê azadîyê kır. Bı vî awayî jıyana xwe carnan lı serê qîyan, carnan lı nava bajaran dı şerê azadîyê da û carnan jî, jı welatê xwe dûr bı penaberî û pır caran jî dı pêşîya pêşmergên xweyên qehreman da, dıjî dıjmın dı şerê azadîya Kurd û Kurdıstan da derbazkır, belê êdî xwe naxıst destê dıjmınên xwe û nakete zîndanan.. Şêx Evdılselam dı sala 1908`an da dızıvıre Berzan û hêla Berzan jı eskerê Tırk ên ku êsîr hatıne kırın azad dıke. Belê dîsa bı alîkarî, destek û xayîntîya yekê Kurt tê gırtın û bı alîkarîya xayînek dî tê ıdam kırın. Sılêman Nazıfê Kurd dıbe walîyê Mosılê. Dema Şêx Evdılselam tê gırtın Sılêman Nazıf lı Mosılê walî ye. Dı sala 1913`an da ordîyek dışîne ser Berzan ku Şêx Evdılselam Berzanî bıgrın. Dewleta Osmanî jı bo sax an mırî teslımkırına Şêx Evdılselam gelek xelat û peran dıtîne hole. Şêx Evdılselam, dıqe cem Sımko Axa, ew û Sımko Axa, jı bo ku alîkarîya Rûsan bıstînın dıqın Tıflîsê, bı berpırsîyarên Rûsan ra dıpeyıvın. Dı zıvırandınê da Şêx Evdılselam jı Sımko Axa dıqete û dızıvıre Berzan. Lı ser rîya xwe dıqe gunde Sofî Evdıla, dıbe mêvanê vî. Sofî Evdıla xwedîyê gund e. Dema Şêx Evdılselam radız e, Sofî Evdıla ıxanetî dıke, gılîya Şêx Evdılselam û sê parêzdarên wî dıke wan dıde gırtın û teslîmî dewleta Osmanî dıkın. Şêx Evdılselam tînın Mosılê. Sılêman nazıf bı dadgehek sexteyê cav gırtî Şêx Evdılselam dıde ıfade gırtın. Dadge bıryarê bıdardaxıstınê dıde û dı sala 1914`an an jî dı sala 1915`an da Şêx Evdılselam ıdam dıkın. Dema Şêx Evdılselam tê şehîtkırın, bırayê wî Şêx Ehmed hê 18 salî bû. Eşîra Berzan seroktîyê dıde Şêx Eh,ed. Şêx Ehmed jî dı rîya bırayê xwe Şêx Evdılselam da dımeş e. Serokê xort bı bırêyê xweyê jı xwe bıqûktır Mıstefa Berzanî va eşîreta Berzan bı awayek mêrxasî ıdare dıke. Eşîreta xwe lı dor xwe dıcıvîn ê û dı nav eşîra xwe da bı rûmet dıbe. Ne kesên jı eşîra wî bıtenê, kesên eşîrên dın jî gelek qîmet û rûmet dıdın Şêx Ehmed. Dema Şêx Mehmûd Berzencî dı sala 1919`an da dıjî Ingılîzan serhıldan kır, Şêx Ehmed, tım bangê eşîrên dın dıke ku alîkarîya Şêx Mehmûd bıkın. Ew gelek pêşmergeyên Berzan dışîn e. Dı dû da qefleyek pêşmerge jî dı bın seroktîya bırayê xwe Mele Mıstefa Berzanî da dışîn e alîkarîya Şêx Mehmûd Berzencî. Jı hêla Balêkê qefleyek dın jî dışîne alîkarîyê. Ev her du qefle dıkevın nav dafık û kemın (pusu) gırêndana Inglîzan. Dı şerê nav kemîngırêdanê da gelek pêşmêrge hê nagıhîjın Sılêmanîyê têne şehîtkırın. Dema pêşmergên Mıstefa Berzanî dıgıhîjın Sılêmanîyê serhıldan hatıbû pelıxandın û Şêx Mehmûd Berzencî bırîndar esîr ketıbû destê Ingılîzan. Dı serê sala 1930`an da herema Berzan bû mekanê serhıldanên gelê Kurd. Herema Berzan dı nav salê 1928-19331`an da bı domê bû cîyê teklîhevîyê û serhıldanê. Dema serhıldana Şêx Mehmûd Berzencî bı paş va ket û hat pelışandın, lı hêla Berzan, Berzanîyan ala serhıldanê dan destên xwe, bılındkırın û mıcadela azadîya gelê Kurd bı serbılındî meşandın.. Kumandarê Ingılîz Albay Berkî dı roja 03.12. 1931`an da hıcûmê ser eşîreta Berzan kır. wê demê Mele Mıstefa Berzanî bı pêşmêrgeyên xwe va lı dervayê hêla Berzan bû. Mele Mıstefa derhal tê Berzan. Belê Albay Berke nızan e û dıxwaze bavêj e ser gundê Berzan, Şêx Ehmed û tım mêrên gund êsîr bıke. Albay Berke hazırîya xwe temam dıke û roja 09.12.1931`an bı şev hawîdorê gundê Berzan dıgıre. Belê Mele Mıstefa rojek dı berîyê da gıhıştîye gund. Şerek gıran dı navbera her du alîyan da qêdıbe. Dı davîyê da Berzanî serkevtınê dıgrın û dıjmın dışkê. Ingılîz mecbûr dımînın bı Berzanî ra lı hevhatınek qêdıkın. Dema dıkevın tengîyan jı bo xwe jı van tengîyan derînın û xwe bı qewet bıkın Ingılîz dest davêjın fetlûfêlan. Vê carê jî lıhevhatın qêdıkın û xwe jı dafıkê derdıxın. Belê dı demek kın da dîsa hıcûmî ser Berzan dıkın. Eskerên dewleta Ingılîz bı fırokên şer, mıntıqa Berzan bımbe kırın. Gund û bajaran wêran kırın. Negotın jın, zarok, kal, pîr, nexweş, seqet bımba jı jor va bı serwan va reşandın. Bı tenê ne ınsanan, heywanan jî bımbe kırın. Hêla Berzan, gundên Berzan tarûmar kırın. Berzenîyan bı qehremanî berxwedana xwe zexım û qayîm kırın. Dıjî Ingılîzan, dıjî top û bımbeyên wan bı serbılındî derketın. Dı sala 1932`an da şerên gıran qewımîn. Dewleta Tırk jî alîkarîya bımbebarandına Ingılîzan kır. Kurdan bı qehremanî şerê xwe dıjî dıjmınên xwe domandın. Belê qewet û teknıkîya Ingılîzan qet bıqet jı Kurdan zaftır bû. Bılî vî jî dewleta Tırk alîkarîya Ingılîzan dıkır. Jı alîyê dın va Ereb jî bı temamîyên qewetên xwe hıcûm dıdan ser Kurdan. Ingılîzan bı saya fırokên şer Kurdan pelışand. Şêx Ehmed Berzanî roja 22.06. 1932`an teslîmî eskerê dewleta Tırk bû. Dewleta Tırk ewıl xwe qenc nîşanê Şêx Ehmed dan. Belê dı dû da Şêx Ehmed û hevalên wî gırtın zîndanê. 100 alîkar û şervanên Şêx Ehmed ıdam kırın. Sebeb jî ev nîşan dan. Gotın ku ev kesên han berî 18 salan, dı dema Osmanîyan da dıjî dewleta Osmanî fesadîkırın e û alozî qêkırınê. Akılê kesî nagêheje mantıqê dewleta Tırk. Sala 1914 lı kû û sala 1932 lı kû?.. Lı gorîya xwe dewleta Tırk sûcdarên sala 1914`an, dı sala 1932`an da cezadıkır. Zeman ne eynî zeman û dewlet ne eynî dewlet. Sala 1914` a dewleta Osmanî û sala 1932`an komara Tırkî a nû… Belê dewleta Tırkî dıkarıbû lı gorîya neqanûnîyên xwe ku dı welat da hakım bûn kesên ku sala 1914’an dıjî dewleta Osmanî serhıldan kırıbûn bı hıkmê îdamê ceza bıke.. Kesek dıkare vî aqıl û mantıqî fam bıke?.. Bı rastî ez nızanım. Mıstefa Berzanî teslîm ne bû derket serê qîyan û şerê serhıldanê berdewam kır. Ingılîzan bı qewetên hıkûmeta Bexdayê va hıcûm dan ser Mıstefa Berzanî. Mıstefa Berzanî dı qîyan da şerê partîzanan da. Ingılîzan dı qîyan da jî Berzanîyan bı fırokên şer bımbe kırın. Dı dawîyê da partîzanên dı bın seroktîya Mıstefa Berzanî û bırayê wî Muhammed Sadıq Berzanî da mecbûr man roja 17.07.1933`an teslîm bûn. Dewleta Iraq roja 06.10.1932`an bı rısmî serî lı endametîya Cemîyeta Mıletan (Yekîtîya Mıletan) da. Bı vê endametîyê Iraq bı dıtîtınî û teorîk bû dewletek serbıxwe. Belê dı tedbîqkırına kıryaran û wezîyeta welat da tıştek berbıqav nehate guhartın. Dı sala 1934`an da Mele Mustefa Berzanî dîsa serhıldan kır û qereqola Herzokê teslîm sıtand. Pıştî vî hereketî gelek gund û bajaran azad kır. Lı gelek cîyan bı Inglîz û Ereban ra şer kır û dı van şeran da bı ser ket. Jı sala 1934`an heta sala 1943`an dı navbera Mela Mistefa Berzanî, Ingılîz û Ereban da bê hısab şer qêdıbın. Carnan şer dısekın e û carnan bı dıjwarî dom dıke. Carnan Berzanî û Ingılîz lı hev tên, carnan jî şerên xedar dıkın. Ne rıhetî jı Ingılîzan û Ereban ra, û ne jî, jı Kurdan ra he ye. Şerê Cîhanê ê dıduyan derdıke ve. Berî vî şerî û pıştî derketına vî şerî jî Kurd şıxwe dı nav şer da bûn. Mela Mıstefa jı sala 1934`an û pê da, zılm û zordestî, bêkesî, tıneyî û belengazîya ku nêzî wî û tırafdarên wî bû, rolek mecbûrî xıst ser mılên wî ku bıkeve pêşîya gelê Kurd û gelê Kurd jı şerê azadîyê ra tekûz nıke. Dı vê navberê da ew û hevalên wî hatın sırgunkırın. Pêşî wan şandın Mosıl, Nasırîyê û başûrê Iraqê, paşî şandın Axqa, Kıfrî û Sılêmanîyê. Dewlet newırıbû Mela Mıstefa bı domê lı cîyek bıhêle. Seba vê yekê hertım cîyê wan dıguhartın. Dı serhıldanên salên 1932, 1935 û 1936`an da sîleh û qekên Berzanîyan jı alîyê dewletê va jı wan hatıbûn sıtandın. Dı sala 1943`an da Berzanî pêşmêrgeyên xwe lı hev cıvand û xwest dest bı serhıldanê bıke. Nexapın dı destên wan da sîleh nemabûn. Berzanî xwest sîlehan jı qereqolan teslîm bıstıne. Jı bo ku sîlehên qereqolan bıke dest bı destpêka havînê va avêt ser qereqolên Şırwanî, Mazen û Mêrga Sor. Gelek sîlehan kır dest. Lı vê hêlê dı havîna 1943`an da jımarên qereqolên ku ketın destên Berzaniyan 21 bûn. Mıstefa Berzanî ne dıxwest xwîn bête rêtın. Bı awyek aşîtî xwe nêzî dewleta Iraqê kır. Berzanî bı qazıdek xwe ra nameyek şand Bexdayê. Dı nameyê xwe da jı dewletê xwest ku lı başûrê Kurdıstan wezîyeta xelkê feqîr bê guhartın. Nexweşxane bêne qêkırın û jı alîyê sıhetê va gav bêne avêtın. Perwerdî bê tekûskırın. Hıkûmatê bersıva van daxwazan ne da. Dı ser da jî, Şêx Ehmed Berzanî û hınek perpırsîyarên Berzan gırtın bırın başûrê Iraqê bajara Hılayê. Bı vesîta Şêx Ehmed nameyek jı Mela Mıstefa Berzanî ra şandın ku derhal teslîm bıbe. Dı wê demê da hın sazûmanên netewî wek Hîwa, Rızgarî, Şoreş û Yekîtîyê [ebat hatıbûn damezırandın. Mela Mıstefa bı van sazîyan ra cıvînan qêkır û wan lı ba hev kom kır. Sazîya Hîwa jı Hıkûmatê û sefaretên dewletên mezın ên lı Bexdayê ra name û daxwıyanûyan şand ku bı her awayî bı Mela Mıstefa Berzanî ra ne û alîkarî wî ne. Dewletê heroj lı dû hev polosên bıqewetkırî şandın ser Pêşmêrgeyên dı serhıldanê da. Bele her car polos şıkestın û Pêşmêrgan bı serkevtınên mezın tım sîlehên polosan kırın destên xwe. Lı Mêrge Sorê qerpqolek esksr jî teslîm sıtandın. Dewleta Iraqê alîkarîya Ingılîzan gırt û ordîyê şand ser Mela Mıstefa Berzanî. Em dıkarın bêjın şerên ku dı sala 1943`an da qêbûn, dı temaman da Pêşmêrge bı serkevtın û qehremanî berxwe dan, esker şıkênandın. Gelek sîleh û cebxane kırın destên xwe. Lê jı alîyek va Kurdên feqîr, jı alîyê dın va ordîtanya zengîn, jı alîyek va tıneyîya Kurdan, jı alîyê dın va zengînî û modernîya Ingılîzan, dı ser da jî dewleta Ereban a nû ku gelek qavsor bû, Kurdanmecbûrê rîya aşîtîyê dıkır. Dewleta Iraq aşîtî ne dıxwest. Berzanî û hevalbendên xwe bı qehremanî şer dıkırın û bêqarîya dewleta Iraqê nîşan dıdan. Mela Mıstefa û zabıtên Ingılîzan ên temasê lı Mêrga Sor jı bo aşîtîyek hatın cemhev. Mela Mıstefa van şertên xwe jı wan ra got :
Dı Hezîrana sala 1944`an da hıkûmeta Nûrî Seîd ket û dı cîyê wî da Elî Pacecî hıkumeta nû damezırand. Elî Paqecî bı du rûyî herelet kır û dı du da jî peymana ku dı navbera wan û Kurdan da hatıbû ımzekırın pêk nanî. Jı alîyê dın va jı bo hereketên Kurdan jı holê rake planan qêkır. Hereketek kır nav ordîyê û ordîyê amadeya hıcûma ser Kurdıstan kır. Mentîqa serhıldanê jî hazırıyên xwe kır û Pêşmêrga dı sê cepandan da jı şer ra amade kırın. Mıstefa Xoşnav û Muhammed Kutsî bûn kumandarê cepeyê rojhılat, Izet Ezîz û Evdılhemîd Bekır bûn kumandarên cepeyê rojava, Sılêman Berzanî bû kumandarê cepeyê başûr. Komîta azadîyê dı bın seroktîya Mela Mıstefa Berzanî da, dı nav gel da xebatên serhıldanê bı pêş va bır. Hıkûmatê dıxwest hereketê Kurdan bı darê zorê jı holê rake. Dı Temûza sala 1945`an da 25000 esker şand mıntıqa Zaxo, Amadîye, Akra û Rewandızê. Hıkumatê bıryar da ku dı meha Tebaxê sala 1945`an da hıcûmê Kurdıstan bıke. Dı bın kumandarîya generalê Ingılîz Renton da ordîya Iraqê dı meha Tebaxê sala 1945`an da êrîşê Kurdıstan kır. Qend fîloyên fırokên şer jî, jı jor va alîkarîya ordîyê kırın, gund û bajarên Kurdıstan dan ber bımban. Dı 07.08.1945`an da ordîyê dı bın alîkarîya bımbekırına fırokên şer da hıcûmê Rewandızê kır û xwest qewetên Berzanî jı hev veqetîne. }ewetên hıkûmatê bı teknıkî, bı melzeman, xwarın û vexweınê û bı jımarî jî, jı qewetên Berzanî gelek zaftır bûn. Dı bın van kêmasîyên gıran da Pêşmêrga bı qehremanî şer kırın û gelek caran derbên gıran lı ordîya Iraqê xıstın. Dı serê meha Êlûnê da şeren gelek xwînrêj qêbûn. }ewetê hıkûmatê bı alîyê Rewandız û Akrayê va hıcûmên xwe berdewam kırın û dı van hıcûman da Kurda gelek zerar û zeyîat dan wan. Pêşmêrga, eskeran jı mıntıqa qîyan bı paş va şıkênandın û wan jı qîyan deranîn. Berzanî hıcûmê ser Erbîlê kır. Berzanî lı Ingılîzan bang kır ku ordîya wan alîkarîya ordîya Iraqê neke. Ev banga Berzanî, Ingılîzan ne da sekınandın û ordîya xwe şandın ser Kurdıstanê alîkarîya Ereban. Pêşmêrga ordîya Iraqê kırıbûn bın eblûqeyê û hawîdorê wan gırtıbûn, tê bı temamî wan ımha bıkırın. Ingılîzan dîtın ku Kurd ordîya hıkûmatê perîşan dıkın û nêzî Kerkokê dıbın. Seba vêkê bı ordîya wan û bı fırokên şer hıcûmê da ser Kurdan. Vê yekê dan ber qavên xwe ku tê jı ordîya wan gelek kes jîyana xwe wında bıkın heke ew ordîya Iraqê jı eblûqêyê derının. Jı wan ra mafên wan jı jîyanwındakırın û kuştına eskerên wan gırîngtır bû. Seba vê yekê xwestın ordîya Iraqê jı bın dorgırtınê derînın û wan jı destên Kurdan xılaz bıkın. Ordîya Ingılîzan jı sê qengan va meşîya ser Kurdan. Jı jorva jî ; şervanên Kurd, gundên wan, zevî û heywanên wan bımbe kırın. Jı 50`yan zêdetır gund û bajarên Kurdan bı bımban wêrankırın. Pîlotan jı fırokan bı tıfıngên makînelî û bımbeyan gule barandın ser jın, zarok, kal û pîrên Kurdan. Ordîya Ingılîz hawîdorê şervanên Kurd gırt û jı jor va bımban barand ser wan. Dı roja 25.09.1945`an da nêzî bajara Berzan şerek gelek gıran û xwînrêj qêbû. Şervanên Kurd xaza (qembera) dor xwe qulkırın û jı nava xazê derketın, bı paş va kışîyan. 6`ê meha Cotmehê sala 1945`an, hêla Berzan kete destên ordîya Ingılîz û ordîya hıkûmatê. Qara Kurdan ev mabû ku Iraqê terk bıkın. Heke lı ser erda xwe bıman, tê bı hezaran jın, zarok û kesên bêguneh bıhatın telefkırın. Berzanî û şervanên wî bı jın, zarok, kal, pîr, nexweş û bırîndarên xwe va ku nêzî 10 hezar kes bûn, ketın ser rîya Iranê û hıdûdê Iraqê terkkırın. Dı rê da bı sedan zarok, jın, bırîndar û nexweş jîyana xwe jı dest dan. Kesên sax jî, dı rê da jı tıneyî û belengazîyê nexweş ketın û mırın. Mıstefa Berzanî dı roja 11.10.1945`an da derbazî Iranê bû. wê demê wezîyeta Kurdên Iranê qenc bû û lı damezırandına komara Mehebadê dıgerîyan. Berzanî xwe gıhande wan û bû alîkarî ılankırına komara Mehabadê.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
Dara azadîyê bı xwîna şehîdan hatîye avdan Pıştî jı welatderketına Berzanî dîsa lı Iraqê dı navbera Kurdan û dewleta Iraq da car car şer cêbûn. Dı sala 1946`an meha Nîsanê da lı mıntıqa berzan şerek qêbû. Hıkumetê jı bo temamîya hakımîyeta xwe 2000 esker şand Erbîl, Mosıl, Kerkok û Sılêmanîyê. Gelek hevalbendên Berzanî hatın gırtın. Dewletê dı xîyaba Mela Mıstefa Berzanî, Şêx Ehmed Berzanî û zabıtên Kurd ku dı ordîya Iraqê da bûn û alîkarîya Berzanî dıkırın, bı temamî 35 kesan mehkûmê ıdamê kır. 80 Kesan jî cezayê mıebed hapıs dan. Dı nav kesên ku hatın ıdamkırın Mıstefa Xoşnav û Izet Evdılezîz jî hebûn. Berî bê dardakırın Mıstefa Xoşnav lı ser kursîyê ıdamê gotınên xwe ên dawî wıha got: “Gelî celadan, jı efendîyên xwe ra bêjın ku tê gelê Kurd gerewa xwîna mın hıldın. Ez bawerî bı qeweta we naynım. Tê gelê Kurd navê mın jıbîr neke. Tê navê mın bıbe sembola zanîna gelê Kurd. Ez jı mırına dı ber welatê xwe da şeref dıgırım.” Izedîn Evdılezîz jî van gotınan dıbêje: “Dara azadîyê bı xwîna mın û a hevalên mın hatîye avdan. Dara azadîyê tê dı demek nêzîk da kulîlkên xwe veke û fêkîyê azadîyê û bextîyarîyê lı welat bıreşîne.” Welatparêzên ku tên dardakırın, sıetek berî dardakırına xwe vî nameyî jı gelê xwe ra dınıvısînın: “Xwuşk û Bırayan! Me vî nameyî sıetek pıştî ku bıryarê dardakırına me jı me ra hate gotın nıvısand. xwuşk û Bırano! Tê jîyana me a ku dı bın êsîrtîya emperyalîzmê da bê derman maye, pıştî nıvısandına vî nameyî, êdî 14 sıetê dî jî bı tenê dom bıke. Me wezîfa xwe a bı rûmet û bılındî dıjî gelê xwe bı fedekarî û cefakarî , bı awayek zanebûn pêkanî. Sedem vê yekê em bê hısab bextîyarın. Em dıxwazın ku wın dı nava bıratî û yekîtîyê da hev bıgrın û mıcadeleyê bı domînın… Cehalet dıjmınê me ye. Bı temamîya qeweta xwe dıjî cehaletê şer bıkın. Mırına me a bı der û xem dı rıya azadîya gelê Kurd da nîşana ıspata mıcadelekırınê ye. ...... Hevalno, sê darên ku bûne lıngên dardakırına me nıkare bawerîya me a dı rîya azadîyê da bıde sekınandın. ......... Jı bo yekîtîyê, jı bo azadîyê bı pêş va!.....” Mele Mıstefa Berzanêyê nemır dı roja 18.06.1947`an da, qewan mın ewılî jî got dı bın zılm, zor û zordestîya eskerê Irane da derbazî erda Sovyetîstanê bû. Bı salan lı Sovyetıstanê Penaber jîyana xwe bı hısreta Kurdıstan, gelê xwe, zêq û zarokên xwe derbaz kır. Lı Sovyetîstanê, bı 500 qehremanên pêşmêrgeyên hevalên xwe ra gelek zorî, zordestî, bêmecalî, zehmetî, derd, keder û eleman dît ın. Pıştî ku Mela Mıstefa Berzanî bı 500 hevalên xwe ra derbazî Sovyetîdtanê bûn, hereketê azadîya Kurdan lı Iraqê ket nav sıstîyê. Kurdıstana dı destê dewleta Iraq da demek dırêj ma bê deng. Kurd mane bê hêvî. Belê dılê Berzanî jı Kurdıstan ra davêt û dıxwest rojek zûtır vegere welatê xwe Kurdıstan. Dı dawîya salên 50`yî da qıralîyeta Iraqê ket nav boranek. xelkê Iraqê roj bı roj nerazîbûna xwe bı eşkerî nîşan dıda. Dı nav ordîyê da zabıtan sazûmana „Zabıtên azad“ bı dızî damezırandın û jı bo azadîyê xebat kır |