|
|
#21 (permalink) | |||||||||||||||
|
Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê -19- Serhildana Resûlê Asê (Asî) Kumanderê cendirman li Dihê (Eruh) neyartîya Resûl axayê Tilmişarî bû û dixwest fersendek bibîne wî û birayê wî Egît ra bigir e. Li ser ku ixbarek digire, kaymeqamê Dihê jî digire cem xwe, diçe nehîya Lodî, ji we jî dîsa gelek cendirman bi xwe ra dibe Tilmişarê. Ji bo ku di heqê Resûl Axa, birayê wî Egît û hin kesên din emrî tewkîfê derêxe û li çar gundên ku ev kes dimînin li sîlehan diger e. Di mala Resûl axa da tiştek nabîne, belê dîsa jî Resûl axa digire. Di gundên din da tiştek nabîne. Li Govaşil gundê ku Egît dimîne, li gundîyan hekaret û zordarî dike. Li ser vê zordarîyê Egît û alîkarên wî dest davêjin çekan. Di vê bi hevçonê da unbaşîyek û çar nefer tên kuştin. Dema ku kumandarê cendirman dixwaze Resûl axa ji Tilmişarê derîne, alîkarên Resûl axa hicûm dikin û Resûl axa ji testên eskeran dertînin. Gundîyên wê hêlê dizanin tê çî bê serê wan û ji tirsa xwe gundîyên 15 gundan dev ji gundê xwe berdidin bi alîyê qezayên din û Midyadê va diçin. Bi vî awayî serhildan destpêdike. Sedem vê yekê kumandarîya kolordîya heftan emrêk dide. Hinek xalên vî emî wihane : „ …… 4/ e) Gelek girînge ku ev hereket acele dawî lê bê anîn. Taqîbat û derbe divê gelek şedîd û bê eman be. “ „ …… g) Tê fîloyek ji sê firokên şer bikevin vî hereketî. “ „ ….. 5/ b) Kesên cindirman şehîtbikin û kesên hikumet girtina wan dixwaze, Resûl û birayê wî Egît tê bêne girtin.“ „ …. c) Heker ev neyêne girtin pêwiste kesên asê (asî) bêne qirlkirin, gundên wan bên şewitandin, mal û heywanên wan bêne musaderekirin. Kesên bêne girtin bi qet`î ji wan ra neyê misedekirin ku birevin.“ „ …. d) kesên bixwazin teslîm bibin tê miseda pazarîyê ji binî nedin wan.“ Li ser vî emirî tumena didûyan di roja 03.07.1929`an da dest bi hereket kir û van emran da: „ 59 zabit, 1525 nefer, 356 heywan, 176 heywanên kirêkirî, 1014 tifing, 59 makînelî tifingên sivik, 22 makînelî tifingên giran, 4 krupdax topên 7,5, 355105 berikên tifangan, 101 bimbeyên destan, 334 berikên topan dikevin vê hereketê.“ Di roja 06.07.1929`an da bihurên çemê Dicleyê ji alîyê esker va tên girtin. Roja 09.07.1929`an da girên ku nêzî Tilmaşarê ne tên işgalkirin û gundê kesên ku alîkarîya Resûl axa û Egît dikin bi temamî tên şewitandin. Li gorîya rapora roja 03.08,1929`an a tumena diduyan gelek zaf işqîya hatine girtin, Bi qasî wan zaftir jî, jin û zarok hatine girtin. Temamîya gundên hêlê hatine şewitandin. Kolordîya heftem zorspasîya xwe ji zabit û eskerên ketine vî hereketî ra dîyar dike. Hereketê Tendûrekê: Ev hereket dijî Şêx Evdilkadir û eşîreta wî, dijî eşîreta Kotanli û Sakanli û eşîretên hêla Bazîdê hatîye çêkirin. Kumandarê taqîbata hêlê di roja 14.09.1929`an da emrê perçiqandina eşêret û Kurdên hêlê dide. Kumandarîya taqîbatê di emirê xwe da dibêje : „Divê Evdilqadir û eşîreta ku li hêla Qendîl, Tutekê Ulya û Hacî Xalidê ne, bi temamî ji hev bê belav kirin û di du da bê perçiqandin, Divê misede nedin reva tu kesî û temamîya sîlehan ji wan bê sitandin. Mecbûr roja 20.09.1929`an da daxwuyanê hikumetê bidine Evdilqadir û eşîreta wî ku sîlehên hemî qebîleyên xwe bê qeyd û şert teslîm bikin. Divê heywanên ji bo suwarîyê jî hemî qebîleyan bên civandin û bişînin Dîyadînê, ew, xelkê qebîla wî bi kerîyên pezên xwe va herin Qerekoseyê. Heke Şêx guhdrîya vî emrî neke tê bi şidetê bi temamî bêne imhakirin. „ „Divê firokên şer di roja 20.09.1929`an, siet 07.00`an da hereket bikin, çadirên Şêx û kerîyên pezî wî ku li hêla gundên Qendîl-Hacî Xalid in bên bimbekirin. „ Ev tiştên li vir hatine nivisandin, ji devê kumandarên eskerî hatine nivisandin. Çî ecebêk girane ku kumandar dibêje „divê dixwuyanîya hikumatê di roja 20.09.1929`da bidene Şêx Evdilqadir û kesên qebîleyên wî, ku bê qeyd û şert sîleh bêne civandin û heke şêx guhdraîya vî emrî neke bi şidetê temam bêne inhakirin.“, lê belê ji alîyê din va jî dibêje „firokên şer tê roja 20,09,1929`an, siet di 07.00’an da çadir û heywan bên bimbekirin.“ Tê di roja 20ê meha Êlûnê herin teblîxatê hikumetê bidin gundîyan û bêjin bila sîlehên xwe teslîm bikin, belê di eynî roj serê sibê zû siet di 07.00`an da tê firokên şer çadiran bimbe bikin. Hê teblîxata hikumetê nekeve destê wan, tê bêne bimbekirin. Ev jî edaleta komara nû ye. Di vî hereketî da jî wek hereketên din zorî, zordestî, girîn û şîn, axîn û xwîn, mal şewat û dil şewat, mal û war kavil û kambaxkirin, esaretî û rezaletî, kîn û xayîtî hakim e. Hereketê Sitewrê Disa em devên resmîyetê bidin peyivandin. „ Teşkîlata derva xebatên xwe ên ji bo mixtarîyet an serxwebûna Kurdan zêditir kiribûn. Di nav xelkê hindir da jî ev propoxanda berdewam dikir. Tealî Cemîyeta Kurdan ji Inglîzan firokên şer, top û gelek sîlehan girtibûn. Hinek ji van firok, top û sîlehan derbazî Iraqê kiribûn. Xeber dihatin ku Cemîyeta Kurdan Xoybûn, a Ermenîyan Taşnak bûne yek. Ihtimalek mezin bû ku bi alîkarîya ajanên Ingilîzan û ihtîlalcîyên Ermrnîyan Kurd di meha Nîsan an Gulanê da serhildan bikin.“ „Di meha Gulanê sala 1930`an da li gundê Midyat û Sitewrê û hinek gundên Cizîrê gundî dijî eskeran derketin. Di roja 13. 05.1930`an da li gundê Sitewrê Baloş ku 22 km ji Sitewrê dûre li ser teklîhevî û galagalîya partîcîtîyê ( Ez nizanim gelo ev çî partî ne. ~ê demê bilî partîya Mistefa Kemal partî hebû?.. K.Ö.) bûyêrek çêdibe. Bêlûka cendirman a gerê ji bo insanan aş bike, diçe gund. Bi qasî 100 kesên çekdar bi sîlehên xwe tifingan berdidin cendirman û paşê firar dikin. Sedem vê yekê ev hereket destpêdike.“ Dewlet êdî tu bawerî bi Kurdan nedikir. Li hêla Midyat, Cizîr, Dêrik, Misêbîn û Sitewrê gelek eşîretên ku neyartîya hev dikirin hebûn. Ji alîyek va mala Haco, ji alîyê din va mala Sarûxanan, Elîyê Betê û kesên din di pêsîra hev da bûn. Axayên hêlê ji bo hakimîyeta xwe carnan dibûn alîkarên dewletê, dijî eşîreta din ajanî dikir û carnan jî dibûn dijminê dewletê. Dewletê jî vî halê wan baş dizanibû û heta ji dest dihat wan dikir pêsîra jev, perçe perçe dikir. Ji alîyê din va gelek jî bi dizî karê xwe dikir ku hereketek dijî gel çêke û hêlê bike bin bandora xwe. Firokên li ser gundan difirin û gundî gundên xwe terk dikin dikevin çîyan. Esker dikevin gundan û dîsa hin gundan dişewitînin. Nurî Hemo, Ezîz, Emolî û hin kesên din dikevin çîya lê belê dijî eskeran şerek giran nakin. Esker gundên hêlê bi temamî digrin. Di dûda ev kesên serê çîyan jî dizivirin. Kesên welatparêz û dilxwazên Kurdewarîyê direvin Sûrîyayê û digihîjin ronakbîrîn din ên Kurd. Serhildana Gelîyê Zîlan û Fetisandina Zîlan: Li gorîya dewletê rojên 19 û 20ê Hezîran sala 1930`an kurên Kor Hiseyin Paşa û Emîn Paşa li Cildiran û Bazîdê ji hidût derbazê Tirkîyayê dibin xetên Telxrafê di çetînin û têne gelîyê Zîlanê, davêjin ser nehîya Zîlanê. Esker ji Erdîşê hereketê gelîyê Zîlan dike. Navbera Erdîşê û Gelîyê Zîlan 20 km ye. Kurên Kor Hiseyîn Paşa û Emîn Paşa davêjin ser Erdîşê. Şer di navbera eskerên komara Tikîyayê û Kurdan da derdikeve. Em dîsa çewa berpirsîyarê dewletê dibêjin bi wî awayî qise bikin: „Di roja 29.06.1930`an da, siet 02.45`an da qefleyek işqîya, bi qasî 200 siwarî û 80 peya davêjin ser qereqolên Surbaxan û Norşên. Bi qasî 25 esker winda bû ne. Işqîya makînelî tifingek sivik, 2 sandoq cepxane, 2 heywan û telefonek dibin.“ Kolorduya nehan li gora emrê serdarê umûmîya sereskerîyê roja 02.07.1930`an vî emrî dide: „ Işqîya di bin idara lawên Kor Hiseyîn Paşa û Emîn Paşa da bi qasî 350-400 kes li hêla gundên Sofî Mistefa, Kanî, Romika Jorî, Çaqirbeg, Gurgure, Xaçli, Koru, Xirabêbiçûk û Çawîş da ne.“ „Hêla Gelîyê Zîlan, işqîya di bin idara Seyît Resul da bi qasî 400 kes tê texmîn kirin. Di Gelîyê Zilan da li dora gundên Şûrik, Susok, Kadir, Esker, Minewer, Sivik, Axi, Dedelî û Şeytanava ne. Si gund û temamîyê gundên hêlê alîkarê işqîya ne.“ „Hêla Çildiran, Di bin idara Usiv Evdal ku ji Iranê ketiye welatê me, çend kes hene hê nayê zanîn. Ev koma işqîya jî li dora gundên Çilîyajerîn, Şêxromî, Alîkelê, Xaçan, Qeymez û Şêxsicû da ne. Kifş û eşkere bû ye ku li bakûrê hêlê di navbera hidûd û Tendûrekê da Xalidê Xelikanî û Tozoyê Melikanî cî girtine. Mexseda wan eve ku alîkarîya işqîyayê gelîyê Zîlan bikin.“ „Işqîya ji dûr va bi tifingan berik dibarînin û direvin. Gundên li hêla mintiqa serhildanê ku alîkariya van işqîyan dikin tê bi temamî bêne şewitandin, kavil û kambaxkirin. Hizretê Mereşal emir daye û dixwaze ku işqîya sax were girtin.“ „02.07.1930àan da li mintiqa kolordîyê ev hereket hatin kirin: Gundên Kaymez, Xaçan, Kolesor, Çilî û Osmanî ji jor va bi firokên şer hatin bimbe kirin. Gundên Patnosê bi bimbe û tifingên makîneli têne berik barandin.“ „Roja çarê Temûzê sala 1930`an, siet di navbera 02,50 û 07.00`an da işqîya hicûmê qereqolên Bêlukbaşî, Qerebûrûn û Qeyabûrun û hawîdorê gundê Tacbûrûn kirin. Di nava van işqîyan da Ihsan Nûrî, Bro Heso Têlî û Evdilqadir hene. „ „ !5 ê Temûzê li cepeyê Eşref Beg ji 500 kesan zêdetir işqîya hetine imha kirin û kuştin. Li mintiqa alaya suwarî, işqîya iltica kiri ye. Li vê hêlê ji gundîyan ji sedan zêdetir mêr, jin û zarok û 150 àyan zêdetir heywan , 6 hesp ketine dest. Bi temamîya heywanên vê hêle hatine civandin.“ „ !8 ê Temuzê firokên şer eşîreta Xelikan ji jor va bimbe kirin. Ji eşîreta Xelikan 18 insan û heywanek, ji eşîreta Tozo 6 mêr, mirî û 5 jin birindar, 7 heywan hatine telefkirin. „ „21 ê meha Temîzê, di nav du rojan da eşîreta Xelikan ji jor va bi firokan hatin bimbe kirin. 25 mirî, hewçend jî birîndar û gelek heywanên xwe windakirin.“ „25 ê Temuzê, Mifreza Derwêş Beg li dora Erdîşê hinek kesên ku xwe di nav dar û keviran da veşartibûn girt, belê ji kesên girtî zaftir kes jî sedem xwestin birevin hatin kuştin. Bi qasî 200 heywan jî hatine sitandin û li Erdîşê teslîmê komisyonê kirin.“ „29 ê Temuzê, Derwêş Beg bi mifreza xwe va ku li Gelîyê Zîlan ji bo paqijkirinê wezîfe girtî ye melayê gundê Papûşkin ku yekê sebebê serhildanê bû û pê ra 4 kesên dî mirî girtî ye. Ji xeynê wan 9 tifing û bi qasî 700 heywan hatine civandin.“ „2 ê meha Tebaxê, Mifreza Derwêş Beg li gundên Koçköprü, Gurgurbaba û Pertaqê nihêrî û di şikeftên dora van gundan da bi Heso ra kesek nenas kuştî xiste destan. Dîsa jinên ku di van şikeftan da xwe veşarti bûn xiste dest.“ „Zozanên Oramarê ji jor va hatin bimbe kirin. Di dehê meha Tebaxê da Mifreza Derwêş Beg işqîyayên bi nav û deng Siltan, Usiv, Kasim, Tahir, kurmamê Kor Hiseyîn Kasim û Mihyedîn kuştî kirîye dest. Gundên Şereflî û Meral şewitand û bi qasî 30 sîlehan xiste dest.“ Çewa em li dibînin ku tiştên berpirsîyar û kumandarên dewletê bixwe dibêjin li hêla Gelîyê Zîlan, Patnos, Erdiş, Çildiran, Bazî û Diyadînê çira insanan tê kirin, gund tev têne şewitabdin û wêrankirin, mal û heywan têne talankirin. ~ê talankirin û qirkirinê dewlet dibêje û ne kesek din. Bi rastî zilm û zordestî, bê wijdanî û bê imanî hê gelek xirabtir bû ye. Em niha parîyek ji gotinên resmî derkevin û kurt li ser qetlîama Gelîyê Zîlan bisekinin. Kumandarêk esker bi navê Deriêş Beg me di gotinên rismî de jî dît ku çewan ji insanetîyê derketîyê, di Gelîyê Zîlan da zarok û zêç, jin û kesên kal, xort û zilaman qetil kirî ye, tazî û birçî, li ser berf û baranê, li ber xezeb û tofanê hiştî ye. Malên wan, xanî û qîyandinîyên wan talan kirî ye, heywanên wan bi zorê sitandîyê, bi qetlîama insanan têr nebû ye, heywanan jî qetil kirî ye. Gundan şewîtandî ye, kavil û wêran kirî ye, dilê wî rihet nebû ye ji jorva bimbe daye kirin, kevir li ser kevirê nehiştî ye. Insanên zarok, jin û kal, kesên bê sîleh, bê guneh û bê mecal, heywanên bê zar û ziman ku ji alîyê vî sereskerê hov û wehş va hatine kuştin kesek jimara wan nizane. Jimarên ku ji alîyên berpirsîyarên komara nû va hatine eşkerekirin û raporkirin min hin ji wanan li jor nivîsand. Belê ev jimar ji deveyê guh e. Jimarên rastî kes nizane. Kes nizane çend zarok , jin û kal di şikeftan da hatin bimbe kirin. Kes nizane li serê çol û çîyayên Gelîyê Zîlan, di newal û daristanên Gelîyê Zîlan da çend kesên Kurd hatin qirkirin. Leşê wan bûn qismetê gur, hirç û heywanên hovên wek seresker Derwş Beg. Li ser her bostek axa Gelîyê Zilan nalîna hestîyan bilind dibe. Her bostêk axa Gelîyê Zîlan bi xwîna jin, zarok, kal û xortên Kurd hatîye avdan. Ava newala Gelîyê zîlan ji xwîna Kurdan sor bû ye. Îro di gelîyê Zîlan da gundên gelîyê Zîlan şahîdê zindî ne kû li gelîyê zîlan çî bû ye. Kesên ku ji wê demê hê sax mane kêmin. Belê kesên ku mane ji hêja jî ji tirsa Derwêş Begê bê îman newêrin kula dilê xwe û qetlîama Derweş Beg bînin zimên. Kudera gelîyê zîlan bête kolan ji bin axê, hestîyê insanan, barut û berikên Derwş Beg derdikevin. Gelîyê Zîlan ji alîyê komarê va hat tarûmarkirin. Kêsên sax man ji Gelîyê Zîlan hatin nefîkirin. Gelîyê Zîlan ji insanan hat valakirin. Gelîyê Zîlan û hawîdor ma ji gur, hirç, beraz û heywanên hovên ra ku ev heywanên hov ji Derwêş Beg bi wicdantir û gelek qanctir û aştir li ser erd û axa gelî disekinîn û disekinin. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#22 (permalink) | |||||||||||
|
Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê -20- Serhildana Oramara ê Dîsa ezê li ser gotin û raporên karbidestên komara Tirkîyayê ên rismî bisekinim. Heke ez gotinên kesên din bînim ziman hin xwendevanên hêja belkî bikevin şiphê. Belê gotinên rismî ji devên kesên dewletê derkitine û kes nikare van gotinan inkar bike. Pêwiste em ewil gotinên rismî bizanibin ku em bikaribin xwe bigîhîjinin fikrek bê tiraf. „Sebebê serhildinê ev bû ku hêzên çekdar ji alîyek va serhildanên Zîlan, Çaldiran, Agirî dixwestin bi tefînin û ji alîyê din va li Hêla Dîyarbekir, Silîvan, Sason, Lice, Çapakçur, Xarzan û Muşê xebatên kurdçîtîyê dom dikirin.“ „Hin serokên eşîretên Kurd ji derva va alîkarî digirtin û dijî dewletê propoxanda dîndarîyê dikirin. Gelê wan hêlan dijî dewletê tûj û sîxur dikirin. ~anan ji bo doza Kurdçîtîyê ji xelkê dixwestin ku dest bavêjin çekan û serhildanî bikin. Armanc û hedefek dabûn pêşîya xwe ku serhildana Agirîyê li tim bajarên rojhilatên fire bibe.“ „Işqiyayên ji hidudê Îranê diketin welat bi eynê meqsedê dihatin hazirkirin û dihatin idarekirin. Serhildana Oramarê jî di vê dema ku Şêx Berzanî bi 500 kesên xwe va hicumê ser Oramarê kir derket.“ „Armanca ve serhildanê ev bû ku hinek ji qewetên dijî serhildana Agirîyê bi baş va bidinkişandin û zorîya ser işqîya bidin sivikkirin û di nav welat da ji bo Kurdîtîyê xebatan bidin zêdekirin.“ „Oramar, li mintiqa Şat, Şemdînan û Herkî ye. Bilindîya hêlê 2000-2500 mîtro ye. Çîya û zinarên ku rê di wan da derbaz nabe hene. Serhildan di roja 22`yê meha Temûzê sala 1930`an da bi hazirkirin ûn hicumkirina Şêxê Berzanî dest pê hatkirin.“ „Roja 28. ê Temûzê, firokên meyên şer işqîyayên ku dortirafê Oramarê helqe kiribûn bimbe kirin. Nêzî hêvarê qewetên eskerî û milîsên bi wan ra hicûmê Oramarê kirin û siet di 19.00`an da ketin nav bajêr.“ „Eskerên koma Oramarê di sê şaxan da hicûm kir û li şaxê rastê rastî 50 kesên işqîya hat. Bi wan ra ket şerek giran. Gundê Zîrî teslîm girt û bi vî awayî gihîştê girên rojavaya Toramarê.. Işqîya revîyan. Eskeran li wan xistin û wan imha kirin. Di erazîyê çetîn û ku rê nade da derbazî Oramarê bûn.“ „Heta îro roja 01.10.1930`an ji agahdarîyên ku di dest da ne bi zemamî ûrastî hatîyê eşkerekirin ku serhildana Hêla Oramar, Eruh û Herkî bi teklîhevî û teşwîqa Şêxê Berzanî hatîyê çêkirin.“ „Roja 09.10.1930`an di mintiqa Herkîyê da kesên gundên Zîran bi temamî revîyane, kesên gundên Bezelî, Gulikan û Nugêlan ji hikumetê dexalet xwestine. Sedem vê yekê koma eskerê Şemdînan berê xwe da hêla Eruh.“ „Koma eskerê Şemdînan; dema hatin Berbejar rastî işqîya bûn û ketin şer. Ev şer sê siet dom kir û işqîya bi başûr va revîya. Koma Omara nû li nêzî Keletan dijî işqîya ket şer. Ev şer 5 siet dom kir. Işqîya 13 kes kuştî dan û bi bakûr va revîyan.“ „Gundên vê hêlê ên ku alîkarîya işqîya kirin, hatin nbmbe kirin û şewitandin. Kesên sax mane teslîm bûn. Işqîya jî bi alîyê başûr va revîya û ev serhildan hat peşkilandin.“ Di vê serhildanê da dîsa bi sedan insan, jin, zarok û kal hatin kuştin. Gund hatin şewitandin û kavilkirin. Xwarin, newale û hebûna gundîyan tev kirin nav hev, nav ax û herîyê, şikênandin û perçiqandin. Gundîyan hiştin tazî û pirçî. Beyder, bax û baxçên gundîyan şewitandin. Wan perîşan û zelûllkirin. Belê li vir hov û bêwicdanê Derwêş Begê zalim tunebû û zilm û zordestî wek Gelîyê Zîlan şedît nebû. Hereketê Pilûmirê: Di dû serhildana Agirîyê a sisîyan da serokê imûmîya sereskerîyê Fevzî Çakmak li wilayetên bakûrê Kurdistan teftêşan dike. Dema dizivire di roja 18.09.1930`an da li ser bajara Ercincanê roporek ji wezareta Hindur ra dîyardike. Di vî raporî da wiha dinivisîne: „1. Di gera mina Erzincanê da min bi awayek zelal dît ku sebeba xirabûna aborîya Erzincanê gundên Aşkirik, Gurk, Dawbey û Haryi ne. Pêwiste dersek wisa bidin van gundan ku nikaribin jibîr bikin û bo ji herkesî ra bibe mînakekê kesên nesekinîn çî tê serê wan û divê ev gund bêne valakirin. „ „Sedem kêmasîyên qeweta cendirmeyên welayetê kesên van gundan tolazî dikin û heker ev gund dersekê bi cidîyet nestînin tiştên ku dikin tê bi serê xelkê Tirkên welat va belayek mezin bînin û Kurdên gundên hêlê bidin isyankirin.“ „Temamîya Kurdên gundên hêlê gelek qure û bitir bû ne, guhdarîya qanûn û berpirsîyarên dewletê nakin, bi serê xwe hereket dikin. Ji bo ku tesîrek li ser gundîyên Kurd bê kirin, pêwiste fîloyekê hewayê neqlê Ercincanênê bê kirin û ev gund bêne bimbe kirin û tehrîbkirin.“ „2. Li merkeza Erzincanê 10.000 Kurd hene. Ev ji Elewîtîyê feyde dibînin û dixebitin ku gundîyên Tirk bikin Kurd û zimanê Kurdî fire dikin. Ez gelek dilbixemim ku di nav çend salan da Kurd û Kurdîtî Erzincanê istila bike. Gelek kesên ku bi irf û adetên xwe Tirkin, gundên Elewîyên Tirkin, belê ji bo ku li vê hêlê Elewîtî Kurdîtîyê ifade, dike bi vê fikrê (zihnîyetê) zimanê dayîka xwe terkirine û bi zimanê Kurdî di peyivin. Gundên Rûsarayî, Mitinî, Sincixî, Kurdkendî û Kelarikî di vê rîyê da her kar û xebat û xirabîyan dikin. Divê van kesan bişînin Tirakyayê, hin mezinên wan bigrin bin ewlewîyê. Divê ji bona bi Tirkî peyvandina gundîyên Elewîyên Tirk xebatên hêja bên kirin. û ji bo li hêlê firekirin, belavkirin û hakimîyeta zimanê Tirkî karûbarên esasî bên pêkanîn. Pêwiste zimanê Tirkî li temamîya hêlê bê firekirin û belavkirin. „ „3. Li mintiqa wîlayetê hinek memûrên ji irqê Kurd hene. Minak: Hakimê Erzincanê Şewkî Efendîyê Pilûmûrî alîkarîya Kurdan dike û di mala xwe da bi Kurdan ra civînan çêdike. Bi çî awayî be bila bibe divê ev mirov ji vê bajarê bê derxistin. Memûrên wekî vî mirovî pêwiste di heqê wan da jî eynî miemele bê pêkanîn.“ „4. Ev gundên ku min fesla wan kir û ên bi vî awayî divê bên cezakirin û nefîkirin. Memûrên ku ayidê irqê Kurd in pêwiste di demek zûtir da ji cîyên wan bên hilanîn. Ji bo tedbîrgirtinê hêvîdarim ji alîyê hikûmetê va zaf acele biryargirtinek çêbe. „ Di roja 08.10.1930`an da serokwezîr Ismet Inono ve bersivê dide serokê imûmîya sereskerîyê: „1. Gundên ku te di rapora xwe da dabû zanîn ku vergî nadin û eskerî nakin, di heqê wan da biryara cezakirin û nefîkirinê hat girtin. „ „2. Him gundên ku bên nefîkirin û him jî kesên ku tecawuzê ji xwe ra kirîne adet û Kurdîtîyê bi darê zorê fire û belavdikin tê bi awayêk fireyî nefîyê bajarên rojavayê bêne kirin.“ „3. Memûrên ku meyla wan li ser Kurdîtîyê ye ji wezaretên wan ra hatîye nivisandin ku destên wan ji wezîfeyê bên kişandin.“ Li ser van qeraran seroktîya imûmîya sereskerîyê di roja 12.10.1930`an da vî emrî dide: „Di daxilê wilayeta Elezîê qezayê Nazmîyê da serokê eşîra Heyderan Xidir Axa û pismamê wî Kamer Axa mecbûr bên girtin. Pêwiste ji wilayeta Elezîzê 200 esker û 100 cendirme herin ser van axan û ser Plumûrê. Heker Xidir Axa û Kamer Axa teslim nebin, serhildan bikin bi fîloya firokan gundên van mirovan Taqino, Dosdanên Jêrin, Dostanên Jorîn û gundên din ji jor va bêne bimbe kirin…. „ Heke em li vir û li serhildanên din mêze kin bi sedan hetanî bi hezaran gund wekî di beyankirina vî emirê jorîn da bi firokan hatine bimbe kirin. Kesên ku di van gundan da bûn ne zilamên ku serhildan dikirin bûn. Zilamên di serhildanê da li gundan nediman û diketin çîyan. Di vam gundan û bi sedan gundên wek van gundan da kî bûn diman?.. Jin, zarok, nexweş, seqet, kal û pîr ku haya wan ji emrê jorîn hê tinebû. Ev kesên bê guneh û belangaz dihatin bimbe kirin û bi kuştina wan, kesên wek Derwêş Beg an Muwlalî Mistefa dibûn qehreman û ji alîyê serokê komarê Mistefe Kemal va dihatin pîrozkirin. Ne hewce ye meriv li vira tiştek bêje. Meriv nikare tiştek bêje jî. Hertişt di emirnaman da, di biryarên hikûmetê da, di fermanan da zelal têne gotin. Heker em tiştek bêjin belkî hin kes me li derevînê derînin. Belê ne hewce ye, emirnameyên eskerî û hikûmetê li jorin in û her tişt eşkere dikin. Heker derew bin, ew biryarên xwe wan derewan dikin. Em dîsan bizivirin ser gotinên berpirsîyarên dewletê û ên raporên wan „28 ê Cotmehê (Ekim), siet di 06.00`an da hicûm destpêkir. Tabûra yekem êrîşî ser Dawbek kir. Axaateş, Hasan Alî û mezra Aslan ku di navbera van herdûyan da bû teslîm girt. Işqîya bê tesîr kir û van dera tehrîp kir.“ Serokê imûmîya sereskerîyê di daxwîyanîya emirê ku di roja 01.11.1930`an da wiha digot: „Di hereketê Pilûmirê da mifreze zor hereket dikir ji bo ku erazîyê dora gundê Kurk gelek çîya û nezar bû. Di hicûma ser işqîya da cepxaneyên mifrezê xilaz dibin, av peydakirin û cepxane anîn, di nav erazîyê bê rê û bend da gelek zor dikev e. Bimbeyên firokan jî xilaz dibin. Sedem vê yekê mifreze ewil bi paş va kişîyaye bakûrê Danzîgê û paşê ji bo cepxaneyê xwe tedarik bike zivirîye Plûmirê.“ Dîsa heke em li vir parîk li ser vî emirî bisekinin emê bizanibin ku şervanên Kurd çewan şer dikirin. Em dibînin ku li vir firokan hewçend bimban berdane ku bimbeyên wan xilaz bûne. Ev hevçend bimbe li ku ketin?. Helbet li gundên Kurdan û li Kurdan ketin. Em dîsa bizivirin ser raporan: Kumandarîya kolordîya nehan (9.) raporê ku ji seroktîya imûmîya sereskerîyê ra di roja 13.11.1930`an da dinivisîne wiha dibêje: „Sedem mijdarîya hewayê hicûma ser gundê Kurk texîrî roja 13.11.1930`an hatibû kirin. Di vê rojê da esker hicûm kir. Işqîyayê di cepeyê Tumena sisîyan da Baluşawi, Lulali, Ovali ……. û ên ku îro hatin eşîrên Abasuşawi, ji Nazmîyeyê eşîra Heyderan, ji Mazgirtê eşîra Dekan û kesên ku gundên wan hatine şewitandin tev gihiştin hev û jimara wan nêzî 500 kes tên texmînkirin. Qismen mezin ji işqîya li bakûrê gundê Kurk civîya bû. Di roja 13.11.1930`an da esker hicûm da ser işqîya û işqîya peşkilî. Esker gelîyê Qotîyê girt ku işqîya bi wê va nereve. Alayiya yazdan kete gundê Kurkê, işqîya di gelîyê Kurkê da asê kir û bi temamî qeland ji binî rakir. Li gorîya fikra kumandarîya kolordîya nehan, sibe (14.11.1930) işqîyayên ku tek tûk li viyalî wiyalî mane tê ji binî bêne rakirin û hereket bê sekinandin. Li vê hêlê kes namîne ku bikaribe serhildan bike.“ Bi vê qirkirinê serhildana Pilûmirê jî tê peşkiland, temamîya gundan tên bimbekirin û şewitandin. Kesên ku li mintiqeyê ji ber qirkirinê û kuştinê difilitin nefî dikin bajararên Anedolê û Tiraqyayê.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#23 (permalink) | |||||||||||
|
Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê -21-
Serhildana Dêrsimê Kurdistan, berî demazirandina komara Tirkîyayê di nav xwe da ji alîyê beg, mîr û axan va dihat idarekirin û gelê Kurd ji îro gelek azadtir bû. Bi temamî, mîrek, beg, axayên eşîran dijî dewletê berpirsîyar bûn. Bitenê dema esker û vêrgî ji wan dihat xwestin didan. Peyvendîya gel û dewletê em dikarin bêjin ku ji hev tunebû. Belê gele Dêrsim di karê nav xwe da tucar nekete bin bandora Dewleta Osmanî. Mîrek, beg û eşîretan jî gelek carnan esker û vergî jî nedidan dewletê. Dewleta Osmanî bi çavên bîyanîyan dinihêrî Kurdistan. Dêrsim ji bo dewletê hê bîyanîtir jî bû. Di dema dewrê nûkirinê (Tanzimat devri) da Dêrsim di bin hakimîya Şah Huseyn da bû û dewletê bi çavêkê ferqe li Dêrsimê mêzedikir. Dewletê di dewrê nûkirina Osmanîyê da xwest Dêrsimê jî bike bin bandora xwe. Beg û axayên eşîran li Erziromê civand, belê dîsa biser neket. Dêrsim her tim xwedanê ordîyek biçûk bû ku dema bixwesta 5000-6000 hezar çekdaran amade dikir. Di dema meşrûtîyetê da sala 1908`an Hemîdîye suwarî alayîyek û tabûrek esker ketîyê Dêrsimê û di 15 rojan da 17 eşîran ji Dêrsimê deranîye. Belê di demek kurt da dîsa ev eşîr zivirîne ser erd û axên xwe. Di dewra komarê da, komara nû her tim û tim bi çavên neyartîyê li Kurdan mêzekirî ye. Sedem serhildana Koçgirî û a Şêx Seîd Dêrsim jî wek her cîyên Kurdistanê ji komara nû ra bû ye wek biok. Armanca komara nû her tim ew bû ku Kurdan ji holê rake, Kurdistan ji insanên Kurd vala bike. 500 sal zêdetir li Dêrsimê hakimîya hikûmetê çênebû ye û otorîta Osmanîyê pêk nehatî ye. Di dîroka Kurdistan da serhildana dersimê bi girîngîyek mezin cî girtî ye. Ordîya sisîyan têrê nekirî ye, dewletê ordîya didûyan şandî ye ser gundîyên Dersimê. Emê di gotin, bêje, rapor û biryarên rismî da jî bibînin û fambikin ku qetlîamekê wisa giran û zalim li Dêrsimê hatîye çêkirin, ne imkane mirov êş û jana vê qetlîamê bikaribe bîne zimên. Ji mirinê wêdatir û xirabtir tiştek tune. Belê eskerên ku Dêrsimê istîla kiribûn ji mirinê jî xirabtir bûn. Ji bo keç û jinên Kurd nekevin destên van zaliman xwe di zinaran da davêtin, xwe davêtên çemê Munzurê, heyata xwe dawî lê tanîn, xwe intihardikir, dikuştin. Kuştin û mirinê ji destketina eskeran çeptir didûtin. Mirinê ji xwe ra xilazî, azadî didîtin. Zilma van eskeran ji mirinê jî wedatir bû. Halbiki herkes dizane ku ji mirinê wêdatir tiştek namîne. Nûrî Dêrsimê di pirtûka xwe ya bi navê Tarîxa Dersim da dinivisûne ku bi sedan keçên xamê, jin û bûkên ciwan xwe dikuştin ku nekevin destên eskerê komara demoqrat(!). Nûrî Dersimî dinivisînê ku keça wî bixwe a xame di zinarek da xwe davêje çemê Munzurê û intihar dike. Dema em rapor û bêjeyên kumandarên eskerî ku ji kumandar, wezîr û kumandarê imûmîya sereskerî ra nivisandinê binêrin, emê bibinin ku di van rapor û bêjeyên xwe da, kesên ji bo nekevin dest xwe di zinaran da avêtine çemê Munzir, kesên xwe intihar kirine bibînin. Belê ji xeynî van kesan, eskeran jî bixwe ne li miqam di zinaran da kesên bê guneh avêtine û kuştine. Li gorîya dewletê Dêrsim, ji gelîyê çemê Pêlemirê, xeta çîyayê nevbera gelî û çem Bobyezbaba û xeta bakûrê çîyayê Kaçgerekbaba û heta ciyê ava Pêlemir û Munzurê digihîje hev başûrê dersimê tinê meydanê û gelek çîyayên asê, zinar û kendal tê da hene. Di vira da bi hezaran şikeft, gelîyên teng, newalên, zinar û kendalên asê hene. Ev hêl ji berê va cîyê hewargihîştina Dêrsimîya ye. Dema serê Dêsimîyan dikeve tengîyê hewara xwe digihîjinin vî açarî û bi mehan di vir da xwe diveşêrin, xwe diparêzin. Kalan, Ebasan, Kirgan, Bahtiyaran, Uşaxê Beytan û eşîrên din dema dikevin tengî û talokeyê bi hezaran kes xwe di vê mintiqê da di şekeftên newal û gelîyê Qotîyê da mihefeze dikin. Çayê ku di rojavayê Dersimê da û di Çemişgezekê da derbaz dibe jê ra dibêjin newala Tagarê. Ev 10 km. Ji Çemîşgezekê dûr li bakûrê Çemişgezekê li navbera gundê Koçûlû û li alîyê bakûrê rojhilatê gundê Avgolê Gelîyê Elî (Alî Bawazi) tê meydanê ku ev jî eynî wek gelîyê Qotîyê (Kutu deresî) ye. Di sala 1937`an da hikûmetê ji xeynî Dêrsimê her alîyê Kurdistan êdî kiribû metîngeha (sömürge) xwe. Dixwest bikeve Dêrsimê û Dêrsimê jî wekî tim mintiçeyên Kurdistana bakûr ji insananvala bike, gundan bi şewitîne weran û kambax bike, kesê biminin jî perîşan û bê mal û war nike. Ji sala 1925`an heta sala 1937`an dewletê Kurdistana bakûr seranser zeft kiribû. Belê hê Dêrsim nehatibû talankirin. Sedem talankirina Dêrsimê dewletê 500 cindirme (ez li vir cendirme nanivisînim, bi zanebûn cindirme cin- dirr – me =cin e û dirrê me ye.) bi tumana hivdan ra hereketê Dêrsimê dike. Sedem vê yekê eşîrên Dedeman û Heyderan pira li ser ava Xarçikê xira dikin û xetên têlefonê li navbera Kahmût û pirê da di çetînin. Firokên şer ji Elezîzê radibin, gund û mala Seyît Riza bimbe dikin. Di roja 28.04.1937`an da dîsa firokên şer gundên ku serokê Kurdan li wêne bimbe dikin. Li gorîya raporên rismî di roja 01.05.1927`an da di emiê çavdêrîya (mifetişîya) yekan da ev qewet hazir e: „ 122 zabit, 36 memûrên eskerî, 4683 nefer, 234 neferên dervayên şerker, 828 heywan, 545 erebeyên texlît texlît, 259 melzemeyên (erebeyên) bimotor, 4323 tifing, 261 tifingên makînelîyên sivik, 32 tifingên makînelîyên giran, 12 topê çîya û 709965 berikên tifingan“ „ Roja 03.05.1927`an, siet di 20.00`an da bi qasî 150 işqîya li bakûrêrojhilata Mazgirtê hicûmê ser eskerê me dike û dijî wan eskerê me atêş dike. Dîsa hinek işqîyayên ku jimara wan kifşnebû ye hicûmê pira Mazgirtê dikin û biqasî 25 işqîyayên din jî hicûmê tabûra yekan ji alayiya 25. an dike. Himberî vanan jî hat şerkirin û hatin bê tesîrkirin.“ „ Di vê navberê da reysê eşîran di bin seroktîya reysê eşîra Dedemanan da ku di çivê da bûn, ji alîyê kumandarê alayîya teyara va bi 15 firokan, çîyayê Çilan, gelîyê Teng, bakûrê çîyayê Zel, çîyayê sor û Kosorê gundê Keçizeken (Yukari Bor) hatin bimbekirin. Di vê bimbekirinê da sabiha Gökçek xanim bimbeyek 50 kîlo avete ser işqîya û ev işqîyayên ku ji gundê Keçîzeken bi alîyê bakûr va direvîyan di lê nêrînê da xuya bû ku gelek moralên wan şikest.“ Herwek pîlotên mêr nemabin, vê carê pîlota jin Sebihe Gokçek, jin û zarokên Kurdan bi firokan dide ber bimban. Jin, li her alîyê cîhanê bi piranî ji mêran bi merhemettirin. Belê ev jina ha Sebîha Gokçe ku ne eskere, ji mêran bê wicdantir e û bi rizayê xwe ketîye şerê dijî keç û dayîkên Kurdan, bimbeyên 50 kîlo berdide ser dayîkên Kurd. Merhemeta dayiktîyê jî bi vê jina bê wicdan ra tune. Bi rastî Sebîha Gokçe bi sedan jin, zarok, kal û pîrên Kurd qetilkirî ye, qatilek dev bi xwîne. Li gorîya raporên ku digirê seroktîya imûmîya sereskerî di roja 05.05.1927`an da, di heqê qewetên di bin emrê mifetişîya çaran da vê agahdarîyê dide: „ 310 zabit, 8313 neferên şerdar û xeyrî şerdar, 1422 heywan, 16 erebê hespan, 63 qamyon, 14 erbên keşfê ên zirhkirî, 6705 tifingên peyayîyan, 411 tifingên makînelîyên sivik, 74 tifingên makînelîyên giran, 176 demance, 28 topên çîyan, 1 501 120 berikên peyayîyan, 1684 berikên topan.“ Dema em binêrên qeweta roja yekê Gulan û qeweta roja bêncê Gulanê sala 1937`an emê bibînin ku di nav çar rojan da çiqasî qewet hatîye zêdikirin. Dewletê bi qeweta roja yekê Gulanê newêribû hicûm bike û di midefeyê da bû. Bitenê bi firokan ji jor va gundan bimbe dikir. Bi qeweta roja pêncê gulanê jî dîsa hicûm nedikir. Ordîya sisîyan di emrê şer da bû. belê ev têrê nedikir ordîya didûyan jî daxilê şer kirin. Esker heta 10 qet, 20 qet bi qewet nebû, lêkolîn û lênêrîn kir. Berî hicûmê kesên serhildanê dane bike, insanên bê guneh kuşt. Em disa bizivirin ser raporan: „ Li bakûrê Halvorî û çîyayê Quling bi qasî 25 işqîya hatin texmînkirin û ji bo girtina van kesan bi tifingên makînelîyên giran û topek va 2 bêlûkên peya roja 25.05.1937àan, sibê dema fecrê bi sê ji alîyan va hicûm dan ser wan, û hawîdor li wan hate girtin. Işqîyayên bi sîleh mikabil dan esker û ên bê sîleh jin, zarok û dewarên xwe bi hêla Vankê va revandin. Belê tam di vê demê da alayîya 62.’an bi topan li wan xistin. Kesên direvîyan dîsa bi paş va zivirîn, ewil ketin şikeftan. Belê dîtin ku ji çar alîyê wan va berik dibarin, derketin bi alîyê çîyayê Quling û newala açik va di nav zinar û daristanan da bela wela bûn xwe windakirin. Firokan wan ji jorva bimbebarandin kirin. Mifreze heta hêvarê li wan gerîya, belê wan ne dît. Di vê navberê da alayiya mihefiz roja 26.05.1937`an, siet di 05.00`an da girte ser gundên eşîra Bextîyaran Reşikan, Gozzerek, Varuşlar, Çokerek, û Çatê. Belê gund berî çend rojan hatibûn valakirin. Van gundan bi temamî şewitand. Aynî roj alaya 25.àan alayiya mihafiz, alayiya 62.’an û yekîtîyên cindirman li nêrina gundan gerîyan, li hin gundan ketin şerên biçûk û firokan gundên işqîyan dan ber bimban, hemîyan şewitandin. „ „ Roja 24 ê Hezîranê sala 1937`an sibê zû temamîya yekîtîyên eskerî di mintiqêyên xwe da dest bi lêgerînê kirin. Di vê lêgerînê da gundên asîyan hatin şewitandin, bi işqîyan ra hat misedemekirin, zeyîatekê gelek mezin dan işqîyan, bi jimarek giran garanên dewaran, kerîyên mî û pez hatin civandin û teslîmê qeymeqaman hatin kirin.“ „ Di rojên 16/17.06.1937`an da dîsa yekîtîyên eskerîyê dest bi hereketek kirin. Bi ronahîya sibê ra sêgoşeyîya Titenik, girê Tikmakbaba û Sarioxlanê hat zeftkirin. Li vira lêgerîn çêbû. Beredayî û mişemirên dor Seyît Riza xwe li navbera Birdo û Sarioxlan veşartibûn. Bi wan ra misedeme çêbû bi qasî sî kes ji işqîyan hatin kuştin. Heta 18 ê meha Tebaxê lêgerîn domkir. Ji bo Seyît Riza û bi ewareyên dor xwe va nikaribin birevin tertîbat û çareyên ku ji alîyê çavdêrîya (mifetişîya) çaran hatine girtin wiha ne: „ * Tabûrek ji alayîya mihafizan di xeta Bilgeç, Tokmakbaba û Suribaba,“ „ * Tabûrek ji alaya cindirman a seyar li xeta Karaoxlan, Hoşan û dirika Jêrîn,“ „ * Tabûrek ji alayîya 62.`an 2 km bakûrê Tortê li serê Sevgê, tabûrek din ji alayîya mihafizan li Susuvankê,“ „ Ji bilî van jî li sê koşeya Titenik, Tokmakbaba û Sarioxlanê 2 bêluk jî, ji tabûra cindirmeyên seyar a sisîyan,“ „ ji bêluka cindirmeyên bi cî a Ovacikê mifrezeyek ji 60 kesan ,“ „ Mifreza Hozatê lêgerin dike.“
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#24 (permalink) | |||||||||||
|
Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê -22- Sala 1938`an sefaa yekan: Çewa tê zanîn, hedefa hereketê Tuncelîyê reysên 6 eşîran bû ku bi hev ra hereket dikirin û sebebê van bûyêran bûn, bêne girtin û cezakirin. Ev kes hatine girtin belê Seyît Riza û eşîra Bextîyaran revîyane û esker li du wan e.“ Çavdêrîya çaran di roja 18.01.1938`an da raporek ji meqamên jorîn ra amade dike. Di xala (a) da wiha dibêje: „Divê axa (axayên eşîran) bêne sirgunkirin û kuştin ku jiyan û namûsa xelkê ku bê serî bimîne ji holê bê rakirin.“ Çavdêrêya çaran a imûmî roja 10..06.1938àan da vî emrî dide: „1. Mintiqa ku bê valakirin: cîyên di navbera nixteyên Bobyezbaba, Gelîyê Mahmunut . Gelîyê Birman, Koma Kelê, Koçaserêgolê, Badikan, Karasakal da dimînin. Dema tabûra bihereket a cindirman derdikeve çîyayê Zelê işqîya hicûmê wan dikin. Sedem vê yekê xeta başûrê çîyayê Zelê û çîyayê Sor jî hat daxilkirina mintiqa kû tê bê baqijkirin û valakirin.“ „ 2. Işqîya newal, gelî û rîyên ku dikevin mintiqa Kalanê girtine û dixwazin xwe di şikeftên Kalan û gelîyê }otîyê (Kutu deresi) da biveşêrin. Xeber hatîye girtin ku qewetên xwe li mintiqeyên Mahmunut, Birman, Zeynê û gelîyê Katir, xeta newala Heram, Pîrikuşaxi û gundê Merho û mintiqeyên Badikan, Axpanos, Karasakal û Ezîtabad û herema gelîyê }otîyê sekinandine. „ Di vî şerî da kumandarên eskerîyê her roj li ser bûyêran raporan girtine û ji serkumandarên xwe ra şandine. Em bi kurtî dîsa binêrin van raporan: „13.06.1938; eskerên tumena hivdeyan dijî derketinan şikênand, gundên Axzonik, Veloyan, Goma Gulşen û hinek gundên din hatin şewitandin û tumenê xeta Sosvenk, Axzonik, Veloyan Goma Gulşenê û Serêgolakoç zeft kir.“ „Roja 14.06.1938; mifrezeyek bi tifingên makînelîyê giran ji alayiya cimdirman a gerê hat teqwîyekirin û gundên Rostana Jorîn, Rostana Jêrîn û Dergê şewitandan.“ „Roja 15.06.1938`an Tumena 17`an a Tuxaya Mamekî Daw agirpêta işqîya temirand û hin gundan şewitand.“ „Roja 16.06.1938`an; alayîya 57`an gihîştîye xeta Mezra Gukxan û gelîyê Katir, gundên Zaruk, Misafiralmaz û Xanuşaxi şewitandî ye.“ „Roja 21.06.1938`an hereketê ku alayiyê destpêker, fîloyek teyare alîkarî kir gundên Amutka û Tagarê û girê Zeynel hatin bimbekirin. Dema gundê Amutkan hat işgalkirin işqîya bi alîyê Gelîyê Elî va revîyan û firokên şer wan bimbe kirin. Dîsa iro 23.06.1938, fîloyek teyare gundên Tagar û Bozan bimbe kirin û bi tifingên makînelîyan li kerîyên pezên ku li hêlê bûn dan, wan qelandin. Roja 24.06.1938`an fîloyekê ji 2 firokên şer li mintiqa Kalanê gundên Nazikan, Birikî û Mereşê binbe kirin. Roja 27.06.1938`an bi qasî 500 insan û 1000 heywan bi hêla xeta girê Bozbeybaba va revîyan. Bi qasî 30-40 işqîya li rojava Bozbeybaba cîyê şer girtin. Roja 28.06.1938`an li mintiqa tumena 17`an alayîya 62`an çîyayê Koz işgal kir. Tuxaya Erzincanê Mereşa û Bozbeybabayi işgal kir, bele mintiqa Kirgar û Bodukê bi berxwedana işqîya harîyêk derket. Şer heta hêvarê dom kir û li ber rojavayê ev şer şidettir bû. Hinekan bi çekan û hinek din bi bêr û biviran şer dikirin. Bi qasî 70 işqîya gelek bi nêzîkayî şerdikirin. Esker gelek zeyîat dan işqîyan. Gundên derûdor Elî, Midrik, Mitgel, Xotar, Arikî, Tenkalî, Mereş, Hazirîyayê Hikû û Keçelan hatin kavilkirin û şewitandin. Heta niha 60 gund hatine şewitandin.“ „Li herema serhildina roja 01.07.1938`an wezîyeta işqîya wiha bû: Bi qasî 100 işqîya ji eşîretên Heyderan û Korabasan girê Timnasê û gelîyê Roşnakê girtine. Zar, zêç û dewarên wan li zozan û newalên başûrê Hinzarê ne.“ „Bi qasî 50 wehşên (haydut) eşîra Dedemanî li dora girên Dolubaba û Kerengo ne. Heywan, zar û zêçên wan di şikeftên newala Piter, Kafat û Laqê ne.“ „Bi qasî 100 çekdarên wehşên Keçelan li hêla zozanên Karasakal in û 50 çekdar ji wehşên Baluşaxî li bakûrê Tujikbaba ne.“ „Ji eşîrên Abbasan, Aşuran û Beytan bi qasî 50 çekdar li başûrê berwarên Tujikbaba ne. Kesên malbatên van wehşan bi qasî 5-6 hezar kes tên texmîkirin û ev zarûzêç di newal û şikeftên hêla Iskîsor, Axpanos û Horan û di şikeftên Sirpatê da xwe vedişêrin.“ „Çekdarên wehşên Koç, Reşik û Şamuşaxî di wezîyeta xwe a kevin da ne û kesên famîla – malbata- wan bi dewarên xwe va kişîyane gelîyê Elî ….. Topçîyên ku li nêzî Karasakal mewzîyan girtine kerîyên insan û heywanên ku li hêla Axpanosê hatine dîtin, dane ber topan û berikê topan li ser wan barandine. Gelekî zeyîat dane wanan.“ „Roja 02.07.1938`an bi işqîyan ra şerek hatîye kirin. Di vî şerî da me 4 şehid da ye û 1i vir nefer û zabitek jî birîdar bûne. Ji wehşan 40 kê zêdetir hatine kuştin. 3 wehş jî teslîm bûne. Heta roja 08.07.1938`an yekîtîyên eskerîyê li hêlê hereketên lêgerandin û girtinê hatîye domkirin. Me hinek şehîd û birîdaran da ye. Derbek gelek giran li wehşan hatîye dan, ji insan û heywanan zeyîatek zaf mezin dan e. Li hinek cîyan heywanên wan hatine civandin, bi firokên şer gundên wan hatine bimbekirin û şewitandin.“ Roja 14.07.1938`an bi meqseda bi temamî ji binîrakirina Kurdên hêlê, cavdêrîya çaran (4. müfettişlik) vî emrî dide: „1. Serokên komên (kolbaşlari) wehşan (haydutan) li navbera Kafat-Pîterê , di şikeftên Derwêş da û qismekê mezin li hêla zozanên Meydanê hatine dîtin. 2. Esker tê di roja 15.07.1938`an da serê sibê zû, siet di 04,00 da hicûm bike û wehşên Kalan û Heyderan imha bike, ji ortê rake.“ „Roja 21 ê Temuzê sala 1938`an li hêla gelîyê Laçê ji alîyê bakûr va Tuxayiya Erzincanê, ji alîyê başûr va Tuxayiya Mamekî, Mifreza Laçê ji alîyê rojhilatê va dijî wehşan dest bi hicûmê û berikbarandinê kirin. Berxwedana wehşan şikênandin û işqîya bi şaşî û tevlihevî revîyan, xwestin xwe di daristanan qûlên daran da, di nav zinaran da beveşêrin. Şikeftên ku wehş ketinê ji alîyê eskerê me ên qehreman va hatin gulebarandin, ji alîyê mifreza istihkamê alayîya 25`an va devên şikeftan hatin sidimandin û dîwarkirin. 216 kesên ji şikeftan derketin hatin kuştin. Termê 12 wehşan jî li ser çemê Munzurê hate dîtin. Hevçend şerek bixwîn çêbû belê hê dîsa kesên di şikeftek da berxwe didan. Di navbera mufrezeyên alayiya 63`an û wehşên ku li ber devê şikefta rojhilata Munzurê da şerek hatîye çêkirin û ji wehşan 20 kes hatine kuştin, 2 kes jî xwe avêtine çemê Munzur û bi vî awayî xwe guştin. „ Çewa min berê jî nivisand ji bo keç û jinên Kurd nekevin destên kesên zalimên bê iman, xwe di zinaran da davêtin, xwe davêtin çeman dikuştin. Ketina dest ji mirinê wêdarir û xirabtir bû. Li vira jî çewa tê dîtin komara nû bi devên kumandar û berpirsîyarên xwe, bi raporên xwe dide eşkerekirin ku bi rastî keç û jinên Kurd xwe avêtine çemê Munzir. Ew bi tenê di şerê rojek da dinivisînin ku 12 termên insana li ser ava çemê Munzir hatine dîtin û 2 kes jî li ber çavên wan xwe avêtine avê. Ev 14 kes, yanî ev 14 keç û jinên Kurd di rojêk da xwe kuştine. Hereketê Dêrsimê 2 sal dom kir û di vî du salî da her Xwedê dizane çend sed, an çend hezar keç û jinên Kurd ji bo nekevin destên eskeran xwe teslîmê destê mirinê kirin e. Li vir gelek xweşik zelal dibe ku ji keç û jinên Kurd ra mirin gelek ji ketina destên eskeran xweştir e. Wezîrê hindir di bersiva pirsa çavdêrîya imûmî a çaran (4. Genel Müfetişlik) da wiha dibêje: „Isal, mintiqa ku ji wehşatîyê (haydutluk) ra bûye meydan (Karakale (Kelareş), Kurk, Hinzarî û rojava Darbowaz, Seyîtxan, xeta girên çîyayê Sor (li vira kirine Kirmizi daw), devê newala Haçili, Mezra Bali, Mala Riza, Ava Munzir, Ana Komu, xeta girên navbera çîyayê Harçî û Karacakale û hawîdorê van hêlan û vê heremê ji alîyê we va ji bo qedexekirina cîgirtinê hatîye teklîfkirin û qedewekirina cîgirtinê gelek qenc hatîye nirxandin. Ev pêşniyarî û mitale ji alîyê wezareta hindur va hat qebûlkirin. Ji bilî van cîyan di mintiqa çavdêrîya ordîya sisîyan da; ji bilî qedexekirina cîgirtina heremaKalanê hin cîyên ku li dervayê qedexekirina cîgirtinê mane, wek mintiqa ku eşîra Koç (Koçan) hawîdorê war û newalên Emirgan û Tagarê jî bila bikeve ser cîyên qedexekirinê.“ Di raporên eskerî da ku ji serkumandarîya eskerî û wezareta hindur ra hat şandin weha dinivisîne: „24.07.1938, wek her car,hereketê, heremê ji paqijkirina insanan dom dikir. Li hêlê wehş ketibûn şikeftan û 40 şikeftên ku di bin meheserê da bûn dema hatin dînamêtkirin, 42 wehş ji tirsa ku tê bi dînam^êtê bêne kuştin ji tirsa teslîm bûn.“ Dîsa li vir, di bin mana van gotinan da zalimtîyekî bê hisab û bê terîf heye. Li vir 40 şikeft hatine işgalkirin. Hawîdorên wan hatine girtin. Şikeft tijî jin, zarok, mêr û kal in. Ji zarokên çilî heta kalên sed salî ketine şikeftan. Dora şikeftan hatiye girtin. Di devê şikeftan da berik li nava şikeftan tên barandin. Ne bi tifingan bi tenê li kesên nava şikeftan didin. Berikên makenelî û topan jî li şikeftan tên barandin. Belê ev barana top û tifingan kesên di şekeftan da ne nikarin bidin teslîmkirin. Divê ji alîyê eskerîyê va çareyên din bêne dîtin, tetbîkkirin. Ji zaliman ra her dayîm çareyên zalimtir û dijwartir hene. Çare hatîye dîtin. Divê şikeft bêne dînamîtkirin û paşî jî devê wan bi çîmanto û bêtonê bêne asêkirin. Dînamêtan davêjin nav şikeftan û kesên di şikeftan da bi derbekî wek masîyên nava avê têne qirkirin. Dil rehetnabe, devê şikeftan tên bêtonkirin. Ez neçome wê hêlê. Belê kesên wê hêlê nasdikin, dibêjin hêjajî devê hin şikeftan bêtonkirîne. Ev çî wijdane, çî insanî û çî Îslamî ye?. Insan, devê şileftên ku insanên din tê da ne bêton dikin. Misilman, dînamêtan davêjin şikeftên ku jin, zarok, kal û pîrên ku Misilman tê da ne. Di raporên 24 ê meha Temûzê sala 1938`an da, kumandarên esker bixwe ji serkumandar û wezîrê xwe ra bi awayek rismî dinivisînin û dibêjin 42 kes ji tirsa dînamêt avêtina şikeftan ku tê bi dînamêtan bihatin kuştin teslîm bûne. Vê teslîmîyetê qehremanîyek serbilind nîşan didin. Kumandarîya sereskerîya imûmî di emrek xwe da wiha dibêje: „Di rojên 2 û 3`yen meha Tebaxê sala 1938`an da bi eynî şiklî paqijkirina şikeft û qulên dar û zinaran hatin domkirin. Gelek wehş ketin dest û hatin imhakirin. Di nav bera eskerê me û wehşan da cî bi cî şer domdikir. Xeberek hat girtin ku serokê eşîra Heyderan Xidir li Mezra Suharîyê ye. Sedem vê yekê alaya cindirman a bicî û du bêlûkên tabûra diduyan a alayiya heftan a Pilûmirê ji bo ji holê rakirina vî wehşî ji taqîbatê ra hatin wezîfedarkirin. Li vira bi wehşan ra misademe hat kirin û divî şerî da gelek wehş hatin imhakirin. Dora rojê hawîdorê gundê Suharî hat girtin, di du da gund bi temamî hat şewitandin, lê belê hat zanîn ku Hidir û kesên dorê bi şev bi alîyê Mezra Miçi va revîyan e. Di 5 ê Tebaxê da esker di zivirandina çîyê xwe da rastî gelek wehşan hatîn û wan ji ortê rakirin. Heywan, tişt û firaqên wan misaderekirin û gundên wan bi temamî şewîtandin.“ Dîsa tê zanin ku li gorîya kumandar, esker û berpirsîyarên dewletê, ev hevwelatîyên wanê ku ji wan ra hevwelatîyên sinifa yekan dibêjin û tu ferqîyet nakin nav xwe û wan hevwelatîyên xwe ên sinifa yekan ra di rapor û mijûlayên xwe da ji bo wan tim û tim „haydut=wehş“, eşkîya= işqîya“ „asi= asê,asî“ dibêjin. Li gorîya wan zarokên dergûşê jî „haydut = wehş“ in. Li gorîya wan jin, zarok, kal û pîr „wehş“ in. Halbikî dema tê peyivandin, dibêjin ku Kurd Tirk in. Madem Tirk in ev çî qelandine ku li van Tirkên birayên xwe kirine û dikin?.. Em dîsa bizivirin ser raporên qirkirina Kurdan li Dêrsimê. Tiştên heta niha me li ser hereketê Dêrsimê qisekir, hereketên sehfa yekan bûn. Niha hereketên sefha diduyan detpêdike.
__________________ |
|||||||||||
|
|