|
|
#6 (permalink) | |||||||||||||
|
Madem tiþtek ne guherîye ev çi gûxwarin bû?..
Qenc nayê bîra min, berî çend salan, nizanim di rojnama Azadî, Rîya Teze an jî Ronahî da min hikayetek xwend. Em dikarin ji vê hikayetê ra “pêkenok ” jî bêjin. Gelek li xweþê min hat. Ji bo tiþtên bê wext û bê armanc, ders û aqilek qenc dida xwendavan û meriv ji vê pêkenokê gelek aqil distand ku meriv xwe nêzî tiþtên zerar didin neke. Ez dixwazim vê hikayetê anî vê pêkenokê li gorîya ziman û sitîla xwe li vira ji xwendevanên hêja ra binivîsînim. Ez bawerim ku her xwendevan tê li gorîya xwe maneyek ji vê hikayetê derîne, bike berîka xwe û li ku mihtacî çêbe, dîsa ji berîkê derîne bide kesên din. Di nav civaka me da tim mihtacî çêdibe ku meriv vê pêkenokê ji kesan ra qise bike. Li gundek, axayek heye. Xwedî çend gunda ye. Xwedî mal û warîdatek mezin e. Xwedî qamyonan, ereban, motorên cot (diraqtoran), motorên dexildirûnê (döðerbiçer), rez û pez e. Em bêjin navê wî Hemo Axa ye. Rojek Hemo Axa bi þoforê makîna cot (tiraqtor) Memo ra, serê sibê zû piþtî limêja sibê diçe gundekê xwe ku þofêr li wê cot bike. Memo makîna xwe hazir dike û bihev ra dikevin rê. Kêfa axa li cî ye. Îro roj, roja axayê me ye. Ji gund derdikevin. Kêf, kêfa axa ye. Bi Memo ra dikeve sihbetek xweþ, henek û yarîyan dike. Þofêr jî gelek memnûne û kêfa axayê xwe xweþtir dike. Dewar ji gund nû derketine û li ser rê rêx kirine. Lastîkê tekelê makînê di nava rêxa teze da dizivire. Axa dinêre li ser rê rêxa teze geleke. Nehsîyek dikeve aqilê axa. Ji xwe ra fikirdike û ji xwe ra dibêje ez niha listikek bi Memo bilîzim. Berê xwe dide Memo û dibêje: - Memo çend sale tu þofêrtî dikî? Memo bersiv dide: - Ji hingî bîra min tê, ji 14-15 salîya xwê wirda ez þofêrtî dikim. Te cima pirisî axayê min? Axa dibêje: - Te hetanî niha çi mal û war girtî ye? Memo dîsa bersiv dide: - Wele axayê min, ez tu mal û war nînim. Tu bixwe dizanî miaþê min çî ye û tu miaþ didî min. Zarokên min gelekin. Ez bi zorî zarokên xwe xwedî dikim. Bi rastî bêjim min tu tiþt nîne axayê minAxa bala Memo dikþîne ser gotinên xwe, dibêj e: - Binêre Memo, bi salane tu dixebitî û nikarî bi xweþî zarokên xwe têr bikî. Ezê niha teklîfek li te bikim. Heke tu teklîfa min qebûl bikî, tuyê îro zengîn bibî.Dewlemendî li kû, Memo li kû? Gelek ji hev dûrin. Bi salane Memo îþ û kar dike. Ruhê wî derdikeve, belê nikare idara xwe bike. Axa niha jêra dibêje ku tê îro dewlemend bibî. Gelo axa pê dikene? Memo dikeve nav mereqê û ji axa pirsdike: - Ezê çewan zengîn bibim axayê min? Axa dikene û ji Memo ra dibêje: - Îro zengînbûna te gelek hêsa ye Memo!. Tiþtê ku ez ji te ra bêjim tu bikî, tê tu di eynî wextî da zengîn bibî, Memo. Memo dikeve nav mereqê. Her tiþt ji destê Memo tê. Îþê ku Memo neke tune. Heta niha axa çi kar dabe Memo, di demek kin da Memo pêk anî ye. Niha jî îþê ku axa bêje Memo tê pêk bîne. Memo ji axa pirsdike: - Keremke axayê min! Bêje, ezê karek çewa pêk bênim? Axa dibêj e: - Memo, tu dibînî vê sibê li ser rê gelenk rêxa teze heye. Memo dibêj e: - Belê axa, ez dibînim. Garana ku vê sibê di rê da çoye vê rêxê kirî ye. Axa dikene û ji Memo ra dibêj e: - Memo, heke tu destê xwe li vê rêxê bidî, çengek jê hildî û bixwî, ezê vê diraqtora tu niha dajoyî bidim te. Bi kurtî ez bêjim, tu vê rêxa teze bixwî diraqtora bin te dibe malê te.Memo þaþ dibe, nizane çi bêje. Gelo axa henekên xwe pê dike? Ýnsan çewa dikare ji bo diraqtorek rêx bi xwe? Berê xwe dide Hemo axa û dibêj e: - Axa tu tinazê xwe bi min dikî? Çewa meriv dikare ji bo malê dinê rêxê bixwe? Hemo axa dibêj e: - Memo, ez yarîyên xwe bi te nakim. Bi salane tu dixebitî, heta niha te çî gû xwarî ye? Tu dikarî zarokên xwe qenc xwedî bikî?. Na!.. Ma hindik insan ji bo malê dinyayê gû dixwin. Bi rastî tiþtên ji gûxwarinê jî xirabtir dikin. Ma tu piçek vê rêxê bixwî, tê çi ji te kêm bibe? Tiþtek jî kêm nabe. Belê maldarîya ku te di emrê xwe da ne girtîye, tuyê di deqîqêk da bigrî. Tu heta mirinê dikarî diraqtorek bikrî?. Na wele tu nikarî.. Ma tu piçek rêx bixwî, tê qiyamet rabe?., Qiyamet ranabe, belê tê tu bibî xwedî diraqtorek. Memo dibîne ku axa di gotina xwe da gelek ji dil e. Ji xwe ra fikir dike û dibêje “Teklîfa axa tiþtek xirab nîne. Wele rast e. Ma min heta niha çi qezenc kirî ye? Ez ruhê xwe dertînim û min tu gû ji nexarî ye. Ez nikari zarokên xwe jî xwedî bikikm. Ma ez piçek rêx bixwim tê qiyamet rabe? Çewa axa dibêje tiþtek jî nabe. Belê ezê bibim xwedîyê diraqtorek. Zarokên min dikarin êdî jiyana xwe di nava rihetîyê da baþ bidomînin.”. Ji alîyê din va jî, ji xwe ra dibêje: “Ez rêxê bixwim tê xelk çi ji min ra bêjin? Tê çi ji zarokên min ra bêjin? Tê ji min ra nebêjin Memoyê rêx xwarî? Ji zarokên min ra nebêjin kurê Memoyê rêx xwarî, keça Memoyê gû xwarî? Wele çênabe ez tiþtek wiha bikim?” Berê xwe dide axa û dibêj e: - Axayê min, tucar tiþtek wiha dikare biqewime? Eyb e, þerm e, fihêt e, heya ye. Eyba reþê, çewa ezê ji bo diraqtorek rêx bixwim? Tuyê herî gund, ji gundîyan ra qise bikî. Ezê rezîl û riswa bibim. Tê xelk bêjin Memoyê rêx xwarî, Memoyê gû xwarî! Serê min di nav xelkê da êdî ranabe. Zarokên min tê di nav xelkê da her dayîm sernizim bin.. Axa dibêj e: - Wele ez ji tu kesî ra qise nakim, Baþ fikir bike. Ew fersendek mezine. Ma tê çi biqewime eker tu piçek rêx bixwî? Jehrî nîne tu pê bimrî, miqrop nîne tu pê nexweþ bikevî. Parîkî tê tehma devê te nexweþ bibe, hewçend. Vî jî meriv dikare ji bo diraqtorek bike. Memo dikeve nav du dilîyan. Gelo vê rêxê bixwe an na? Ma bixwe wekî axa got, tê çi biqewime? Zaf, zaf tê jê ra bêjin Memoyê rêx xwarî!. Ne tê zarokên wî ji belengazîyê xilaz bibin. Dilê din dibêje tê di nav gundîyan da, bi rastî ne di nav gundîyan da bitenê, tê di vê dinyayê da jî rezîl û riswa bibe. Li gorîya dîne me rêxxwarin gunehe. Tê bikeve bin gunehên giran jî. Memo, ji Hemo Axa ra dibêj e: - Na Axayê minê qenc! Ev tiþt tucar nabe. Ezê him di nav xelkê da rezîl û rûreþ bibim û him li ber Xwedê gunehkar bibim. Ma rêxxwarin di dînê me da ne guneh e? Hemo Axa îro bi kêfe. Ketîye nav meseleyek gelek balkêþî û dixwaze a xwe bibe serî. Memo di cîyek nazik da zeftkirîye. Dilê wî nîne zû bizû dev ji Memo berde. Ji memo ra dibêj e: - Memo can, rêxxwarin di dînê me da hewçend gunehek bezin nîne. Goþtê keran, goþtê kûsîyan jî di dînê me da heram e. Belê di xelayê da bi milyonan Misilman goþtê ker û kûsîyan xwarin e. Di dînê me da reqî û þerab jî heram e. Him ji rêxê û gûyê jî heramtire… Belê bi milyonan Misilman reqî û þerab vedixwin. Te ne bihîstî ye, tu nizanî? Ew mesela dî ku tu dibêjî “ Ezê di nav gundîyan û di nav cîhanê da rezîl û þermezar bibim.“ Tiþtê tu bikî tiþtek hewçend xirab nîne. Zaf zaf tê gundî û kesên din mehek dido gala gal bikin û bisekinin, di du da jî tê jibîr bikin here. Memo fikir dike û ji xwe ra dibêje “Wele axa rast dibêj e. Bi milyonan Misilman alkol vedixwin û bi rastî alkol vexawrin ji rêxxwarinê gunehtire. Berê xwe dide axa û dibêj e: - Belê axayê min, wele xeberê te ye, raste ku Misilmanan di xelayê da goþtê keran, goþtê kusîyan û tiþtên dinê hê xirabtir jî xwarin e. Raste ku bi milyonan Misilman reqî û þerabê jî vedixwin.. Ev tiþt jî rast e ku tê xelk demek bêjin û bisekinin. Belê dîsa jî dest nade ku kesek bikaribe rêx bixwe. Rêxxwarin tiþtek wek guxwarrinê ye. Ev tiþtek girane. Axa bersiv dide û dibêj e: - Binêre Memo, tu limêj dikî. Ji bo limêjkirinê teharetgirtin mecbûrî ye. Dema tu teharet digrî qûna xwe diþoyî. Tu dema qûna xwe diþoyî destê te li gûyê te dikeve. Tu destên xwe bi sabûnê naþoyî û destmêj digirî. Bi wî destê bi sabûnê ne þûþtî xwarin dixwî. Gûyê qûna te bi temamî ji destên te ne ço ye û tu nan bi wi destî digirî dixwî. Heke em qenc û kûr fikir bikin ev jî wek gûxwarinek nîne? Memo, kûr fikir dike. Axa rast dibêj e. Bi milyonan kes çewa axa dibêje hereket dikin û vî tiþtî guneh nabînin. Tiþtek xirab nabînin. Gelo axa qûna xwe bi sabûnê diþo?.. Na wele axa jî qûna xwe bi sabûnê naþo û ew jî wekî kesên din dike. Heta hêvarê Memo bi axa ra ye û dibîne ku sabûn bi axa ra tune û axa jî qûna xwe bi sabûnê naþo. Ev jî tiþtek ne qenc e. Çima kes tiþtek nabêje, Çima mela Misilmanan þîyar nakin, rêya baqijîyê nîþan nadin? Ev tiþt ji alîyê insan va nayê dîtin. Bi teharetgirtinê tamek nexweþ nakeve devê insanan. Bitenê destê insanan bihnek pis dide û insan vî muhîm nabînin. Belê rêxxwarin awayek eþkere ye û tamek pîs dikeve devê merivan. Dema meriv li qezenc binêre, bi piçek rêxxwarin diraqtorek qezencikirin gelek qence. Bi salane qirûþek wî nîne. Ýnsan ji bo peran dizî dikin, xumar dilêzin, reqî difroþin, eroîn difroiin, heta hin kes keçên xwe, jinên xwe jî difroþin kes ji wan ra dengê xwe nake. Dema bi van heramî û xirabîyan zengîn dibin, her kes ji wan ra qedir û qîmet jî digir e. Rêxxwarin ji van xirabîyên han hemî xirabtire gelo?.. Na wele xirabtir nîne. Memo van fikran di demek gelek kin da, di aqilê xwe da derbazdike û ji axa ra dibêj e: - Axayê min, ez niha piçek rêx bixwim tuyê vê diraqtorê bidî min û ji kesî ra nabêjî? Axa bersiv die: - Erê Memo, tu piçek ji vê rêxa teze bixwî ezê vê diraqtora bin te bidim te û ev diraqtor ji niha pê va a te ye. Ez ji tu kesî ra jî nabêjim ku te rêx xwarî ye. Ez sozê mêrê berê û sozê axatîyê didim te. Rêxxwarin jiqas zor û xirab be jî, Memo ji ber belengazî û temahîya xwe biryar dide ku rêx bixwe. Xirabîya rêxxwarinê di demek da jibîr dike û nagihêje pîsî û þermezarîya rêxxwarine, gûxwarinê. Bi tenê hiþê wî li ser qezenckirina tiraqtorê ye. Wek gelek kesên vî zemanî merivatî, þeref, hesîyet, namûs, dîn, îman kirine pere û dewlemendî û van riknên insanetîyê jibîr kirine, Memo jî her wiha her kiryarên qenc jibîr dike û makîna xwe li Benda rê disekinîne, ji makînê peya dibe, destê xwe li rêxa teze dide, çengek rêxa teze ji erdê hiltîne davêje devê xwe dixwe. Dimeþe cem axa û dibêje: - Axa niha ev diraqtor a min e? Axa di cemide, belê carek soz da ye û nikare ji sozê xwe bi paþ va bizivir e. Ji Memora dibêj e: - Erê Memo ev diraqtor ji niha þûn da diraqtora te ye. Min bi te ra soz da ye. Diraqtor malê te ye. Tu çi bikî pê, bi qîma xwe yî. Madem em hatine cot, em ne zivin gund. Eker em bizivirin tê xelk pirsbikin û belkî ez mecbûr bimînin rastîyê bêjim. Em îro cotê xwe bikin û hêvarê diraqtorê bibe mala xwe. Êdî tu ji xelkê ra çi bêjî bi kêfa xwe yî. Memo û axa diçin gundê axa. Memo diçe ser erdê ku tê bê cotkirin û bi dilek xweþ û geþ dest bi cotê xwe dike. Axa jî diçe nav gund, hinek îþ û karan pêk tîne. Piþtî pêkanîna karên xwe, dixwaze bîhna xwe derîne, diçe ciyê cot, li binê sîya darek xwe dirêj dike. Li ser kiryarên xwe ên kevneþopî ku bi Memo ra kiribû disekine. Ji xwe ra fikir dike û dibêje “Gelo ev çi bê aqilî bû min kir? Min çewa diraktorek da bi piçek rêxê.“ Axa gelek poþman dibe. Makîna wek zêr, ço ji destê wî. Ev çi ehmeqîyek bû kir? Ji alîyek va makîne ço, ji alîyê din va þofêr jî, tê ji dest wî here. Þofêrê ku bû xwedî makîna cot êdî li cem naxebite. Axa heta hêvarê bi dert û xem fikir kir, gelo çewa dikare paþkî bistîne. Belê tu çare tune. Nikare ji sozê xwe poþman bibe. Heke ji sozê xwe bizivire tê rezîl bibe, bê qîmet û bê rûmet bibe. Ji alîyê din va hêdî hêdî Memo jî bi xwe va tê û ew jî li ser kiryarên xwe disekine. Ji xwe ra dibêj e “ Ev çî gûxwarin bû min kir? Meriv çewa dikare ji bo diraqtorek gut bixwe. Ev tiþtek gelek ne insanetî ye. Dê rabe ji bo diraqtorek rêx bixwe. Min ne xwe bitenê rezîl kir, wele min zirîyeta xwe jî rezîl kir. Heta zirîyeta min hebe tê bi navê Memoyê gûxwarî bê naskirin. Gelo ez çewa dikarim vê gûxwarinê ji ser xwe û zirîyeta xwe rakim? Gelo eceb tu çare nîne? Divê ez çareyêk bibînim. “ Memo jî wek axa heta hevarê di nav xeyalan da perIþan die, belê tu çare nabîne. Mecbûr hêvarê axa û Memo, bi sitûxwarî li makînê siwar dibin û berê xwe didin rêya malê. Qederek bi rê va diçin. Her du jî di nav kgl û xeman da ne. inWexta ji kerban bifetisin, nizanin çi bikin? Qet na peyive, xemgînin. Memo xemgînîya axa dibîne. Dikeve nav mereqê. Parikî ji xwe ra fikir dike. Dibêje “Ev tiþtek baþ nîne min kir. Axa heta vê diraqtorê kirî ye miheqeq bi salane xebitî ye. Min di nav çavgirtinek da vî emekê wî, qet emek ne da û jê sitand. Gelo ev bê wicdanî nîne? Ez çewa dikarim vê bê wicdanîyê bikim? Ema ez çibikim, ev bi temamî sûcê axa yê. Herhal aqilê xwe winda kirî ye. Kesî lê zor nekiribû ku rêxê bi min bide xwarin û vê zerarê li xwe û vê ne insanîyê li min bike. Ev nîvê heqê wî jî nîne. Hemin ez rezîl bû me, bila ew jî cezayê bê merhezeyîya xwe bikþîne. Belê çiqas bê merhezeyî kiribe jî, dîsa tiþtek gelek qenc nîne, ez vê diraqtorê jê bistînim. Tiþtê ku min kir jî zaf xirabe. Ýnsan çewa ji bo malê dinê rêx bixwe. Wele ev rûreþî ye û bê hesyetî ye. Ne ji min bitenê ra rûreþî ye, ev ji zarokên min ra, ji nevîyê min ra û heta zirîyet ji min hebe ji zirîyeta min ra jî rûreþîyek mezin e. Ez nizanim ezê çewa vê rûreþîyê ji ser xwe rakim? Hemin rêxxwarin bi baþ va nazivire. Ka ez binêrim axa çi fikir dike? Belkî ez çarayek bibînim ku ev þermezarî hinek sivik bibe. ” Bi van ramanên xwe ên teklîhev Memo ji axa ra dibêj e: - Axayê min, ev tiþtek qenc nîne ku ez diraqtora te sedem piçek rêxxwarin ji te bistInim. Wicdana min ne rihet e. Axa bi dilþikestî bersiva Memo dide: - Memo, wicdana te ne rihet be jî, sozek ji devê min derket û ez li ser sozê xwe me. Ez jî dizanim ku min tiþtek qenc nekir. Belê çibikim, soz, soz e û carek ji devê mêran derdikeve. Axa bi devê xwe van gotinan dibêj e, belê dil û kezeb agir pê ketî ye. Poþman e, covan e, þaþ e, gêj e. Dîsa jî li xwe danayne. Zêhna Memo jî li ser van gotinên axa parîkî vedibe. Wisa texmîn dike ku serê fersendê girtî ye. Ji axa ra dibêj e: - Axayê min, wele ez naxwazim diraqtora te ji te bistînim. Belê þertek bû me girt û te winda kir. Divê em çareyek bibînin. Parîkî dilê axa xweþ dibe, umîdek dikeve dilê wî. Dibêj e: - Emê çi çare bibînin Memo! Þertek bû em ketin navê û min vinda kir. Ez ji sozê xwe nazivirim ku ji min ra xelk bêje axazê virek. Memo pê hisîya ku bi rastî fersed hat. Ji axa ra dibêj e: - Axayê min, em dikarin dîsa þertek bigrin û tu vi þertî qezenc bikî, direqtora xwe paþkî bistînî. Axa bi merek pirs dike: - Em çewa dikarin þert bigrin û ez vî þertî qezenc bikim, direqtora xwe paþkî bistînim? Memo dibêj e: - Ev zor nîne, zaf hêsa ye, axayê min. Tiþtê min kir, niha tu bike, bila diraktor dîsa ji te ra be. Axa bi qehir dibêj e: - Yanî ezê rêx bixwim. Tu dizanî çi dibêjî? Tiþtên ji devê te derdikeve, guhên te hisdikin. Memo dibêj e: - Belê axayê min. Xeberên ku ji devên min derdikevin, guhên min hisdikin. Ev tiþtek xirab nîne. Te bixwe vê sibê ne got ku piçek rêxxwarin tiþtek zaf xirab nîne û meriv dikare ji bo tiþtek wiha bi qîmet rêx bixwe. Her wek xela ye û te jî di vê xelayê da goþtê kusîyek xwaribe. Diraqtora te a heyf ço ji destên te. Ez dixwazim ku tu dîsa diraqtora xwe bizivirînî. Belê dîsa tu dizanî. Axa, ji alîyek va naxwaze makîna xwe bi destê Memo va berde û ji alîyê dî va fikir dikei gelo çewa xwe ji nava vî gûyî derêxe, vê girêka asê çareser bike. Ji Memo ra dibêj e: - Memo mal xirab, çêdibe ku axayê çend gundan ji bo diraqtorek rêx bixwe? Wele ev qed çênabe. Tu herî gund û ji gundîyan ra qise bikî. Ezê di nav gundîyan da rezîl bibim Memo!.. Her diçe Memo, bi eþqtir û kêftir dibe. Serê wî jî qenctir dixebite. Tê derdixe ku axa dixwaze makîna xwe paþkî bistine, belê nizane çewa ji nav derkeve. Di navbera axa û Memo hêdî hêdî wekhevîyek derdikeve. Bê guman êdî wekhevîyek hatîye meydanê. Memo dibêj e: - Axayê min, ma te vê sibê negot ku tê xelk mehek dido galegal kin û meselê jibîr bikin. Tu dibêjî ku ezê herim ji gundîyan ra qise bikim. Ev tiþt qed çêdibe axayê min?.. Ma min jî rêx nexwar? Kesê rêx xwaribe, çewa tê bêje ku kesek din rêx xwarî yê?.. Ez ji te ra bi sonda herî mein soz û bext didim ku di heyata xwe da ji kesî ra nabêjim. Ne hewceye ez zaf dirêj bikim. Sedem piçek rêx xwarin te vê sibê her tiþtî got û anî zimên ku rêxxwarin tiþtek hewçend pîs û xirab nîne. Te bi emekê milê xwe, bi xwîn û xudana xwe vê diraqtorê qeyenc kirî ye û di rêyek hîç da ji dest derdixî. Vî tiþtî evd jî qebûl nake, Xwedê jî qebûl nake. Ev dibe bê edaletî ku ev diraqtora zêrîn bê ked û emek bigihîje min. Belê dîsa jî tu dizanî axayê min. Axa dibîne ku Memo jî naxwaze diraqtorê bibe. Memo gelek rastî dibêj e. Axa bixwe jî vê sibê li ser rêxxwarinê tiþtên xirab negotibû. Li ser nexirabîya rêxxwarinê hewl dabû Memo razî bike. Madem ewî dixwest Memo razî bibe, ji bo çi ew razî nebe.ew razî nebe? Axa ji Memo ra dibêj e: - Memo, niha ez piçek rêx bixwim tu ji kesî ra nabêjî? Memo bersiv dide: - Na axa yê min na, bi hersê telaqên bêfitû, bi Qur’ana Mihemed, bi þeref û namûs, ez xêr ji xwe û zarokên xwe nekim, bi çiqas sond di dinyayê da hene sond dixwim ku heta mirinê ji kesî ra nabêjim û ezê vî sirî bi xwe ra bibim gorê. Ez bixwazim bêjim jî, nikarim ji kesî ra bêjim. Çimkî min jî eynî tiþt kirî yê, ezê çewa bêjim axayê min?.. Axa, bi sonda Memo bawerî tîne û ji xwe ra dibêj e “ Ma tê çibibî ez piçekrêx bixwim. Ji bo çi vê diraktora xweya qenc ji dest derxim? “ Axa jî Memo dixwaze ku traqtorê li alîkî rê bisekinîne. Memo li benda rê disekinîne û axa peya dibe, destê xwe li rêxê dixe parîyek rêx ji erdê hiltîne dixwe. Bîhna Memo derdikeve û ji axa ra dibêj e: - Temam axayê min. Elhemdûlila dîsa diraqtor a te ye. Ez ji bin vî barê giran derketim. Derdê memo ne eve ku traqtora axa naxwaze, bi rastÝ Memo dixwaze tiraqtorê ji axa bistine. Ev tiþt Memo qet aciz nake. Derdê Memo eve ku bi axa rêx bide xwarin û ji bin vî barê giran derkeve, axa jî wekî xwe bike. Hemin ewî rêx xwarî ye û rezîl bû ye, dixwaze axa jî wek xwe rêx pê bide xwarin. Axa û Memo dikevin rê dîsa bi makîna xwe dimeþin. Memo xwe xilaz kirî ye. Kêfa wî hatîye cî. Êdî axa naçe li gund qise nake ku Memo rêx xwarî ye. Di nav gundîyan da rezîl nabe. Dinya pê naken e. Zarokên wî pê sernizim nabin. Kêf kêfa Memo ye. Piþtî rêxxwarinê axa zaftir ketîze di nava xemê û xelwetê. Xetayên wisa mezin kirî ye ku nayên temîrkirin. Nikare bi paþ va jî bizivire. Ketîye wezyetek zor. Xemgîn e. Ema ev xemgînî bê feyde ye. Demek bê deng di rê da diçin. Nêzî gund dibin. Axa serê xwe ji nav xem û xelwetan radike, li Memo dinêre û bangê Memo dike: - Memo!.. Memo, xemgîn nîne. Dilxweþ e. Her çiqas jî rêx xwaribe, dîsa jî xwe ji rezaletek xilaz kirî ye. Li ser banga axa, berê xwe dide axa, dibêj e: - Kerem ke axayê min! Axa dibêj e: - Memo, dema vê sibê em ji gund derketin ev diraqtor ne diraqtora min bû?.. Memo bersiv dide: - Belê axayê min, ev diraqtora te bû. Li ser vê bersivê axa dibêj e: - Em niha dîsa dikevin gund. Ev diraqtor dîsa ne diraqtora min e?.. Memo dîbêj e: - Belê axayê min, diraqtor dîsa diraktora te ye. Axa bi awayek dersdar ku ne bi tenê ji Memo û axa ra, ji herkesê ra bibe agil û dersek mezin dide herkesî, dibêj e: - Memo, dema em ji gund derketin ev diraqtora min bû û niha em dikevin gund dîsa diraqtora min e. Madem wisa ye ev çî gûxwarin bû ku me kir û rêx xwar?.. Tu dikarî ji min ra bêjî me çima vî gûyî xwar?.. Bu mesaj en son " 18-08-2007 " tarihinde saat 07:27 PM itibariyle marksdede tarafýndan düzenlenmiþtir.... |
|||||||||||||
|
|
|
|
#7 (permalink) | |||||||||||
|
Dewleta Osmanî jý alîyê merývek va dýhat ýdarekýrýn. Jý alîyê padîþah va. Mal û mýlkê dewleta Osmanî mal û mýlkê Padîþýh bû. Edalet jî, qanûn jî, heq û huqûq jî padîþah bû û her týþt jý nav du lêvên padîþah derdýket. Mýllet yanî tebe`a wek koleyê padîþah bû. Ev padîþahên ku týþtên jý devên wî derdýket jý bo ýnsanên lý ser erd û axa Osmanî wek ayata Kur`anê ferman bûn. Carnan padîþahên ruh nexweþ, ên dîn û carnan jî ên zarok dýhatýn ser text.
Êm dýkarýn bêjýn ku dîsa jî Kurdýstan dý wê demê da jý nýha azattýr bû û Kurd jî, lý ser erda xwe jý îro azadtýr jîyan dýkýrýn. Kurdýstan eyaletek bû û ev eyalet jý alîyê beg û mîrekên Kurd va bý awayek sencaxan dýhat ýdarekýrýn.. Bý fermana Padîþahên Osmanî her hêlekê Kurdýstan dýket býn destên mîrek an jî begek. Her mîrek an begek, sencaxek dý býn destê wan da bû û mîr an jî begê sencaxê bûn. Her týþt jý wan dýhata pýrsîn. Pýþtî demek heke padîþahê Osmanî, jý mîr an jî beg ne razîbûya fermanek dî derdýxýst û hêla ku dý býn destê wî da bû dýda mîrek an jî begek dî. Bý vî awayî mîrek û begên Kurdýstan dýkýr pêsîra hev. Mîrek û Begên Kurdýstan sedem vê sîyaseta Osmanîyan bý hezaran caran bý hev ra þer kýrýn e û bý dehhezaran ýnsan kuþtýne . Gelek caran lý ser bostek ax, dý cîyê dýjmýn da dýjî hev þer dýkýrýn û bý hezaran Kurd dýdan kuþtýn. Ev þerên býrakujî ew dem jî û vê demê jî gelê Kurd bê çare kýrýn e. Mal û warên wan kambax û wêran kýrýn e. Dý nav Mîrek û Begên Kurdýstan da her tým û tým þer çêbû ye. Þerên býrakujî jý þerên azadîyê pýrtýr bûne. Mîrek û begên Kurdan hýngî bý hev ra þer kýrýn û ýnsanan jý hev kuþtýne, hewçend bý dýjmýnê xwe ra þerê azadîya xwe û welatê xwe nekýrýne, . Hewçend ýnsanên Kurd nehatýne kuþtýn. Ez ne bawerým ku dý vê cûhanê da mýletek hebe wekî Kurdan býrakujî kýrýbe û ýnsanan jý hev kuþtýbe. Bek û mîrekan bac û çemçûra xwe dýdan padîþah an þahê Iranê. Çewan dýxwestýn jîyana xwe wýsa dýdan domandýn. Mýletê Kurd dý karê xwe da bý temamî azad bû. Dýbýstanên wan hebûn û bý zýmanê xwe kar û bar, dan û sýtandýn, týcareta xwe dýkýrýn Heke wê demê dý sîyaseta dewleta Osmanî da asîmîlekýrýna Kurdan hebe jî, belê wek dema -çewa tê gotýn- komara cumhûrîyeta layîq, sosyal û demoqratîk(!) dýjwar û hýþk nebû. Dý 600 salên dema Osmanî da Kurd weke 6 salên dema cuhurîyeta demaqratîk da nehatýn asîmelekýrýn. Lý Kurdýstanê hýcrýk, medrese û xwendgeh hebûn û bý azadî zcmanê Kurdî fêr dýbûn. Dý salên çýl, pêncî û þêstîyan da jî zarokên Kurd lý hýcrýk û mýzkeftan bý zýmanê Kurdî dýxwendýn, fêr dýbûn. ( Mýn dý dawîya salên çýlî û destp^rka salên pêncîyîn da lý cem mele û seydan pýrtûkên Ehmedê Xanî, Melayî Cizîrî û Mela Xelîlê Sêrtî bý zýmanê Kurdî bý eþq û kêf dýxwend. Mýn pýrtûka yekem bý zýmanê dayîka xwe Nubara Ehmedê Xanî ku jý bo býçûkên Kurmancan nývýsabdýbû bý dýlek xweþ û germ lý ber destê seydayê xweye cî cýnet be rehmetîyê Þêx Bahadînê mala þêxê Hezîn, nevîyê Þêx Mýhemedê Fêrsafê lý gundê Kýrdýkan xwend. ) Ixtýlafa dý navbera Kurdan û dewleta Osmanî da pýþtî þerê Çaldýranê bý alîkarîya Idrîsê Betlîsî hat derketýn. Bý hezaran Kurd nexasým Kurdên Elewî bý alîkarîya Bedlîsê Idrîsî hatýn qetýlkýrýn. Jý wê rojê û výrda zýlma dewleta Osmanî û komara Týrkîyêyê lý ser Kurdan kêm nebû û zêdetýr domkýr. Ji wê demê heta îro bý sedan þer dý navbera Kurdan û dewleta Osmanî û komara Týrkîyê da çebûn e. Hýn kes dýbêjýn ku 29 serhýldanên Kurdan çêbûn e. Hýnkes jî dýbêjýn ku ev serhýldan, serhýldanê hêlî ne û serhýldýnên umûmî 2 sehýldýna ýn. Serhýldana Þêx Seîd û serhýldana PKK ê. Herkes bý awayek dýbêje belê kî bý çî awayî bêj e býla bêj e. Týþtek rastî heye ku bý sedan serhýldan çêbûn e. Helbet ev serhýldan jý alîyê yekîtîya gel va çênebûne. Jý alîyê mîrek begleran va, jý alîyê þêx û seyýdan va çêbûne. Þerefxanê Bedlîsî dý Þerefnamê da dýnývîne ku gelek caran Mîr û Begên Kurdan dýjî dewleta Osmanî serhýldýn kýrýne. Belê ev serhýldan bý pýranî jý bo mafê mîr û began bûne. Heke hýnek jý van mîr û began xwestýbýn dewletek Kurd damezýrînýn jî, belê nýkarýbûne yekîtîya xwe pêk bînýn. Jý bo her mîrek bý serê xwe hakýmtî kýrîye û býtênê xwe azad dîtî ye, fermandarîya mîrê dî qebûl nekýrýye û bý wan ra nebûye yek. Þerefxanê Bedlîsî dý Þerefnamê da dý pela 66’an da lý ser ne yekýtîya Kurdan wýha dýbêj e; „Eger rewþek Kurdan a xýrab hebe, ew jî ev e ku kesek jý kesekê dýn ra serî natewîn e. Jý hev ra nayên ber kemendê û her wekî lýb û lýb herkes fýkýr û serbýlýndayîya xwe dýke. Bý hev ra fýkra bý serbýlýndayîya mýþterek nakýn, pýþta hevûdu nagýrýn û nabýn yek. Dý derheqê vê rewþa wan a nebaþ da, mamoste zana Mewlana Se`deddîn ku mamosteyê (muderrýs) Sultan Murat Xan – Xwedê jê razî be - dý dîroka bý Týrkî da ya bûyêr serpêhatîyên Osmanîyan a bý îbareyên payeberz û xweþýk nývýsandîye, lý ser Kurdan jî sekýnîye û dý derheqê karekter û eefýrandýnîya wan da wýha dýbêje: „Ker Kurdek bý xwe , bý serê xwe lý gor kêfa xwe a la jîyana ferdîtîyê býlýnd kýrîye û dý nav wan çîya û gelîyan da bý serbestî dýjî. Eger em warê yekgýrtýn , hemfýkýrî û hevkarîya wan a bý hev ra býnêrýn, em dýbînýn ku tenê dý kelîme-î þehad da, ya ku dý Mýsýlmanîyê da yekîtîya Xwedê îfade dýke nebe, qet lý ser týþtekî dýn týfak dý navbera wan da tune,“ Bý rastî ev gotýn berî çend sed sal hatýne götýn. Belê îro jî mana xwe qed týþtek wýnda nekýrýne. Ev gorýn îro jî jý me ra taze ne. Jý bînî kevnebûn bý wanan ra tune. Ez nýkarým týþtek dýn lý ser van gotýn û bêjeyan zêdebýkým. Þerfxanê Bedlîsî dý Þerefnameyê da dýnývýsîne ku gelek mîrek û begên Kurdan wek Zekerîya Begê kurê Zeynel Beg, Bayram Beg, Xan Ebdal, Emýr Þerýf, Mýhemed Beg û gelek Beg û mîrên dýn dýjî dewleta Osmanî serhýldan kýrýne. Jý xeynî van serhýldanên býçûk gelek serhýldanên gýrîng jî dýjî Osmanîyan hatýne pêkanîn. Em dýkarýn van serhýldanan bý kurtî býnývýsînýn. 1)Serhýldana Avdýrhman Paþa : Evdýrhman Paþa dý sala 1788`an da dýbe serkarê mîreka Baban. Dýjî dewleta Osmanî lý alîyê Bexdayê serhýldanek dýke û eskerên Osmanîyê dýþkên e. Dewleta Osmanî jý alîyê fetlûfêlan va gelek hosta bû. Nýhêrîn ku bý þerê çekdarî zerar dýbînýn, dest avêtýn rîyek hêsatýr. Bý rýþwet û bertîlan býrayê Evdýrhman Paþa xapandýn. Evdýrhman Paþa, bý xîyanetîya býrayê xwe Xalýd Paþa jý ber Osmanîyan þýkest. 2)Serhýldana Ahmed Paþa : Ahmed Paþayê kurê Evdýrhman Paþa, dýkeve þûna bavê xwe Evdýrhman Paþa. Dý sala 1812`an da serhýldan kýr. Belê dý dawîyê da ev serhýldan jî hat perçiqandýn. 3)Serhýldana Kurdên Zaza : Kurdên Zaza dý sala 1818`an da lý mýntýqa xwe serhýldan Kýrýn. Lê belê bý ser neketýn. 4) Serhýldanên Hekarî, Sýncar, Dîyarbekýr û Tur Abýdîn: Dý navbera salên 1826-1839`an da lý hêla Hekarî, Xerzan, Sason, Dîyarbekýr, Sýncar û Tur Abýdîn serhýldanên cûre cûre çêbûn. Dý van serhýldanan da Kurd þýkestýn. Dý serhýldana Xerzan da zabýtê Elman von Moltke ku paþî dýbe mereþalê sereskerê bý temamîya Elman. General von Moltke dý pýrtûka xwe ya bý navê „Unter Halbmond“ da fesla vê serhýldanê û zýlmîya Hafýz Paþayê Osmanî dýke. Nýha em lý výra çend gotýnên Mereþal Helmut von Moltke ku dý pýrtuka „Unter dem Halbmond“ da gorîye bînýn zýman. „Çîyayê Xerzan, 4 ê Hezýranê sala 1838“ “Dora rojê em zû hatýn meqerên nû ku lý ber gundekî bû. Em tev lý ser kanýyek dý cîyek gelek xweþýk, lý ber hewzek (býrkek) bý menzereyek xweþýk, dý nav darên goz, fêkî û çîyandýnan da, ku lý ber rê bû sekýnîn. Meqerê meyên nû lý ser vê kanîyên bû. Lý ber vê dîtýnê vê menzereyê, em tev ketýn nav heyecanek.Kanî lý ber gundek bû. Derhal agýr berdan gund û gund þewýtandýn. Mýn xwest ku ez dýjî vê þewýtandýna gund fýkra xwe jý rêbazan ra bêjým. Kesên ku dýjî me þer dýkýrýn helbet dýkarýn býhatan cezakýrýn. Belê ew kesên ku teslîm býbûn û dý gund da mabûn pêwýst bû nehatan cezakýrýn û mal û xanîyên wan nehatan þewýtandýn. Heke mýrov ezîyet býde kesên bê guneh meýrv nýkar e jý nava vî karî derkev e. Me hê bîhna xwe dernexýst kumandar emýr da ku topçî lý wê býmînýn û eskerên peya berê xwe býdýn menzîla emýr nîþandanê. Eskerên peya derhal ketýn rê. Bý qasî 15-20 gundên lý ser rîya me agýr berdane wan û temaman þewýtandýn. Em ketýn Gundê Papûr ku dý gelîyek nav çîyan da bû. Kesên vî gundî, jý gund derneketýbûn. Gundî bý pýranî lý serê banên xanîyên xwe yûn ku banrastbûn sekýnîbûn. Hê em jý wan dûr bûn bý sîlehên xwe lý me xýstýn û bangî me kýrýn: Em dýxwazýn sirf bêne nezîk. Em hayîdar bûn ku Hafiz Paþa dý vî gelî da, dý vê hereketê xweyê resmî da gelek zeyî`et da ye (Gelek kesan û melzeman wýndakýrî ye.). “ “Gund bý qasî 200 lýngan –gavan- býlýnd lý ser lýngên zýnarêk býlýnd bû. Lý ser pýrsa Mehmet Paþa mýn teklîf kýr em dýbýn parastýna sîlehên nîþancîyan da jý alîyê çepê va lý gund býzývýrýn, pýþta xwe býdýn gýrýkên býçûk û daran, ku me jý reþandýna berýkan býparêzýn û em jý paþîya zýnarê býlýnd va bý zýnar va hevraz býbýn û bý vî awayî ji jorê gund va hýcûmî gund býkýn ku reva gundîyan gav bý gav bê asêkýrýn, nexwe dora rojê dîsa emê mecbûr býmînýn bý gundîyan ra þer býkýn. Nîþancî bê gotýn hema çone bý pêþ va ku cîyê xwe býgýrýn, dý eynî demê da kesên jý gund derketýbûn revîyabûn xwe avêtýbûn serê çîyan, jý serê býlýndayîya çîya va jî me dan ber tývýngan. Belê ev ne týþtek gelek gýrîng bûn û tesîra wan zaf lý ser me nebû. Dý demek kýn da me lý jorê lý serserê gundûyan cî gýrt. Jý serê banên xweyên rast wek tavîya xýlorýkan berýk lý me barandýn û bý týrs û xof dîtýn ku rîya jý gund derketýna wan hatî yê asêkýrýn. Dý vê demê da eskeran bý “Allah, Allah” berjêrî hýcûmê ser gund kýrýn û ketýn gund. Kî kete ber wan bý sýngûyan kuþtýn ên dýn lý rîya jý gund derketýnê dýgerîyan û vîyalî wîyalî bazdýdan. Jý ber ku ez çend roje jý westîyabûnê bê hal û qewet mabûm, nýkarýbûm bý rê va herým, mýn vê menzeryê lý ser pýþta hêstýrek-qantýrek- temaþe kýr. Xanî heta devê derî týjî eþya û fýraq bûn. Ez texmîn dýkým ku ev fýraq û eþyayên han gundîyên ku jý gundên xwe revîya bûn anîbûn vî gundî. Eskerên ku dýketýn nava malan bý tûren týjî fýraq û týþtan va bý paþ va dýhatýtýn. Eskerek suwarî bý dýlek xweþ jý mýn rýcakýr ku ez hespê vî býgrým. Heta cêbýk û tûrýkên xwe týjîkýr mýn hespê wî gýrt. Belê sekna lý vî gundî talûke bû. Kesên revîyabûn, jý serê çîyan bý týfýngan lý me dýxýstýn. Kolaxa lý tenýþt mýn bû û berîkek lý destê wî ket. Mýn hêstýra xwe da axayê xwe ku býkarýbe zû xwe dûr býke. Merýv mecbûr bû xwe bý de ber dîwar û bý dýwar va zelýqîne. Bý vî awayî dýkarýbû xwe býparêz e. Dý gund da jý xanîyêk bý tenê bý týfýngan lý medýxýstýn. Dý xanîyên dýn da tev hatýbûn kuþtýn, hatýbûn bê zerarkýrýn. Belê xanîyêk berxwedan dýkýr û çar- pênc sýet eskeran acýz kýrýn û teslîm nebûn. Serokê van kesan bý bayreqa xwe va lý dev pencerê xwe dýrêj kýr û berýk barandýn.. Ewî dýzanýbû ku jê ra tu bextdan û bexýþandýn nîne û hevîya bexýþandýnek nedýkýr. Lý ser vê erda cîhanê cî jê ra nema bû û xýlazbûna wî tunebû. Ewî dý nav vê bê hêvîtîyê da dýxwest kuþtýna xwe bý býha býke, xwe erzan nede wýndakýrýn. Dý pencerê da vîyalî, wîyalî berýkan reþand. « «Dý vê dema da mýn baz da çûm cem Hafýz Paþa ku ewî emrê vê qetlîamê da bû û lý býnê gýrýgek býçûk þer temaþe dýkýr. Eskeran kesên êsîr gýrtýbûn, býrîndarên dý nav xwîna xwe da dýgevýzîn, jýn û mêrên býrîndarên ku dýnalîn û dýkalîn... Kesan, guh û serên jêkýrî ên dý her emrî da, bebekên tefal û zarokên bêmecal, pîr û kal tanîyan, teslîmê Hafýz Paþa dýkýrýn û lý gorîya wanan jý 50 heta 100 kuruþ dýstandýn. (Dema merýv lê dýnêrê ku qîmeta serê Kurdek jý 50 heta 100 kuruþa ye. Jý vê zalýmtîyê û wê da týþtekî dýjwartýr heye ?.... K.Ö), Mühlbach býrîna hýnek býrîndaran þûþt û pêça. Bê dengîya kedera Kurdan, bê ûmûdîya jýnan kezeba merývan dýperýtand, dýlê merýf perçe perçe dýkýr. » Çav kanî : Unter dem Halbmond- Erlebnýsse ýn der altten Türkeý 1835-1839, Helmut von Moltke. Pel 261-264 4)erhýldan Mehmed Paþayê Rewandýzî : Dý sala 1830'yan da dý býn rêzdarîya mîrê Rewandýzê Mýhemed Paþa da serhýldana Rewandýzê destpêkýr. Gelek bajaran kýr býr fermana xwe. Lý hýnek sencaxan mîr û walîyan anî ser hukmê. Bý navê xwe xutbe da xwendýn. Sîlehan da çêkýrýn. Dewleta Osmanî jê gelek fýkýrýn dýkýr û jý bo serhýldana xwe fýretýr neke paþayî da ye. Belê ew nesekýnî û serhýldanê fýretýr kýr. Dewleta Osmanî bý 40 hezar leþker ço ser Mýhemed Paþa. Þervanên Mýhemed Paþa kýþîyan çîyan û dýjî ordîya Osmanî þerên dýjwar kýrýn. Dewleta Osmanî jý bo xwe jý êrîþek qewettýr û dýjwartýr ra amade býke bý paþ va kýþîya. Mýmed Paþa vî jý xwe ra fersendek dît û hýcûm da ser Iranê. Hýnek bajarên Iranê teslým sýtand. Mýhemed Paþa bý vî hereketên xwe kete nav xetayek gelek mezýn. Dýjî Mýhemed Paþa dewleta Osmanî û dewleta Iranî bûn yek. Serhýldana Mýhemed Paþa dý sala 1837`an da pelýþandýn. Dewleta Osmanî Mýhemed paþa bý xapandýn býre Istenbolê û lý wîr bý bûyêrên xweyên tarî wî da kuþtýn. 5)Serhýldana Mîr Bedýrxan Beg : Sala 1828 – 1829’an dý þerê Osmanî û Rûsan da Mîr Bedýrxan Beg esker neda dewleta Osmanî û vê dewletê qebûl nekýr. Mîr Bedýrxan Beg bý serê xwe hereket kýr. Jý xwe ra esker da hev, orduyek hazýr kýr. Xutbeyê lý ser navê xwe da xwendýn. Dý nav Mîr û begên Kurdan da lýhev hatýnekî çêkýr. Dý nava mîrê Hekarî, Wan, Hîzan, Mûþ, }ers û Erdelan da yekîtîyek pêk anî. Jý }ersê heta Mosýlê, jý Mêrdînê heta Urmîyeyê yekîtîya Kurdan danî. Dewleta Osmanî dý sala 1836`an da bý çewetek gelek gýran hýcûmê Cýzîrê kýr. Þer dý navbera Osmanî û Kurdan da bý dýjwarî destpêkýr. Dý sala 1940`an da welatek mezýn û fýre dý býn qontrola Mýr Bedýrxan Beg da bû. Serxwebûna xwe beyan kýr û lý ser navê xwe pere da çêkýrýn. Kurd bý ser ketýbûn û sexwebûna xwe ýlan kýrýbûn. Nexapýn tam dý vê domê da serhýldana Nestûrîyan destpêkýr. Mîr Bedýrxan ma dý nav du agýran da. Berxwedan dom dýkýr. Eeskerê Mîr Bedýrxan lý her hêlî serkevtýn dýstandýn. Dý sala 1847`an da dewleta Osmanî bý sed hezar leþker va hýcûmê ser Mýr Bedýrxan Beg kýr. Hýn mîrekên Kurd lý Mýr Bedýrxan Beg xayîn derketýn û terefê Osmanîyan gýrtýn. Býrazê Mîr Bedýrxan Beg jî dý nav xayînan da cî gýrt. Býrazîyê wî Yezdanþêr seresker (kumandar) bû û bý eskerê xwe va alîyê Osmanîyan gýrt. Sedem vê yekî cîgýrtýna eskerê Mîr Bedýrxan Beg qels bû û mîr þýkest. Dewleta Osmanî wî nefî Þamê kýr û Mîr Bedýrxan Beg dý sala 1868`an da lý Þamê ço ser dýlovanîya xwe. 6)Serhýldana Yezdanþêr: Ew kesê ku dý serhýldana Mîr Bedýrxan Beg da xayîntî kýr, xwe da alîyê dewleta Osmanî dît ku dewletê îþê xwe pê da kýrýn û wî avet goþeyek. Yezdanþêr dît ku wek kevýrê avdestê hat emýlandýn. Soz û bextê ku dabûnê Yezdanþêr, Osmanîyan wek hercar nanîn cî, lý ser soz û bextê xwe nesekýnîn. Yezdanþêr dý sala 1854`an da serhýldan kýr. Yezdanþêr Býlîs, Sêrt û Mosýlê teslým gýrt. Fýrýngsýz û ýnglîzan alîkarîya dewleta Osmanî kýrýn. Konsolosê Inglîz ê Mosýlê Yezdanþêr xapand û wî kýre faqa Osmanîyan. Osmanîyan wî gýrttýn þandýn Istenbolê. Bý vî awayî ev serhýldan jî þýkest. 8) Serhýldana Sason: Dema Osmanî xwestýn temamîya Kurdistan býkýnbýn destên xwe, ketýn tým hêl û bajaraên Kurdýstan. Xwestýn Sason jî býxýn býn darê xwe. Belê Kesên Sason tým xwe azad dîtýbûn û hakýmîya bîyanîyan nýkarýbûn qebûlbýkýn. Gundên Sason xwe gýhaþtýn hev û dýjî Osmanîyan ketýn çîyan dest bý þer kýrýn. Ev serhýldan gelek dom nekýr û jý alîyê Osmanîyan va hat tefandýn. 9) Serhýldana Muþ, Býlîs, Wan, Hakarî, Botan û Behdînan: Dý sala 1878`an da lý Mûþ, Býlîs û Wanê serhýldan ccêbû. Dý demek kýn da ev serhýldan fýre bû û lý Hekarî, Behdînan û Botan jî destpêkýr. Serhýldan bê serî bû. Belê lý her cî bý serê xwe dýhat pêk anîn. Serokek kuserhildanê býde hev û yekîtî qêke nebû. Sedem wê bê serîtîyê ev serhýldanên cûre cûre jî hatýn perçýqandýn.
__________________ Bu mesaj en son " 18-08-2007 " tarihinde saat 08:08 PM itibariyle marksdede tarafýndan düzenlenmiþtir.... |
|||||||||||
|
|
|
|
#8 (permalink) | |||||||||||
|
İtalyanların Atası 8 Temmuz 2006 tarhli Sabah gazetesinde ilginc bir yazı yayınlandı. Yazı dikkatimi çekti. Okuyucuların büyük bir bölümü yazıyı okuyamamış düşüncesiyle özet olarak buraya kısaca almayı uygun gördüm. Yazı şöyle: “Italyanların Ataları Türkler miydi?? Türklere Barbar diyen İtalyanlar şokta! Çünkü İtalyanların DNA’larında Türklerle yüzde 97 aynı özelliklere sahip olduğu kanıtlandı. Şimdi de İtalyanların ataları Etrüsklerin alfabelerinin Türkçe olduğu iddia ediliyor. “ Yazı hayli uzun olduğundan hepsini buraya almak gerekmez. Özet olarak Türklerle İtalyanların fiziksel ve karaktersel özellikleriyle birbirlerine çok benzedikleri, yeni karşilaşan bir Türk ve bir İtalyalının 40 yıllık dost gibi davrandıkları, İtalya bilim çevrelerin Türk olup olmadıklarına dair son yıllarda ilmi araştırmalar yaptıkları, son zamanlarda bu araştırmaların merkezinde ön Türklerin sınıfında yer alan İtalyanların ataları durumundaki ETRÜSKLERİN yer almakta olduğu, Etrüsk mezarlarındaki iskeletlerden DNA örneklerinin alınarak dünyadaki çesitli ırkların DNA’larıyla karşilaştırıldığı, Türklerinkiyle yüzde 97 uyumlu olduğu, yüzyıllardır Türkler için babar diyen, hatta “Eyvah Türkler geliyor sıloganını ilk kez telafuz eden İtalyanların bu araştırma sonucu karşisında şoke oldukları, bu araştımanın İtalyanlar arasında büyük tartışmalar başlattığını yazan gazette, Türk tarihçisi ve etnolog Haluk Tezcan’ın da bilmsel ve arkeolojik (nasıl bir bilimsellikse!) kanıtları ortaya koyarak İtalyanların atalarının Türkler olarak bilinen Etrüsklerin olduğunu, Haluk Tezcan’ın yazdığı “Kökenindeki Ön Türk Kültürünü Bilmeyen Avrupa Birliği” adlı kitabında İtalyadaki arkeoloji çalismalarinda ortaya çikan yazıların Türkçe olduğu, Türkçe konuşup yazan Etrüsklerin DNA yapısından sonra diliyle ve yazılarıyla Türk oldukları, Haluk Teycan 1962 yılından beri bir çeyrek asırdır bu araştımayı yaptığını (1962 yılından beri denildiğine göre 44 yıl ki, bu da neredeyse yarım asırdır K.Ö.), bulunan seramikte “at, ata”, “oğan, kağan” Türkçe sözcüklere rastlanıldığı, iki toplum arasındaki kültürel benzerliklerin karşilaştırıldığı üzerinde durularak geniş bir şekilde İtalyanların atalarının Türk oldukları konusu yazılmakta ve bazı gülünç görüşlere yer verilmektedir. İnsan bu yazıyı okuyunca Türk bilim adamlarının (!) “bilim” denilince ne anladıklarını, nice bilim adamları olduklarını, Türk medyasının ne hale düştüğünü ve halkını nasıl aldattığını hayretle ve ibretle görür. Biz, Türk bilim adamlarının, cumhuriyetin ilk yıllarında da nasıl mükemmel bir bilmi(!..) ortaya koyduklarını da gördük. Türk Tarih- Güneş Dil teorileriyle Türk dilinin dünya dillerinin güneşi olduğunu ve tüm dünya dillerinin bu güneşten yani Türk dilinden koptuklarını, Türk dilinin tüm dünya dillerini aydınlattığı iddilarıyla halkın nasıl uyutulduğunu biliyoruz. Gerçi hala göçyolları haritası okul kitaplarında mevcuttur. Okullarda, bütün dünya ulusların Ortaasya’daki Türklerden türediklerini dünyanın gözüne baka baka bilimsel palavralarını yutturmaya şalıştıklarını hala görüyoruz. Türk bilimcileri ve medyası, Kürtlerin öz be öz Türk olduklarını, Türkiye vatadaşı olan herkesi Türk oğlu Türk kabulettikleri konusunu bilimsel olarak halettikten sonra şimdi de İtalyanları ve hatta Avrupa Birliği üye devletlerin halklarının Türk olduklarının ispatı peşindeler. Çünkü büyük araştırmacı Haluk Tezcan “Kökenindeki Ön Türk Kültürünü Bilmeyen Avrupa Birliği” diye büyük bir eser(!) yazmış ve bu eserle bilgisiz, cahil ve soyunu bilmeyen soysuz Avrupa Birliği vatandailarına soylarını ögretiyor. Çok uzağa gitmeye gerek yok. Yedi yıl önce İtalyanları bir kaşik suda boğan Türk medyası, Türk insanına İtalya mallarını çignettiriyor, Italyan markalı kravatları makaslatıyordu. Gömlekleri yırttırıyor, ayakkabıları parçalatıyordu. Türk halkını sokağa dökmüş İtalyanların aleyhinde gösteriler düzenleyen, pek fazla pahalı olmayan İtalyan malarına zarar verdiren, sebzelerini çigneten medya ve kamuoyu yönlendiricileri, nedense o dönemde de Italyan malı fiat markalı omobillerin de yakılması yönünde bir işarette bulunmuyorlardı. Ancak medyanin şimdi İtalyanların Türk olduklarını ileri sürmesini gerçekten anlamıyorum. Anlayan varsa lütfen beri gelsin. Üstelik atalarının konuştukları dil de Türkçeymiş. Konuştukları dil içinde “kağan” , “ata” ve bir çok sözcük varmış. Demekki Atatürk İtalyanların da atasıdır. Soyunu bilmeyen İtalyanların şimdi soylarını öğreniyorlar ve artık atalarını biliyorlar. Soyları Atatürk gibi bir kahramanı çikarmıs ve onlar da artık atasız değiller, bir ataları var, Elbette sadece Diktator Musolini değil, onun yanında İtalyanların bir de Türkeş gibi bir kağanları, bir başbuğları da olduğunu bu arada ögrenmeleri gerekir. Dolayısıyla bundan böyle bir İtalyalı da dünyaya bedeldir. Ne Mutlu İtalyanım Diyene!….
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#9 (permalink) | |||||||||||
|
10- Serhildana Osman Bedirxan Beg:
Dema serhildanên Mûş, Bilîs, Wan, Hekarî û Behdînan dom dikirin li Botan jî di bin seroktîya Osman Bedirxan Beg da serhildan çêbibûn. Li hêla Şêrwan, Qapilcewz û Sason jî serhildan destpêkir. Osman Bedirxan Beg van serhildana tev gihaşt hev û serwerîya serhildanê ajot. Emir Osman Bedirxan Zaxo, Imadîye, Merdîn, Midyat û Nisêrbînê ji kir bin destên xwe. Dewleta Osmanî bi qewetek giran hat ser Osman Bedirxan Beg û di dawîyê da Osman Bedirxan Beg şikest. 11- Serhildana Mîr Emir Elî Beg û Mîr Mithet Beg: Di sala 1899`an da Serhildanek ji alîyê kurên Mîr Bedirxan Beg Mîr Elî Emir Beg û Mîr Mithet Beg va çêbû. Di destpêka Serhildanê da Kurd bi serkevtî şerê xwe ajotin. Belê ev serhildan jî piştî demek ji alîyê dewleta Osmanî va hat pelişandin. 12- Serhildana Ibrahîm Paşayê eşîreta Millî û hin serhildanê din: Di dîroka Kurd û Osmanîyan da bi sedan serhildan çêbûne. Heke em temaman li vira binivisînin dawî li van serhildana nayê. Min bi kurtî anî ziman û ez dixwzim hin serhildanên ku berî peşilandina dewleta Osmanî çêbûne bi kurti li vir binivisînim. a- Di sala 1897`an da li Motka serhildan çêbû. b- Di sala 1905`an da li Bedlîs, Dêrsim û Beyazîtê serhildan çêbûn. c- Di sala 1906`da li Erzeromê Serhildan çêbûn. d- Dîsa di sala 1906`an da li Sêrtê û Xerza serokê eşîra Mala Faro Bişarê Çeto serhildan kir. Bişarê Çeto, ji Ereb, File, Ermenî û Êzîdîyên Kurd jî alîkarî girt û qeweta xwe xurt kir. Tim bi hev ra bûn yek û dibin rêbazîya Bişarê Çeto`da serhildanek dijwar kirin. Dîsa bi fetlûfêlên dewleta Osmanî hin kesên Kurd bûn alîkarê dewletê bi xayîntîya van Kurdan Bişar di vê serhildanê da şikest. e- Di sala 1907 û 1908`an da Serokê Alayên Hemîdîyê Ibrahim Paşayê Millî serhildan kir. Ibrahim Paşa feramdarê alayên Hemîdîyê bû û ji aliyê Siltanê Osmanî Evdilhemid va dihat piştgirtin. Ji bajarê Dîyarbekirê heta çîyayê Evdilezîzê, ji Misêrbînê heta hidûdê Berzan di bin destê Ibrahim Paşayê Milî da bû. Belê dîsa jî Ibrahîm Paşa di sala 1907`an û 1908`an da berî meşrutîyeta diduyan serhikdan kir. Hicûmî ser Diyarbekir kir û di dû da hicûmê ser Mosilê kir.. Piştî ji sertexketina Siltan Evdilhemid ev serhildan hat şikênandin. Sultan Evdilhemîd dîsajî rûmet dida Ibrahîm Paşa. Ibrahîm Paşa kumandarîya alayîyên Henîdî berdwam kir. Siltan Evdilhemîd wî bexişand. Di sala 1908`an da dema meşrîtîyeta diduyan çêbû Siltan Evdilhemîd xeber ji Ibrahîm Paşa ra şand ku bi eskerê xwe va bi gemîyê ecele bê Istenbol. Ibrahim Paşa bi eskerê xwe va çû Şamê ku ji wê jî here ber deryayê bi gemîyê here Istenbolê. Walîyê Şamê hevalbendên azadîxwazên Tirk bû û ne dixwest Ibrahîm Paşa here Istenbolê alîkarîya Siltan Evdilhemîd. Dixwest wî bixapîne, bigre bike zîndanê. Evdirhiman Paşayê Kurd li Şamê xeber da Ibrahîm Paşa ku walî dixwaze wî bigre. Sedem vê yekê Ibrahim Paşa eskerê xwe ji Şamê derxist derva. Eskerê dewletê hicûm dan ser Ibrahîm Paşa. Paşa berê xwe da Çîyayê Şengalê. Belê erebên eşîreta Şemaran pêşî li Ibrahîm Paşa girtin. Mecbûr çadirên xwe danî û dest bi şer kir. Belê paşa nexweş bû û di nav vî şerî da çû ser heqîya xwe. Bi vî awayî zarokên paşa zivirîn Vêranşarê paytextê eşîreta Mili û teslîmî Tirkan bûn. f- Di sala 1908à an da li Bexda û Kerkokê bi alikariya eşîreta Berzan û Zibarî serhildan çebû. g- Di sala 1909`an da li Silêmanîyê di bin rêzanîya MAHMUD Berzencî va serhildan çêbû. Dewletê dijî vê serhildanê mamê Mahmut Berzencî Şêx Merûf kir serokê Silêmanî û bi vî awayî ev sirhildan jî sekinî. h- Di sala 1909`an da li mintiqa Berzan, eşîreta Berzan, serhildan kir. Serhildan heta Mosilê fire bû. Di dawîyê da ev serhildan jî pelişî. 13- Serhildana Dêrsimê 1907-1908: Dêrsim heta serê qirnê 20àan ji alîyê dewleta Osmanî va nehatibû fetihkirin. Dewleta Osmanî nikaribû hikmê xwe li ser Dersimê bi meşîn e. Dêrsim bac û çemçûra xwe nedida, alîkarîya eskerîyê nedikir, lawên xwe nedişan şeran. Gelê Dêrsimê dewletê nasnedikir. Bitenê Seyit û axayên xwe nasdikirin, himberî wanan berpirsîyarbûn. Sedem vê yekê dewlet dixwest bikeve Dersimê. Dewleta Osmanî di sala 1907`an da eskerê xwe şand ser Dêrsimê. Sedem vê yekê eşîrên Dêrsimê Heyderan, Koç, Şemikan, Reşikan, Demenan, Aslan Beytan û ên din dijî esker serîhildan. Li hawîdorê Dersimê şerên giran hatin çêkirin. Temamîya sencex û qezayên dêrsimê man di nava şer da. Hicûma eskerê Osmanî feyde neda û bi caran şikestin. Paşayên Osmanîyan dest dîsa bi fetlûfêlên xwe kirin. Serokên eşîretan xelatkirin û wan xapandin, kişandin alîyê xwe. Bi vî awayî vê serhildanê jî peşilandin. 14- Serhildana Bedlîs û Hîzanê 1914: Berî şerê cîhanê ê yekem serhildana Bedlîsê gelek girîng e. Di ser salîya qirnê bîstan da li her alîyê Kurdistanê serhildan çêbûn. Belê ev serhildan hêl bi hêl hatin çêkirin û Kurdan ne bihev ra hereketkirin. Ji 1900 heta sala 1912`an bi dehan serhildan li Kurdistanê ji hev cûda cûda çêbûn. Heke ev serhildanên cûdatî bikariban yekîtîya xwe pêk anîna, bê guman tê bikariyan dewleta Kurdistan dimezirandin. Belê naxapin wek her demî dîsa yekîtîyê nikaribûn pêk bînin û herkes bi serê xwe hereket dikir. Çewan tê gotin „ Her pêxember dua ji umeta xwe ra kirî ye“ her wiha her beg, şêx û axa dua ji xwe û eşîra xwe ra dikir û pêyvendîyên xwe bi eşîreta din ra pêk netanî. Ji alîyê din va Kurdan rojname deranî, hin sazîyên xwe çêkirin. Di sala 1912`an da dewletê qanûnek deranî ku li Kurdistanê di mehkema da jî kesên Kurd û Ermenî zimanê xwe pêk bînin. Zimanê Kurdî û Ermenî li Kurdistanê bûn zimanên fermî. Di navbera salên 1912 û 1914`an da li Kurdistan mecala serhildanek imûmî hatibû dîyarkirin. Kurdan dixwest ji bin nîrê bîyanîyan derkevin. Sedem vê yeke Kurdan dixwest ku dest danin ser Diyarbekir, Bedlîs, Wan, Mêrdîn, Mosil, Zaxo, Xerzan, Botan, Hîzan, Motkan, Misêrbîn, Midyad, Cizîr, Mefarqin, Sulêmanîyê, Kerkok û Başqelê û dewletek damezirînin. Emir Bedirxan jî bikin serokê vê dewletê. Serokên Kurdan li Şêrwanê gihîştin hev û planên xwe çêkirin. Dewleta Osmanî ji planê Kurdan hayîdar bû û gelek kesên ku ji bo vî planî xebatdikirin girt, kir zîndanan. Li Bedlîsê û Hîzanê jî kesên welatparêz ên ku di nava karê serhildanê da bûn girt. Yek ji van kesan jî Mele Selim bû. Mele Selim bi paşîya hespek va girêdan û xwestin bibin Bedlîsê. Gelê Kurd vê ne insanîyê çebûk nekir, isyan kir û Mele Selim azad kir. Girtin ser Hîzanê. Qaymeqam Hîzanê revîya. Berpirsiyarên Serhildanê li gundê Qumaş ala xwe kişandin û xelkê bangî serhildanê kirin. Di demek kurt da gel kêşîya alîkarîya serhildanê û serhildan fire bû. Milet hicûmê ser Bedlîsê kir û esker mecbûr man ketin kela Nedlîsê, xwe di keleyê da asê kirin. Ji her alî va alîkarên serhildanê zêde bûn. Şex Şabedîn û Seyît Elî jî rêzanîya serhildanê dikirin. Ermenîyan jî alîkarîya serhildanê kirin. Dewleta Osmanî ji Wanê, Erdîşe, Muşê û Erzeromê erkere xwe di bin kumandarîya Ihsan Paşa da şand Bedlîsê. Dema esker gihîşte Bedlîsê Ermenîyan jî peymana nav xwe û Kurdan xirakirin, xwe dan alîyê Osmanîyan. Serhildan şikest û gelek kes hatin dardakirin. Rêzanên Serhildanê Seyit Elî û Şex Şabedin jî hatin dardakirin. Kamîran Inan û Zeynelabidin Gaydalî nevîyên Seyît Elî û Şêx Şabediîn in. Ew çiqas jî xwe ji dewletê ra sadik nîşan bidin û inkarîya xwe bikin jî, dîsa karbidestên dewletê ji wan ne bawerin. Ew bibin wezîr û xwe ji problema Kurdan dûr bikin, xwe ji dewletê ra şîrîn bikin jî, ew di çavê dewletê da nevîyên Şêx Şabedîn û Seyît Elî ne û xayin in. Mezarê Seît Elî û Şêx Şabedin li Bedlîsê li xilazîya Berwarê Bêno bûn. Di dema Edalet Partîyê da rîya ku di Berwarê Bêna da diçû Sêrt û Dîyarbekirê di sala 1968`an da hat firekirin. Goristanê ku mezarê Şêx Şabedin û Seyit Elî li wir bû bi temamî ket nav rê. Hestîyê Şex Şabedîn û Seyît Elî ji we derxistin, birin Hîzan. Di nav Kurdên hêla Bedlîsê da li ser van her du welatparêzan gelek efsane tên gotin. Kesên wê hêlê qise dikin ku dema Seyît Elî eliqandinê sê caran şerît qetîya yê. Cara çaran Şêx Şabedîn dibêje; „Birayê min ev qedera Xwedê yê. Pêwiste tu jî qebûl bikî.” Piştî vê gotinê cara qatan şerît ne qetîya ye. Dîsa dibêjin dema qebra wan veda ne ku cenazêyê wan bibin Hîzanê, cesedên wan bi temamî saxlem bû ne û ne rizîyan e. Belê sitûyê Seyît Elî cîyê şerîtê reş û şîn bû ye. Diya min qise dikir ku ew kesê Şêx Şabedîn û Seyît Elî eliqandinê yanî qesabên wan Xwedê êşêk li wan da ye, werimîn e û teqîyan e. Hakimên ku qerarê idaman wan dan e êşek li wan jî da ye di davîya vê êşê da wek kuçikan reyîyan e heta ruhê wan hatî ye sitandin. 15- Serhildana Berzan: Dema serhildana Bedlîsê çêdibe, Şêx Evdilselam Berzanî jî bi dil alîkarê vê serhildanê ye. Belê di nav Şêx Evdilselam û serhildana Bedlîsê da peyvendîyek heye an na ne zelal e. Dewleta Osmanî ji Şêx Evdilselam fikaran dike. Eskerê xwe li Rewandiz, Akra, Amedîye û Mosilê bi zêdetirî dicîne. Eşîretên Hamewendan, Cef û Dizayî bi Şêx Evdilselam ra dibin yek. Şêx Evdilselam bi konsolosê Rûs ra ê li Mosilê peyvendî datîn e û alîkarî dixwaz e. Eskerên Osmanî hicûm dide ser Şêx Evdilselam. Şêx Evdilselam di vî şerî da dişkê û bi hêla Urmîyeyê va diçe. Li ser serhildan û kiryarên Şêx Evdilselam di bin xala dewleta Iraq, Ereb û Kurdên Iraqê, beşa hereketê Berzanîyan da hatîye qisekirin. Helbet hereketê Berzanîyan û serhildana Şêx Mehmût Berzencî hê di dema Osmanîyan da hatine destpêkirin. Ev serhildan bi piranî li ser erda qismê Iraq û Iranê qewimîn e. Ev serhildan di piştî dema damezirandina komara Tirkîyê da bi awayek zor û giran hatine domandin. Ji bo vê yekê min van serhildanan di bin xala dewleta Iraqê da nivisand û li ser sekinîm. Serhildan Qoçgirî: Heta niha min serhildanên dema Osmanî bi kurtî bîranîn. Dikarin bên gotin ku bi sedan serhildanên Kurdan ên helî ên biçûk di dema Osmanîyan da çêbûne. Mecal nîne ku ev serhildan tev bêne nivisandin. Niha dixwazim bi kurtewayî li ser serhildana Qoçgirî ku di navbera her du dewran da, anî di navbera dewra Osmanîyan û Kemalîstan da çêbûye bisekinim. Piştî şerê yekem ê cîhanê gelek komel û sazûmanên Tirkan hatin demazirandin. Di vê demê da komel û sazumaên Kurdan jî wek Kurdîstan Tealî Cemîyetî, Teşkîlatê Içtimaîye û ên din hatin demazirandin. Eleqa Kurdistan Tealî Cemîyetî bi kesên Hela Qoçgirî ra jî hebûn û li wê hêlê xebat dikirin. Welatparêz, şêx û axayên hêla Qoçgirî û Dêrsimê li hev civîyan û xwestin pirsgirêka Kurdan çareser bikin. Belkî hin xwendevanên ciwan nizanibin Qoçgirî li kîjan hêla Kurdistan dikeve. Qoçgirî li hêla rojavayê bakûrê Kurdistan ê. Eşîretên Qoçgirî li ser erdek fire cîgirtibûn û heke gelek ji wan eşîratan hatibine nefîkirin jî, dîsa îro piranîya van eşîretan li ser erda bav û kalan in. Em dikarin bêjin ku eşîretên Qoçgirî di navbera wîlayeta Sêwaz, Erzincan û Dêrsimê da cî û war girtine. Navê Qoçgirî niha Zara ye. Ev qeza û wilayet Qoçgirî (Zara), Maciran ( Imranli), Qoyûlhîsar ( Hafik), Zerenîk ( Ovacik), Germîşex ( Suşeehrî), Refahîya, Deverik (Divriwi), Kemah, Kangal, Kuruçay û Xozat (Hozat) li sinorê Qoçgirî dihatin zanîn û bi temamî 2000 km2 ye. Elîşan Beg, Elîşêr, Dr. Nurî Dersimî, Misto (Mistefa Paşa), birayê wî Izet û Mehmût, lawên Gulaxa Izet, Nakî û Hesen Eskerî, Paşo, Mista, Mistefa Axa, Seyît Ebas, Huseyn, Hasan, Ezamet, Takî, Bekoyê Hiseyn û Rifet sewq û idara hazirîya vê serhildanê kirin. Di roja 01.10.1920`an da di bin seroktîya Alîşêr da bi servegirtina Kemahê û temamîya gundê Kemahê va serhildan destpêkir. Daxwaza serhildana Qoçgiri azadîya Kurdan û serxwebûna Kurdistan bû. Ev hereket du car çê bû. Cara pêşîn ji 26.09.1920`an heta 03.12.1920àan, cara diduyan jî, ji 24.02.1921`an heta 03.06. 1921`an. Di vî hereketî da hukumeta Kurd a muweqez jî tê danîn. Ev hereket jî bi xwînrijandin, malkambaxkirin, nefîkirin. Zîndankirin, dardaxistin, kuştin û welatwêrankirina Kurdan tê peçiqandin. Evîn Aydar Çîçek di pirtûka xwe bi navê „Koçgirî Ulusal Kurtuluş Harereketî“ û Dr. Nurî Dêrsimî di pirtûga xwe ya „Hatiratim“ da gelek fire li ser hereketê Qoçgirî sekinî ne.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#10 (permalink) | |||||||||||
|
Serhildanên Gelê Kurd û Berdêla Azadîyê -9 Serhildanên di dema Komara Tirkîyê da sala ku komara Tirkîyê hatîye damezirandin û heta îro dîsa gelek serhildanê Kurd çêbûn e. Armancên van serhildanan ji alîyê berpirsîyar û karbidestên komarê va bi awayekî, ji alîyê kesên demoqrat va bi avayekê din û ji alîyê gesên Kurd va jî bi çend avayên din tê şirovekirin. Herkes çawa jê ra xweş were bi wî avayî armancên van serhildanan tîne ziman. Evdila Ocalan jî ku em dikarin bêjin serokê serhildana herî mezin û fire ye dibêj e „Ev serhildan, serhildanên feodalî û dînî bûn. Dijî reform û şoreşên Mistefa Kemal bûn“. Dewleta Tirk jî van serhildanan feodalî, dînî û dijî şoreşên Mistefa Kemal di nêrixîne. Nirxandina dewleta Tirk û a Apo wekhev e. Heke piranîya serokên van serhildanan şêx û axa bin jî dîsa ev serhildan milî bûn û armanca wan azadîya gelê Kurd û welatê wan Kurdistan bû. Sebebê van serhildanan ne Kurd bûn, karbidestê dewleta Tirk û kiryarên Mistefa Kemal rola herî ewil di van serhildanan da lîstin. Dema Mistefa Kemal dest bi rêzanîya şerê azadîya Tirkan kir, hê li Amasrayê beyan kir ku tê dewleta nû ji Tirkan û Kurdan bê holê. Dema hê li Stenbolê bû dizanîya ku ev şer bê alîkarîya Kurdan naçe serî. Ji bo vê yekê berê xwe ne da rojava, başurê Tirkîyê. Neçû nûçeya Anadolê. Rast û rast çû rojhilatê, Erzirom û Sêwasê. Bangî Şêx, beg û axayên Kurdan kir. Di destpêkê da sozê biratîyê da Kurdan ku tê dewleta nû ji Tirk û Kurdan bê meydanê û di nav her du alîyan da wekhevî hebe. Li gorîya Mistefa Kemal tê her du alî wek hev di nava vê dewletê da cî bigrin, heq-hiqûq bi temamî ji her du alîyan ra wek hev be, zimanê resmî Tirkî û Kurdî be. Kurd jî wek Tirkan Misilman bûn û pêwist bû birayên Misilman alîkarîya hev bikin, gawiran ji welat derînin û li ser vî welatî di nav edlayî, xweşî, biratî û wekhevîyê da jîyana xwe bidomînin. Şik û şibe neket dilê Kurdan û bi dilek paqij ketin şer, alîkarîya birayên xweyên Tirk kirin. Kurdan gelek bajarên xwe wek Entab, Urfa û Mereşê bê alîkarîya eskerê dewletê azad kirin. Di azadkirana van bajarên Kurd û bajarên din da ordîya Tirk qet alîkarî nekirî ye, Kurdan bi berxwedana xwe van bajaran azad kirî ye. Kurd bi rojan mane tazî, mane birçî, mane bê çek û sîleh, bi hezaran ji birçîya mirine, di şer da hatine şehîdkirin belê dest danenîne û bi serfirazî bajarên xwe azad kirin e. Dewleta Tirk paşî çikir?. Tiştekî ji xeynî xapandinê ne da Kurdan. Bi tenê Kurdan xapand. Vê xapandina xwe heta îro jî didomîne. Ew bajarên Kurd ku bi mecalên xwe, xwe azad kirin bi pêşîya navê wan va „qazî“ „şanli“ û „qehreman“ eliqand, navê van bajaran kirin „Qazîentab“, „Qehremanmereş“ û „Şanlîurfa“. Bi tenê binê çengê Kurdan çê be kir. Di şerê azadîya Tirkan da Kurd jî alîkarî kirin, hê şer domdikir, hin Kurdên dora Qocgirî pê hisîyan ku Mistefa Kemal wan dixapîne, dest bi serhildana Qoçgirî kirin. Komar hê nehatibû damezirandin. Sedem vê ye kê min vê serhildanê, serhildana navberê çebûl kir. Serhildana di dema navbera hilweşandina dewleta Osmanî û damezirandina komara Tirkîyê da hat pêkanîn. Piştî ku Tirk bi serketin û 24 ê meha Temûzê sala 1923`an da peymana Lozanê imze kirin. Di du da jî di 29.10.1923`an da komara Tirkîyê ilan kirin. Bi vî awayî danezirandina komarê temam bû. Belê ji Kurdan ra tiştek tine bû. Soz û bextên ji alîyê Mistefa Kemal va hatibû dan, roj bi roj ji bîr bû û di sala 1924`an da bi temamî hate inkarkirin. Di çanûna esasî da ku di 1924`an da hat qebûl kirin, tu heqek ji Kurdan ra natibû sazkirin. Kurd ji alîyê Mistefa Kemal va hatin inkarkirin. Kurd, nikaribûn li dijî vê bêbextîyê bê deng bisekinin. Nihêrîn ku bi gotin û nameyên xwe ji Mistefa Kemal û meclisa nû ra nikarin tiştek ji tiştek derînin. Mistefa Kemal û hevalên xwe yek çareyek ji Kurdan ra hiştibûn, danîbûn pêşîya wan. Çara serhildanê… Kurdan jî xwe ji serhildanê ra hazir kirin. Ji alîyê Kurdan va bilî hinek serhildanên biçûk, ev serhildanên girîng dijî komara Tirkîyayê hatine çêkirin. 1) Serhildina Nestûrîyan (12.28.09.1924) 2) Serhildan Şêx Seid (13. 02. – 31.05.1925) 3) Hereketê Reşkotan û Raman ( 9-12.08.1925) 4) Serhildanên Sason ( 1925 û1837) 5) Serhildanên Araratê-Agirîyê (26.05.1925-17.06.1926, 13.-20.09.1929 û 07.-14.09.1930 6) Serhildana Qoçûşaxi (07.10.- 30.11.1926) 7) Serhildana Motka (20.05.1925- 25.08.1927 8) Hereketê Bêçar ( 07.10.-27.11.1927) 9) Serhildana Resûl (22.05.-03.08.1929) 10) Hereketê Tendûrekê (14.27.09.1929) 11) Hareketê Sitewrê (26.04.-09-06.1930) 12) Serhildana gelîyê Zîlan (20.06.- 09.1930) 13) Serhildana Oramarê (16.07.10.01.1930) 14) Hereketê Pilûmirê (08.10. 04.11.1930) 15) Serhildana Dêrsimê (1937-1938)
__________________ |
|||||||||||
|
|