|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Silav, Bu yazi biraz eski olsada okuyunca gûzel bir îzlenim edineceginizden eminim. Ayrica Kurd sitelerinin bugûnkû geldigi seviyeninde sizi sevindirecegini tahmin ediyorum !
Malperên kurdan û yên tirkan Cemil Oguz* Berê ku Diyarname vebe û piştî vebûnê jî her bala min li ser malperan bû. Min hem li yên kurdan, hem jî li yên tirkan temaşe dikir. Di dawiyê de îstatîstîkên balkêş min bi dest xistin. A rast ji bo xwe min ev berhev kiribûn, lê ji ber balkêşiya îstatîstîkan min xwest ez bi we re jî parve bikim. Em ji serî dest pê bikin: Di asta ku teknolojî gihîştiye, her miletek, her netewe û welatek pêdivî bi malperan dibîne. Ev ji bo me kurdan jî derbas dibe. Îro di nav kurdan de ji ber nebûna kompîtur, înternet û îmkanan, xwendevanên malperan kêm in, lê di heman demê de malperên ku hene kurdî bi wan dide xwendin, hindik be jî kurdî pêş dixe. Ji ber vê û ji ber gelek aliyên din bi ya min malper divê bijîn. Dema ez li ser malperên kurdan û tirkan kûr bûn, ez li kîteyan geriyam, kîteyên balkêş min bi dest xistin. Fermo: 1- Di malperên tirkan de nerî hindik 4 kes dixebitin, di hinan de ev hejmar digihîje 10'î û di hinan de derbas jî dibe; lê yê me kurdan de bi giştî li ser kesekî dimeşe (Kêm ji wan bi ser çend kesan re dimeşin). 2- Malperên tirkan, komeleya wan heye, ew bi rêxistin in, yê me kurdan ne komele heye, ne jî em bi xwe di nava hev de li hev dikin. Pirsa: Çend berpirsên malperan silavê didin hev û ji hev hez dikin jî jixwe ez qet napirsim... 3- Xebatkarên malperên tirkan debara xwe ji malperên xwe dikin, ji jêhatina malperê meaşê (mehmizê) distînin, yê me kurdan em nikarin ji malperan debara xwe bikin. Yê her berpirsekî/e malperên me kareke wan ê din heye, malpervaniyê bi ber re dikin. 4- Di nav lîteratura tirkan de ji malpervanên xwe re "Pîjamali Gazetecî (rojnamegerên bi pîjema)" dibêjin, ême hê navek li wan nehatiye kirin. 5- Malperên tirkan piştî salên 1990'î dest bi weşanê kirin, ên me piştî salên 2000'î ve ev pêvajo dest pê kiriye. 6- Malperên tirkan rojê li dora 200-250 nûçeyî çêdikin û diweşînin, yê me li ber vê, hema bêje em qal nekin baştir e. 7- Malperên tirkan agahiyê pêşkêşî xwendevanên xwe dikin, ji bo vê yekê kar dikin, ême em ji bo rêxistinek, partiyek an derdoreke xirab nîşan bidin em agahiyan, dîtinan pêşkêş dikin. 8- Malperên tirkan hemû nûçe ne yê wan in, lê nûçeyên ku bikar bînin çavkanî diyar dikin, yê me hin jê çavkanî sedî sed diyar dikin, lê hin jê nûçeyê digirin, kurt dikin û wekî ya wan be diweşînin. 9- Hin malper tirkan aboneyê 2, hin ji wan aboneyê 4 ajansan in, lê yê me kurdan em ne aboneyên ajansan in. 10- Malperên tirkan ên li ser beşên cur bi cur hene, wekî mînak ji malperên kulîlkfiroşan û diransazan, ji kincfiroşan bigire, hema heta yê hunermendan, yê şaredarî, yên li ser temaya xwezayê, aboriyê hene, yê me kurdan ev merhaleya berfireh hê pêk nehatiye. Bi hêviya ku wê di her warî de malperên me vebin, bi hêviya ku emê malperên xwe ji bo êrîşên partî, rêxistin û derdoran pêk neynin... Not: Ji ber kêm îngiliza min, min tenê dikarî li sernavên malperên bi zimanên îngilîzî binêrim. Der barê malperên îngilîz, alman, fransiz û gelên din de agahiyên min ên berfireh nîn in, lê li gor agahiyên kesên ku bi van zimanan dizanin dan min, yê wan pêşketîtir in. Jêgirtin:tenur.blogspot.com |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
Spas xweş Xortno....
Kurd sitelerinin katettigi mesafeye/gelişmelere deginen onemli bir teskt oldugunu anlamaniz hoşuma gtti.. O Kurdçe bilemdigini yazan da iyi Kurdçe yazmiş ![]() Dem baş
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Partiya Demokrata Gulîstana TirkiyÊ (pdkt) | newalaqesaba | Dirok | 7 | 19-07-2007 04:13 PM |
| Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in | newalaqesaba | Çandi Gişti | 1 | 23-06-2007 10:54 AM |
| Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsine | nisan | Dirok | 0 | 25-05-2007 12:49 AM |
| bediuzzaman seidi nûrsi qewmeke heja u be xwedi | Numberone | Çandi Gişti | 9 | 09-03-2007 02:47 PM |
| Tirkan futbol ji bîr kir, dijminantiya kurdan dikin | rohat35 | Sınırsız Muhabbet Burada | 0 | 14-08-2006 11:38 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.