|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] Îyonyayî hê di salê B.Z 6ê de behsa vî tiþtî kiribûn. [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] bawer dikir ku mirov jî wekî hemû tiþtan ji avê hatîye. Anaximander jî hin eþkeretir digot,"eslê me ji deryayê tê û em ji peresana hin cure masîyan gihêþtin". [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] hin xuyatir rastîya peresanê bilêv anî.Ev di got "Organîzma ji formên hêsan ber bi formên têkel pêþketin e " û "Lebatên giyaneweran li gor pêwîstî û bi karanînê pêþketine". Di serdema navîn(çaxê navarest) de cîhê peresanê tune bû.Ji ber ku her tiþt bi pirtûkên pîroz dihat reve kirin û her tiþt jî di destê Dêran de bû. Her wiha heta Darwînê gellek feylozof û zanistvan ji hêla xwe peresanê anî bûn ziman. Lê raveya herî berfireh ya Darwînê bû.Piþtî Darwînê jî di 160 salên dawîn de sedan zanistvan bi dehhezaran vedîtin,palpiþt,keþîf û bermayîyên fosîlan û bi alîkarî û hêza hûrlênêrîna teknolojîya nû teorîya Darwîn ya peresanê bi dehan caran ber bi zagon bûnê re nêzîk bû. [ [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]] Peresan û îroroj Zanistvanên demê me dîyar dikin ku "dozîneya peresenê girêdayî seleksîyona sirûþtî û daherizîna genetîkê ye ger hûn bawerîya xwe pê persenê neynin nikarin hin taybetmendîyên kur ya vê mijarê jî têbigehêjin." "Hemû organîzma ji yek çavkanîyê hatine û piþtre cureyên din di nava milyonan sal de derketine holê. Di di hêla bîyolojîk de cureya herî nêz ya ji bo mirovan þempaze ne." "Pêþxistina û fam kirina mijara peresanê wê feyde ji çareserkirina gelek nexweþîyan û bersivdana gelek pirsan jî bîne." "Ev ji alîyê kesên ku bawerîya wan bi afirandinê heye ve tê rexne kirin.Cihê afirandinê û sêwirana aqilbend di zanistê de nîne.Her wiha divê siyasetvan têvî vî mijarê nebin.Ev mijarake zanistîyê. "Çi karê sîyasetvan û oldaran bi vê meselyê re heye.Kîjan mentiq qebûl dike ku bi sedhezaran cure ji niþka ve hatibe afirendin û her cure jî di nava xwe de bi sedan avayên cuda ji niþka ve derkeve holê." "Peresan bi fosîlan bi fîzyolojî,anatomî û bîyolojîyê û hezaran palpiþtên zanistî li ber çavê me ye. "Zanist û teknolojî her roj pêþ dikeve lê teorîya peresanê paþ nakeve berovajî xurtir dibe." [ [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]] Formên derbas bûnê Dijberên peresanê herî zêde behsa tune bûna formên derbasbûnê dikin. Di salên dawî de bi veditîna fosîlên nû rastîya peresenê derdikeve holê.Herî dawî li Efrîqayê dû fosîlên mirovan ku ji serdemên cuda mane bi avayekî eþkere ferqa ku bi peresanê derketîye holê nîþan dide. "Fosîlekî (Tiktaalik) 37 milyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan ku li Qenedayê hatibû peyda kirin" Her wiha berî demekî li Qenedayê jî fosîlekî 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan hate dîtin û navê vê fosîlê jî wek “Tiktaalik” hate dayîn. Herî dawî jî li eyaleta bakûrê rojavayê Çînê li Gansuyê 49 fosîlên ku nêzî çûkên amfîbîk ya roja me ye hate dîtin.Ev fosîlên ku navê 'Gansus yumenensis' hatîye danîn berê jî lingeke wan hatibû dîtin tê dîyar kirin ku di serdema dînazoran de jiyane.Ev fosîl beþên kêm ya peresnênên çûkan temam dike. Her roj valahîyekî di vî warî de tije dibe.Di dahatûyê de bi zêdetir pêþkatina zanistê peresanê bi avayekî hin zeleltir wê were selmandin. [ [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]] Teorîya peresanê ne dijî Xwedê ye Nedera oldaran Oldar li hemû Cîhanê qebûl kirin li alîyekî qerfên xwe vê yekê tînin.Dibêjin "ma çawa mirov ji meymûnê tên" Oldaran bi zanayî meselaya peresanê lêvedigerînin "ji meymûnê hatinê" û bi berfirehî naxwazin lê binêrin. Ji ber ku mehmûn di daristanan an jî li baxça ajalan tê dîtin û bo wan giyanewereke nizm e.Lê peresan ji meymûnê hatinê nîne.Ne mijareke ewqas hêsan û bêkitekit e. Oldar piranî ji hêla xwe zanistî zêdetir bi hêla peresanê ya bi olê re mijul in.Oldar bi giþtî vê yekê dijî pirtûkên pîroz dibînin.Pirtûkên pîroz hema ji wek tê dîtin þîrove dikin û li þuna ku kurahîya pirtûkên pîroz binêrin bi avayekî çîrokî gellek tiþtan þîrove dikin.Êdî angaþtên xwe de ewqas bi israrin ku ji xeynî parastina ramanên xwe riyekî din nabînin û ditirsin ku qebul kirina vê yekê zirarê bigêhêje olê. Argumana herî bêbingeh ya wan derdoran ewe ku dibêjin "Peresan xizmetê dike materyalîstan" Lê tu carî têkîlîya peresan û materyalîzmê li gor angaþta wan nebûye.Xulqparêz bi qastî peyvên îdolojîk,tirsnak wek komînîzm,materyalîzm,faþizîm,ateîzim, kapîtalîm û gelekên din bikartînin ku bi vê avahî mijara peresanê bi îdolojîyan re girêbidin da ku bi avahî hêsanti pûç derxînin. Zagonek wisa tuneye ku komunîst,çepperest an jî faþîstek nikare bawerîya xwe bi Xwedê bîne an jî kapîtalîstek neçare bawerîya peresanê bike.Ev hemû têgîn,têgînên demî û berjewnedîyîyên teng in. Ji niþka ve afirandin çiqas guncawe hêza Xwedê û riya mantiqê.Peresan ne nîþana hêza Xwedê ye.Ma gelo Xwedê dervey mantiqa mirovatîyê ya hemû serdeman heta dawîyê Cîhanê tiþtetî dike!?Bawerîye her kesî hebe ku Xwedê wekî afiandina niþkave tiþtekî hêsan pêk nayîne. [ [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]] Angaþtên klasîk yê dijberên peresanê -Angaþt: "Peresan nehatîye îspat kirin" Rastî i zanistê de teroî wek di matemetîk an jî mantiqê nayên îspat kirin.Peyva "îspatê" ji alîyê gel ve þaþ tê fam kirin.Di tu qadê zanistê de wek matemetîkê an jî mantiqê % 100 îspat kirin nîne.Di zanistê de têgînek,rêmanek wisa nîne.-Angaþt:"Peresan dijî pirtûkên pîroz û ole,heywan û mirov ji hev nahetine afirandin!" Rastî:Li cîhanê êdî gellek oldar vê rastîyê dipejirînin.Pirtûkên pîroz rastû û têgiþtina vê demê hatine nivîsandin.Hin çîrokên di nava pirtûkên pîroz de,çîrok û vegotinên giþtî ne û divê li gor roja me were nirxandin"Ji niþka ve afirandin çiqas guncawe hêza Xwedê û riya mantiqê.Peresan ne nîþana hêza Xwedê ye.Ma gelo Xwedê dervey mantiqa mirovatîyê ya hemû serdeman heta dawîyê Cîhanê tiþtetî dike!? -Angaþt:"Peresan dijî xaladuduyê ya zagona Termodînamîk e.Ji kaosê,pergal çênabe.Entropî her zêde dibe û enerjî ber bi valahîyê belav dibe.Divê bo pêk hatina peresanê hêzeke berovajî entropîyê pêwîtse.Ji ber vê yekê peresan pêk naye,encax Xwedê hêzekî berovajî entropîye dikare pêk bîne." Rastî:Xala duduyê ya zagona Termodînamîk bo sîstemên girtî(dadayî) ye.Organîzma di sîstemên vekirî de danûstandina enerjîyê dikin.Di hawirê de enerjîya bêdawî heye.Xulqparêz(afirînparêz) dibêjin enerjî di fezayê de belav dibe.Jixwe li gor peresanê jî bi bikaranîna enerjîya li ezmanê jiyan pêk hatîye.Darek bi saya enerjîya ku rojê diger û bi çêkirina fotosentezê mezin dibe.Ango çavkanîya enerjîyê eþkereye.Di dema mirina zindîyekê "zêdeka entropîyê "pêk tê û hemû enerjîya wî "bo ji nû ve bikaranînê" vedigere sirûþtêç -Angaþt:"Asta kêm ya gaza Helyûmê di atmosferê de nîþan ciwan(genc) bûna Cîhanê ye.Ger Cîhan 4,6 salî bûya divîya bû ku zêdetir gaza helyûmê bûya" Rastî;Helyum gazake pir sivik e.Wekî hîdrojenê tevî ezmanê dibe û di atmosferê de zêde namîne. -Angaþt:"Bîyolog tu carî rastî peresanê nehatine" Rastî:Peresan ne tiþtekî ku di nava katjimêrek,roje,mehek an jî salan de pêk tê bo dîtina peresanên mezin milyonan sal hewceye.Bîyolog gelek caran çavderîya peresanê kirine.Di mîkrobîyolojî de nîþana vêê yekê her roj tê dîtin.Bakterîyên ku li dijî antîbîyoktîkan hêz qezenc û xwe diguherin dikin an jî bihokên ku li dijî DDTyê tirûþ bidestdixin û xwe diguherin hin mînakên vê yekê ne. -Angaþt:"Þaneyek çêkirî hê nehatîye pêkanîn" Rastî:Þaneyeke xwedî faalîyetên jiyanî nehatîye çêkirin di hawirê labaratuaran de lê pêkhatên bingehîn yê giyaneweran aminoasît,nukleik asît,þekiran û gelek molekulên organîk bi avayekî sunî hatine çêkirin.Kêþe niha eve ku di labaraturan de bi teknolojîya îro þertên berîya 4,6 mîlyar salan naye pêk anîn û 4 mîlyar sal jî ne mimkune ku were sekinîn.Her wiha li benda mayîna pêkhatina þaneyek xwebixwe di nava lûlikên ezmûnê de hinek saxikî ye. -Angaþt:"Jiyan xwe bixxwe di nava 4 mîlyar salan de nabe ku pêk were.Li noronekê binêrin çeþîddarîya reksîyonên biyokîmyasal binêrin ma çawa ewqas sîstem xwe bi xwe çêdibe?" Rastî i pêþketina peresanê de her tim zanyarî û avahîya stabîl bi navberîya seleksîyona sirûþtî di zindîyên din de jî hatîye bikaranîn.Binêrin laþê me, hin teybetmendîyên di him ya masîyan,bakterîyên îlkel(hoveber) him jî ya marîjokan ser me heye.Di peresanê de her tiþt qedeme qedeme pêk hatîye.Berê amîno asît,piþtre proteînên thermal,piþtre proteinoid,piþtre amino asitên ATP,piþtre proteînên kompleks û senteza proteînan,piþtre þaneyên prototîp û di nava mîlyonan sal de bi bi ceribandin û þelipînê þaneyên stabîl pêk hatine.-Angaþ;"Formên derbasbûnê nîne" Rastî i salên dawî de bi veditîna fosîlên nû rastîya peresenê derdikeve holê.Herî dawî li Efrîqayê dû fosîlên mirovan ku ji serdemên cuda mane bi avayekî eþkere ferqa ku bi peresanê derketîye holê nîþan dide."Fosîlekî (Tiktaalik) 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan ku li Qenedayê hatibû peyda kirin".Her wiha berî demekî li Qenedayê jî fosîlekî 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan hate dîtin û navê vê fosîlê jî wek “Tiktaalik” hate dayîn. Herî dawî jî li eyaleta bakûrê rojavayê Çînê li Gansuyê 49 fosîlên ku nêzî çûkên amfîbîk ya roja me ye hate dîtin.Ev fosîlên ku navê 'Gansus yumenensis' hatîye danîn berê jî lingeke wan hatibû dîtin tê dîyar kirin ku di serdema dînazoran de jiyane.Ev fosîl beþên kêm ya peresnênên çûkan temam dike.Her roj valahîyekî di vî warî de tije dibe.Di dahatûyê de bi zêdetir pêþkatina zanistê peresanê bi avayekî hin zeleltir wê were selmandin. -Angaþt:"Fosîl ji dema Kambrîan de ji niþka ve zêdebûne û organîzmayên pirrþane ji niþka ve zêde bûne.Lê berîya dema Kambrîna tu þop nîne." Rastî:"Mîkrofosîlên herî pêþîn aîdê ya berîya 3,6 mîlyar salên berê.Fosîla herî kevn ya fosîlên pirrþane jî ya berîya 700 mîlyan salanin.Ango ev mawe berîya 80 milyon sal berê ya dema Kambrîn e.Ger bi çavekî zanyarî neye lênêrîn mirov dikare bi hezaran pirsên tewþ û dervey zanist bipirse. Her wiha xaleke girîng jî ewe ku bi dehan angaþtên bi rengî kesên (wekî li Tirkîye Harûn Yahya û koma wî/hin Xulqparêzên(afirînparêz) li emerîka) ne xwedîyê ev daneheva zanyarî û perewerdeyê ne ku angaþtên wisa bilêv bikin. Darwîn bi delfetên sedsala 19'emîn bergehek nû di warê zanistê de "afirand".Êdî bi teknolojîya dema me binyata DNA yê bi temamî tê çareser(deþîfre) kirin.Di demekî wisa de mirov pêþarojê bifikire dê rojên tengav li benda dijberên peresanê de ne. Teknolojî û zanist her roj bilêzî pêþdikeve û bo bizelalî tune kirina angaþta wan her roj pêþketinek nû çêdibe..Vê gavê bawermend hin zêdetir bikevin têngasî û mûxlakîyê.Helwesta wan zirarê dide ola wan jî [ [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]] Tabloya Peresanê mirovê Orrorin tugenensis: Berîya 6 mîlyon sal Ardipithecus ramidus: Berîya 4.4mîlyon sal Australopithecus anamensis: Berîya 4.2-3.9 mîlyon sal Australopithecus afarensis: Berîya 3.6-2.9 mîlyon sal Kenyanthropus platyops: Berîya 3.5-3.3 mîlyon sal Australopithecus africanus: Berîya 3-2 mîlyon sal Australopithecus aethiopicus: Berîya 2.7-2.3 mîlyon sal Australopithecus garhi: Berîya 2.5 mîlyon sal Australopithecus boisei: Berîya 2.3-1.4 mîlyon sal Homo habilis: Berîya 2.3-1.6 mîlyon sal Homo erectus: Berîya 1.8-0.3 mîlyon sal Australopithecus robustus: Berîya 1.8-1.5 mîlyon sal Homo heidelbergensis: Berîya 600-100 hezar sal Homo neanderthalensis: Berîya 250-30 hezar sal Homo sapiens: Mirovê roja me |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Evrim/ Bilimsel bir Makale | siyabend | Ateizm | 11 | 06-05-2008 01:39 PM |
| Evrim Teorisi Çürüyor | MÊVAN | Bilim ve Teknoloji | 10 | 25-09-2007 08:25 AM |
| Yoksa evrim teorisi ispatlanýyor mu? | rojaberza | Sýnýrsýz Muhabbet Burada | 17 | 25-08-2007 04:52 AM |
| Darwin ve Evrim Teorisi | bymatrix | Ýslami Sohbet | 0 | 23-03-2007 02:47 AM |
| Ýnsanýn Yaratýlýþ Mucize | tubiranes | Ýlginç Konular | 22 | 06-09-2006 01:31 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.