|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
HEJÎR
FÎCUS CARICA ![]() Dara hejîrê 3- 10 m bilind dibe. Lewre carna wek teraþekê carnan jî wek darekê xuya dike. Kulîlka wê ya biçûk di dirêjahîya demê de, di nav fêqîyê de dimîne û winda dibe. Kulîlkên wê yên nêr û mê li ser darên cihê çêdibin. Fêqî bi tenê ji kulîlkên mê çêdibin. Cotbûna wê bi awayê tozbûnê çêdibe.Wê tozê jî kêzikek çêdike. Ba jî wan tozikên mê û nêr digehîne hev. Belgên wê 3- 5 çiq in. Çiqê pelê nîvekê, hinekî ji yên din meztir e. Rengên pelên wê ji alîyê derva keskê tarî, lê yê hundur rengê xwelîyê ye. Mezinahîya belgan 10-20, firehî jî 7 -15 cm mezin dibin. Fêqî wek girsik (hirmîya biçûk) an jî wek gilokan e. Ji alîyê derve wek çerm, hundirê wê jî bi dindikên wek garis dagirtîye. Rengên fêqî zer, þînê beqemî (mor), peyazî û reþ in. Hejîr navê wê fêqîyê bixwe ye. Fêqîyek þirîn û depoya mîneral, vîtamîn û enerjîyê ye. ![]() Dîrok û welat: Tê gotin ku dîroka hejîrê digehije demên destpêka mirovahîyê. Ji dema medenîyeta Sûmeran virde tê çandin û xebitandin.Di wê demê virde di medenîyetên Misrî, Romayî, Medî, Asurî, Babîlî û Yewnanîyan de, wek fêqîyek rohanî, pîroz û senbolîk tê pejirandin. Di quranê de ayeta Tîn li ser hejîrê ye. Bi xwe tîn navê hejîrê yê Erebî ye. Pêxenberê îslamê li ser hejîrê sund dixwar. Welatê wê, hinek dibên Kurdistan û Îran e. Lê Tirk dibên Tirkîya ye. Ji wir belavî Behra Spî, Rojhilata Navîn, Hindistan û Çînê bûye. Sala 1882 ji Tirkiyê birine Amerîka û çandinîya wê kirine. Li Kurdistanê cihên lê çêdibin, li ber derîyê her malekê, darek hejîrê heye. Hinek ji wan li çolê bi dêm (bejî) çêdibin. Ew pir hûr û pir jî çîrîn in, ji wê hejîrê re dibêjin “ hejîr kerk”. Bazirganîya hejîran % 60 di destê Tirkan de ye. Berhevkirin: Hejîr fêqîyek payîzkî ye, payîzê tê berhevkirin . Ji ber temenê hejîrterkan (hejîrên nû) kêm e, lewre tên hiþkkirin û jibo zivistanê tên hilanîn. Têdahî: Lîf, protein, þekir, vîtamîn A, B1, B2, B6, C, omega 3, hesin omega 6, sodyom, postasyum, calcîum, pfort, magnêzyum, mangane, sifir (paxir), çînko, kûkûrt, selenyûm, madeyên arvanî, asîtên organîk û hwd. ![]() Li gor lêkolînên Ûnîverisîta Ruters li New Jersez, hatîye tesbîtkirin ku di hejîra hiþk de, omega 3 û 6, asîtên rûn hene. Lewre xwarina hejîrê zarûrî ye. Li gor lêkolînên sazîya serlêdana hejîran a Calîfornîya, antîoksîdanên di nava hejîrê de pêþîya gelek nexweþîyan digire. Faydên wê: 1- Kolestrol dadixe. 2- Rûvikan dixebitîne. 3- Jibo qebizbûnê baþe. 4- Bedenê ji madeyên toksît paqij dike. 5- Kan’a ( çavkanî –xizîna) enerjîyê ye. 6- Hestîyan bihêz dike û jibo hemorîdan baþe. 7- Rîskên qirîzên dil kêm dike. 8- Jibo buhurandina êþên qirikê baþe. 9- Di bedenê de çêbûn û nûbûna þanê (malzar- hucre) lezûbez dike. 10- Belxemê tavêje. 11- Jibo qûtê rojane dibe arîkar (têr dike). 12 – Teralîya mad ( mexde) tedawî dike. 12- Beden û jîyan (tamar) bihêz dike. 13- Jibo bronþît û kuxukê baþe. 14- Qûnêran digehîne (zer dike) û der dike.15- Jibo tayê û zekemê baþe. Bikaranîn: 1- Þîrê hejîrê 2- Hejîreþîr 3- Hejîr û kakilê gûzan 4- Hejîrerûn 5- xweþav 6- Kek û paste 7- Rêçal. 1- Çiqek hejîrê bibirin, ewê þîrek jê bê, ku hûn wî þîrî deynin ser kul û cihên qusiyayî hûnê pê rehet bibin. 2- Hejîrê bikin nav mesînê (cezwe) qehwê, þîr berdin ser, bikelînin û hêdî hêdî vexwin. Hûnê ji xirabûna (ketina) deng, kuxuk û qirikêþê bifilitin. ![]() 3- Hejîrê li þîr, sîrke, an jî dohnê zeytê pilinin (têwerkin) û bixwin. Hûnê ji bawesîrê rizgarbin.Ku hûn hejîrê biqutin (biheriþînin) û deynin ser qûnêrê, ewê qûnêrê der biket. 4- Heke hûn hejîrê bi kakilên gûzan ve bixwin, wê bedena we ji jehran biparêze. Jibo kuxuk û þobê (persiv- zekem) ê jî baþe 5- Hejîrê bikin nav rûn sorkin û hêkan biþkênin ser û bixwin. 6- Hûn dikarin hejîran jî wek qesp (xurme), qeysî û fêqîyên din bikin nav nan, kulîçe, paste, kek û kadan. Heke hûn kakilên gûzan, bindeq, anjî behîvan jî tevlê bikin, wê hem xweþtir hem jî enerjîya wê zêdetir be. 7- Xweþav û rêçala wê jî wek a qeysîyan tê çêkirin. Hinek kes dims (doþav-eqît), benî û þêranîyan jî jê çêdikin. |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| hêjîr... | cemilnuman | Bydigi Ferhenga Kurdi | 2 | 23-05-2008 11:28 AM |
| Hejîr bi þîfa ye | heci | Tenduristi | 0 | 15-10-2007 12:45 PM |
| Mêrê Dihek û Jina Çilek. | rêwî | Pekenok | 1 | 20-12-2006 12:05 AM |
| Hangi Aðaçta Doðdunuz??????evet aðaç | Þevger | Komik Yazýlar, Fýkralar | 11 | 11-08-2006 11:20 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.