|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Traktorên Kurdistanê li Şamê
![]() Tiştê tev balkêş di nav pêşanga Şamê de, nemezinahî û firehkirina wê ye, ne jî pirbûna mêvan û serlêderên wê ye, belku yek nivîseke, pevekek ji sê şorane, ne kêm, ne bêtir. Di wê pevekê de jî yek peyv bala xelkê dikişîne, dilê neyarên gelê Kurd de diherifîne û dilê serlêder û dîdarên Kurd şadike. Peyva: "KURDISTAN"… Li ser şaxekî ji şaxên Iranê di pêşangê de bi xêzek mezin û diyarkirî hatiye nivîsandin: Kurdistan Tractor Manifactoring Co. Bi wateya çêkirxaneya traktorên Kurdistanê… û li paş traktorek çeleng, li ser sandiqekê bi Farsî hatiye nivîsîn: Şîrketî traktorsazî Kurdistan. Hema bi Erebî sextekariyek di wê pevekê de jî hatiye kirin, ku li ciyê navê "KURDISTAN" navê bajêrê Orumiye hatiye nivîsandin, û wilo navê hevpardariyê "Şîrketê" wilo bûye: Orumiye bo çêkirina traktoran…Eve jî wilo bi fêlbazî hatiye, da serlêderên Ereb navê "KURDISTAN" nebînin…Gelo ma piraniya ciwanên ereb bi Ingilîzî an Firensî nizanin? Ne dûre, ku hinek Turk jî derbas dibin nav wê xanê, da ji xwe re li tişt û berhem û pertalên Iranî binêrin, ewana jî tev bi tîpên latînî dixwînin, û heywax! Di orta Şamê de, paş ku dostaniya Türkiye û Sûriye giha qonaxek baş û bilind, navê "KURDISTAN"ê li ser dergahê pêşangekê? Ev çi rewş e? diyare roja civanê "Mehşerê" nêz e, ji ber ku Turk dizanin, ku gava dewleta kurdî çêbibe, ew roj dawiya cîhanê jî tê, û Turkek hîngê li ser rûyê zevîna Xwedê namîne, lew re ewana dijî navê Kurdistanê ne, ma ne wan bi xwe di dema dewleta "Osikan" de navê Kurdistanê bi kar dihanîn? Divê Kurd hinek xortên xwe bişînin, her roj li ber dergehê wê pêşanga traktoran rawestin, û her car Turkek ji wê ve hat, bo wî bila bibêjin:"- Xalo, mamo, ji comerdiya xwe bo min vê nivîsê bixwîne, ez bi Latînî nizanim." |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Dewleta Federe ya Kurdistan(1992) | Lalê Bêziman | Dirok | 0 | 07-04-2008 12:46 PM |
| Dîroka Kronolojîk | Tahtalı Fıstık | Dirok | 2 | 06-02-2008 11:55 AM |
| Dîroka Kronolojîk | ßotan | Dirok | 0 | 29-11-2007 04:28 PM |
| Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in | newalaqesaba | Çandi Gişti | 1 | 23-06-2007 10:54 AM |
| Mehabad(1946) | Mirza | Dirok | 10 | 01-06-2007 09:52 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.