|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
![]() Kî bi aqil e... Jin an mêr? ![]() ![]() Li gora encamên du lêkolînên zanîngehan mêr ji jinan bi aqiltir in. Avesta- Li gora du lêkolînên ku ji aliyê University College li Londonê û Zanîngeha Western Ontario li Kanadayê hat kirin mêr ji jinan bi aqiltir in. Li University College di testên qebîliyetê de ne zêde be jî mêr ji jinan serkeftîtir derketin. Her weha ji ber ku mêr xwe ji jinan bi aqiltir dibînin jî xwedî avantajeke psîkolojîk in. Lêkolîna ji aliyê Zanîngeha Western Ontario jî hema eynî encam da. Prof. John Philippe Rushton ragihand ku IQ ya mêran li gora ya jinan 4 pûan bilindtir e. Prof. li ser 100 hezar jin û mêrên 17-18 salî testên zekayê kir û di warê îfadeya devkî û nivîskî, afirandin û çareserkirina probleman de pirs ji wan kir. Di van testan de mêran 3,63 pûan ji jinan zêdetir wergirtin. Prof. Rushton di kar de sedemê nebilindbûna jinan jî bi vê girê dide, „Sedemê vê ne ji tunebûna edaleta civakî ye. Sedem ew e ku jin ji mêran kêm aqiltir in. Bela ku sampiyonên kişikê (setranç) jî her ji mêran derdikevê vê yekê sererast dike.“ Prof. Rushton sedemê vê yekê jî bi dîroka sedsalan ve girê dide û dibêje, „Jin gava ji xwe re hevserekî hildibijêre mêrên biaqil tercîh dikin. Ji ber vê yekê jî her ku nivş diguherin mêr bi aqiltir dibin.“ Prof. Rushton dibêje ku mejiyê mêran ji yê jinan girantir e û vî tiştî weha dinirxîne, „Ev jî tê wê wateyê ku di mejiyê mêran de zêdetir noron hene. Noron jî herikandina agahdariye bi lez dikin û dihêle ku mirov bêtir bi aqil bibe.“ Rushton li dibistanê serkeftîtirbûna zarokên keçik jî bi vî awayî dinirxîne, „Ev bi zûtirîn mezinbûna keçikan ve girêdayî ye. Gava azebîtiya xwe temam dikin û dibin wek hevdu mêr biaqiltir dibin.“ Ji nuha û çend sal berê jî Prof. Rushton gotibû ku reşik bêtir nêzîkî kirina suc in û Asyayî jî bi aqiltirin in. Ev du lêkolîn dijminatiya jinan e an bi rastî jî rastiyeke zanistî ye? Hêjayî gotinê ye ku jin jî xwe ji mêran bi aqiltir dîbînin û bi aqilê mêran ne qayil in.. Amadekar: F. Özçelik |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| delal ez dibînîm | remzi çakin | Helbesten Kurdi | 4 | 16-07-2008 09:46 PM |
| Gotinên Pêşiyan | heci | Çandi Gişti | 16 | 09-09-2007 01:41 PM |
| Bê aqil | Rockurd | Helbesten Kurdi | 0 | 20-06-2007 09:27 AM |
| bediuzzaman seidi nûrsi qewmeke heja u be xwedi | Numberone | Çandi Gişti | 9 | 09-03-2007 01:47 PM |
| Aqil Tune...!! | cumali21 | Komik Resimler | 2 | 18-09-2006 11:14 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.