|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Ev Meh Dema Nexweşîyên Alerjîk e
![]() 13:17 - 30/3/2008 Pisporên tenduristîyê didin zanîn ku destpêka mehên biharê dema nexweşîyên alerjîk e Pisporên tenduristîyê didin zanîn ku destpêka mehên biharê dema nexweşîyên alerjîk e. Divêt kesên ku alerjîya wan hebe, bi taybet van rojan li xwe baş miqate bin. Çunke nexweşîyên alerjîk di nav nexweşîyên ku gelek zêde hene de têne hesibandin. Di vê dema cihguhartina werzekê bo werzeka din de, nexweşîyên alerjîk gelek zêdetir rû didin.Pisporên tenduristîyê wisa dibêjin: Bi taybet li destpêka werza biharê nexweşîyên alerjîk hîn bêhtir têne dîtin. Sedemê wê jî ev e ku di vê werzê de polen gelek têkelî hewayê dibe. Di vê werzê de di nav hewayê de toza kulîlkên çayir û çîmenan, toza kulîlkên dar û beran têkelî hewayê dibe. Hingê meriv dema ku nefes distîne vî polenî dadiqurtîne, ev dibe sedemê nexweşîyan. Herwisa, ji bilî polenî di vê werzê de hewaya kufnikî û toza kevin a hundiran jî dikane karîgerîyeka xirab li ser tenduristîya kesên ku li hemberî nexweşîyên alerjîk hesas in, pêk bîne. Pispor didin zanîn ku, di vê werzê de kesên hesas hertim dipişkin, pozê wan tê yan jî pozê wan dixitime û bi zorê nefes digrin, dibe ku demeka dirêj zekemî jî bimînin. Herwisa, gelek kes jî dikanim ji çavên xwe nexweş bikevin; çavên wan sor bibin, bişewitin û bixurin, tim sul avk ji çavan bê xwarê. Serêşa ku peywendîya wê bi sînuzîta alerjîk re heye, li enîşkan û li enîya meriv êş hebe, tim belxem bikeve gewrîya meriv, di kesên ku nexweşîya astimê hebe de, bi taybet bi şev, di xewê de, bênefes bimînin û kuxikên dem bi dem yên dirêj dikanin tenduristîya meriv têk bibin. Ev hemî dikanin bi awayekî ciddî tenduristîya meriv bixînin xetereyê, meriv ji kar û xebata xwe bibe, jiyana meriv ya civakî serûbin bibe. Heta ku meriv ji layê ruhî û derûnîyê ve jî têk biçe, bikeve nav pencên deprasyonan. Ji vê çendê pispor temî li me dikin ku di veguherîna werzekê bo werzeka din de, bi taybet serê biharê, kesên ku nexweşîyên alerjîk bi wan re hebin bila xwe baş biparêzin. Mesela, meriv dikane, bi taybet serê sibehan û dema ku ba hebe, derî û pencerêyn malê yan jî cihê karê xwe girtî bihêle. Cil û bergên xwe, kincên xwe yên şuştî li hundir ziwa bike. Dema ku ji derve hate hundir tavilî kincên xwe ji xwe de bike û serê xwe bişo. Ger alerjî di radeyeka bilind de be, meriv dikane di vê werzê de yan jî dema ku li nav daristanê, li çolê di nav mêrg û çîmenan de digere berçavk bide ser çêvên xwe û dev û pozê xwe jî bi cawekî an jî bi filtreyekê binuxumîne. Lê ya baş ew e ku meriv li kilînîkekê muayene bibe û têbigihê gelo ka alerjîya meriv li hemberî çi ye û alerjîyeka çawa ye. Paşê, li gorî tewsîyeyên doktorê xwe tedbîrên xwe bigre. Çunke pispor didin zanîn, ger nexweşîyeka alerjîk bi meriv re hebe jî, lêbelê ger meriv nexweşîya xwe baş nas bike û tenduristîya xwe bi zanebûn kontrol bike, meriv dikane wekî kesekî tendurist jîyaneka bikalîte bijî |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Newala Qesaba | newalaqesaba | Çandi Gişti | 3 | 03-02-2008 09:44 PM |
| A'dan Z'ye Tüm Hastalıklar | κяаLίсε | Genel Sağlık | 59 | 30-12-2007 02:09 AM |
| Bidestxistina Rayeka LÊkeran | heci | Çandi Gişti | 7 | 25-10-2007 02:34 PM |
| A'dan Z'ye Tüm Hastalıklar | ozanatsiz | Genel Sağlık | 12 | 27-02-2007 10:21 PM |
| Bernav Û CÎnav | heci | Çandi Gişti | 1 | 08-01-2007 02:04 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.