Nerazîbûnên li dijî hilberîna kodên genetik
Gorî kovara zanistî Science'ê 17 pisporan DNA ya bakteriyek bi navê Mycoplasma Genitalium, bi bikaranîna hin enzîmên kîmyayî ji nû ve çêkirine. Ew ê wekî gava duyemîn jî hilberîna hin organên laşên jîndaran bikin. Heger di gava duyemîn de jî biserbikevin dê hin organîzmayên sentetîk ên bo pêşîlêgirtin û çareserkirina hin nexweşiyan werin hilberîn. Dîsa ew ê ji bo hilberîna hin organîzmayên sentetîk ên bo mînak bi karbondîoksîtê dijîn û pêşî li germahiya global digirin bixebitin.
Lê serî de hin zanyar û xwezaparêz, gelek kes jî li dijî van xebatan derdikevin. Ew dibêjin "Em nizanin van organîzmayan çawa dijîn û tevdigerin. Em nizanin bandora wan li ser xweza û mirovan bi çi rengî ne, çi dixwin, çi vedixwin, çi nexweşiyan bixwe re tînin..". Serokê vê xebatê Craig Venter bi tundî li dijî rexnegiran disekine û dide xûyakirin ku ew di sala 2001'î de di keşfkirina genomên mirovan de jî rastî heman rexneyan hatine û qet nebe bi qasî rexnevanan etîka zanistiyê û parastina xwezayê berbiçav digirin.
|