|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Sîstema bêhngirtinê
Sîstema bêhngirtinê (hilmijê) ji dev û poz dest pê dike û hetani hundirê pişikê diçe. Ger mirov bihna xwe bigre (bi dev û bi poz) ew hewa li ser qirikê û qilqancikê digihêje pişikan û li wir oksîjenê dide xwinê û ji xwinê ji karbondîoksit bar dike. Bi bihndayine ew bihna gemarî (qevcil) ji laşê mirovan tên avêtin. Di sala 1777 zanayekî Fransî, bi nave Antoine Lavoisier, oksîjen keşifkir û bi cîhanê da zanîn, ku oksîjen ji bo jiyan û ji bo xwezayê pir giring e. Wî tê derxist ku, bê oksîjen mirov nikare agir vêxe û mirov be oksîjen wê bimire. Di bedena mirovan da du pişik hene: Pişika çep û pişika rast. Pişika rast ji se û pisika cep ji ji du percan pekte. Ji wan percan ra bi zimane latini Lobus (Lobus superior, Lobus inferior, Lobus medius) ten gotin. Her perce bi sere xwe cardin te cudakirin. Bi latini ji wan perceyen hin picuk ra dibejin lobuli. Le ji bona bihngirtine ne tene dev, poz û pişik hewce ne; her usa ji masulken navbere parxanan, parxan û masulka bi nav diafragma ji gelek giring in. Bi alikariya hewaye nav pisike, mirov dikarin qisebikin (bipeyivin, dengbikin). Ango pişik û qilqancik ji bo qisekirine ji pewist in. Le qisekirin bixwe bi alikariya leven (jiyen) deng, di qirika mirovan da û bi alikariya ziman pekte. |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Sîstema hezmê | Freedom | Tenduristi | 0 | 06-01-2008 02:42 AM |
| Laşê mirovan | dojehist | Çandi Gişti | 1 | 29-10-2007 08:25 PM |
| Sîstema hezmê | dojehist | Çandi Gişti | 0 | 29-10-2007 12:11 PM |
| Sîstema Hormonan | MaVi_TüRKü | Tenduristi | 1 | 13-05-2007 12:18 PM |
| Alfebêta Erebî û Zimanê Kurdî | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 1 | 26-02-2007 03:43 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.