Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Tenduristi

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 01-01-2008, 02:14 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,249
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 8828
Rep Puanı : 882454
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayılan Şane (Hücre) - bi Kûrdî



Şane, perçeya biçûktirîn e di organîzman da. Organîzmên ku dijîn, ji şaneyan çêbûne. Şane wer biçûk in ku, mirov nikare wan bi çavan bibîne. Tenê bi alîkariya mîkroskopeki tên dîtin. Di bedena mirovan da bi milyaran şane hene.

Wezife, reng u şiklên şaneyên organan cur bi cur in. Mesela şaneyên kezeba reş bi rengê qehwe ne û biçûk in. Rengen şaneyên birik u mêjiyê zer in û gelek dirêj in.

Hemû tiştên ku ji bo jiyanê pêwîst in, di şaneyan da çêdibin. Şane enerjiya xwe bixwe çêdikin. Di hindure şanan da hindek bûyînên biçûk hene, ji wan ra dibêjin organel. Ew organel bi taybeti mitokondrî, endoplasmatîk retîkulum, lîzozom, vakuol, sentriyol u rîbozom in. Enerjî ji mitokondriyan tên çêkirin. Li navşeya her şaneyê dendikek heye. Dendikên şaneyê bi parzûnekê bidor e. Di dendika şaneyê da hemû agahdariya genetîk a mirovan cih digrin. Li nav wê agahdariyê da hindek ji bo wezife ve şane ye. Mirov dikare bibêje, jiyan bi xebata şaneyan ve girêdayî ye. Ger şane wezifen xwe neyinin şûne, mirov dimire. Eger tenê şaneyên organeki wezifen xwe nekin, ew organ naxebite an jî dimire.

Xwîn



Xwîn organeke mirovan ya gelek giring e, mirov dikare bibêje ev ava jiyanê ye. Di bedena miroveki gihistî da, bi giraniya xwe 70 kg û bi bejna xwe 170 cm, nêzîkî 5-6 lître xwîn hene.

Xwîn, silaveke ji gelek elementan pêk tê. Di nav xwînê da li aliyek şaneyên xwînê û li aliyê din da plazma bi tevî proteîn, rûn, karbonhidrat, madeyên mîneral, wek kalsiyûm, potasiyûm, natriyûm û hesin hene. Ew element tevî xwînê digihejin hemû derên bedenê û her şaneya bedenê.

Di xwînê da sê cins şane hene. Ji wan re dibêjin erîtrosît (şaneyên sor yên xwînê), lekosît (şaneyên spî yên xwîne) û trombosît (şaneyên biçûk, yên ji bo meyandina xwînê; ger ew tunebin, xwîn nikare bimeye). Erîtrosît (sorgilorik) ji pişikê oksîjen bar dike u digihijîne her şaneyên bedenê. Erîtrosît wekî şaneyên bedenê din nîn in, ji ber ku dendikê wan tune. Ew bi teqrîbî 5.000.000 / mîkrolître di bedenê da tên dîtin. Lekosît (spîgilorik) bedenê ji mîkroban û hemû tiştên ku beden naxwaze paqij dike. Ango ew leşkerên bedenê ne. Ger mîkroban avêtin ser bedenê, da ku we nexweş bixin, lekosît wan mîkroban nas dikin û di wê gavê da dijî wan şerekî destpê dikin.

Gelek cinsên lekosîtan em nas dikin. Hindek ji wan ji bo kuştina mîkroban, hindek ji bo naskirina mîkroban û hindek jî ji bo çêkirina antîkor (dijîbeden) berpirsiyar in. Ji wan re dibin lenfosît. Ji cinsekî din ê lekosîtan re ji dibêjin monosît. Monosît li kuderê mîkroban dibine, wan dixwe û bi wî awayî wan bêzerar dike. Ev bi teqrîbî 5.000 / mîkrolître di bedenê da tên dîtin. Şaneyên din ku di xwînê da hene, navê wan trombosît in. Wezêfeya wan meyandina xwînê ye. Ger trombosît tunebin (di bedenê mirovan da, li her dezîlître 200.000 hene) xwîn nikare bimeyî û xwîn biherike heta mirov mir. Ger mirov birîndar be, an ji ciyekî xwe jêbike, trombosît têne şûna birînê û demarên ku jêbûye û xwîn jê tê, dixitimîne.

Kakût (an kakûd, skelet an îskelet) û livîn

Di kakûtê mirovan da 206 parçe hestî hene. Siklê wan 206 hestiyan ji hev û din cur bi cur in. Gor fonksiyona xwe, her hestiyek siklekî girtiye. Skelet ji serî, marîpişt, sing, qor û pîlan pêk hatiye.

Di serî da tenê 20 hestî hene. 8 hestiyên serî mêjuyê diparêzin. 12 hestiyên serî ji hestiyê rû û devê mirovan pêk hatiye. Di navbera hestiyê çeneya jorîn u çeneya jêrîn da livoka hestiyê çeneyê heye. Mirov dikare bi wan herdu hestiyan, bi alîkariya masûlkan tiştan bicû û devê xwe bilivîne. Singê mirovan ji marîpişta sîng, parxan û hestiyê sing pêk tê. 12 parxanên mirovan hene. Wezîfeya parxanan parastina dil û pişikê ye. Parxanên ku digihijin hestiyê sing, hin nerm in û ji kirtikê hatine çêkirin.

Marîpişta mirovan ji 24 parçe hestiyan pêk hatiye. 7 ji wan li berê marîpişta histû (stû), 12 li marîpişta sing, 5 li marîpişta navpiştê, 5 li marîpişta rûniştekê û 3-5 marîpişta boçikê hatine avakirin. Wezîfeya marîpiştê ji aliyekî ew e, ku mirova tîk bigire, ji aliyê din jî mêjuyê marîpiştê biparêze. Ger ku mêjuyê marîpiştê bişke, dibe ku mirov şil (felc) bibe û nekare qorên xwe bileqîne. Ji ber ku ew hestiyê marîpiştê bi hevra bi alîkariya bendan, temar û deziyan hatine girêdan û mirov dikare xwe bilivîne û xwe li ser aliyê destê rastê, li ser aliyê destê çepê xarbike û histuyê xwe biçerixîne. Ew livinana bi alîkariya masûlkan û livokan tên çêkirin.

Di hindurê marîpiştê da mêjuyê marîpiştê cih digire. Ew ji mêjû destpê dike û tê heta dora hestiyê marîpişta nivpiştê ya duwemîn.

Ji mêjuyê marîpiştê birik derdikevin û dicin bedena mirovan. Ew birikana emir ji meju digrin u dibin masulkan u organan. Ji ber wi emri masulke dikarin fonksiyonen xwe binin cih. Hengil ji bo tik mayina mirovan gelek girin e. Hestiye hengile, ruviya zirav (bimbar), ruviya stur (sincaq) u wan organen ku di zike mirovan da hene, dipareze u wan dui sune da dihele. Ji aliye din da ji hengil, ji bo revacuna mirovan gelek giring e. Cava te zanin, kulimeka mirovan di navbere hestiye hengile u hestiye qora jorin da cih digre. Hestiye hengil bi temar, band u deziyan bi hestiye qora jorin u bi maripiste ra hatiye giredan.

Pile mirovan ji hestiye pile jorin, hestiyen pile jerin u ji dest pekte. Ew bi livoka pil (navbera girika pil u hestiye berike) bi hestiye beroke ra, bi alikariya deziya hev u din va hatine giredan. Ji we livoke ra dibejin livoka gilor, ji ber ku mirov dikare we livoke li her ali da bicerixine. Pile jorin bi livoka eniske, bi bask ra (pile jerin) hatiye giredan. Bask ji du hestiyan pekte: Hestiye baske palind (Zende stur) u hestiye baske zirav (Zende zirav). Bask bi livoka zendike bi dest ra hatiye giredan.

Zendik ji 8 hestiye picuk pekte. Ew hestiyana, bi deziyan bi hev va hatine giredan. Dawiya zendik, 5 hestiyen dest ten. Ew hestiyana, bi livoka, masulkan u deziyan bi hestiye tiliyan va hatine giredan. Her tiliyek mirovan bi 3 hestiyan pek te. Ji wan ra dibejin xaxik. Ew bi livokan u deziyan bi hev va hatine giredan.

Qore mirovan weki pil u destan hatine cekirin. Hestiye qora jorin, bi livoka kulemeke bi hengile ra hatiye giredan. Bi livoka juni ji bi binqore ra (cipike) hatiye giredan. Livoka juni ra hin helan qomik ji te gotin. Li ser livoka juni hestiye qomike (sercok) heye.

Binqor ji du hestiyan pekte. Wan ra, hestiye binqora qalind u hestiye binqora zirav te gotin. Ew hestiyana bi livoka ling ra hatine giredan. Di livoka ling da ji, weki livoka desta (zendik) 8 hesti hene. Ew ji bi hevra hatine giredan. Hestiye mezin, hestiye paniye ye.

Du livoka lingan 5 hestiye ling ten. Ew hestiyana bi livoka bi hestiye becikan ra hatine giredan. her pecike mirovan ji 3 hestiya pek te. Ji wan ra dibejin xaxike lingan. Ew ji bi hevra, bi livokan u deziyan hatine giredan.

Gireya hestiye seri suna kirtikan e. Di sere zarokan da, li salen jiyanen pesin, hindik hesti hene. Ji ber ku mejuye zarokan he nu mezin dibe. Eger seri bi temami ji hesti be, meju nikare mezinbe, ji ber ku suna mezinbune tune. Ji ber ve yeke ji, navbera hestiye seri bi kirtike te girtin. Ji ve ra sille an ji nermik te gotin. Kengi zarok mezin bun, ketin sal 2'yan, ew kirtikana hedi hedi dibin hesti. Temami ses sune usa di sere mirovan da hen. Kirtika mezin, di nav hestiye seri da, li ale pesiye seri da ye (bi zimane latini: Fontanela).

Sîstema hezmê

Sîstema hezmê, ji organen ku ji bo hezmkirina xwarinan u verxwarinan berpirsiyar in, pekte. Bi taybeti sistema hezme ji dev destpedike. Di dev da ziman, diran u di gewriya me da ji qirik, perceye we sisteme ne. Qirik ber bi jer dice u digheje mide (asik). Mide di zike mirovan da cih digre. Mide derbasi rûviya zirav dibe. Aven ku li pankreas u kezeba reş cedibin, dighejin ruviya zirav u li vir dicin sistema hezme yen mayin. Ruviya zirav derbasi rûviya stûr dibe. Rûviyaq stûr te u digiheje zutike (Anus).



Çavkanî: Anatomiya Bedena Mirovan (Hüseyin Bektaş)
rojdi_440 is offline  
Eski 24-01-2008, 10:12 AM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jun 2006
Konum: Kâlû belâ
Yaş: 4
Mesaj: 2,530
Üye No: 11455
Cinsiyeti : Bayan
İtibar Gücü: 6963
Rep Puanı : 695892
Rep Derecesi
nühpelda47 has a reputation beyond reputenühpelda47 has a reputation beyond reputenühpelda47 has a reputation beyond reputenühpelda47 has a reputation beyond reputenühpelda47 has a reputation beyond reputenühpelda47 has a reputation beyond reputenühpelda47 has a reputation beyond reputenühpelda47 has a reputation beyond reputenühpelda47 has a reputation beyond reputenühpelda47 has a reputation beyond reputenühpelda47 has a reputation beyond repute
Varsayılan

spas dikim....tu herhebi heval....
__________________
nühpelda47 is offline  
Eski 05-02-2008, 07:29 AM   #3 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,249
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 8828
Rep Puanı : 882454
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayılan

Êz jî gêlêk spas dikim hêval ji têrê bona go tê xwend
__________________
rojdi_440 is offline  
Eski 05-02-2008, 08:02 AM   #4 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Konum: Rıha
Yaş: 24
Mesaj: 7,450
Üye No: 158
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 22638
Rep Puanı : 2262892
Rep Derecesi
Heval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond repute
Varsayılan

têndûrıstı gelek giringe te anî zıman spas
__________________
Heval is offline  
Eski 25-06-2008, 09:55 AM   #5 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,249
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 8828
Rep Puanı : 882454
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayılan

Alıntı:
Heval tafarından gönderildi Mesajı Görüntüle
têndûrıstı gelek giringe te anî zıman spas
Çilo bê jî ji tê rê ji spas heval ji bo bêrsiva tê
__________________
rojdi_440 is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Zimanê Kurdî Albatros Çandi Gişti 4 26-06-2008 05:59 PM
KÜRTLER ve SANAL - (Bydigi Kaizen Team Çalışmasıdır) PCkopat Bydigi Kaizen Team 86 13-06-2008 07:26 AM
Dehak'ların zulüm yaptığı bir ülkede Kavva'lar da çıkar marx47 Genel Kültür 4 28-12-2007 09:34 AM
Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî heci Çandi Gişti 3 05-09-2007 05:26 PM
Kurtedîroka Çîroka Kurdî PCkopat Çandi Gişti 4 03-09-2007 09:26 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 12:31 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.