Nexweşiya dev û diranan
Nexweşiya diranan ku di nava zanyaran de wek zuhabûna dev 'Xerostomia' tê binavkirin, heke neyê dermankirin rê li nexweşiya diranan vedike. Ev nexweşî demeke dirêj tê asta ku êdî nayê dermankirin.
Di nava kesên nexweş de nexweşiya ku gelekî mirovan aciz dike û nahêle mirov razê, ev nexweşî bêguman nexweşiya diranan e. Di nava jiyana rojane de nexweşiya diranan ên wekî diranê kurmî û nexweşiya pidûyê diran dibe sedema nexweşiyên din. Li ser her du nexweşiyên diranan û dermankirina nexweşiyê doktorê diranan Altug Sereç agahî da. Doktor Sereç diyar kir ji ber bezê tifkirinê kêm dixebite rê li ber nexweşiya zuhabûna dev vedike û wiha got: “Nexweşiya 'Xerostomia' ku zuhabûna dev bi nav dikin. Ji ber ku tifa mirovan kêm dibe ev yek li ser diranan jî bandoreke neyînî dike. Kêmbûna tifê dibe sedema zêdebûna plaqên bakteriyê li ser diranan. Ev yek jî rê li kurmîbûna diranan û nexweşiya pidûyê diranan vedike. Bi vê yekê re nexweşiyên din. Her wiha ji ber zuhabûna dev, mirov di cûtin û daqurtandinê de pirsgirêkê dijî û ev jî dibe sedema ku mirov bi awayekî bi rêk û pêk nikaribe xwe xwedî bike.”
|