|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Astima ne kronîk jî, piranî ji înfeksiyon û nexweşiya ku di rêya boriya nefesê de hewayê distinê çêdibin. Tê xuyakirin ku astim ji gelek tiştan çêdibe, ne tenê ji tiştekî, serma lê xistin, înfeksiyon,ji herêmên îndûstrî lê hene, kîmya û bi taybetî ji strêsê çêdibe û du cureyên astimê hene, yek jê alerjîk yek jê jî ne alerjîk e.
Astim çi nexweşî ye û ji çi çêdibe? Astim nexweşiya pişikê ye em jê re dibêjin kezeba sipî. Astim ji gelek tiştan çêdibe, ne tenê ji tiştekî em bêjin serma lê xistin, înfeksiyon, hewaya nepaqij, bi giştî jî li welatê ku gelek îndûstrî lê hene û kîmya û bi taybetî ji strêsê jî çêdibe. Çend cureyê astimê hene? Du cureyê astimê hene yek jê alerjîk yek jê jî ne alerjîk e. A alerjîk ji gelek tiştan çêdibe. Mînak ji heywanê ku di malê de xwedî dikin mîna mûyên pisîk, kûçik, çivîk û herwiha ji toza malê jî çêdibe. Ji polen(Toza çîçekan) jî çêdibe dema ku dibe bihar tiştê ku ji heşînahiyan ve derdikevin ji wan jî çêdibe. Bi giştî biharê, kesê ku bi wan re ev nexweşî heye geştir dibe. Kesê ku sporê dikin rîzîkoya astimê çiqas heye ji wan re? Ez dikarim bêjim kesê ku spor dike, dibe ku bi wan re jî astim çêbe ji ber ku astim dema tu xwe gelek diwestînî jî çêdibe. Di wê dema sporê de pişik gelek diweste û zahmetî dibîne, wê wextê jî bronş tê de teng dibin û edab digire kêm digire û belxem çêdibe û wisa dibe astim an go astima kronîk çêdibe. Astima ne kronîk ji çi çêdibe? Astima ne kronîk jî, piranî ji înfeksiyon û nexweşiya ku di rêya boriya nefesê de hewayê distinê çêdibin. Her ku newe tedawîkirin dirêj bikşîne wekî mînak grîpek jî 4. heta 8 hefte bikşîne dikare bizivire astimê ji ber ku bronşa teng xera dike, di astimê de ji ber ku ew bronşên hundir ku hewayê digrin, oksîjen digrin, karbondîoksît didin ew teng dibin, zêde hilnade pişik xera dibe.Fonksiyona wê xera dibe karê wê xera dibe, wî çaxê zêde dikuxe û kuxukek ziwa hişk tê singa wî teng dibe û diêşe wexta ku karekê dike nikare bike, zû diweste û bîna wî diçike.Wê çaxê em ji wê re dibêjin astim çêbûye. Astim nexweşiyek kronîk e zêde dikşîne. Ji zarokatiyê dikare destpê bike heta kalbûna mirovan. Pişik di bedena mirovan de çi rolê dibîne? Rola piranî ya pişikê oksîjen e, dayîna oksîjenê hildana oksîjenê tev xwînê dike, karê dil dike di xwînê de dizivirîne li gor wê em dizanin û gelek oksîjen di canê me de heye. Yek jê jî karbondîoksîtê ya ne paqij dide derva, em bi wê nefesê dikşînin, berdidin, dilê me dide xebatê, xwîna me dide xebatê. Wexta xwîn nîn be oksîjen nîn be ew organê me din giş kar nakin yanî organeke gelekî pêwist e.Em bi wê ve dijîn wexta ku ew tunebe emê bifetisin û mirov bê wê nikare bijî. Cudahiya astim û bronşitê çi heye? Dixwazim wisa bînim ziman, ji ber ku bronşît jî akut heye û kronîk heye em wisa bibêjin. Têkiliya kronîk bronşîtê bi astimê ve . Di kronîk bronşîtê de piranî di pişikê de kêm, îltîhap digre, belxem çêdibe deng derdixe ew di wê de jî êş dibe. Lê bronş hin zêdetir dikare karê xwe bike. Kuxika ziwa kêm e yanî mirov dikare bibêje di bronşîtê de kuxika şil heye, belxem zêde ye. Di astimê de jî kuxika ziwa heye, ya bi şev heye, ya ku dema bedena mirov diwest te mirov dikuxe ew astim e. Di bronşîtê de jî bi piranî dema ku mirov înfeksiyon bigre, dema ku mirov nexweşiyek înfeksiyon derbas kir mirov dermanê xwe hilneda, zêdebû em bêjin heta 4.8 heftan ew kuxik, ew înfeksiyon zêdebû dizivirîne bronşîtê, yanî bronşan teng dike. Mirovek dema ku nû bi astimê bikeve, wê çawa pê bihese ku pê re heye? Ew kesê mirov dibîne demek dirêj dikuxe, gelekî dikuxe zêde di zarokan de çêdibe. Dibe ku mirov wan zû bibe Dr. bide kotrolkirin bizanibe ku astimê, yek jî di astimê de mirov rontgena wan dikşîne, sprîmetrî dikşîne.Di wir de karê cîgera sipî tê pîvan. Li gora wan pîvandinan ew karê dike em jê re dibêjin belastonga li gor wê em dibêjin ew astim e.Heger ku di serî de mirov tedawiya wê baş bike, profloksa wê baş bike, di demeke kin dikare derbas bibe û zû bi zû nayê. Lê gelek cara nexweş naçine Dr. dibêjin gripek e wê derbas bibe, lê dema ku li ser nasekinin giran dibe, wexta ku derbasî bronşan bû û bronş xiera kirin wî çaxî gelek zor e û derbas nabe dibe kronîk. Ya herî baş di serî de teşhîskirin û pêşî lê girtin e çareserî tenê ew e. Dema ku kronîk bû hûn kîjan dermanan didin wan nexweşan? Gelek dermanê pircure hene. Zêdetir em kortîzon ji ber ku ji înfeksiyonê çêdibe, ew karê bronşan bike û sererast bike. Di Astimê de ji bo demekê em wan dermanan didin. Di serî de mirov bizanibe pêwist e çawa derman bigre. Di destpêkê de em zêde didin hêdî hêdî em kêm dikin, heta demekê em qut dikin. Hindek dermanê ku jê re dibêjin Betamîmetîkum ew bronşan vedikin. Hinek hene ku kin vedikin li gor wê em tedawî dikin ji bo bêhna wan zû vebe dermanêTeofîlîna mirov jê re dibêje tenê hewayê dide û bronşan vedike. Wan dermanan em bi hevre kombînasyon çêdikin. Lê pêwist e ku mirovên bi wê nexweşiyê ketine tu çara nebire, ji ber nexweş dibêje ez baş bûm. Berdide peyre demek tê ew bronş hîn pirtir xera bûne, hatine girtin ji ber ku ew xera bûne tenê fonksiyona wan sererast bûbû lê nexweşî derbas nebûye. Ji ber wê hinek derman hene navê wan Proflaktîş ew hertim dibe bên hildan. Carna zarok û xort dikarin astimê derbas bikin. Dr. 3. 6 mehan kontrol dike heger ku baş bibe, em dibêjin hûn dikarin dermana berdin. Ev nexweşî genetike an na? Belê wekî mînak astima alerjik em jê re îmûhûlûglîn dibêjin, ew genetîk in. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Rêbazeke nû bo peyda kirina nexweşiya Alzaymêrê | heci | Tenduristi | 0 | 21-08-2007 09:02 AM |
| Nexweşiya parkinsonê | PCkopat | Tenduristi | 10 | 02-05-2007 09:37 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.