|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Sîstema hormonan sîstema organên ku hormonan çêdikin e. Ji organên ku hormonên xwe didin xwîne re em organên endokrîn jî dibejin.
Hormon di gelek organên mirovan de tên çêkirin. Hormon xebatên bedenê regule dikin. Organên hormonan girîngtirîn ji jor ber bi jêr ev in: Hipofîz Hîpofîz organekî gelek biçûk e û di hindûrê mêjû de cih digre. Hormonên ku di hîpofîzê de tên çêkirin, emir didin organên din, da ku ew hormonan çêbikin. Ew hormonana ji bo mezinbûnê (adrenokortikal hormon, ACH), ji bo hîngivandinê (gonadotrop hormon, oksîtosîn). Xênci wana gelek hormonên din hene. Hormonên emrê jo bo hemû organên ku endokrîn dixebitin, tên çêkirin. Livika Troîd Livika troîd (ku bi Kurdî livika zençelok) an toşpiya troîd organeke ji organên(sîstema livikên kerr(endokrîn)yan sîstemê hormonan e. Di wî organê de hormonên trîyodtîronîn (T3) û tetrayodtîronîn (tîroksîn, T4) têne çêkirin. Ew hormonana ji bo telefkirina enerjî û ji livînê girîng in. Ger ew hormona tunebin, mirov her tim diweste, naxwaze xwe bileqîne û karbike. Gava pir ji wan hormonan hebin, dilê mirovan pir zû lêdixe, mirov nikare şuna xwe da bimîne û dixwaze hertim bilive. Livika Paratroîd Livika paratroîd an toşpiya paratroîd organeke sîstema hormonan e. Li dora livika troîd çar livikên piçûk bi navê paratroîd hene. Ew jî ji bo hezmkirina kalsiyûm hormonan çêdikin. Kalsiyûm ji bo hestiyan gelek girîng e. Ger ew hormonana di bedenê de pir hebin, di bedenê de pir kalsiyûm tê komkirin. Ew kalsiyûma ji temarê xwînê dide girtin. Gava hindik be, hestiyên mirovan dihelin. Livika Tîmus Pankreas Pankreas li zikê mirovan, di paş made u paş ruviya stûr ye pan da cih digre. Wezifa we bi du awa ye: Ji aliyekî wek giniyekî hormonan çêdike (endokrin), ji aliyê din dan ji ji bo hezimkirina xwarinê enzîman çêdike (eksokrîn). Ji bo ve yeke ji pankreasa endokrîn u pankreasa eksokrîn ji hev tên cudakirin: Hormona hin girîng, ku di pankreasê de çêdibe, însulîn e. Ew hormona, ji daxistina şekir di xwîna mirovan da gelek girîng e. Tene bi alîkariya însulîn sane dikarin şekir (karbonhîdrat) bigrin hundire xwe u ji bo xebata xwe bi kar bînin. Gava pankreas ji ber nexwesiyan insulin çêneke, nexwesiya sekir (Diabetes mellitus) di mirovan da peyda dibe. Xenci însulîn gelek hormonên din ji di pankreasê da çêdibin. Ew ji ji bo jiyîne girîng in. Enzîm ji wek hormonan di pankreasê da çêdibin. Mirov ji bo hezmkirina xwarin e hewceyî wan e. Ew enzîma li ser riya pankreas digihîjin rûviya donzdegirek. Berkurçik
Hêkel, hêkdank, ovar kana hêkên jinan e. Mezinbûna wê mîna bihîvekê ye û hêj di dema jidayîkbûnê de bizrên hêkê kivşe ne. Hejmara wan li dora 400.000 in. Yê ji ber mayî dihelin û çermê dorê digirin. Her mangê (mehê) di bin bandora hormonan de hêkek distewe (digihîje) diçe jorê hêkelê û ji aliyê avzê mîna tiliyan (bêçiyan) tên kişandin. Heger di riya hêkê de bi bizrê mêr ganîn pêk neyê ev hêk xeradibe. Peywirdariyeka din a hêkelê jî hilberîna hormonên zayender e. Ev hormoman ne tenê bo bicanîmayînê, herwekî bo hemî lebatan girîng e û bi bandor e. Livika gun an batî (mêr) Batî an hêlik (lat: testis) organeke zayendiye di bin kîr dikeve di laşê mêr. Erka batî yê bingehî ku tov (spêrmê) tê de peyda dibin û hormona seksî (zayendî) bi navê testosteronê têne gotin tê de têne derkirin. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| PHP-Nuke Çîye | berxwedan | Zanisti | 6 | 07-01-2008 09:44 PM |
| Alfebêta Erebî û Zimanê Kurdî | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 1 | 26-02-2007 04:43 PM |
| Rêzgirtina cudatîyên me, dilsozîya gel û perspektîva îqtidarê | berxwedan | Çandi Gişti | 5 | 10-02-2007 04:26 PM |
| DÎrok Û Ziman | Martech | Çandi Gişti | 1 | 24-12-2006 02:08 AM |
| Berî dîrokê mirov û ziman*** | PCkopat | İlginç Konular | 1 | 26-09-2006 08:37 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.