|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey gelî kurdan! Îttîfaqê de quwwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet, hukumetê de selamet heye. Kabika Îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek ÎSLAMÎYET e, ku hezar hezar xûna şehîdan e buhayê wê dane. Ê duduwan ÎNSANÎYET, ku lazim e em nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însanîyetîya xwe nîşanî dunê bidin. Ê sisiyan, MÎLLÎYETA me ye, ku mezîyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in , em bi karê xwe bi hifza mîllîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin. Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin. Yek feqîrtî ye. Çil hezar hemmalê Îstembolê delîlê wê ye. Ê duduwan: CEHALET Û BÊXWENDINÎ ku hezar ji me da yek "qazete" nikanin bixwînin delîla wê ye. Ê sisiyan: DIJMINÎ Û ÎXTILAF e ku ev 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbîyê dike û hukumetê jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir. Ku we ew seh kir, bizanin çara me ew e, ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dijminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê 'ewwil: ME'RÎFET Û XWENDIN e. Ê duduwan: ÎTTIFAQ Û MUHEBBETA MÎLLÎ ye. Ê sisiyan:ÎNSANÊ ŞUXLA XWE BI NEFSA XWE BIKE û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê. Wesîyeta paşê: Xwandin, xwandin, xwandin û destêhevgirtin, destêhevgirtin, destêhevgirtin. Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
__________________
| Üye İmzalarını Görmek İçin Buraya Tıklayarak Kayıt Olabilirsiniz. | |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Li ser Bedîuzzeman Seîdê Kurdî lêkolînek | mezopotamyalim-47 | Biyografi | 7 | 25-11-2007 10:21 PM |
| Koma Azadi | ALiSeR | Kürtçe Lyrics | 2 | 23-02-2007 08:01 PM |
Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
5651 Sayılı Yasaya Göre, Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yine 5651 Sayılı Yasaya göre Sitemiz mesajları kontrolle yükümlü değildir.
Sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapılacaktır.