|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) 16 sal li dû xwe hiþtin. Ji bo vê 16 saliya xwe konsere li dar dixe. Me jî ji her alî ve NÇM û xebatên wê girtin dest. Her wiha rêvebera NÇM'ê Elif Kaya, avakar û serokê yekem ê NÇM'ê Îbrahîm Gurbuz, Mehmet Atli û Mustafa Bîber, Derhêner Kazi Oz jî li ser xebatên NÇM'ê dîtinên xwe anîn ziman.
Navenda Çanda Mezopotamyayê di sala 1991'ê de ji bo li ser çandakurdî lêkolîn bike, çanda kurdî biparêze ji aliyê çend rewþenbîrên kurd ve hate avakirin. NÇM ku di 16 salên xwe de di warê þano, muzîk, sînema, reqsên gel, dansa modern de kar dike, ji bo salvegera xwe 19'ê vê mehê saet 19.00 de dê li Harbiyeyê bi beþdariya hemû hunermendên xwe çalakiyeke li dar bike. Di çalakiyê de dê Koma Agirê Jiyan, Koma Çiya, Koma Gulên Xerzan, Koma Azad, Koma Vengê Sodirî, Koma Asmîn, Koma Rewþen, Rojda, Bulent Turan, Serap Sonmez, Ayfer Duzdaþ, Zelal Gokçe, Meral Tekçi û dengbêjên mêvan, Stand-upkar Murat Batgi, Teatra Jiyana Nû, Koma Dansê, Koma Dansa Gel Siyaba hunera xwe pêþkêþ bike û koma Zarokan a NÇM'ê jî bi lîstika pandomîmê dê derkeve ser dikê. NÇM, pêþî bi navê Naenda Çanda Mezopotamyaya Jorîn li Stenbolê hate vekirin, du sal ve ji peyva "Jorîn" berda û tenê bi navê NÇM'ê berdewam kir. Di serî de Amed, Îzmîr û Mêrsîn têde li gelek bajaran þax vekir, piþtî salên 2000'î van þaxan nav guhart û niha li Stenbolê bi navê NÇM'ê û wekî navenda herî mezin karê xwe didomîne. NÇM ku di xebatên xwe de kurdî bikar tîne û di nav jiyana xwe ya rojane de tirkî lê hatim e, her dibe sedema nîqaþan, lê di salên dawî de di vî warî de lêgerîneke ji bo kurdî heye û ev yek bi awayeke eþkere xwe nîþan dide. Vaye çîroka 16 salan a NÇM'ê Gelek komên muzîkê hatin vekirin Li NÇM'ê û di nav kurdan de beþa herî zêde jê tê hezkirin û beþa herî navdar muzîk e. Di 16 salan de NÇM'ê gelek kom gihandin, gelek berhem pêþkêþî piyaseya muzîka kurdî kirin. Heta niha Koma Agirê Jiyan, Koma Çiya, Koma Gulên Xerzan, Vengê Sodirê, Koma Asmîn ku hê jî wekî kom xebata xwe dikin, Koma Rojhilat û Koma Amed ku belav bûn lê endamên wan bi tena serê xwe karê muzîkê dikin, heta niha bi dehan album pêþkêþ kirin. Komên NÇM'ê ku di salên 1990'î de wekî kom karê xwe yê muzîkê didomandin, digel vê yekê karê propagandayê jî dikirin, di salên 2000'î de di nav koman de belavbûneke pêk hat, hin kom belav bûn, hin hê karê xwe berdewam dikin. Komên ku karê xwe didomînin bi komîtî album derxitin, yên ku belav bûn jî dest bi derxistina albumên solo kirin. Ji wan Bulent Turan bi albuma “Amedê”, Rojda bi “Sebra Min” derket pêþberî hezkiriyên xwe. Yek ji wan Ayfer Duzdaþ niha di amadekiriha albumê de ye û hunermendên wekî Meral Tekçi, Serap Sonmez, Zelal Goçke li ser bingeha albuman dixebitin, di demeke ku fersendê bibînin dê ew jî gav bavêjin vê qadê. Þanolê lîstikên girîng pêþkêþ kirin lê... Di bin banê NÇM'ê de her çiqas navên cihê derketibin jî heta niha beþa Teatra Jiyana Nû (TJN) her bûye û heta niha gelek lîstikên þanoyê pêþkêþ kiriye. Di salên 90'î de di nav listîkên wan ên ku mora xwe li demê dan de lîstiaka "Rojbaþ" a Mamoste Cemil, Lîstikên Huseyin Kartal “Dewaya Generalê Teneke” û “Ta”, lîstika Helîm Yûsiv “Komara Dînan/Þermola" û hin kurtelîstik hene. Salên 2000'î ji bo TJN'ê zehmetir derbas bû. Digel vê zehmetiyê jî lîstikvanen TJN'ê çend lîstikên navdar derxistin ser dikê. Ji wan lîstika Aiskhylos “Prometheuse Zincîrkirî” û ya David Campton “Em û Ew” du lîstikên klasîk in ji van lîstikan. Lê her ku çû di nav TJN'ê de xirecir, hevqebûlnekirin derketholê, hin ji komê veqetiya, hejmar kêm bû û her ku çû lîstikên tekane derketin. Di nav van de Kemal Orgun lîstika ku wî nivîsand û wî tenê têde lîst “Nobedarê Deriyê Cennetê”, Kemal Ulusoy “Lîst û Bêj” û “Pandomim” ku dîsa tenê dilîze pêþkêþ kir, Murat Batgî jî dest avêt stand-upê. Batgî ku bi stand-upê deng veda, pêþî lîstika "Zimandirêj" par jî listika xwe "Guhar(tim)" pêþkêþ kir.TJN'ê digel ku van salên dawî lîstika navdar a Dario Fo "Mirina Anarþîstekî" pêþkêþ kir jî nîqaþên nava wê bi dawî nebûn û ev hê berdewam in. Niha, TJN dike ku dawiya vê salê hin lîstikên nû pêþkêþ bike. Mem û Zîna Modern Dansê Di bin banê NÇM'ê de beþa Reqsên Gel her hebû digel ku hejmara wan her kêm û zêde bibe jî, lê di van salên dawî de Koma Dansa Modern jî derket holê. Koma Reqsên Gel ji herêmên cihê govendê pêþkêþ dike, Koma Dansa Modern jî bi lîstika xwe "Mem û Zînê" nav da û îsal kurtelîstikên bi navê “Bê Ziman û Bê Zeman”, “Winda”, “Navber”, “Yasaq” pêþkêþ kirin.Di sînemayê de dê "Bahoz" rabe Kolektîfa Sînema ya Mezopotamayê (KSM) di sala 1996'an de ji aliyê komek ku xwendina xwe ya sînemayê temam kiribûn ve hate avakirin. Di deh salên xwe de þanenava xwe avêt bin gelek projeyan û bi ser 20'î re belgefîlm, kurte fîlm û fîlmê metrajdirê "Fotograf" kiþandin. Di navê de "Fotograf", "Dûr" û "Ax"ê xelat girtin, li Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê beþdarî gelek festîvalan bûn, xelat girtin û di televîzyonan de hatin nîþandayîn. Her wiha nîþandayîna "Dûr" a di ARTE TV de ku yek ji kanaleke navdar e li cîhanê, tiþteke girîng e. Beþa sînemayê niha li ser sê projeyan dixebite. Yek ji wan belgefîlma "Enstîtuyên Gundan" e ku projeya Ahmet Soner e, bi salan berê hatiye dest pê kirin û ji 23 beþan 4 beþên wê dê niha amade bibin. Projeya duyem belgefîlma Þavakan e. Belgefîlma ku tevî ARTE TV tê kiþandin li ser jiyan, çanda Þavakan e ku ew li herêma Dêrsimê dijîn. Belgefîlm dê di reþemiya 2008'an de bê nîþandayîn. Projeya mezin a beþa sînemayê "Bahoz" e. "Bahoz" ku fîlmekî serdeme ye, li ser ciwanên welatparêz ên kurd ên salên 90'î tê kiþandin. Fîlm bi butçeya xwe ya mezin jî di nav kurdan de xwedî taybetiyek e. Fîlmê ku kiþandina wê xelas bûye di asta montajê de ye. Beþa sînemayê ku li Tirkiyeyê li ser navê sînemaya kurd gavên girîng avêtine, bi biryar e ku xebata xwe bidomîne. Di 16'emîn salê de ji her helî ve xebat Di 16 saliya xwe de NÇM ji çar aliyan xebata xwe didomîne; Þano, Reqs, Muzîk, Sînema. Her wiha NÇM ji bo zêdetir cih bide xebata jin û zarokan xebat daye dest pê kirin. Niha digel van yekan qursên gîtar, tembûr, keman, basgîtar, piyano, def, bilîr, ney, þan jî didomin. NÇM li ciheke wekî Stenbolê mezin ku pê nagihê, bi Navenda Çanda Ciwanan û bi Navenda Çanda Lotûsê re jî di têkiliyê de ye û projeyên hevpar dimeþîne. Li ser NÇM'ê kî çi got? Rêvebera NÇM'ê Elîf Kaya diyar dike ku NÇM bi gelek zehmetiyan re rû bi rû me ye û di bin çar xalan de rewþê vedibêje: "Ya yekemîn; bi asîmîlasyona 70 salan re çanda kurd gelek bi deformasyona cidî re rû bi rû maye. Di rewþeke wisa de ji bo xwe bigihînin aliyên orjînal gelek lekolînên zor û dem dirêj divên. NÇM'ê ev yek ji xwe re wekî bingeh girt û xebat kir. Ya duyemîn; NÇM'ê kir bi aliyên paþverû re bitêkoþe û çandeke nû saz bike. Ya sêyemîn; Bi astengiyên fermî re têkoþiya. Ji wê rojê heta niha digel ku di warê fermiyetê de gelek tiþt guherîbin jî hê tam ne mimkûn e mirov bibêje cudahî têne qebûlkirin û îmkanên alîkarî ji bo wan têne pêþkêþ kirin. Hê lîstikên me tenê ji ber kurdî ne tên eqedexekirin. Ji ber stranên ku em dibêjin, ceza didin me. Ya çaremîn: Li hemberî çanda populer a zûde tê xerckirin, ji bo çandeke alternatîf mîsyon girt ser milê xwe. Di salên ku tevgera kurd a azadîxwaz pêþ diket de berhemên NÇM'ê li ser vê yekê hatin çêkirin."Elîf Kaya li ser beþa þanoyê dibêje ji avakirina wê heta niha gelek lîstik lîstine lê hemberî qada populer û bêpiþtgiriya fînanê di nav rewþeke lawaz û belavbûyî de ne û wiha didomîne: "Ev ne tenê ji bo þanoyê, ji bo qadên hunerê yên din jî rast e. Bi vî awayî em di bin çewsandina çanda populer de ne. Di kurtedemê de derbaskirina vê ne mimkûn e, lê bi zanebûnê bi piþtgiriya beþên hunerê divê di demên pêþ de bê derbaskirin." Zarok divê bi zimanê xwe stranan bibêjin Rêvebera NÇM'ê diyar dike ku digel hemû warên xebatê yên NÇM'ê ew ji bo ciwanan jî perwerdehiyê didin, di serî de zarokên li Tarlabaþiyê, ew perwerdehiyê didin zarokan û vê yekê ji bo vê girîng dibîne: "Zarok divê bi zimanê xwe stranan bistrên, divê têkilî bi zimanê dayikê re deynin." Kaya ji salên 2000'î ve rewþa NÇM'ê bi van gotinan dinirxîne: "Ji salên 2000'î ve sekaneke, bêbiryariyeke di NÇM'ê de xwe nîþan da, her 'ji nû ve xwe sazkirin' hate nîqaþkirin, nûbûn hatin û çûn. 2000-2001 dema herî sekan derbas bû. Bi taybetî ji ber ji derve zêdetir di bin çewsandinê de bû, hêzên hundirîn jî ji ber ku zêde neketin nava hewldanan ev sekan pêk hat. Piþtî vê dest bi berhemdayî bû. Di salên dawî de berhemdarî zêdetir xurt bû. Di nav xebatên çandê de fikr û pêþniyazên aktîvîstên hunerê girîng e, di dema pêþiya me de yek ji tiþtên ku em li ser bisekinin ev e. Li NÇM'ê pirsgirêk ji berhemdayînê wêdetir, pirsgirêk ew e ku wan berheman nikare bigihîne girseya xwe. Bi taybetî þêweya xebata profesyonel xebatên hunerî kiriye karê elîtî û ji hêza nûbûkirinê dûr ketiye. Ji ber vê yekê saziya me ji navendeke çandê wêdetir bûye wekî yekîtiya hunermendan. Pêþî li gor rola navenda çandê divê ji nû ve bê binavkirin û vesazkirin, ev yek di dema pêþima de dê xebata me ya bingehîn be. Emê têkiliyên ku ji gel qut bûne dîsa girê bidin." Gurbuz: Di çandê de tirkiyeyî bûn divê çênebe Yek ji avakarên Navenda Çanda Mezopotamyayê û yekemîn serokê lijneya rêveberiya NÇM'ê Îbrah îm Gurbuz li ser avakirina NÇM'ê wisa dibêje: "Pêþî ji bo em mirovên li ser hunerê bixebitin bigihînin wekî dibistanekê fikirîn û me vekir. Me yekîtiya zarokan, ya malbatan çêkir. Me li Hewlêr û Silêmanî þax vekirin, lê ji ber konjoktora wê demê hatin girtin. Di hedefa me de þaxên wê yên Mehabad û Yêrîwanê jî hebûn."Gurbuz rewþa niha ya NÇM'ê bi gotinên "Digel hemû zehmetiyan li ser piyan mayîna NÇM'ê jî girîng" dibîne û wisa berdewam dike; "Wê demê me xwest li ser axa xwe konferanseke bi beþdariya hemû hunermend, xebatkarên çandê û rewþenbîran çêbikin, me xwest wan bînin cem hev lê çênebû. Niha divê NÇM'ê êdî di daîreyekê de, di saloneke biçûk de xebatê neke. Rehiya herî girîng a gelekî çand û huner e. Em ji bo vê yekê polîtîkayê dikin. Li ser vê yekê divê bilezgînî saloneke taybet ku bi mîmariya xwe, bi her tiþtê xwe motîfên kurdewarî di nava xwe de diwebîne bê çêkirin. Divê xebat jî di bin banê wê de bêne kirin. Dîsa divê çand û ziman nebin tirkiyeyî. Siyaset dikare bibe tirkiyeyî lê çand û ziman nikarin bibin û ger fikreke wisa hebe jî divê dev ji vê yekê berdin. NÇM xebatên çandî divê bi kurdî çêbike, lîstikên xwe, berhemên xwe bi kurdî bide û girîngî bide zimanê xwe. Divê hûn zimanê xwe bikar bînin û hunerê bi zimanê xwe bikin." Oz: Bi ‘Bahoz’ em tam niha gav davêjin nav profesyonelî Li ber beþa sînemayê ya NÇM'ê derhêner Kazim Oz ku ji salên dest pê ve di nav kar û barê sînemayê ya NÇM'ê de cih digere dibeje ku xebatên wan her ku diçe gur dibin û van gotinan bilêv dike: "Bi taybetî bi fîlmê 'Bahoz' re em a rast niha gav davêjin nav profesyonelbûnê. Di dawiyê de herî baþ berhemên komekê rastiyê wê komê nîþan dide. Em dema li dîroka xwe dinêrin wekî kom, ji hin karên herî zor, herî tevlihev em niha dikin. Ev ji bo me enerjiyeke mezin e. Bi ya min bi vê projeyê (Qala fîlmê xwe yê nû dike ku di dema pêþ de dê bikeve vîzyonê) êdî pêþî me vekiriye. Ji ber ku projeyê bi xwe re têkilî anî, derfet anî. Herî hindik em niha bûn xwedî tecrubeyeke cidî. Koma me bi qasî ku berê ji tecbûreyeke ew qas mezin derbas nebûbe niha jê derbas bû."Oz qala rêvebirina bi hezaran lîstikvanan, sazkirina produksiyoneke mezin, kiþandina fîlmekî serdemê û berhevkirina butçeyeke bi 700 hezar YTL'yî ve, qala rêxistinbûneke wisa mezin dike û dibêje: "Ger em koma xwe ya niha bikaribin biparêzin û têr bikin, ji bo rêxistinbûnên, xebatên din organîze bikin, piþtî 'Bahoz'ê tiþtê ku em nikaribin bikiþînin dê nîn be." Ji aliyê rexneyê li beþa sînemayê ve jî Oz diyar dike ku di warê derxistina senaryoyan de kêmanî hene û wisa dibêje: "Mînak niha fîlmê me xelas bû, lê senaryo nîn e em di cih de yekî din bikiþînin. Ev ji me jî, ji wêjevanên me jî diqewime. Ev yek biba di kurtedemê de meyê dest bi yekê din bikira. Di vî warî de kêmasiyên me hene. Gelo em bi kesên divê ve têkilî danaynin? Tiþteke din, li ser karê îdarî û karê sînemayê carinan problem derdikevin. Têkiliya di navbera her duyan de me baþ dananî. Ger em hevkêþeyeke deynin dê baþ be. Niha koma me ji bo pêþketinê di rewþeke gelem guncav de ye." “Tiþtê muhîm dê muzîk bi ku ve veguhere" Muzîkar Mustafa Bîber heta niha muzîka fîlmên NÇM'ê yê "Ax" û "Fotograf" çêkir, di nav albuma bi hemþînkî "Vova" de cih girt, bi NÇM'yiyan re xebitî û li ser muzîka NÇM'ê ji bo me wisa got: "Divê ne ku muzîka NÇM'ê çawa ye, gere çawa be, divê li ser vê bê sekinîn. Tevna (doku) ku berê hebû deforme bûye. Tiþtê muhîm ji niha û pê ve dê bi ku ve biçe. Niha xebatên hunerî bi xebatên kesan didomin; li gor terciha kesan (bi kî, kîjan sazî re, çi dibîne û pê dizane, bi vî awayî...) ber bi pêþ ve diçe. Ger ev yek baþ bê bikaranîn û piþtgirî ji bo vê yekê bê dayîn dê bandorê li xebatên cihê yên din jî bike. Di vî warî de divê hinekî rîsk bê girtin. Tiþteke din jî bi pêþkêþkirina xebatan ve girêdayî ye. Ev yek ji hin çarçove û qadan derbas nake. Ji her demê zêdetir bar dikeve ser milê sazkar û produktor. Divê piþtgirî bidin xebatên ku xwedî perspektîfeke fireh e yan dê fireh be û di vî warî de divê tercihên rast bêne kirin." Muzîkar Mehmet Atli ku xebatên xwe yên muzîkê bi serê xwe dike, lê heta niha ji bo hin lîstikên NÇM'ê jî muzîk çêkiriye, 'wekî saziyeke kurd NÇM'ê dixwaze ji aliyê rêvebirinê wêdetir bi rewþa wê ya di nav kurdan de nirxandineke bike.' Ew armancên xwe anîbe cih an neanîbe jî NÇM'ê wekî amûreke girîng a têkoþîna neteweyî dibîne û wiha dibêje: "Niha NÇM mafê lêkolîneke akademîk ya ji aliyê civaknasan ve heq dike. Ji ber ku NÇM di nav modernbûna kurdan de bi cihê xwe yê 'de facto' ji niha de wekî bûyereke dîrokî ye." Li ser pirsgirêkên rojevî yên muzîkê jî Atli van gotilan tîne ziman: "Di serî de ez nêzîktêdayîna xwe bibêjim. Ew jî ev e; Dema em hunera kurd wekî 'kirdar'eke bibînin, pêdiviya hunermend bi serxwebûneke heye, pêdivî bi qadeke ku têde li ser lingên xwe bisekine, bibe xwedî þexsiyet heye. Bi þerta ku ev rêgez neyê ji bîrkirin, tu þika min a li ser jîrbûn û fedekariya hempîþeyên min ên li NÇM'ê nîn e û ez bi xwe þahidê vê yekê me. Digel vê yekê ev demeke dirêj e li NÇM'ê potansiyela ku bikeve nav macerayên xweser û bi vê yekê ve xebatên bibin malê piyaseyê, yan jî vê jixwe re bikin hedef ez nabînim. Di demeke dirêj de ev vê yekê ji bo hunera kurdî bixêrnabînim."Divê NÇM bibe Wezareta Çandê ya sîber Mehmet Atli ji bo muzîka NÇM'ê û pêþniyazên ji bo muzîkaran jî wisa dibêje: "Pêþniyaza min a ji bo NÇM'ê û muzîkaran ev e ku ew ji vê qadê derkevin, li ser lingên xwe bisekinin û bibin aktorên hevkar ê piyaseya muzîka kurdî û serbixwe bixebitin. NÇM divê li cem me hemûyan û bi heman astê (mesafeyê) eynî ne wekî Wezareteke Çandê ya sîber (gölge) be jî, wekî midûriyetekê bibe saziyeke ku mafên me diparêze, bibe ciheke ku li ser navê çanda kurd li dinyayê tê qebûlkirin; bibe wekî pirtûkxaneyeke yan jî enstîtuyeke mezin. 16'emîn salê ji bo vê yekê bingeheke amade kiriye û êdî dem hatiye ku veguhere tiþteke din. Minak xebatên muzîkê bikiþînin anv xebatên piyasetê lê derfetên muzîkolojiya kurdî di bin banê NÇM'ê de lê bê gerîn." |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| 110 saliya Erebê Þemo | heci | Dirok | 3 | 11-06-2007 01:46 PM |
| Sûreta Alê Î’mran | berxwedan | Kur'an-ý Kerim | 1 | 03-04-2007 12:19 PM |
| Bîranîna 100 Saliya Osman Sebrî | Kajîn Jîr | Kitap Tanýtým Ve Eleþtiri | 3 | 14-12-2006 02:54 PM |
| Kalekî Kurd di 98 saliya xwe de fêrî kompûterê dibe | Memê Alan | Ýlginç Konular | 5 | 15-08-2006 02:29 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.