|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Berî çend mehan di derbara fîlmê Zerê ku li Ermenîstanê hatibû kiþandin nivîseke min a kurt di netkurd:ê de weþiyabû. Min li wir dîyar kiribû ku fîlm di salên 1920î de hatiye kiþandin, lê belê sala kiþandina fîlm tam nenivîsî bû. Paþê hin çavkaniyên nû di derbarê vî fîlmî û fîlmên mayin de ketin destê min. Îsal ji ser kiþandina fîlmê Zerê re çawa em dibînin tam 80 sal derbas bûne, ev dem, wextekî gelek dirêj e. Bi minasebeta 80 saliya fîlmê Zerê ez vê nivîsa xwe bi hin not, çavkanî û sûreten teze ji nû ve careke din raberî xwendevanan dikim. (ROHAT ALAKOM) ![]() Afîþa fîlmê Zerê li ser dîwarê Kinoteatra Erêvanê (salên 1970yî) Kesên ku dîrokê (mêjû, terîx) hez dikin, hertim difikirin gelo bûyer, tiþtek an jî dîtinek çi wextî cara pêþîn peyda bûye? Ji bo avakirina kronolojî û serpêhatiya babetekê belkî jî ev yeka zarûrî ye. ![]() Keça ku di fîlma Zerê rola sereke lîstîye (1926) Ev nêrîna ji bo sînemaya kurdî an jî, ji bo fîlmên di derbarê kurdan de jî derbas dibe. Berî çend rojan ez fikirîm, gelo fîlmê pêþîn ku kurdan nîþan dide di kîjan salê cara pêþîn hatiye kiþandin û nîþandan? Di lêgerîn û îzgerîna xwe de ez rastî bîranînên emekdarekî sînemaya ermenî, G. Balasanyan hatim. Ew di bîranînên xwe de behsa fîlmekî dike. Babeta vî fîlmî kurd in. Ne tenê babeta fîlm, serpêhatiya kiþandin û amadekirina vî fîlmî jî dike. Ev fîlmê bi navê Zerê ez dikarim bêjim ku fîlmê yekemîn e ku di derbarê kurdan de cara pêþîn di sala 1926an de li Ermenîstanê hatiye kiþandin. Li ser kiþandina vî fîlmî re îro çawa em dibînin ku 80 sal derbas bûne. Rojekê dema dîroka sînemaya kurdî bê nivîsîn belkî jî mirovê ji vî fîlmî dest pê bike. [1] ![]() Seydo, evîndarê Zerê Avakarê sînemaya ermenî, hunermendê navdar Hamo Bek-Nazarov (1892-1965) rejîsoriya vî fîlmî kiriye. Hamo Bek-Nazarov di bîranînên xwe de dinivîse ku dema wî ev fîlma kiþandiye ji kurdan alîkarîke mezin dîtiye û kurdan derîyên xwe heta dawiyê ji wî re vekirine: “Kurd mirovine gelek mêvanhez in. Gava em cara pêþîn çûne çîyayê Elegezê wan gelek komek da me. Mêvan, wan digot, mêvanê xwedê ne, lazime wan wisa qebûl bikin ku dilê xwedê jî xweþ bibe...”.[2] ![]() Rejîsorê fîmê Zerê Hamo Bek-Nazarov Kurteçîrokeke bi navê Enînivîsa Zerê ku Hakop Gazaryan nivîsî bû, ji fîlm re dibe bingeh û senaryo. Hakop Gazaryan (1868-1926) çawa tê zanîn wisa jî di sala 1921an de bi tîpên ermenî cara pêþîn alfabeya kurdî bi navê Þems amade kiriye û çap kiriye. Ev alfabe wek çavkanîke yekem tê hesibîn ku li Ermenîstanê der çûye. Haya wî gelek baþ ji jiyan, rabûn-rûniþtin û çanda kurdî hebûye, kurd baþ nas dikir. Kurdan jê re digot Lazo.[3] Her wisa li bajarê Tiflîsê ji zarokên kurdan re dibistanek vekiriye û dersên zimanê kurdî daye wan. Fîlmê Zerê li berpalên çiyayê Elegezê û di gundên kurdan de hatiye kiþandin. Naveroka fîlmê Zerê evîn û jîyana keçeke kurd e. Bi kurtî naveroka fîlm wiha ye: “Du dilên bengî li ser kaniyê rastî hev tên. Têmûr Beg xesûdiyê li wan dike. Berbirî Seydoyê Þivan dibe, dewa zordestiyê li wî dike ku ew dest ji Zerê bikþîne. Seydo hêrs dikeve. Têmûr Beg qema (tebançe) xwa dikþîne, Zerê bê tirs-xof tê di orta wan de disekine. Mirovên Têmûr Begê, Zerê direvînin û dîlanê (dewat) dikin. Têmûr Beg li ber xwandiyan Zerê sosret û rezîl dike, di derbarê wê de giliyên neçê dibêje, giva Zerê bênamûs e. Angorî edetên kurdan yên kevn, teniyê rûyê Zerê dixin, paþopê li kerê siyar dikin, li nav gund digerînin. Gundî tuyê rûyê bûka “bênamûs” dikin, nifira lê dikin û Seydo jî digrin. Hevalên Seydo ya xwe dikin yek, Seydo direvînin, lê birê wî yê piçûk, Xidir, Têmûr Begê dikûje û Zerê ji destê wî azad dike”. [4] Him li çiyayê Elegezê û him jî lu gundê Sarîbulaxê gelek kurdên rûniþtvanên van deveran tevî kiþandina fîlm bûne: “Gundî ewqas rind tevî xebatê dibûn ku gelek caran ji bîr dikirin ku ew di fîlm de pêþta tên”.[5] Dema ev fîlma li gundekî kurdan tê kiþandin, tiþtekî gelek ecêb diqewime. Dema Zerê kerê siyar dikin di gundekî kurd de derdixin kuçe-kuçe digerînin, çend jinên kurdan êriþî Zerê dikin. Ew hew zanin bi rastî ew jineke nebaþ e, jineke pîs e! Endamên koma fîlmkiþandinê û rejîsor bi zorê artîstê ji nav destên wan derxistin û dane bawerkirinê ku hemû ev tiþt ji bo kiþandina fîlmekî ye, ev keça artîstek e, ne keseke bênamûs e! Fîlmê Zerê fîlmeke bêdeng bû, lê belê paþê kompozîtorê navdar yê ermenî Alexandir Spêndiarov nasiya xwe da sazbendî û folklora kurdî û fîlm di salên 1970yî d kire fîlmekî dengdar.[6] Hin kurdan wek Casimê Celîl û keça wî, Cemîla Celîl di nûkirina vî fîlmî de wek þêwirmen û alîkar kar kirine. Afîþê fîlm kuçeyên Erêvanê xemilandine. Ev fîlma li gelek cihên Sovyetê hatiye nîþandan û pir bala temaþevanan kiþandiye.[7] ![]() Kadroya ku fîlmê Zerê kiriye fîlmekî dengdar û nû (mêrê bi simêl Casimê Celîl e, jina li serê milê çepê jî Cemîla Celîl e) Divê em diyar bikin ku di sala 1933an de fîlmekî mayin tê kiþandin ku babeta wî fîlmî jî jîyana kurdan e. Navê wî fîlmî: Kurd-Êzdî. ye. Babeta fîlm di derbara jîyana mamosteke jinîn e, navê wê Zînê ye. Piþtî xelaskirina zanîngehê ew wek mamoste tê tayin kirin. Ew hespekî siyar dibe, diçe gundekî kurd ku li wir mamostetiyê bike. Zînê zarokên kurd hînî zimanê dayikê dike, gelek kes diçine dibistanê. Lê belê hin kesên xêrnexwaz ji hatina Zînê nerazî ne. Þêxê gund gelek caran bi zimanekî bilind deng dike: “Heyran ev qîza bûye bela serê me!”. Zînê havînan jî diçe zozanan ji bo ku nexwandiniyê ji ortê rake. Zordestîyên li dijî Zînê her diçin zêde dibin. Þevekê êriþî wê dikin. Lê belê rojtira din Zîne dîsa bêtirs û bêxof zarokan hînî xwendinê dike: A, B, C, D, E... û dengê wê bilind derdikeve. Piraniya fîlm di gundekî kurdan bi navê Mîrek de derbas bûye û rûniþtvanên gund alîkarîke mezin dane kiþandina vî fîlmî. ![]() Beþek ji fîlmê Kurd-Êzdî (1933) Dý sala 1948an de vê carê bi navê Kurdên Ermenîstana Sovyetê fîlmekî dokumnter hate kiþandin. Senaryoya fîlm ji aliyê H. Koçaryan û nivîskarê kurd Hecýyê Cindî hate amade kirin. Piþtî sazkirina civata sosyalîst guhartinên ku di civata kurd de pêk hatine di vî fîlmî de tê nîþandan. Di sala 1959an de bi navê Kurdên Ermenîstanê fîlmek dîsa hat nîþandan. Senaryoya fîlm nivîskarê kurd Erebê Þamîlov nivîsî. Rejîsorê vî fîlmî C. Jamharyan bû. Di fîlm de pêþketin û serfiraziyên aborî, sîyasî û çandî yên kurdên Ermenîstanê di nav 40 salan tên pêþkêþ kirin. Bi hin þexsiyetên kurdan re hevpeyîn jî hatine kirin wek bi Qanadê Kurdo re. Fîlm bi jîyana zozanan ve destpê dike û paþê xwe dirêjî gundê Elegezê dike ku kurd li wir di nav jîyaneke nû de dijîn.[8] ![]() Keçeke kurd di fîlmê Kurdên Ermenîstanê de (1959) Ez bawer dikim ku rojekê dîroka sînemaya kurdî bê nivîsîn navê van herçar fîlman wê zêde bên bîranîn. Ne tenê sînemaya kurdî, wisa jî naveroka van herdu fîlmên pêþîn ji bo babetên wek jin, cinsiyeta civakî (gender) û namûs e gelek balkêþ in. Ev herdu berhem (Zerê û Kurd-Êzdî) her visa jî di derbarê babetên wek jin, sinif û nasyonalîzmê de dikarin kêrî lêkolîneran bên.[9] Ew herdu fîlmên dokumenter jî di derbara jîyan û dîroka kurdên Qafqasyayê de dikarin gelek kêrî lêkoleran bên. Ji ber ku ev fîlman wek du çavkanî me di derbara dîroka kurdên vê deverê de ronî dikin. Her wisa jî dostanî û cînartiya ermenî û kurdan di van herdu fîlmên dawî de babeteke bigehîn. Bi kurtî ev herçar fîlmên ku di navbera salên 1926-1959an de li Ermenîstanê hatine kiþandin him beþekî çanda ermenî û him jî beþekî çanda kurdan pêk tînin. Dan û standin, pêwendî û hevbandûriyên çandî di van fîlman de hebûna xwe gelek bi vekirî nîþan didin. Ev herçar fîlm niha di arþîva Ermfîlm (berê Ermkino) de tên parastin. [1] Emerîkê Serdar, Çawa Kînoya Zerê Hatiye Kiþandinê? Riya teze 11/10 1969. [2] Egîtê Xudo, Kînofîlmê Zerê Hatiye Tezekirinê, Riya Teze 19/2 1972. [3] G. Balasanyan, Emrê Kurda di nava Kînofîlmêd Ermenîstanê de, Riya Teze 1/11 1980. (G. Balasanyan yek ji wan nivîskarê senaryoya fîlmê Kurd-Êzdî ye ku di sala 1933an de hatiye kiþandin. Di vê nivîsa xwe ya dirêj de qala hin bîranînên xwe yên di derbarê fîlmên ser kurdan dike). [4] G. Balasanyan, Emrê Kurda di nava Kînofîlmêd Ermenîstanê de, Riya Teze 1/11 1980. [5] D. Cnûnî, Emrê Kurda di nav Fîlmêd Ermenîstana Sovyetê de, Riya Teze 16/3 1967. [6] Karlanê Çaçanî, Pizmamtiya Cimaeta Ermenîya û Kurda, rûp.189. [7] Egîtê Xudo, Kînofîlmê Zerê Hatiye Tezekirinê, Riya Teze 19/2 1972. [8] Þ. Eþir, Kurdêd Ermenîstanê, Riya Teze 28/1 1960. [9] D. Cnûnî, Emrê Kurda di nav Fîlmêd Ermenîstana Sovyetê de, Riya Teze 16/3 1967. jêgirtin |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| NÇM di 16 saliya xwe de li ser kîjan rê ye? | dojehist | Sýnýrsýz Muhabbet Burada | 0 | 11-11-2007 05:29 PM |
| Irak katliamlarýný anlatan filme sansür | xecê | Sinema | 3 | 21-10-2007 02:02 PM |
| Fîlmê Huner Salem ê nû: Piþtî Ketinê | Heval | Çandi Giþti | 0 | 27-07-2007 10:14 AM |
| kitaptan filme bir kaç yapýttt | Freedom | Ýlginç Konular | 0 | 26-12-2006 11:11 PM |
| Bîranîna 100 Saliya Osman Sebrî | Kajîn Jîr | Kitap Tanýtým Ve Eleþtiri | 3 | 14-12-2006 01:54 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.