01-03-2007, 09:01 PM
|
#1 (permalink)
|
Giriş Tarihi: May 2006 |
Konum: rêwî |
|
Mesaj: 9,972
|
|
Üye No: 3220
|
|
Cinsiyeti : Bay
|
İtibar Gücü: 25872
| Rep Puanı : 2586029
| |
|
| |
|
Seyr-î Mesel ji turneya Gulîstanê vegeriya
Seyr-î Mesel ji turneya Gulîstanê vegeriya Koma Şanoya Kurdî Seyr-î Mesel ji turneya Başûrê Kurdistanê vegeriya Stenbolê. Kom hefteya derbasbûyî, wekî mêvanê sazî û dezgehên rewşenbîrî çûbû Kurdistanê û li bajarê Dihokê du lîstikên şanoyî pêşkeş kiribûn.Koma Şanoya Kurdî Seyr-î Mesel ji turneya Başûrê Kurdistanê vegeriya Stenbolê. Kom hefteya derbasbûyî, wekî mêvanê sazî û dezgehên rewşenbîrî çûbû Kurdistanê û li bajarê Dihokê du lîstikên şanoyî pêşkeş kiribûn.
Seyr-î Meselê, lîstika bi navê ‘Qal û Qir’ li Hola Akademiya Hunerên Bedew a Enstîtuya Dihokê bi beşdariya 450 kesên ku di nava wan de gelek endamên sazî û dezgehên rewşenbîrî û hunerî hebûn, pêşkêş kir. Lîstika duyemîn ya bi navê ‘Xewn û Xeyal’, dîsa li Dihokê, li Hola ‘Mihemed Arifê Cizîrî’ hate pêşkêşkirin. 600 kesî temaşeyî vê şanoyê kir. Di nava mêvanan de, ji bilî berpirsên baleberz ên Dihokî û navçeyên wê, Serokê Nivîskarên Tayê Dihokê Hesen Silêvaneyî, Serokê Rewşenbîrên Tayê Dihokê Adil Hesen jî amade bûn.
Yekem car e ku komeke şanoyê ya ji Bakurê Kurdistanê diçe Başûrê welêt. Endamê komê Metin Turan piştî vegera komê wiha got: ‘Em gelek serfiraz in ku me li başûr şano pêşkêş kir. Alaqeyeke gelek mezin bo me nîşan dan...’
|
|
|