|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Lîstika “Rojnivîska Dînekî” ya Teatra Avesta ku di sala 2003’an de hatibû avakirin dê di 18’ê Sibatê de li Salona Şanoya Seyrî Mesel derkeve pêşberî şanohezan. Lîstika “Rojnivîska Dînekî” ji aliyê nivîskarê rûs Nikolay Gogol ve hatiye nivîsîn û wergera wê ya ji bo kurdî ji aliyê şanoger Aydin Orak ve hatiye kirin. Derhêneriya lîstikê Cîhan Şan dike. Lîstika ku tenê ji aliyê şanoger Aydin Orak ve tê lîstin, beriya niha li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê derketiye ser sehneyê.“Rojnivîska Dînekî” ku di 10’emîn Mîhrîcana Şano ya Navnetewî ya Enqereyê de tekane lîstika kurdî bû, bi plakete mîhrîcanê hatibû xelatkirin. Lîstik; di nava civakê de ku çerxa çînî ku her diçe zêde dibe û mirov xwe weke kêzikekê nabîne vedibeje. Karmendek van hevsengan dipirse û her ku diçe ber bi dînîtiyê ve diçe û dikeve rewşeke paranoyak. Bilêtên lîstika “Rojnivîska Dînekî” li Salona Seyrî Mesel tên peydakirin û lîstik di 18’ê Sibatê de derdikeve pêş şanohezan. ŞANOYA SEYRÎ MESEL Şehit Muhtar Mah. İmam Adnan - Nane Sk. No: 5 K: 4 Beyoğlu/İSTANBUL Tel: (212) 244 80 46 |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.