|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Antigonus: Piþtrast î ku keþtî li Bohemyaya rengîn
berav bûye? Deryavan: Piþtrast im Lê li demek tarî, ez ditirsim; Asman tarî dibe li me Niha dê bibe xurtebahozek. Yezdan qehiriye li me, Esman quriçandine enî û alek. Antigonus: Bila ya Yezdan dixwaze bibe!... Dest biavêje keþtiyê û bila belem jê li der be. Li banga min jî guhdar be. Deryavan: Lez bikin, Lê ji beravê dûr bi nav bejayiyê ve neçin; Hewayek nerind xwe dilezîne; Herwiha li van navçeyan lawirê dirinde mirovan diperitîne. Antigonus: Tu here; Ez jî zû bi te re. Deryavan: Jidil kêfxweþ im Ku ji vir xelas dibim. (Diçe.) Antigonus: Were, keçika reben!... Tê gotin ku mirî þeytanqûniyê dikin; Min jê bawer nekiriye; Lê heke rast be, do min diya te di xewnê de diye Û ev xewn ne wek ên dî bû, Ya nêzî min dibû, sawêrek xeyalî bû. Wê serê xwe virde-wirde dizivirand. Min tu caran nedîtiye amanek wisan Ji xemgîniyê dagirtî û giran. Mîna ku pîrozwerî be bi cilên spî û pak, Ew difire kolana ez lê paldayî, Sê caran silavî min dike, piþt tewayî Û devê xwe vedike da bipeyive Lê herdu çavên wê mîna kanîçav e, Av jê dibiliqe, mîna ximrim û xunav e Lê ku kul û kovan daketin, ew diaxive: "Antigonus, çimkî felekê Dijî vîna te ya pak, bi zorê û kotekê Fermandiye ku divê wê savaka bêgune Bêxwedî bihêlî, li Bohemyayê bêhejmar çol hene, Li wir bigirîn û keçikê li wir bêxwedî bihêlin. Û çimkî dê bi herherî bê bawerkirin Ku ev keçik bi avê hatiye xeniqandin, Hêvî dikim ku hûn dê P e r d i t a wek nav lê bikin. Lê ji ber vê kirina xwe ya hovan, Tu dê êdî jina xwe nebînî ticaran."... Belê, wiha got û wenda bû. Tirsîm lê zû bi ser xwe ve hatim: ne xewn lê rastî ye ev, ez hingê diramim. Vala bûn rê Lê wê carê Min xwest li pey wê biçim. Bawer dikim ku Hermione niha kuþtî ye Û ev jî daxwaza Apollo ye ku zarok li vir bê hiþtin, - Çimkî îhtîmal e ew a Polixenes e - Da li xaka bavê xwe bijî yan bimire, jê re bes e... Xweþ bimîne, kulîlkê! (Keçikê datîne erdê.) Li vir be; ev navê te û ev jî. (Buxçikê datîne rex keçikê.) Ew a te ye, û dikare te xweyî bike Heke felek alîkarî bike... Bahoz dest pê dike... Weyla rebenê, ku ji ber çewtiya diya xwe dikevî vê aravê... Nikarim bigirîm lê dil û kezeba min diþewitin. Li mino jaro, min çima ew hemû sond xwarin Û xwe avêt vê xezebê... Bi xatira te! Hewa hê dizûre; dixwiye lorandinek hovane dê bibe para te; Min ticaran bi roj esman wiha reþetarî nedîtiye... Ev çi orînek erjengî ye?... Lez, bi lez ez vebigerim keþtiyê!... Haa! Ev decal e! Ez xelas nabim jê, weyla li min û mal e! (Ji ber hirçekê direve.) (Þivanek pîr tê.) Þivanê pîr: Heke bi min bûya, min ê nehiþta ku temen û jiyê di navbera deh û bîstûsê de hebûya yan jî yên xort di hemû wê heyamê de raketî bûna çimkî hingê ew tiþtekî nakin ji bilî çêkirina zarokan bo xidaman, bela û serêþiyan bo pîran, tiþtan didizin û pev diçin... De guh bidê!... Ma heke ne ev serhiþkên bîst-sî-salî bin, kî dê li barovek wiha serê xwe ji xanîkê xwe derbîne û biçe nêçîrvaniyê? Wan du miyên min bizdandine û bawer dikim ku gur dê ji berî xwedî wan bibîne. Divê ku ew niha li beravê bin û daralînkê bikin. Li min alîkar be, felek!... Ev çi ye? (Zarok ji erdê radike.) Wey li mino, çi biçûkokek e, zarokek pirr bedew e! Gelo keçik e yan lawik e? Ax çi bedew e, wax çi xweþik e! Ez bi xwe ne ti neqþnas im lê tê derdixim ku ev kinc ji destên keçxanimên serayan in... Dixwiye berkuçikê wan ji yê vê rebenê germtir bû. Ez ê ji dilovaniya xwe wê xweyî bikim; lê ka bila kurê min bê. Ew aniha ji vir çû... Hey hoo! Þivanê xort: Hey hoo! Çi yeeee? Þivanê pîr: Ma tu wisan nêz î! Ka were vir heke tu bixwazî tiþtekî bibînî ku dema tu miribî û rizîbî jî, her basa wê bikî. (Þivanê xort tê.) Te çi ye, lawo? Þivanê xort: Min du dîmenên wisan biheybet dîtine li bejayiyê û li deryayê... na, nikarim bibêjim li deryayê çimkî hemû bûye mij û moran, bahoz û bageran. Di navbera wan û esman re serik û tûjkeya dirêþê jî naçe. Þivanê pîr: Çi ye, lawo? Ka bêje. Þivanê xort: Xwezî we bidîta ka ew çawa difûre û dixwîre û beravan dizelîne. Lê ne tenê ev... Ax, çi qas dilê min bi wan rebenan diþewite ku bi qoreqorî digirîn! Geh ew tên dîtin, geh wenda dibin; geh kêm dimîne ku keþtî bi dîreka xwe ya mezin heyvê kun bike, geh jî dixeriqe nav fûre û kefê. Û bûyera li bejayiyê... ax, min çawa bi çavên serê xwe dît ku hirçê hestî ji laþê wî hildikiþandin, ax wî çawa dikir qîrîn û hawara xwe digihand min û digot ku navê wî Antigonus e û kesek malmezin û xanedan e... Lê ka bûyera bûyera keþtiyê xelas bikim... ax, çawa deryayê ew diqurçandin, lê pêþî wan rebenan qîrî û hawar dikirin û deryayê ew ditengijandin û belengaz hiþtin... û çawa ew malmezinê reben diçîpî û hirçê bela xwe jê venedikir, û herdu jî ji deryayê û bahozê zêdetir dihîrîn. Þivanê pîr: Xwedê me hemûyan bisitirîne! Kengî wisan bû? Þivanê xort: Aniha; min hê piþtî hingê çavên xwe jî nemiçikandine. Mirovên ketî avê hê tê de neqerisîne, û hirç jî hê bi wî camêrî bi nîvî jî têr nebûye; hê dixwe. Þivanê pîr: Wey, xwezî ez li wir bûma û min alîkariya wî camêrî bikira! Þivanê xort: Xwezî hûn li nik keþtiyê bûna û we alîkariya wan bikira; rindî û dilovaniya we dê bêbin bûya. Þivanê pîr: Wey li mino, weyla li mino! Lê li vê binere, lawiko. Tu pêrgî mirbaran tê, ez rastî nûwelidiyan têm. Ev dîmenek hêjayî dîtinê ye; binere, çi bercilek malmezinan lê ye! Ha, ew a han çi ye! Wê rake, lawo, rake û veke. Erê, ka nîþanî min bide. Ji min re hatiye pêþbînîkirin ku ez ê ji destê periyan zengîn bibim. Lê ev horî ye... De ka veke: çi di nav re ye, lawiko? Þivanê xort: Êdî hûn maldar û dewlemend in ji niha þûnde. Heke hûn li guneyên xwe yên xortaniyê bexiþîbin, rojên geþ li benda we ne. Zêr e, tev de zêr! Þivanê pîr: Ew zêrê periyan e, lawê min; em ê bibînin. Bilezîne, bigire! Ber bi malê, ber bi malê bi keserêya herî kurt! Lawiko, Xwedê da me û em kirin bextiyar, û ji bo em bi herherî maldar bin, tenê bêdengbûn pê divê... Dev ji pez berde... Were, kurê min, were, em xwe zû bigihînin malê! Þivanê xort: Hûn bi dîtiyên xwe re zû herin malê, ez ê biçim lê binerim ka hirçê çi qas ji wî zelamî xwariye. Tenê dema hirç birçî bin, xeter in. Heke tiþtek ji wî mabe, ez ê binax bikim. Þivanê pîr: Ew xêr û qenciyek baþ e. Heke bi wê çendê, ya ku ji wî maye, tu bikarî bizanî ka ew çi birr mirov e, wî wisan veþêre ku ez jî paþî wî bibînim. Þivanê xort: Belê, belê; û paþî divê hûn alîkariya min bikin ku em wî defin bikin. Þivanê pîr: Ev roj a bextxweþiya me ye, lawê min, û di rojên wiha de divê mirov qenciyê bike. |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| ÞANOYA KURDi!! ÞANO ÇIYE? | rêwî | Þano (Tiyatro) | 11 | 20-09-2007 09:52 AM |
| Ji bo nexweþiyên zivistanê lîmon | ArzeN | Genel Saðlýk | 7 | 01-12-2006 12:36 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.