Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Şano (Tiyatro)

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 06-01-2007, 03:42 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Konum: arıyor...
Yaş: 23
Mesaj: 8,019
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 192000
Rep Puanı : 4625002
Rep Derecesi
Numberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond repute
Exclamation ŞANOYA KURDi!! ŞANO ÇIYE?


Şanoya kurdî li bakûr 1990'de peşvecûnek bi dest xist. Komen kû we deme avabune evin: Teatra Jiyana Nû (NÇM istanbul, 1992), Teatra Evîna Welat (KAYDER istanbul 1994), Teatra Amara (NÇM Mersin 1997).



Şanoya Kurdî
Dema ku mirov li dîroka Kurdan binêre û li ser jiyana Kurdan lêbikole rêç û şopên [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] di çarçova zanyarî de û di jiyana civakî de tune. Kurd wek neteweka bindest û dîl û bende, hezar salan di bin zor û zilma [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] û ( [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]) de mane. Her tiştên wan hatiye qedexe kirin, wek zimanê wan jî. Dewlemendiya serax û binax bi zordestî kuştin û koçewarkirin ji destê wan hatiye girtin. Tu caran nebûne xwediyê komareke azad.
Ew qaîdeyeke taybetiye li ser jiyana gelan di çerçova zanyarî de ku lêgerîn çêbibe bê mafê civakî, çandî, ramanî û olî durişmê wan nayê holê û serlêdana dîrokî jî pêwiste. Ew neteweyên ku di bin hukmê mêtingeran de ne, karakterên wan jî tê guhartin, her roja dibore ew ji xwe bixwe dûr dikevin.
Dixwazim lewra gaziyê dîroka Kurdan bikim û li ser hinek kiretên ku têne zanîn rawestim. Kurdistan berî zayînê gelek ahînşahiyan ava dike lê ew Şahînşahiyên kurdan ji ber êrişên zordestan pûç dibin û bindest dibin û têne talankirin. Heta sedsala 19an êl û eşîrên kurdan û mirên kurdên kevneperest berxwedanên heremî dikin, dîsa jî nikarin xwe felad bikin. Cara yekemîn di sedsalên navîn de bi lihevhatina [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] di navbera Romî û Farisan de tête parve kirin. Piştre Kurdên welatparêz ji bo yekitî û rizgarbûna Kurdistanê jiyana xwe didin, lê mixabin di [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] (şerê cîhanê yê yekemîn) de bi lihevhatina [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] Kurdistan di navbera tirk û ereb û farisan de careke din tête perçe kirin. Piştre gelek serhildanên netewî çêdibin. ( [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]- [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]- [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]- [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] serhildana Qazi Mihemed û heta îro şerê kurdan û yê xêrnexwezan dom dike bi taybeti jî şerê birakujî!)

[ [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]] Kurd û şano

Jiyana kurdan, durişmê kurdan rabun runiştin serpêhatiyên ewan ew buyerên ku têne zanin û hatine nivisandin ew buyerên ku bi şirove û klaman û destanan tê ziman şiklê kuştina ewan bi xwe şewata dile û Trajediyeke mezin, ew neheqiyê ku li kurdan hatiye kirin Reşik nikarin di xemda xwede bibinin. Dujminên kurdan ne mina dijminên Reşikan a hindiyan a gelên bindest ên dinin,İngiliz dewlemend bun ketin Hindistanê keda ewan xwerin lê çand-huner û zimanê ewan qedexe nekirin. Zordesti li ser baweriya ewan a oli nekirin. Tirk û ereb û fariz ne wisa ne nijadperest û kevneperestin. Bi zordesti kurd kirin misliman û zimanê erebi farisi û tirki alimandin. Yên ku qebul nekirin kuştin serê ewan jêkirin,bi zindi xistin nava agir gelek tade lê kirin ku kurbuyinê tunebikin. Di wî warî de serketin. Hemu ew serpêhatiya kurdan li gor bir baweriya min mijarê şano ye.
Kurd û Şano gelek li hev dişibin. Ez dikarim wekiri bêjim Şano di wari mijaran û buyerande bêyi kurdan nabe!
İddia dikim; Jiyan û buyerên kurdan hacetên şano yê taybeti ne. ew durişm bi nuve xwe bi xwe jindariya şano ye. Gelek hususên din ji hene şiroveyên kurdan bi taxlidkirinên heywanan /fabil/tê holê. Gelek destanên mede wek [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] û cejnê netewi [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]. Dîsa [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ], [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] û [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] û [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] her tişt li gor rêgehê şano tê ziman.Lewra dıxwezım mıjareke wek minak péşkeş bıkım,;Kalemérek Kurd xudané 7 (heft) xortan e.Xorté mezın bı karé cot dıke lé rojeké çend xort jı gundeké dın tén lı balé û bı ewanre şer dıke û seruçavén vi hur dıkın dıçın. Rojeke dın bırayé wi a bıçuk dıçe ber naxıré ew ji bı lév û pozé xwin dızıviri mal,rojeki dın bırayé heri pıçuk ji şeré dıjmın para xwe dısıtini û té mal bavé ewan heft xortan bı halé zarokén xwe gelek xemgin dıbe û ewan dıcıvini. heft daran (ço) dıde desté ewan û dıbéje ka hun her yek ew daré ku desté wedeye bışıkinin,heft xort darén ku jı destandane dışikinin.vé cara Kalemér heft daran dıde ser hev yek dıke û dıde desté lawé xwe yi mezın û jére dıbéje 'ka ewan heftdarén ku mın daye ser hev bışıkine) xort dıke nake dar nayén şıkandın.û kalemér dıkene û zarokén xwere dıbéje 'her wek ku hun heft bıra mina ewan daran yek bın tu kes nıkare zora we bıbe!) Balam tıştén halo dı nav kurdande gelekin û hemu ji mıjaré şano a tabii ne...
Baweriya kurdan a berê [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]. Bi zori bune misliman, û li gor hukmê mislimaniyê çêkirina resiman û taxlidkirina tiştan qedexe ye divê putperesti tête huliqandin, ew ji dijminê mislimaniyê ye. Di [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] de û pirtukên rumet de Kurd wek dijmin hatine qebulkirin û nalebarin. Ji ber ewan sedeman bi her awayi nehiştine ku kurd pêşkevin.


Bu mesaj en son " 06-01-2007 " tarihinde saat 03:45 PM itibariyle Numberone tarafından düzenlenmiştir....
Numberone is offline  
Eski 06-01-2007, 03:43 PM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Konum: arıyor...
Yaş: 23
Mesaj: 8,019
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 192000
Rep Puanı : 4625002
Rep Derecesi
Numberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond repute
Varsayılan


Hin leyîstikên şano a nivîsandin

Bi taybeti min dixwest lêkolineki dijwar di çerçeva zanistiyêde pêk binim u Şanoya Kurdi ji mirinê azad bikim. Mixabin her tişt li me hatiye tunekirin. Hin astengên din ji hene ew ji di wari zimanda nakokiyeki yektaye u mirov nikare ji navde derkeve. Welatê kurdan di nav çar dewletande hatiye parçekirin, kurdan gelek xebatên vêje yi afirandine lê bi zimani Erebi-tirki u farisi. Ji ber ewan sedemên giring Lêkolineki seranser em nikarin bikin. Divê ew berhemên ku ronakbirên Kurdan nivisandine ji erebî, ji tirkî, ji farisî bête qulibandin u bi zimanê zikmaki be. Kêmasiyeke din ji heye ew ji devokên ku bi soranî, bi zazakî, bi goranî têne nivisandin tev astengin. Yekitiya ziman ji pêwist e. Min gelek nivis u buyerên ku li ser Şano hatine afirandin ji zimanê Erebi u farisi qulupand Kurdi a latini. Divê ew baş bêne nasin u li ser ewan kokan bingeha şanoya kurdi nu ve bê huliqandinê.
Min nivisên Fadil Jaf ji berhevkir u ew çavkaniyên ku ev salix dide ser ewan rawestiyam. Ew her wek pisporê Şano Li Norveçê di kovara Nytt-oslo di sala 1986 ê de li ser şanoya kurdi nivisandiye u iddia dike ku 'Xebata Şano; di dawiya salên 1800ande u despêka salên 1900 ande ji Ewrupa hatiye Rojhilata Navîn. Ew iddiayeke ne zanyari ye u ne mümkine. Ji bo ku xebata şano xebateke çandiye demê ku Çanda neteweke, neteweyeke din bike bin bandura xwe divê bê ixraçkirin ji bo ixraçkirinê ji gelek sedemên Abori-civaki u siyasi hene. Ta demê ku netewê kurd derbazi jiyana civaki bu ye heya iro di bin bandura çend dewletande maye u hatiye metingehkirin bi her avayi bandura dagirgehkaran tesirê jiyana ewan kiriye disa ji mirov nikare ji ber xwe bêje ku tesira Ewrupa heye, ji ber ku Kurd di dirokêde neteweyeke kevnarin. Ew dayin u sitandina çandi bi rêça abori u bazirganiyê divê ango welatê ku ciranê hevin ji navhevde dijin dikarin bidin u bistinin. Herwek Kurd u tirkan-kurd u ereban-kurd u farisan. Gelek vekiri ye ew bi her avayi tesir li hev dikin.
1) Di sala 1919 ande Kurdeke navê xwe Abdul Rahmiye destana Memê Alan dike mijarê şano u dileyizi, rêgeha kevnar a yewnani xwere dike rêber. Di salên 1918-1919 anda li Istenbolê komela jinên kurd du listikên şano tinin holê (çavkani;Jin) mixabin ew çi listikin u bi çi rêgehi hatine afirandinê u mijarê ewan çiye nayê zanin. Di sala 1930'an de Kurdên ku Rusyayê perwerde bune li bajari Elegezê detemsilê Mem û Zîn dileyizin. Di sala 1931'an de Ereb Şemo listikeki bi navê (Koçekên derewin) amade dike u tê listikandin. Di sala 1934 ande Ehmedê Mirazî 'listikeke bi navê (Zemanê çuyî) dinivisini. Di sala 1946 ê de dema Komara Mahabatê de listikek bi navê 'dayîka Niştîman'tê afirandinê. Mirov dikare her wek Melodrameke politik bi nav bike.
Dîsa Niviskarê hemdem u nemir Musa Anter di sala 1959'an de berhemeke şano bi navê 'Brina reş' dinivisini (çavkani: Berbang). Di salên 1970 an virde li Rusyayê ronakbirên Kurd karê şano pêş dixinin u di wê demê gelek berhemên nu têne afirandin ewan yek bi yek rêz dikim; Beqelên têyrê elegezê-Ker u kulikê silemanyê-reva jinê-zevaca bê dil-sinko qiza xwe dide mêr u gelek berhemê din him li meydana listikê him ji wek Piyes (şirovekirin) di Radyoya Erîvanê de hatiye bi karanin. Di ewan salan niviskarên kurd gelek mijarên şano ya navnetevi ji qulibandine ser zimanê Kurdi wek berhemê Gogol 'hesêbgêr' wek berhemê Victor Hugo 'yên bêçare (belengaz)'. Di ewan salan li Silemanyeyê dibistana Huner tê avakirin u ji bo pêşde çuyina şano u listikvanan roleke mezın dıleyizi.Wek Emin mirza kerim; berhemén ku bı navé 'şoförzerrin' u 'qerar u dawi' dı afırini.Rejisoré bı nav u deng Refik çolak 'Molyer' é dıxe ser meydana listıké.U dısa jı bo Zarokan nıvıskaré şano Omer A.Rahim berheme ki bı navé 'Ked'dınıvisine u sımko Aziz wé berhemé şano dıke.(çavkani;Fadıl jaf;Kurdistan nztt.1986 rupel;44-45) Dısa dı salén 1970-1972 ande gelek mıjarén şano wek piyesén Radyoyé hatıne zıman.'eloyé newérek'xecé u ziyabend.. dısa ewan salan lı Kerkük é selman Faik (dayéké şehit'peşmerge kotayi-derbegi') bı ewan listıkan bı régeha rojava karé şano rahıştiye merhaleyeke bılınd..(çavkani:APN,press ajans X.Baran lı Swéd) Ronakbirén Kurd niqaşén dıjwar lédıkın seranser jı bo Şano! Mıxabın demé ku mirov bı hususén zanısti ewan niqaşan bınére hın iddiayén puç wır de naçe,lı gor bir u baweriya mın u tecrubeyén mın a emeli ew listık én ku jı méjve heya iro hatıne şanokırın; şıklé ewan a régehi,şıklé naveroké u armancé listık u xurtbuyina listıkvanan wari huner u naverokéde ne dı çerçeva huneré a rındbuyinade ye.Lı gor sékoşeya listık-listıkvan u temaşevanan tıxubén Şanoya Kurdi gelek teng e.jı bo ku Metingehkaran jiyana me a cıvaki bé zanyari,bé diroki u bé huner hıştıne u kambaxkırın e .jı ber ewan tehluke u sedemén giring ew listıkén ku jı méjve hatıne şanokırın bé rexnekırın u bé régeh u bé desthılati çé bune.İro em nızanın ku ew listık bı çı sazumana Şanogeh ,bı çı hacetan,cıl u coran. bı çı ronahi yé hatiye holé,naverok u estetik (cıvani) u şıkıl u bı taybeti listık-listıkvan u temaşekar lı gor sékoşe ya régeha şano çawa hatiye afırandıné..dı nav bist salén çuyi de cıvaté kurdan ketibu lı bın bandura ramaniya şohitiyé (tevgera sosyalizm u kominizmé) u dı ewan salan ew kovar u rojnameyén Kurdan u pırtukén ku hatıne çapkırın bı kerema xwe hemuyan temaşe bıkın ma tu nıvis hatiye lé kırın lı ser şano ango huner (ez qala nıvisén ku bı lé kolinan u dı wari régeha zanyaride hatıne afırandıné dıkım)tunın.lé gengeşiya ramani a siyasi lı ser ramaniya marx-lenin-mao u her weki dın gelekın.ma tu dıbé ev pıspor.én nemır u nav u deng bé çand u huner ın . daku kurdén me dı wari huner u çandi de nıkarın pesné ewanan bıdın!.Ew kevneşopiya gengeşiyé ya réxıstınén Kurdan her wek nakokiyeki mezın bu bela seré me u gelé kurd.u bist salén me yi zerin bedılhewa çu!jı bo ku sazumanén kurd yén siyasi her tışt lı gor mıjaré siyaseté u propagandayé (bangeşe) u bébername afırandın,;tevgera çini lı welatén serdest (kapitalist) dıbe.mıxabın Sazuman u Réxıstınén Kurdistani ew ramani xıstın dı nava cıka Kurdistan u lı gor hususén zanısti welaté kurdan bındeste u hatiye metinkırın u hacetén serdestiyi tunın u şunde maye..u tevgera çini lı kurdistané nayé meşandın jı bo me tevgera netewi dıvé...

__________________
Numberone is offline  
Eski 06-01-2007, 03:44 PM   #3 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Konum: arıyor...
Yaş: 23
Mesaj: 8,019
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 192000
Rep Puanı : 4625002
Rep Derecesi
Numberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond reputeNumberone has a reputation beyond repute
Varsayılan


ŞANOYA KURDİ A NETEWİ U HIN TéZ (Nıvis u lékolinén ku zanyari tén péşkéşkırın


Dewlwmendiya me yi ya netewi her wek dı çerçeva 'zanıstiya gel' de béte ditın u dıvé nu ve bé béjıng kırın u yén ku xebata çand u hunerde jirin lı ewan xwediderkevın u alikarbın ew mesuliyet ne karé şexısan e karé dezgehén sazumananın.Ew xabatanan bı léger u lékolinén cıvaknasi-diroki -erdkolin u bı şıklé jiyana ruhi té meydané.
Şano dı nav avahiya jorın de dı nav tevgera çini cih dıgıre u pévejoya dirokide dı bın hukımraniya desthılatan de jı bo meslehatén ewan hukımranan hatiye bı kar anin.xeyni wé réyén dı hın réyén azad de ji péşde çu ye.Lı gor gotınén bav u kalan ('dınya =gerdun= şanogeh ye u mirov ji listıkvanın té de dı leyizın')bı maneyeke dın şano;yén ku dıxwezın xwe u gelé xwe péşve bıbın,hin bıkın dıji bédadi u neheqiyé derkevın u dıji zordestiyé rawestın bı keda ewan kesan ava u jin dıbe.
Şano ya netewi danustandınén bı şexsi-herimi u cıvaki dı pévajoyéde bı lékolin u légerinén zanısti héja dıke u yekitaya armancé netewi xurt dıke.bı xwe zelalkırına buyerén çuyi u tégihıştına pévajoya nu mıjara şano ya netewiye.
lewra dıxwezım hın téz an réz bıkım.
a)Şanoya netewi féde dıde;jı bo yén ku dıxwezın kémasi u şaşıtiyén ku jiyana beré de çébune u sedemén evan derdıxınin holé u pé nérinén teze hin dıke.
b) bı qanunén ne wek hev a diroké wek çanda Dewlemendan 'burjuva' u çanda karkeran 'proleterya' nakokiyeke mezın e jı bo régeha çand u huner.dıvé réka huner u çanda mirov an béte vekırın.
c)Dı pévajoyé me de régehén şano yén ku hé jindarın dıvé bén taxlidkırın da ku réka şanoya péşerojé ve be.xebata şano bı nazariye yé beré neyé gırédandın, minak u model hemu bén cerıbandın da ku tékamula şano bıgır heya iro buye xwedi régehén ku téne zanin bı nuve u lı gor hususén netewi béte avakırın.
d)Hunermend ji karkereki bı ramanan e.jı bo péşketına cıvaki u mirovan dı wari huner u çand de bı keda xwe xebat dıke. bı cıvani jiyané dıguharini. bı raman u huner Şeré xırabiyé dıke..

__________________
Numberone is offline  
Eski 06-01-2007, 03:45 PM   #4 (permalink)
AKK
 
Giriş Tarihi: Sep 2006
Konum: ZAP
Mesaj: 1,994
Üye No: 25234
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 32942
Rep Puanı : 3293844
Rep Derecesi
AKK has a reputation beyond reputeAKK has a reputation beyond reputeAKK has a reputation beyond reputeAKK has a reputation beyond reputeAKK has a reputation beyond reputeAKK has a reputation beyond reputeAKK has a reputation beyond reputeAKK has a reputation beyond reputeAKK has a reputation beyond reputeAKK has a reputation beyond reputeAKK has a reputation beyond repute
Varsayılan


zor spas hevale heja...

xude zulme nede kesi! zulm-a tirk tev nede kesi...
yarab tu alikariye kurdabe.

spas hevale delal..

__________________
AKK is offline  
Eski 25-01-2007, 08:21 PM   #5 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Aug 2006
Konum: batman
Mesaj: 12
Üye No: 18088
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 0
Rep Puanı : 13
Rep Derecesi
rojev is on a distinguished road
Varsayılan


dive her tişt bi kurdi be şano sinema hwdd jiyanek kurdi

__________________
rojev is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Dîroka Zimanê Kurdî rojekanu Dirok 7 02-07-2007 08:05 AM
Edebiyata kurdî ya Nûdem Numberone Çandi Gişti 5 30-06-2007 10:41 AM
Giringîya Zimanê Kurdî: hevpeyîvîn bi Mele Ismet re Numberone Çiroken Kurdi 1 30-06-2007 10:21 AM
Rewşa romana kurdî sokrates Çandi Gişti 7 02-06-2007 10:57 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 10:28 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.