|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Dema ku mirov li dîroka Kurdan binêre û li ser jiyana Kurdan lêbikole rêç û şopên şanoyê di çarçova zanyarî de û di jiyana civakî de tune. Kurd wek neteweka bindest û dîl û bende, hezar salan di bin zor û zilma Ereb, Faris û (Tirkan) de mane. Her tiştên wan hatiye qedexe kirin, wek zimanê wan jî. Dewlemendiya serax û binax bi zordestî kuştin û koçewarkirin ji destê wan hatiye girtin. Tu caran nebûne xwediyê komareke azad.
Ew qaîdeyeke taybetiye li ser jiyana gelan di çerçova zanyarî de ku lêgerîn çêbibe bê mafê civakî, çandî, ramanî û olî durişmê wan nayê holê û serlêdana dîrokî jî pêwiste. Ew neteweyên ku di bin hukmê mêtingeran de ne, karakterên wan jî tê guhartin, her roja dibore ew ji xwe bixwe dûr dikevin. Dixwazim lewra gaziyê dîroka Kurdan bikim û li ser hinek kiretên ku têne zanîn rawestim. Kurdistan berî zayînê gelek ahînşahiyan ava dike lê ew Şahînşahiyên kurdan ji ber êrişên zordestan pûç dibin û bindest dibin û têne talankirin. Heta sedsala 19an êl û eşîrên kurdan û mirên kurdên kevneperest berxwedanên heremî dikin, dîsa jî nikarin xwe felad bikin. Cara yekemîn di sedsalên navîn de bi lihevhatina Qesr-i ŞîrînKurdistan di navbera Romî û Farisan de tête parve kirin. Piştre Kurdên welatparêz ji bo yekitî û rizgarbûna Kurdistanê jiyana xwe didin, lê mixabin di şerê dewlemendan yê yekemîn (şerê cîhanê yê yekemîn) de bi lihevhatina Lozanê Kurdistan di navbera tirk û ereb û farisan de careke din tête perçe kirin. Piştre gelek serhildanên netewî çêdibin. (1925serhildana Şêxsaid, 1920serhildana Koçgirî, 1927-1930serhildana Agirî, 1936-1938serhildana Dêrsimê, 1919serhildana Şêxmahmud, 1931-1945serhildana Barzaniyan, 1946 serhildana Qazi Mihemed û heta îro şerê kurdan û yê xêrnexwezan dom dike bi taybeti jî şerê birakujî!) Kurd û şano Jiyana kurdan, durişmê kurdan rabun runiştin serpêhatiyên ewan ew buyerên ku têne zanin û hatine nivisandin ew buyerên ku bi şirove û klaman û destanan tê ziman şiklê kuştina ewan bi xwe şewata dile û Trajediyeke mezin, ew neheqiyê ku li kurdan hatiye kirin Reşik nikarin di xemda xwede bibinin. Dujminên kurdan ne mina dijminên Reşikan a hindiyan a gelên bindest ên dinin,İngiliz dewlemend bun ketin Hindistanê keda ewan xwerin lê çand-huner û zimanê ewan qedexe nekirin. Zordesti li ser baweriya ewan a oli nekirin. Tirk û ereb û fariz ne wisa ne nijadperest û kevneperestin. Bi zordesti kurd kirin misliman û zimanê erebi farisi û tirki alimandin. Yên ku qebul nekirin kuştin serê ewan jêkirin,bi zindi xistin nava agir gelek tade lê kirin ku kurbuyinê tunebikin. Di wî warî de serketin. Hemu ew serpêhatiya kurdan li gor bir baweriya min mijarê şano ye. Kurd û Şano gelek li hev dişibin. Ez dikarim wekiri bêjim Şano di wari mijaran û buyerande bêyi kurdan nabe! İddia dikim; Jiyan û buyerên kurdan hacetên şano yê taybeti ne. ew durişm bi nuve xwe bi xwe jindariya şano ye. Gelek hususên din ji hene şiroveyên kurdan bi taxlidkirinên heywanan /fabil/tê holê. Gelek destanên mede wek Mem û Zîn, Ferhad û Şirin, Siyabend û Xecê û cejnê netewi Newroz. Dîsa lîstikên gel, folklor û reqs û muzik her tişt li gor rêgehê şano tê ziman.Lewra dıxwezım mıjareke wek minak péşkeş bıkım,;Kalemérek Kurd xudané 7 (heft) xortan e.Xorté mezın bı karé cot dıke lé rojeké çend xort jı gundeké dın tén lı balé û bı ewanre şer dıke û seruçavén vi hur dıkın dıçın. Rojeke dın bırayé wi a bıçuk dıçe ber naxıré ew ji bı lév û pozé xwin dızıviri mal,rojeki dın bırayé heri pıçuk ji şeré dıjmın para xwe dısıtini û té mal bavé ewan heft xortan bı halé zarokén xwe gelek xemgin dıbe û ewan dıcıvini. heft daran (ço) dıde desté ewan û dıbéje ka hun her yek ew daré ku desté wedeye bışıkinin,heft xort darén ku jı destandane dışikinin.vé cara Kalemér heft daran dıde ser hev yek dıke û dıde desté lawé xwe yi mezın û jére dıbéje 'ka ewan heftdarén ku mın daye ser hev bışıkine) xort dıke nake dar nayén şıkandın.û kalemér dıkene û zarokén xwere dıbéje 'her wek ku hun heft bıra mina ewan daran yek bın tu kes nıkare zora we bıbe!) Balam tıştén halo dı nav kurdande gelekin û hemu ji mıjaré şano a tabii ne... Baweriya kurdan a berê Zerduştiye. Bi zori bune misliman, û li gor hukmê mislimaniyê çêkirina resiman û taxlidkirina tiştan qedexe ye divê putperesti tête huliqandin, ew ji dijminê mislimaniyê ye. Di Quranê de û pirtukên rumet de Kurd wek dijmin hatine qebulkirin û nalebarin. Ji ber ewan sedeman bi her awayi nehiştine ku kurd pêşkevin |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Edebiyata kurdî ya Nûdem | rêwî | Çandi Gişti | 8 | 15-04-2010 10:21 AM |
| Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî pêk hat | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 3 | 30-06-2007 09:54 AM |
| Giringîya Zimanê Kurdî: hevpeyîvîn bi Mele Ismet re | rêwî | Çiroken Kurdi | 1 | 30-06-2007 09:21 AM |
| Rewşa romana kurdî | sokrates | Çandi Gişti | 7 | 02-06-2007 09:57 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.