|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Nivîskar- Hûseyîn Umaysiz
Dramaturgî û Lîstin- Þanoya Hêvîya girêdayî Navenda Çanda Mezopatamya (NÇM) ya Þaxê Izmîr Qêrînên Bêdeng-Em Bîr Nakin Helebçe (Mûzîk heye. Pêþmerge li ber dikê bi arikariya tifinga xwe razaye. Xewnek xerab dibîne.Her ku mûzîk bilind dibe nalînên pêþmerge jî zedetir dibin. Qêrînek davêje û dikeve erdê. Ji xewa xerab þîyar dibe. Li bavê xwe digere) Pêþmerge- Bavo! Bavo! Tu kes tune ye, tu kes…Çimkî ez mirî me. Ev çend sal in ez li bavê xwe digerim. Li hemî deran yek bi yek geriyam, lêbelê min nedît. Halbukî dema ez mirim, tim û daîm ez wî difikirîm. Min digot ew li hêviya min e. Min digot ew bi kincên pêþmergeyan, rûken û bi sebra Kurdan li benda min e. Çend caran bi vî þiklî hat xewna min. Lê min wî nedît. Tu kes tune ne û kes bavê min nasneke. Gelo dinî jî niha wisa ye? Tu kes tune ne. Hih! Ji bîr kirine. (Hin tiþtan tîne bîra xwe) Na, na, belkî jî ji bir nekerine. Çawa ku min bavê xwe jibîr nekiriye, çawa ku bavê min mezinê xwe yên berê jibîr nekeribû, ji bu ku birîna mehkem bipêçin. (Westiyaye) Lê tu kes tune ne. Tu kes! (Lîstikvanên din di nav temaþevanan de cîhê xwe girtine. Stranek bê peyv dibêjîn, weke dinalin. Nalîn hêdî hêdî bilind dibe. Pêþmerge bi tirs ber bi temaþevanan direve. Bavan yek bi yek bi peyvan êrîþ dikin ser pêþmerge) Pêþmerge- Ew kî ye li wir? Tu kî ye? Bav 1- Bêkes, tu yî? Pêþmerge- Ez im bavo. Bavo, ez im, kurê te… Bav 1- Ez pir li benda te mam, lawo! Bi salan li benda te mam. Erd sar bû. Pêþmerge- Bavo, min jî hilde cem xwe! Bav 2- Nabe lawo, nabe! Em di þînê de ne. heta ku em mafê xwe bistînin, wê bidome. Ev der pir sar e. Pêþmerge- Bavo, min li ber xwe da. Heta dawiyê min li ber xwe da. Bav 3- Ji wan ra bêje, lawo! Ji wan ra bêje. Hayê me tim ji wan heye. Bêje, bila mafê me bistînin. (Hemî bi hev re dibêjin) Bêje bila mafê me bistînin! Pêþmerge- Ew jî bi êþ in, bi jan in, bavo! Tekoþînê dikin. Bav 4- Ewqas ne bes e, lawo! Bila serhildanên wan bi bingeh bin. Bila þervanên xwe bi tenê nehêlin. Ya na, ez heqê xwe li wan helal nakim. Pêþmerge- Bavo! Dengê min tenê têrê nake. Devekî min tenê heye. Bav 5- Ewê bibihîsin lawo! Weke her gelê bindest. Ewê jî bibihîsin. Ji wan ra bêje, bila me jibîr nekin. Heke ku me jibîr bikin wê pêþêroja xwe û hêviya xwe jî jibîr bikin. Bav 1- Bila me jibîr nekin. Heke ku jibîr bikin wê zarokê xwe ji jibîr bikin. Bav 5- Niha here û ji wan ra bêje. Yê ku dizanin, ji wan jî qenc hîn bibe. Pêþmerge- Bavo min tenê nehêle. (Hemî bi hev re dibêjin û cîh li pêþmerge teng dikin. Peyvên wan him ji bo pêþmerge ye û him jî ji bo temaþevana ye) Niha here rewþa me ji wan ra bêje. Rewþa me bîne zimên. Me ji wan ra bibêje. (Dengê lîstikvanan her ku diçe bilind dibe, pêþmerge çareser dibe, biçuk dibe, xwe paþ ve dikþîne. Lîstikvan zedetir êriþ dikin ser wî) Pêþmerge- Bavooooo! (Lîstikvan paþ dikê disekinin, pêþmerge bi tena xwe dileyzi) Pêþmerge- Min pir jan kiþandiye bavo! Kurd çi kirin ku evan janan dikþinin? (Temaþevanan dibîne) Ma hûn jî li vir bûn. (Bi coþ û heyecan) Wan…We wan dît, ne? We gotinên wan bihîst, ne? We wan dît? We nedît? (Ji temaþevanan ra) Hûn bi min bawer nabin? Hûn nabînin, wa li wira ne… (Bi nêrînek famkirî) Min fam kir. Hûn bi min ra dileyizin. Qey hûn lîstikê dixwazin? Dibe, eger hûn lîstikê dixwazin, emê bilîzin. Em bihesibînin ewan tune ne. Ew xewn in. Hela bê çi gotibûn? “Ji wan ra bêje, careke din bêje.” Ezê xwe ragirim û ji we ra bibêjim. Helebçe…Mirina bê deng…Her tiþt di þanzdê (16) Adarê di sala hezar neh sed heyþtê û heyþtan (1988) da dest pê nekir. Tenê navê wî û cihê wî cuda bû. Lê belê min Helebçe tenê dît. Emrê min biçuk bû. Ji ber vê yekê Helebçe tenê tê bîra min û qatliyamên ku bavê min ji min re gotibû. Ezê ji we ra serpêhatiya xwe û bavê xwe bibêjim. Dîrok! Dîroka Kurd û Kurdistanê! (Serê xwe radike û li temaþevanan dinêre) Sala hezar neh sed heftê (1970). Seddam serok e. Piþtgiriya gel jê ra nemaye. Ji bo wê yekê, bû weke gurekî har û birîndar. Wek faþîstan, teoriya irqê mezin avête meydanê. Ewî digot Irqê Necîp, ango Irqê Mezin û Bilind. Ji ber vê yekê ji nêzîkaya xwe da dest pê kir. Yanê ji me Kurdan. Ewê din jî, ji bo îslama îranê ji Seddam ra arîkarî kirin. Emperyalîstên Rojava, Ereban, Komara Sovyetê û dostê Iraqê yê herî mezin Komara Tirkîyê tev de ji Seddam ra arikarî kirin. Bi hêza zalîmiya xwe êrîþ kirin. Ev tim tên bîra bavê min. Ji ber ku ew pêþî min pêþmerge bû. Him jî pêþmergekî mêrxas û egît bû. Zaxo, Amediyê, Rewandûz û Qeladiza, ew qetla ku li wan deran hatibû kirin, wî tu car jibîr nedikir. |
|||||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Wan salên xopan û wêran rihê bavê min jî sitendin.
Çiqas xortên egît, pêþmergên bi dergistî mirin…Çiqas zarokên virnî hatin kuþtin. Bavê min qala xayinê ku ji dijmin ra bibûn cahþ dikir. Ew zarok û xwendekarên li dibistanê da ders didîtin, bi bombê teyaran bibûn xwelî. Wek Helebçê kenê wan nîvco mabûn. Lê belê, weke min berê gotibû, hemî tiþtî li Helebçê dest pê nekir. Bavê min digot, sala hezar neh sed heftê û pêncan (1975) de Kurd tenê mabûn. Ji ber ku dijmin û xayinan çavê gel tirsandibûn. Lê belê gelek pêþmergeyan ji bo ku nekevin destê dijmin, li serê çiyan tevî çek û rextên xwe, xwe davêtin jêrê. Bavê min ji yek ji wan bû. Bavê min digot: “Axxxx berzanî, axxx Berzanî…Dawiya gotina wî nedihat. An jî nayê bîra min. Di wan rojan de jî wek rojên îro jiyana Kurdan tim jan, þîn-girîn, koçberî û serhildan bû. (Ji paþ ve deng tên. Lîstikvan xwe amade dikin ji bo sehneya Newrozê) Kedera Kurdan ne ev e. Helebçe, mirina bê deng. Dîsa mirin ketibû kêmînê. Em li çiya bûn. Li çiyayê ku bavê me lê diman. Malbatên me jî, li Suleymaniyê, Zicîrê, Hewreman, Surev û li Balamandê bûn. Em li çiyê bûn, çavê me li paþ me bû. Bihar hatibû. Gel giþ dest bi amade kirina cejna Newrozê kiribû. Bihar dihat Helebçê, bihar dihat. (Lîstikvan ji bo sehneya Newrozê xwe amade kirine. Li aliyekî mêr çapê dikin, li aliyekî jin nan û dew çêdikin. Pêþmerge vedigere, li sehnê dinêre) Pêþmerge- Bihar hat Helebçê! (Demekî pêþmerge li lîstikvanan, lîstikvan jî bi avayekî mat mayî li pêþmerge dinêrin. Pêþmerge vedigere temaþevanan) Pêþmerge- Kûlîlk vedibûn, ew kûlîlk li tu derê dinyê venedibûn. Pîreka 1- Newroz tê, straneke bi kêf bibêje, em jî lê guhdarî bikin. Pîreka 2- Ez lê dinêrim, ku tu pir bi kêf î. Ev kêfa te ji bo cejnê ye an ji bo zorakê di zikê te da ye? Pîreka 1- (Fêdî dike) Yekî nûjen wê têkeve nav me, ewê me mezin bike, me bi rûmet bike. Pîreka 2- Zilamê te wê kengî bizîvire ji deþtê? Pîreka 1- Ewê îro zû vegere. Pîreka 2- Baþ e, baþ e. Dema zoraka te jî pir nemaye. Pîreka 1- De dev ji peyvê berde lê, ji me ra stranekê bêje. Pîreka 2- Tu bibêje, ezê ji te ra bibêjim. Em bibêjin ku bira guhê zilamên me biçinge. (Pîrek strana Ziravê dibêjin, zilam jî cîhên dîsgotinê dibêjin, vedigerînin ewan) (Pîreka yekemin (1) bi hemle ye. Bi eþê dikeve. Tê pêþya dikê. Dû jin arîkariya wê dikin. Pîrekek din jî, diçe nûçeyê dide zilaman. Mêrê wê dilxweþ dibe ê din jî wî pîroz dikin. Tev tên ba pîrekan. Pîrek wan ji wir dûr dixin. Zilam dest bi dîlanê dikin. Pîrekek jî dikeve dîlanê) (Keþmer, ji heta destpêka sehneya Newrozê de li ser dikê de ye. Hawê lîstikvanên li ser dikê dike. Dema ku êþên jina bi hemle dest pê dike û zilam kêfxweþ dibin û dest bi dîlanê dikin, keþmer ditirse û dibe teyare û tê ser dikê) (Keþmer bi kincek xwe dike teyare û bi lîstikvanan tekoþînek dike, dawiyê arvan davêje ser lîstikvanan û lîstikvan dimirin. Wê demê rêdana slaytên li ser qatlîama Helebçe dest pê dike. Di vê rêdana slaytê de mûzîkek bê pevy û xemgînî heye) (Dema ku rêdana slaytê xelas dibe, keþmer mirovên mirî yek bi yek dide hev û wan davêje ser hev. Bi melkis her derê mal dide. Keþmer tê ber dike, li temaþevanan dinêre û dest bi nûçeyan dike) Spîker- Ýyi akþamlar sayin seyirciler. Þimdi haberler. Elimize geçen bir haberi sizlere duyuruyoruz. 16 Mart 1988 tarihinde Halepçe’de insanlar (1) öldürülmemiþtir. (Lîstikvan pev re dibêjîn) Lîstikvan- Derew! Spîker- Halepçe diye bir yer yoktur. Lîstikvan- Derew! Spîker- Öldürülenler kadýnlar, çocuklar, savunmasýz insanlar deðildir. Lîstikvan- Derew! Spîker- Bu iþte hardal gazý, yani kimyasal silah kullanýlmamýþtýr. Lîstikvan- Derew! Spîker- Olay üzerine dünyanýn dörüt bir yanýnda insanlar gösteri yapmýþ, aydýnlar kaleme kaðýda sarýlmýþ, yazýlar yazmýþ, bu durumu kýnamýþ… Lîstikvan- Derew! Spîker- Bu durumu kýnamýþ-lar mýdýr? (Quna xwe rê dide) Spîker- Kýna yakmýþlardýr. Hepinize iyi seyirler. Ýyi katliamlar! (Devê xwe digere) (Koma miriyan belav dibe. Pêþmerge tê ber dikê) Pêþmerge- Dinya ker, kor û lal e. Kesî mirina me nedît, nebihîst, weke ku tu tiþt nebûya xwarin, vexwarin, karê xwe kirin, ji zarokê xwe re þa bûn û jina xwe himbez kirin. Koç dest pê kir. Min xwe winda kiribû. Tiþtek dibûn min fam nedikirin. Em diçûn kî derê? Malbata min çima miri bûn? Ez jî tevî koçê dimeþiyam. Em meþiyane sînor. Meþiyan, meþiyan, meþiyan. Li peymê Seddam û celladên wi, li pêþyame TC. (Pêþmerge, li ser dikê cîhê xwe digire. Hewa sar bû, mirov ber xwe didan ku xwe germ bikin. Jinek ku di himbêza wê de zarê wê heye dinale. Serma pir dijwar e. Pêþmerge bi mirovan ra mijûl dibe. Derdê wan, daxwazên wan gohdarî dike) Pirek 1- Bêkes zarok nexweþ e. Bêkes lawê min serma dike. Wê bimre. Pêþmerge- Remo hela rabe cilê xwe bide. Remo rabe vî zarokî serma dike û nexweþ e. Remo- Here lo! Ji xwe paltokî min heye. Ewî jî ku bidim ezê ji serma bimrim. Pêþmerge- Hamo hela tu rabe. Tu rabe. Hamo- Çi, çi ye? Tu çi dixwazî? Pêþmerge- Zarok nexweþ e, serma dike. Pîrek 1- Nexweþ e, nexweþ e. Lawê min nexweþ e. (Hamo, paltoya xwe dide. Pêþmerge, palto davêje ser zarok) Pêþmerge- Wî bihejîne. Nehêle bila razê. Heke razê wê bimre. Bihêjîne, kilke! Pîrek 1- Zaroka min, dergûþa min birçî ye. Pêþmerge- Welleh nan tunu ye. Pîrek 1- Bi Remo re heye. Dema ku wî dixwar min dît. Remo- Li cem min nan tune ye. Pîrek 1- Min dît. Di paxla wî da bû. Dema ku dixwar min dît. Remo- Min ji wera got tine ye. Ku hebe ji hûnê çi bikin? Hîn rêyka dirêj li pêþya me ye. (Pêþmerge, dev jê ber dide ku nanê bigre) Pêþmerge- Zarokê bihejîne, ku nehejînê wê bimre. (Diçe cîhê xwe) Zarok- Dayê birçî me. Dayik- Xwe ragire, berxwebide lawo, hela em ji vê cehenemê xilasbin. Zarok- Dayê sînorê cehnemê li kî derê xilas dibe. Remo- Di qula çavê te de xilas dibe. Huþ be! Huþ be emê razên. Dayik- Berxwe bide lawo hindik ma. Zarok- Bavê min li ku ye dayê? Remo- Ker be lo. Ker be, ku em hinkî rehet bin. Hamo- Çiye ev rewþa me? Di jiyana min da tucar serê min evqas neketî bû erdê. Ez evqas neketî bûm. Tu li vî halê me binêre. Zarok- Dayê birçî me. Remo- Ji qîza xwe re bibêje bila berxwe bide. Waye Seddam li pey me te. Em nikarin li hêviya wî bimînin. (Jin, li Remo dinêre) Pêþmerge- Ma li pêþya me kî heye? Remo- Tirkî, Tirkî. Em ku gihîþtine xeta Tirkî temam e. Tirkî wê li me xwedî derkeve. (Bi dizî nan dixwe) Pêþmerge- Ji bo çi wê li me xwedî derkeve? Yen li birayên meyên li wir dike ma tu nizanî? Remo- Wê li me binêre. Emerîka û Tirkî baþ e, baþ.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Pêþmerge, çeka xwe pakij dike. Remo, çeka wî dibîne)
Remo- Lawo ev çi ye? Pêþmerge- Çeka min. Ma a te tune ye? Remo- Dema ku em li rê da dihatin min avêt nav dar û deviyan. Heke hîþê te heye, tu jî bavêje. An na serê te wê tekeve belê. Pêþmerge- Ez nikarim bê çek derkevim hemberî dijminê xwe. Remo- Heke ku wisa ye ma tu çima ji ber dijminekî direvi ba dijmineki din? Hela bêje hela! (Peþmergê serê xwe davêje erdê) Remo- Ser da hatiye pesnê xwe dide. Kurê bênamusa. Pêþmerge- Tu çi dibêjî kuro? Kes nikare qala bavê min bike. (Pêþmerge, Remo daf dide. Jin ditirsin) Remo- Tu çima li min dixwe lawo? (Remo, Pêþmerge, daf dide) Remo- Sa kurê sa! Kuçik bav! Ç (Pêþmerge, çeka xwe nîþanî Remo dide ku wî bikuje. Remo, ditirse, jinek qerînek dike. Her kes mat mayî disekinin û li jin dinêrin) Pêþmerge- Çi bû? Pîrek- Raza, dergûþa min raza…Mir! (Pêþmerge, bi hêdîka serê xwe davêje jêr. Li temaþevanan vedigere) Pêþmerge- Ez êdî nikarim dawiya wê bêjim. Em dîsa meþiyan ber ve xettê. Em gihîþtin xettê. Ne nanê me hebû, ne þewata me. Em tev de zarok bûn. Ewê ku digotin xet…Ew xet ku welatê me çar perçê dikir. Ma min nedît key? (Keþmer, tê ser dikê. Di destê wî de xwarin heye) Qeþmer- Açýlýn…açýlýn…Sýraya girin. Size sýraya girin dedim. (Ji tûrika xwe nan û çîkolata derdixe) Bu gördüðünüz çikolatalar dostumuz Ýngiltere’den. (Çîkolatayan davêje) Kapýþmayýn, kapýþmayýn. Tavuklar gibi kapýþmayýn. (Hawê mirîþkan dike. Ji tûrika xwe benîþt derdixe) Bu gördüðünüz sakýzlar Kürt anasý Fransa’dan. (Dawiyê nan derdixe) Ekmek ister misiniz? (Piçikek nan davêje) Aranýzda silahlý peþmergeler varmýþ. Eðer onlarý teslim ederseniz size çok ekmek veririz. Anladýnýz mý? Hamo- Çi dibêje? Remo- Dibêje di nav we da pêþmergeyên bi çek hene. (Li Bêkes dinêre) Jin 1- Qîza min birçî ye. Qeþmer- Evet anlayan biri çýktý. (Nan dide wê û diçe) Remo- Sa kurê sa! Rojekê di destê min ke ve ezê nîþanî wî bidim. Pînkê li ser çavê wî xînim. (Piþtî qeþmer diçe ji paþ wî ra dibêje) Pêþmerge- De huþ be huþ! Tu ji bo çi li pê wî dipeyive? Remo- Çi bû ye? Bila were ezê li rûyê wî jî bibêjim. Jin 1- Huþ bin…Dev ji peyvê berdin. Emê xwarinê bixwin. Pêþmerge- Ma emê çi bixwin. Nanê kartî, qonserva kevn. Jilêta ko… Jin 1- De dîsa þikûr bikin. Nanê me heye. Remo- Kûçik lawê kûçik. Ezê pînkî li sêrê wî xînim. Pêþmerge- De huþ be, huþ. Wê rojê ji bo nanekê zêde te ji wî ra kûçiktî dikir. Remo- Belê! Te rast dîtî ye. Min kûçiktî kir. Lê min ji bo çi kûçiktî kir? Ji bo van zarokana, ji bo jinan. Jin 2- De bêhna xwe teng neke mêrxasê min. Hela em vegerin welat… (Ji Bêkes ra dibêje) Remo- Welat? Na ez venagerim welat. Li vir nan heye, çîkolata heye, benîþt heye. Li welat çi heye? Ez venagerim welat. Pêþmerge- Ma welat hiþtine? Jin 2- Bilabe. Ez bimrim jî, dixwazim li welatê xwe bimrim. (Pêþmerge, radibe ser piya û ji wan vediqete) Jin 1- Ma tu nan naxwî? Pêþmerge- Na ez ne birçî me. Dixwazim bîskê bigerim. Remo- Tu ne birçî yî ne? Qey te carek din nan bibînî? Tiþtên ku tên serê me giþ bela wî ye. Jin 2- Tu çi dibêjî? Remo- Ma ne wisa ye? Em ji birçîna bimrin? Jin 2- Wisa nebêjî! Ma çi sûcê wî heye? Remo- îcar çi sûcê wî heye. Çekê wî heye, çekê wî. Jin 1- Belê Remo rast dibêje. Em wî bidin dest. Jin 2- Huþ be huþ. Carek din wisa nepeyive! Remo- Çeka wî heye. Emê wî bidin dest. Wê nan bidin me. Nan! Jin 1- Remo rast dibêje. Em wî bidin dest. Wê nan bidin me. Zarokên me jî birçî ne. Jin 2- Zarokê te bi xwîna wî merxasî bijîn bila qet nejîn çêtire. e Remo- Binêre…hela. Ezê te jî bidim dest. Ji bo arîkariya wî. (Remo, ji bo ku lîstikvana rake ser piya êrîþî wan dike. Bi jina dûwemîn þer dike û wê jî radike ser piya) Jin 2- De here lo… Pêþmerge- Bavo tu li ku ye? Te baþ kir. Te baþ kir. Te….li ber mirinê netewand. Her tiþtên min ji min stendin. Hew þerefa min ma. Ew jî hêdî hêdî kêm dibe. (Kesên li ser dikê ber bi pêþmerge tên. Pêþmerge bi wan dihese) Pêþmerge- Çi bû? Lîstikvan- Ne tiþtek! (Dik tarî dibe, dengê tek û reka wan tê, ango pêþmerge digirin. Tîrêj vedibe. Rewþa dikê weke rewþa destpêka lîstikê ye) (Di vê sehnê de pêþmerge, bi gelemperî bi temaþevanan mijûl dibe. “Hûn ji bo çi napeyivin? De bipeyivin. Bibêjin ku me wan ji bîr nekir.”
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Hîroþîma Li Halebçe | berxwedan | Dirok | 1 | 17-01-2007 08:12 AM |
| DÝlana Bêdeng...!!!! | ArzeN | Çiroken Kurdi | 6 | 29-11-2006 11:11 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.