Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Þano (Tiyatro)

Kayýt Ol SSS
Eski 08-12-2006, 06:06 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: Shivanistan
Yaþ: 26
Mesaj: 4,941
Üye No: 47
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 384000
Rep Puaný : 26641108
Rep Derecesi
achar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond repute
Varsayýlan Dewrêþê Evdî


DEWRÊÞÊ EVDÎ
NIVÎS Û LÎSTIN: ÞANOYA HÊVÎ

SEHNA I.


Mûzîk.
(Li ser sehnê Derwêþ, Edûl, Elî, Sedun, Bozan bi awayekî mirî sekinî ne. Pêþkeþvan (Evdî) jî xwe li miritiyê daniye. Piþtî demek dirêj.)


Evdî:We got qey ez jî mirîme ne? Na!.. na! ez ne mirîme. Ez þahîdê evîneke nîvcomayî me...

Li vê axê þerê evînê jî di kemîna îxanetê de nîvco dimîne. Di her evînê de þer û di her þerî de jî evînek heye. Her evîn li paþ xwe þopekê dihêle bo rêviyên evînê. Tenê ew þop wê dinase, hew ew rêwiyên evînê agahdar dike. Hew ew þop dibe þahîdên evînên nîvcomayî...Jiyana nîvcomayî, emrê netêrkirî, mirina ciwanî...(Dizîvire Derwêþ û Edûl) Mirina Derwêþ, Edûl û evîneke nîvcomayî!...
(Ber bi Derwêþ ve diçe. Ji Derwêþ re)
Tu gihiþtî!...Tu gihiþtî lo siwarooo!
Axa sar tu carî nikare laþê sincirî sar bike!...Tu carî nikare!...
(Ji temaþevanan re)
Roniya herdu çavê min, sebra ber dilê min, lawê min bû Derwêþ!
Û evîndara wî Edûl’ê. Bê siudê, bê mirazê, bext reþê Edûl’ê!...
Edûl jî weke Derwêþ bû goriyê kemîna evîneke bê mecal...
Û karwanên siwarên Derwêþ. Elî, Sadun, Bozan....
Ez þahîdê Elî, Bozan, Sadun im. Ez, þahîdê evîna Derwêþ û Edûl im. Ez, niqutek ji destana wan im...
Tenê xwêdana, di rêça evînê de hatiye rijandin xwedî þop e. Tenê ew paqij e, tenê ew bedew e, tenê ew bêguman e... Di her evîna paqij de kelemek heye.
(Zor T. Paþa derdikeve ser sehnê)
Zor Temîr Paþa; kelemê li ber evînê. Zor Temîr Paþa; serokê eþîreta Kîkan -Mîlan û bavê Edûlê...
(Dîzivire Derwêþ û Edûl)
Ji bo em evîna Derwêþ û Edûl binasin divê em herin paþerojê. Wê demê ne Edûl hebû, ne jî Derwêþ. Ez cotkar bûm li ser axa Zor Temîr Paþa. Ez, ciwanibûm û þervenakî jêhatî bûm. Eþîreta Kîkan û Gêsan; dijminê hevûdû yê herî mizin bûn. Þerekî mezin di navbera Kîkan û Gêsan de derketi bû...
(Rîtîmek gerîlîm destpê dike. Nobedarek tê, li der dor dinere, li Zor T. Paþa dinere û dirdikeve. Rîtim diguhere. Eþîreta Gêsan dikeve sahnê. Rîtim diguhere. Eþîreta Kîkan-Mîlan dikeve sehnê. Gerîlim. Þer dest pê dike. Zor T. Paþa li þer dinere. Hindikmaye ku Gêsan bi serkevin)

Paþa : Þan û þerefa eþîreta me ket bin nigê Gêsan Evdî!... Eger tu vî þerê qebul bikî, ezê têra te ax bidim te...
(Þer dest pê dike. Kîkan-Mîlan bi ser dikevin. Hemû þervan dicemidin. Evdî dibe pêþkeþvan)
Evdî :Piþtî sê roj û sê þevan em di vî þerî bêhempa de, em bi hêzeke mezin bi ser ketin....

achar is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 08-12-2006, 06:07 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: Shivanistan
Yaþ: 26
Mesaj: 4,941
Üye No: 47
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 384000
Rep Puaný : 26641108
Rep Derecesi
achar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond repute
Varsayýlan


SEHNA III.


Paþa :Ooo! Mêrxasên paþayên xwe!
(Evdî ji pêþkeþvaniyê derdikeve. Dikeve nav þervanan)
Þervanên eþîrate me. We namûsa xwe û axa xwe ji xayinan, ji dijminan, ji Gêsan xelas kir. Êdî hûn bûn lêheng û di nav dilê paþayên xwe de wek gûlekê bûþkivîn. Eferim ji we re!... Eferim!...
Þervan1.:Ma li hember mezinî û bilindiya we, þervaniya me çi dimîne paþayê men î mezin! Me, hêza xwe ji wê qudreta we ya mezin girt. Ew hêz da me, ew me bi ser xist paþayê me!...
Þervanê 2: (Evdî nîþan dide)
Ne ji Evdî bûya kî dizane;belkî em ewqas bi hêz bi ser nediketin. Pir hindik mabû em têk biçin!... Tam di wî wextî de Evdî gihaþt hewara me û me ji wan zaliman xelas kir...
Þervanê 1.:(Bi dilþopînek)
Wek bablîsokekê gihaþt hewara me û bi wî þûrê xwe yê tûj, di her derpkê de çûruskên êgir dipekand...Hey ez çi bibînim paþayê me, dijminê me di nava gola xwînê de man e...

Paþa :Mêrxasê ber dilê paþayê xwe! Eferim Evdî. Min wê mêrxasiya te ji berê fem kiri bû. Tû bawer bike, min jî ji te ev hêvî dikir. Min dizani bû tû yê bi wê cengaweriya xwe, xwe wek pilingekî bavêjî ser wan xayinan û wan perçe perçe bikî. Evdî, tû di nav eþîreta xwe de cihekî cuda digrî, tû bawer bike wê xwedê jî cihê te bike baxçê Îremê. Çimkî te gelê xwe, axa xwe û berî her tiþtî namûsa xwe serfiraz kir...
(Ji hemûyan re)
Hûn, hemû aniha ji þerekî gelek mezin û mihûm derketin. Ev þer ji bo eþîreta me pir mihûme. Hûn di vî þerê mihûm de þervanên mihûm in. Ewê paþayê we jî, mûkafata we bide we û we pîroz bike.

(Xulam tê. Bi kîsîkan zêr dide wan. Yek bi yek diçin piyê paþa maç dikin. Derdikevin. Xulam tê cem Evdî. Evdî li xulam dinere. Paþa li Evdî dinere. Xulam derdikeve)

Paþa :Çi bû Evdî? Qey tû bi van zêran qayil nebû.
(Evdî dizîvire.)
Hiii! min fem kir, çavê te li axê ye. (Bê dengî)
Demek tû li axê digerî. Axake bê paþa; wek rezekê bê xwedi ye. Ma tû yê çi bikî ji axeke bê paþa? Him tû min nafikirî Evdî. Tû, wê gotina axê ji bîr bike, ez jî mêrxasî û egîtiya te ji bîr nekim. Ezê, dengê te li dinyayê belav bikim. Ez bawer dikim tû min fem dikî ne wilo?... Mêrxasiya mirov, ji aqlê mirov tê. Vê gotinê tu carê ji bîr neke Evdî...
Evdî :Lê soz paþyê min! Soza mêrxasiyê li ku dimîne?
(Paþa li çavê wî dinere. Serê xwe dizîvirîne)
Te ji bo axê xwest ez þer bikim. Min jî ji bo axê þer qebul kir.Lê tû niha li ser soza xwe, li ser gotina xwe nasekinî. Min, nedît û nebihîst. Lê tû serokê eþîreta Kîkan û Mîlanî vê yekê tê çawa qebul bikî paþayê min!...Yê ku navê egîdî û mêrxasiyê li min kir tû yî? Niha jî tû ji min egîdî û mêrxasiya min dixwazî paþayê min...
Paþa :( Bi xeyt Temam....Temam!
(Bi nermî)
Tû aniha here Evdî, emê bifikirin. Emê çareyeke wê bibînin...
(Evdî derdikeve. Paþa bi tenê dimîne. Difikire. Xençera xwe derdixe. Xençera xwe dixiyê. Bangî xulam dike. Xulam tê)
Paþa :Aniha here û ecele bike. Evdî ji vî gundî biqewrîne...
(Xulam dike gi derkeve )
ha! Bila hayê tû kesî jê tûne be.
(Xûlam derdikeve)
Bila bê deng û bi dizî be.

__________________
achar is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 08-12-2006, 06:08 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: Shivanistan
Yaþ: 26
Mesaj: 4,941
Üye No: 47
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 384000
Rep Puaný : 26641108
Rep Derecesi
achar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond repute
Varsayýlan


SEHNA IV.


Evdî : (Li ser sehnê diçe û tê. Xulam tê. Zêr davêje ber wî. Mûzîk. Evdî hêdî hedî rudinê. Li zêra dinere)
Erê paþa erê! Li me çuyin divê!...Li me çuyin divê
(Diçe. Li ber derî disekine. Vedigere.)
Rojekê ez gelek xedar birîndar bibûm. Xwîna ji birîna min diçû, wek kaniyê diherîkî. Hatim vir. Min rahiþt kulmek ax û di ser birîna xwe de bir û anî. Paþê xwîn sekinî. Bi saya te ez ji mirinê xelas bûm....
(Bi þûrê xwe xêzika Êzîdiyan çê dike.)
Eþqên min, xewnên min, xeyalên min, þer û pevçûnên min tev li ser te qewimîn. Wê li ser te bimînin. Li tu derê konekî venakim, tu derê jixwe re nakim cî û war!...
(Þûrê xwe bilind dike)
Evdî li ser te bû mêrxas û egît.
(Þûrê xwe di nava Xêzikê de diçikîne)
Wê mêrxasiya Evdî jî li ser te bimîne.
(Hêdî hêdî radibe. Þûrê destê wî dibe gopal. Bi pêþkeþvaniyê didomîne.)
Hîn li wir e, di nav wê xêzika Êzîdî de hatiye parastin. Ji xeynî min tû kes nikare dest bidê û wî ji wir derxe. Incax ez dikarim, sembola mêrxasiya xwe, þûrê xwe ji wir derxim. Piþtî wê roja reþ û tarî ez û xanima min me lê xist, em çiyê ketin. Em li çiyê bi cî û war bûn. Min dev jî cotkariyê berda û min dest bý þivantiyê kir. Paþê xwedê lawekik da me. Lawê min jî wek bavê xwe lêheng û mêrxas bû. Bi nav û deng bû. Dengê wî li cem gelek mêrxas û egîdan cîhekî bi rûmet digirt...Derwêþ mezin bibû û ketibû bîst saliya xwe...





SENEYA V.

Mûzîk.

(Edûl û Derwêþ direqisin. Zilameke di destê wî de xençer dikeve sehnê. Xençera xwe bilind dike. Derwêþ destê xwe bilind dike. Edûl diqîre.)

Edûl : Naaaa! Na!...
Pîrik : Çi bû Edûl? Çima wechê te zer bûye?
Edûl : Tiþtek nebû pirê...min dîsa wê xewnê dît.
Pîrik : Cardin eynê xewn e?
Edûl : Belê.
Pirîk : Dev ji vê eþqê berde keça min. Te hîna ew lawik nedîtiye jî. Ma mirov tu carî bi dû eþqek bê dawî dikeve. Her roja xwedê deriyê me ji ber xwazginiyê te xalî nabe keça min. Giþ jî axa û beg in.
Edûl : Ez wan nakim. Ew ne ji bo min, ji bo mal û milkê bavê min dixwazin bi min re bizewcin. Çavê wan ji mal û milk pê ve tiþtekî nabîne; ne xweþikiya min, ne jî eþqa dilan.
Pirîk : Ax, ax! Wele tû dînî keça min...( Xençerê dibîne) Ev çi xençere Edûl? Ev xençera bavê te ye, çend rojin lê digere.
Edûl : Ne ya bavê min e. Xençera wî zilami ye?
Pîrik : Kîjan zilam?
Edûl : Zilamê di xewna min de... Îro di xewna min de tiþtekî pir ecêb qewimî pîrê! Wek her car dîsa ew teyrê baz li asîmanan bû û bi ewran re direqisî. Xwe bi ber perê ezmanan dixist û wek guleyekê xwe diþemitand ser rûyê erdê. Ji niþkê ve wek peleke darên payizê þemitî ser axê û bû mirov...
Bi miraq nêzîkî wî bûm û min ji nêzîk ve lê nerî. Derwêþ bû. Dar kevir, ax û heywan; her tiþt serê xwe li ber wî ditewand. Her ku Derwêþ nêzîkî min dibû, agirê dilê min gûr dibû, min digot qey ez bûme çiyayekî ji êgir û hew mame ku biteqim. Her ku diçû germiyahiya wî nêzîkî min dibû.
Lê îro tam em ketibûn reqsekê, zilamekî ku rûyê wî weke xayinberan bû, bi ser me de hat. Ket nav bera me û em ji hev dûr xist. Di destê wî de xençerek hebû. Maneya vê xençerê min ditirsîne, ka ji min re bibêje pîrê ev tê çi maneyê?
Pîrik : Ez nizanim tê çi maneyê, lê tiþtê ez dizanim ev e ku dawiya vê eþqê tari ye.
Edûl : Ev meraqa vî dilî wê min bi helîne pîrê! Di vê tû vî agirî vemirînî!...Divê tû herî û wî mêrxasê ku xewnên min ji xwe re dizi ye bibînî pîrê.
Pîrik : Tû dînî, tû yê min ji bi xwe re dîn bikî. Wexta bavê te bipirse , ez ê jê ra çi bersîvê bidim, ezê bibêjim ez diçim ku derê keça minî dîn!
Edûl : (Li ber digere) De pîrê. Ez ê ji bavê xwe re derewekê bikim. Ez ê bibêjim min þandiye. Ji bo xwedê pîrê!
Pîrik : Derdê serê min. Temam temam!...Ez ê herim..

(ronahî)

__________________
achar is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 08-12-2006, 06:09 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: Shivanistan
Yaþ: 26
Mesaj: 4,941
Üye No: 47
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 384000
Rep Puaný : 26641108
Rep Derecesi
achar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond repute
Varsayýlan


SEHNEYA VI.


(Sadûn û Derwêþ bi henekan þer dikin.
Pîrik li wan dinere.)

Pîrik :Loooo xortno! Ev çi çinginiya þûrê we ye? Agir ji ber dipenkize. Hêdî bikin hevdû neêþînin..
Derwêþ: Hîna te agirê þûrê me nedîtiye pîrê!
Pîrik :Kî we bibîne wê bibêje qey hûn ji bo Edûl’ê þer dikin!...
( Derwêþ derbekê dixwe. Sadûn þaþ dimîne.)
Sadun :Te kari bû xwe ji ber xelas bikirina. Çima te xelas nekir? Weeyy! tû birîndar jî bûyî!
Derwêþ:(Li birîna xwe dinere)
Birîn derman dibe û zû tê ji bîr kirin. Lê ku meraq kete dil, dil kul dibe û tû carê nayê ji bîr kirin. (Ji pîrê re) Kengî li ku derê tiþtekî xweþ dibe, ev navê Edûl derdikeve pêþiya min. Xaltî! ka bibêje, ki ye û çi kes e ev Edûl?
Pîrik :(Tê cem Derwêþ)
Ezê ji te re bibêjim. Lê gerek tû jî bersîva çend suwalê min bidî...Kî ye ev lêhengê ku wek þêran þer dike û çûrskên êgir ji ber þûrê xwe dipengizîne? Kî ye û çi kes e, ez dixwazim wî nas bikim...
Sadun :Derwêþ, lawê Evdî.
Xaltî! ma te qet navê Derwêþ nebihîsti ye? Derwêþ ku bi wê lêhengiya xwe deng vedaye...
(Derwêþ þerm dike)
Derwêþ: Dev jî van gotina berde Sadun.
(Ji pîrê re)
Çima dipirsî vê suwalê? Qey tû ji bo hinka vê suwala bê wext ji min dipirsî. Ka bibêje ev kes yar in, an neyar in?
Pîrik :Kî dizana, belkî jî ezê ji kevokan re bibêjim. Ma tû xisar ji kevokan tê!...Tû dilê xwe nexe tengasiyê mêrxaso. Ez vê suwalê ne ji bo yaran û ne jî ji bo neyaran dipirsim. Ew lêhengiya te bala min kiþand hew. Tenê sedema suwala min eve.

Derwêþ: Wê çaxê tu jî behsa wê bike pîrê. Ez dixwazim, ew kesa ku birîn xistiye vî dilî nas bikim.
Pîrik :Edûl, li gorî hinka kaniya evînê ye û her dem diherike. Nasekine. Geh li ezmêne, di tariyê de dibe heyv û bi wî wecihê xwe yê heybet þewqê dide dilê xortan...

Kûlîlkek bê werze Edûl, di her wextî, di her warî, di her dilî de dibiþkûve. Dil tenike, nazik û kubare. Tû kes nikare li ber þewqa rûyê wê çevan veke. Ji xweþikî, ji bedewî, ji delalî kor dike çevan...

(ronahî)
SEHNEYA VII.


Pîrik : (Dibin roniya noqta de ye)
Ax edûl ax! Di vî emrê min de te ez xistim çi halî. Hîn hevdû nedîtine, li pê navê hev ketine. Paþaye ma vê yekê çawa qebul bike...
(Paþa li ser sehnê ye)
Paþa : Çi ye pîrê? Xêre, tê ji bo çi bi min re bipeyvî?
( Noqte vedimire)
Pîrê : Ez dixwazim ji we re qala Edûl bikim paþa yê min.
Paþa : Çi bû ye ji Edûl? Qey nexweþe?
Pîrê : Na na ne nexweþe lê!...
Paþa : Çi bû ye pîrê, min di nav miraqê de nehêle!
Pîrê : Hûn jî dizanin, êdî Edûl gihaþt û mezin bû, hate wextê zewacê.
Paþa : Êêê!
Pîrik : ( Bi dijwarî dipeyive) Êêê paþayê min! Edûl êdî mezin bûye û wextê zewaca wê hatiye.
Paþa : Ez jî zanim pîrê, ez jî zanim. Ma qey min ji nedixwest. Lê kî tê xwezginiya wê, Edûl vedigerîne. Ji bo ku bi wê re bizewicin mêrxas hevdû dixwûn. Yekî ji van mêrxasan bike wê mala xwe ava bike, wê zaroyên wê çê bibin. Ez ê bibim kalik. Wê neviyên Zor Tenîr Paþa çê bibe pirê! Tû bawer be ez ji te bêtir dixwazim bizewice.
Pîrik :Bi zorê evîn nabe paþyê min. Ji bo ku Edûl jiyaneke dilovan bijî, divê bi kesê dilê xwe bizewice.
Paþa : Vaye hîna wê rojê hatin xwezginiya wê. Ew kî dixwaze bila bi wî re bizewice. Hemû jî lawên axa û began in.
Pîrik : Çavê dil mal û milk nabîne paþayê min.
Paþa : ( Bi xeyd)
Tû dixwazî çi bibêjî pîrê, wî welîsê di bin zimanê xwe derxe! Ma qey ez vana nizanim.
Pîrik : (Gotinê diguherîne)
Ez bawerim ev xençera te ye paþayê min.
Paþa : Te xençera min ji ku anî? Ev çend rojin ez lê digerim.
Pîrik : Li cem Edûl bû.
Paþa : Li cem Edûl çi degeriya?
Pîrik : Nizanim. Dibêje ji nav xewna min derket. Min jî fehm nekir. Xewnek pir ecêp dîti ye.
Paþa : Xençera min di nav vê xewna ecêp te li çi digere?
( Xulam tê. Di destê wî de ferman heye. Radihêe fermanê. Diçe bin roniya noatê û fermanê dixwîne. Evdî dikeve sehnê.)
Evdî : Piþtî wê fermanê, Zor T. Paþa xeber þand hemû mêrxas û egîtên bin destê xwe. Xeber þand!...Xeber þand lê...

(ronahî)

Pîrik : Paþayê min!...Paþayê min rûyê we zer bû ye. Min tu carî paþayê xwe di vî halî de nedîtî ye. Wek ku bi nexweþiyek bê derman ketibin, an jî di xefikeke neçar denin paþayê min.

Paþa : Erê pîrê. Wek te got; ez xwe di xefikek neçar de dibînim.Vê carê bi kêf û bi eþq wê serê min li ser þûrê xwe kin û bigerînin.
Pîrik : Ev çi derde ku van peyvan ji devê we derdixe paþayê min?
Paþa : Erep! Erep pîrê Erep. Kîþiyane dîwana giran, destavêtine ser kurana Ezîmþan ku tuxmê Kîkan û Milan ji holê rakin.
Pîrik: Paþayê min ev ne cara yem e ku ereb xwe li me diceribînin. Hûn xeberê biþînin ji mêrxas û pêlewanên di bin emrê xwe de, elbet ewê qedera wan cardin wek berê be.
Paþa: Na pîrê na. Berê yeko yeko dihatin lê vê carê giþ civiyane ser hev û tên. Min jî digot wê xedera wan cardin eynî be. Lê kî navê wî bi mêrxasî û egîdiyê derketibûn, min xeber þand hemûyan. Lê yek jî bersîva min neda. Min go; kî têkeve vî þerî ezê bi sanduqan zêr bidim wan. Lê dîsa jî tu kesî bersîv neda min pîrê. Û min wek gepek nan li ber pîskek har hiþt.
Pîrik : Te pir tiþtekî giran ji wan xwestiye paþayê min. Divê xelata vî tiþtî jî, pir giran û hêja be.
Paþa : Ji sandoqên zêra, hêjatir çi heye pîrê? Ger tiþtek wisa hebe, ji min re bibêje pîrê!
Pîrik : Heye paþayê min, heye! Hîn tiþt hene ku her mêr dikare, ji bo wî tiþtî bi çav girtî xwe bavêje mirînê.
(xwe bi xwe)
Erê Derwêþ. Eger tu mêrxasekî xas bî, vaye dema mêrxasiya te hatiye....
Paþa : Çi ye ev tiþt pîrê? Ka ji min re bibêje.
Pîrik : Eþqepaþayê min, eþq!Eger egît egîtekî xas be, mirina ji bo eþqê, ji bo wî ne tu tiþte. Tu tiþt nikare li ber bayê eþqê bisekine. Hele ev eþq ji bo keçikek xweþik û delal be. Di nav eþîreta xwe de bi nav û deng be. Mirin ji mêrxasekî ji þerbetê þêrîntire paþayê min. Ew mêrxas û pêhlevanên di bin emrê we de, berê jî ji bo eþqê hatibûn ber deriyê we...
Paþa : Tu dixwazî ji min re bibêjî çi pîre? Peyvên ji devê te derdikeve guhê te dibihîse pîrê? Ma tu nuzanî ew ji bo min ji her tiþtî bi qiymettire!...
Pîrik : Hûn dizanin paþayê min. Dîsa jî hûn dizanin. Lê bifikirin, baþ bifikirin. Incax ev tiþt dikare, wan biþîne ser Gêsan û eþîreta me ji wan neyaran xelas bike.
(Pirîk derdikeve. Paþa bi tenê dimîne û difikire. Bangî xulam dike. Xulam tê)
Paþa : Zu bangî Edûl bike, bila bê vir.
(Edûl dikeve sehnê)
Edûl : Kerem bike bavo, te bangî min kiri ye?
Paþa : Qîza min tû dizanî, ji xeynî te tû kesî min tune ye. Heta niha min gotinek te nekir dido. Heçî ferdên vê qesrê û hemû dinya jî dizane ez dikarim ji bo te serê sed zilamî di derbekê de jêkim. Ma min çend began ji ber deriyê xwe qewirand. Min, çend kesan li hatina wan piþman kir. Lê vê carê rewþa me xerabe qîza min. Ereban, hawîdor li me pêça ye...
Edûl : Ez dizanim bavo, pîrê ji mn re got. Dibê, Ereb li kuþtina te digerin.
Paþa : Raste qîza min. Eþîreta Gêsan li kuþtina min digerin.
Edûl : Ma tu çare li pêþiya me tune ye? Qey serokê eþîreta Kîkan û Milan, Zor Temîr Paþa yê mezin neçare bavo?
Paþa : ( Zorê dikþîne) Çare heye qîza min...Çare heye lê...
Edûl : Çi ye bavo, tû çima ji min re nabêjî?
Paþa : Pîrê behsa dû tiþtan kir Edûl’a min. Dû tiþtên ku mirov dikarin ji bo wan bimirin. Yek ji wan ax e, ya din...Ya din jî...
Edûl : Zû ji min re bibêje bavo, çi ye ev tiþt?
Paþa : Eþq e keça min. Lê tû dîsa bi dilê xwe yî. Ger tû bibêjî na, ez nikarim wê qudimê te yî nazik biþkînim çev reþa min. Lê tû vê jî zanibe ji xeynê wê jî tu çara me nema ye.
Edûl : (Hinek difikire.Bi kelogirî) Ger çare ev be, ji bo me hemûyane bavo...

Paþa : Binere qîza min, ger ne bi dilê te be ji bavê xwe re bibêje. (Bêhnekê dikþîne) Her tiþt ji bo te ye...
Edûl : Ma dilê min, ji axa Kîkan û Milan bi qiymetire.
Paþa : Wê gavê, bila aniha xeber ji hemû serokên eþîretan re bê þandin. Bila yê ne bihîstî, ne mîn e...
(Paþa bi kêf dertê. Edûl bi fikar, bi tenê dimîn e)
Edûl : ( Bi girî)
Xwedayo ez çi qas bê miraz im! Hîn ku nû min yekî li gorî dilê xwe dîti bû....Xwedayo hîn min xeber jî jê ne girti bû! Ev çi derde, ev çi barekî girane ku te avêt ser milê min. Ez rebana xwedê ezê aniha çawa bikim!...
( Pîrik tê. Ji pîrê re)
Te çima vê ji min re ne got pîrê? De dest û nigê min tev bi hev girê da.
Pîrik : Ma te ne digot, ew axa û beg hemû ji bo perê bavê min li pê min digerin? Ma te ne digot, tiþtên ku ew dixwazin textê bavê min e? Ha vaye, yê ku ji dil ji te hez dike, vaye meydan û vaye tû....
Edûl : Lê Derwêþ pîrê? Wê Derwêþ çawa be?
Pîrik : Dermanê her derdî heye qîza min. Ma qey te got ez qet nefikirim? Emê nameyekî ji Derwêþ re biþînin û helmeselê xwe, jê re bibêjin.
Edûl : ( Bi kêf)
Tû dibê wê bê pîrê?
Pîrik : Ma neyê , mêrxasî û egîdiya wî li ku dimîn e? Ma heskirin ne ew e ku mirov li ber canê xwe dide.
Edûl :Wê çaxê jî ezê wan baþ nas bikim, ezê baþ fehm bikim bê kî, ji bo min mirinê xistiyê ber çavê xwe. Ka alîkariya min bike û em zûka xeberê biþînin Derwêþ...
(Dibin xala noqtê de ye)
Ji mêrxasê Êzid, ji Derwêþ re...
(Ferman):Gelî Kîkano! gelî Milano!... gelî serokê eþîreta dijminê bav û kalê me Zor Temîr Paþa!...Gelî Fêrizno!...Gelî pêhlewano!...Hûn baþ bala xwe bidine vê nameya hanê! Erdê beriyê erdekî dûz e û bê pîvan e. Hezar û pên sed suwarê Gêsa tê de li hev civiyane û kiþiyane dîwana giran. Ecîl Birahîm milûkê wan û Hafirê Gêsî jî beyreqdarê wan e. Me li ber xwe daniye Quran-a Ezîmþan, me teva sond xwar bi Ezîmþan. Me teva sond xwar bi wê Quranê! Emê êrîþekê bidine ser Kîkan û li ser Milan. Emê êrîþa ewil bavêjin ser koza qîz û bûkê Kîkan û Milan. Êrîþa didûya, ê bi þûr berdin ser qîz û xortan. Lê, di êrîþa sisêyan emê bi þûr û mertalan xwe bavêjin ser konê Zor Temîr Paþa û wî bidin ber xençeran...”
(Xala edûl vedimire. Li ser Derwêþ vedibe)
Derwêþ:Gihaþtina Edûl, mêrxasiyek dijwar dixwaze. Kedek mezin dixwaze. Kî têkeve vî þerê wê berê bê mala me. Li mala me ez ê rahijime fîncanek qehwê, kîjan mêrxas rahijê wê fîncanê wê þer qebul bike. Piþtî þer jî wê bi min re bizewice...Ez li hêviya te me Derwêþ.
(Mûzîk)
Edûl :Gelo wê bê, wê ji bo min xwe têxe nava vî agirî?...
Derwêþ: Incax ev fersend dikare vî agirê dilê min vemirîne...
Edûl :Gelo çiqas min dixwaze? Çiqas ji min hes dike?
Derwêþ:Ger tû tunebî, ji min re jiyan jî tûne ye...Ev evîn incax bi dîtina te gur dibe...
Edûl :Gelo wê navê þer tirsa mirinê têxe dilê wî û wê navê tirsê wê miraqa dilê wî vemirîne? An wê mêrxasiya wî ji heqê tirsê derkeve?
Derwêþ:Gihaþtina Edûl incax bi þerekî mirinê dibe...Yan ezê herim ser tirsê wê bimre, yan ewê bê ser min, min bikuje û min ji Edûl mehrûm bike.
Edûl :Ez li benda teme...Ez li hêviya te me!
Derwêþ:Ezê bêm...Ez ê vê xopana tirsê di wan guliyên te yî xelekirî de bifetisîn im. Wê mirin ji navê te bitirse û têkeve çûyîneke ne hatî...
(Evdî hêdî hêdî ber bi Derwêþ ve tê)
Evdî : Na law! ma tû dîn bûyî?
Derwêþ: ( Diveciniqe) Bavo!...
Evdî : Tê çawa herî û xwe têxî kefa Gêsan law! ma heþ di serê te ne maye?
Derwê : Erê bavo erê, li min çûyin divê. Divê ez herim û Edûl a nazdar, xwediyê wî navê go ev miraq xistiye vî dilî bibîn im. Heta ku ez wê nebînim, ne tema jiyanê heye, ne jî ya mirinê.
Evdî : Neçe law neçe! Edûl ji te re nabe yar. Edûl bi kêrî te nayê, Zor Temîr Paþa wê nade te. Ma li ku hatiye dîtin go paþa qîzên xwe dane lawê þivanan. Neçe law xwe navêje vî agirî!...
Derwêþ: Ger tû bibêjî agir, ji xwe ez bê Edûl diþewitim. Lê divê agir dilê mirov geþ bike, divê ew hemû qirêjiyan paqij bike. Tû zanibe bavo, wê ev agir Kîkan û Milan ji þûrên Gêsan xelas bike...
Evdî : Ma xelas kirina Kîkan û milan ji te re maye law? Mirovek tenê dikare çi bike. Ev xelk ji mêraniyê fem nakin, wê her kes rahêje mal û milkê xwe û here. Kes li mêrxasan nabe xwedî. Tê bi tena serê xwe, li hember ew qas Gêsan çawa þer bikî? Gêsan zalimin. Were dev ji vê eþqê berde, tû nikarî xwe ji þûrên Gêsan xelas bikî.
Derwêþ: Divê di roja cengê mêr, li hember mêran be. Ewên ku ji cengê direvin, wê sibê çawa derkevin nav mêran. Û ewên ku tû dibê Gêsan çi ji mêraniyê fem dikin, yê ku bi heskirinê nizanibe wê çawa þer bike?
(Derwêþ diçe.Evdî dibe pêþkeþvan. Gopalê xwe li erdê dixe. Derwêþ dicemide)
Evdî : Bi ya min ne kir!...bi ya min ne kir û çû....
(Derwêþ diçe. Ji derwêþ re)
Tû nezanî, tû biçûkî, te dinya ne dîtiye, Edûl ji te re nabe yar.
(Ji temaþevanan re)
Zor Temîr Paþa bê bexte li ser soz û qirara xwe nasekine. Ez xapandim wê te jî bixapîne! Lê guh neda min, got ji mirinê wê de tu tiþt tûneye, bila ew jî li ser axa min, ji bo eþqa Edûl ê be, nesekinî û çû...

__________________
achar is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 08-12-2006, 06:10 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: Shivanistan
Yaþ: 26
Mesaj: 4,941
Üye No: 47
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 384000
Rep Puaný : 26641108
Rep Derecesi
achar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond reputeachar has a reputation beyond repute
Varsayýlan


SEHNA VIII.
(Hemû mêrxas li ser sehnê ne. Gengeþî. Paþa dikeve sehnê.
Hemû paþa radibin ser niga)

Paþa : Hûn bi xêr hatin paþanoo!
(Ji Hesen re)
Tu çawayî Hesen?
Hesen :Tu saxbî paþayê min...
Paþa :Di nav bera we û Osmaniyan de meseleyek hebû. We çawa kir?

Hesen :Wan tiþtek ji me dixwest, me jî da wan. Me mesele hal kir.
Paþa :Baþe. Carna ji bo stendinê dayîn jî divê.
Hesen :Raste paþayê min.
Mihemed: Tu çawayî paþayê min?
Paþa : Ooo Mihemed tu jî li virî!..
Mihemed: Kurkê we jî pir xweþike.
Paþa : Min ji Yemen ê sitend. Yekî din sor he ye...
(Ji mêrxasan re)
Ez bawerim hûn meselê dizanin.
Ehmed:Erê paþa em meselê dizanin.Lê keçek inacax jî mêrxasekî dibe yar paþa!..Ev çi yeû tê çi manê, çima te hemû mêrxas wiha civandiye ser hev?
Hesen :Rast dibêje paþayê min. Çavê te lê ye me hemû hevdû bikujin?!...(Ji mêrxasan re) Ma ne wisa ye!...Ne wisa ye!
Mihemed: Herê ka bisekinin! Miqseda te çi ye paþa? Ka bibêje bê em dikarin ji bo em Edûl a gûlîsor dikarin çi bikin?
Paþa :Gelî mêrxasno! we hemûyan jî keça min, Edûla min xwesti bû. Hûn hemû jî hîna xwazginiyê wê nin. Ji ber gi keça min biçûk bû, min ne dabû we. Yana ji we baþtir, þan û þerftir ezê kê bibinim. Niha Edûla min gihaþt, mezin bû û hate wextê zewacê. Ez dixwazim keça xwe bidim yekî ji we. Lê þertekî min heye...
Mihemed: Þertê we çi ye paþa?
Paþa : Hûn jî dizanin Gêsan li hember me þerek daye dest pê kirin. Þertê min; Kî go li hember Gêsan têkeve þer, ez ê keça xwe bidim wî!...
(Bêdengî. Hemû li hev dinerin. Serê xwe dixin ber xwe. Eûl di destê wê fîncan dikeve sehnê. Derwêþ radibe. Mûzîk. Ronahî. Ronahî vedibe. Derwêþ û Edûl direqisin)
Edûl :Berê te xewna min ronî kir, niha jî jiyana min ronî dikî Derwêþ!...
Derwêþ:Navê wê bedewî û xweþikiya te di dilê min de bi miraqê þax veda. Lê gotinek jî nagihêje wê xweþikiya te. Rastiya te jî xayelan bedewtir e Edûl!...
Edûl :Min navê wê mêrxasî û egîdiya te bihîsti bû. Lê ji wan gotina yek jî nikare bigêhije wê rastiya te. Þervanên gi digotin em mêrxas in, yên digotin em evîndar û xwazginiyê te ne ji bo rojek mêrxasiyê ji þer tirsiyan û hemû serê xwe zîvirandin. Lê te bi wê eþqa dilê xwe mirin kuþt û te ji bo evînê þer qebul kir...
Derwêþ:Yên gi bizanibin eþq çi ye û evîn çi ye tû bawer be ji wan re di tu wextî de mirin tune ye. Yên bi zanibin ji dil hes bikin, dikarin bi mirinê jî mirinê bikujin!
Edûl :Hêleke min xwe bi fîstanê dilê min daliqandiye û nahêle tu herî. Lê ev rastiya dil e. Lê hêla min ya din jî dibêje em çiqas li hember þewatê û xwînê bisekinin, wê mezintir bibe eþqa me. Ev jî rastiya aqil e. Ez niha te wek bêhnekî dikiþînim hûndûrê xwe û bi te hatime girêdan. Lê gerek aqil bi ser dil keve û þîreta lê bike. Ji bo azadiya eþqa me û azadiya axa me...Here!...Here Derwêþê min...
Derwêþ:.Ev þerê min wê ne tenê ji bo gihaþtina te be, wê ji bo hemû jîndarên li ser vê xakê be. Ezê herim Edûl. Heya gi em mirovên li ser axa xwe azad nekin ne ez û ne jî tû azad dibî. Heya em eþqên li ser axa xwe azad nekin, ev eþq jî azad nabe...bi xatirê te dalaliya ber dilê min, kewaniya ber dilê min...Bi xatirê te...
(diçe)

Edûl :(bang derwêþ dike) Bisekine Derwêþ!
(Çarika xwe ji serê xwe derdixe û didiyê) Ji te vê xeliyê. Di her wextî de bira ev xelî eþqa me bîne bîra te. Bila di wextê zor de ev xelî hêz û quwetê bide te dalaliyê min...Oxur be Siwarê mala bavê min...Oxur be dalaliyê ber dilê min...
SEHNEYA IX.
Mihemed:Ez bavê Derwêþ jî baþ nas dikim paþa. Ew jî di wextê xwe de piþta Gêsan bi tena xwe li erdê xisti bû. Lê derwêþ ji bavê xwe dîntir û hartir e. Ewqas hêsan piþta wî nagihêje erdê. Tu jî dizanî di wextî Evdî de meseleyek we qewimî bû. Ez bawerim ew jî di dawiya þer de wê bê û ji bo wê meseleyê li hember we serî rake. Ev xwestaka wî wê ne tenê ji bo bavê xwe be, tiþtê tê gotin wê ji bo hemû catkar û þivanan jî vê yekê bixwaze. Hûn jî dizanin ev jî ji bo we tehlikeyeke ji ya Gêsan mezintir e...
Paþa :Te pir qenç kir te vê ji min re got. Di temarê herdû bênamûsan de eynê xûn digere. Ezidiyên pis û heram!... Çareyek te heye axa wê bilêv bike!...
Mehemd:Ew wehþê Derwêþ heya derbeyekê nexwe nikare bikeve.
Paþa :Yanî?
Mihemed:Yanî paþa. Tiþtê tê xuyan wê Derwêþ ji vî þerî sax derkeve. Tiþtê gi emê jî bikin gerek bi saxîtî ji vî þerê nefilite.
Paþa :Axe zûka plana xwe bibêje!...
Mihemed:Derwêþ wê nêviyê Gêsan belawela bike. Paþê ez û tû em ê herin ser Gêsanên belawela. Emê dor li wan bikin çarox....Yanî yê ku wê þer qezenç bike ne Derwêþ be, em ê bin paþa!
Paþa :Pir baþ e. Ji dêvla go ez qîza xwe bidim wî Ezidi yê heram, ezê bidim axayekî wekî te bi rûmet û bi aqil. Ma çima ez ê qîza xwe bidim wî rebenê nîv aqil. Di temarê wan de þervantî heye, lê ji mejî û aqil kêm manin siwêyên ber dîwaran. Tabî gerek qîza min bigihêje axayekî bi þan û þeref...
Mihemed:Lê paþa! min çareya Derwêþ nedît...
Paþa :Min çareya wê dît!...
SEHNEYA X.
(Gûndî di destê wan de cil û mergên wan ji nav temaþevanan derdikevin.)

Gûndî 1:Te wî kerî bianiyana, ma çima emê hîna li vê derê bûnan!...
Gûndî 2.:Ma di nav wê teþqelê de ker bi bîra kî tê!...
Gûndî 3:Hele tû ji vê re bibêje tirsa Gêsan, ne teþqele.
Gûndî 2:Ma Gêsan hindik in!...
(Derwêþ û þervan)
Derwêþ:(Ji gûndi ya) Hûn ji ku tên, bi ku diçin gûndîno?
Elî :Ev çi teþqeleya we ye? Kî we bibîne wê bibêje qey gurê har li pê we ye!...
Gûndî 2:Ma ji Gêsan hartir gur heye siwaro? Gêsan fermana mirinê li me rakiri ye. Her kes ketiye ber ezabê canê xwe...Aqilê we hebe hûn jî bi wir de neçin, werin tê kevin nava me.
Gûndî 1:Ma wiha hûn bi kuderê ve diçin pêhlewano?
Elî :Em diçin cihê ku hûn jê direvin biparêzin.
Bozan :Ma li ku hatiye dîtin û bihîstin, bi revê ax serfiraz bûye.
Sadûn :Di wextên êrîþan de, reva ji ser axa xwe; reva ji dilê xwe ye...Em dçin li dilê xwe xwedî derkevin.
Gûndî 3:Gêsan, hezar û pên sed kesin. Hûn tenê çar dilin. Ma ev dilê ku agir ji çavan dibarîne çi dil e mêrxasno? Kî we bibîne wê bibêje perçeyek ji perçeyên tîrêjên rojê ne. Lê tirsa min ew e ku ew zalimên Gêsan, van tirîjan vemirînin...
Derwêþ:Ku tîrêj di dil de venemire, wê her dem agirî vî çevî jî gur bibe pîrê? Ew hezar û pên sed kes in, lê em çar dilên bi heqin. Þervantî bi dil qanix dibe, ne bi hejmaran!...
Gûndî 2:(Destê xwe davêje tûrikê xwe)
Ha ji we nan, bila hûn birçî nemînin!
Gûndî 1:Di tûrikê min de bastêq hebû bila xweþ helal be ji we re!
Gûndî 3:Bi min re jî dimis hebû, ha bira bi qurbana te be, ma ji te çêtire mêrxaso!...
Derwêþ:Na me ji gûndiyên jor xewcedariya xwe girt.
Gûndî 1: Wê çaxê oxir be ji we re...(derdikevin)
(Þervan dicemidin. Evdî dikeve sehnê)
Evdî : Li hember hezar û pên sed gûrên har çar cengawer! li hember hezar û pên sed gûrên har çar þitlên zirav...þer dest pê kiri bû...
(MûzîkÞer dest pê dike.Þer diseki e.)
Sadûn :Deng ji wan birîkî, ez dibêm vekiþiyan e.
Derwêþ:Xwe nexin bextê bêdengiyê û xwe nexapînin mêrxasno!
Bêdengî ji her þikil dengî bê wextir e. Dibe kemîna wan ya bê bextiyê be!...

(Þervan dicemidin.Gûndî dikevin sehnê)
Gûndî 2: Piçek zû bikin, em vê pirê jî xelas bikin; em ê xwe ji þûrê Gêsan xelas bikin!..
Gûndî 3: Ka bisekinin dengê þûra sekinî, dibe ew þervan bi ser kevin.
Gûndî 1: Belkî bi ser kevin! Ka em hinekî bisekinin.
Gûndî 2: Hûn dizanin em bi sekinin.
(Gûndî dicemidin.Evdî dikeve sehnê.)
Evdî : Di ser þer de sê roj û sê þev derbas bibû. Ne nanê wan, ne jî ava wan ma bû. Þer jî gur bibû...
(Þer dest pê dike. Elî dimre. Bozan dimre. Sadûn dimre. Derwêþ þer qezenç dike)

Derwêþ:Me þer qezenç kir!...Sadûn rabe me þer qenç kir!...Elî!...Bozan!....Me þer qezenç kir!
(Zilamek di destê wî xençer tê û Derwêþ dikuje. Sitran.Edûl dikeve sehnê)
Sitran :Erê, Derwêþo! Erê, siwaro! Dilê min dîn e, sed carî dîn e! Dilê min ji kula bi kule, ji birîna werganî bi birîne. Dilê min bi xwîn e, kevir lê ketî derman lê nîne. Birînên min li min zingirîn e. Ev sê roj û sê þev in, Edûla paþayê Milan bi hewar û qêrîn e. Erd dibehize, ezman hiltîne. Sê þev û sê roj in delalê mala bavê min, xwe berdaye ximê binê beriyê, deþta mi ya jêrîne. Min nizani bû delal nexweþ e, min nizanibû delal bi birîn e, min nizanibû delal di nav xwînê de miri ye!...
Edûl :Tenê min soz da te, incax ez dibim ya te. Ger tû tûnebî ez dibim ya axa sar.
(Edûl xwe dikuje. Evdî dikeve sehnê. Sehne wek sehnê yekemîn e. Hemû mirîne. Evdî xençerê dibîne)
Evdî :Gelo tenê sedema mirina Derwêþ ev xençere?
(Xençerê dibe cem gûndiyan. Geh li xençerê dinere, geh li gûndiyan)
Gelo tenê sedema mirina Derwêþ ev xençere?

(Xençerê davêje. Radihêje gopalê xwe di erdê de diçikîne. Bi nigê xwe wek ku xêzikêke paqij bike dibe û tîne. Gopal dikiþîne. Gopal di destê wî de dibe þûr. Derdikeve)

__________________
achar is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
derwêþê Evdi ve Edulê destaný... Mirza Hikayeler Efsaneler 40 25-05-2010 07:33 PM
'Dewrêþê Evdî' modern tiyatroyla canlandý berxwedan Þano (Tiyatro) 8 20-02-2007 02:08 PM
Derweþê Evdê Modern Tiyatroyla Calandý Harun_Yolcu Sýnýrsýz Muhabbet Burada 5 01-12-2006 10:22 PM
Dewreþê Evdi Diyarbakýr'da Prömiyer Yaptý.. ArzeN Komik Yazýlar, Fýkralar 6 28-11-2006 11:50 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 08:50 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2010 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.