|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
DESTPÊK
(Çerçî tê, li ser pişta wî tûrikek heye. Zarok li dora wî kom dibin.) Çerçî- Çerçîîîîîîîîîî! Çerçî hat! Çerçîîîîîîîîîî! Ş Şerwan- Werin zarokno çerçî tê Zîlan- Werin zarokno çerçî hat Zim zim zimzim zim zim zim zim Zim zim zim zim zim zim zim zim Zim zim zimzim zim zim zim zim Zim zim yêlî yêlî yêlî zim yêlî çerçî yo Zim zim yêlî yêlî yêlî zim yêlî çerçî yo Barê kerê te çi ye lo barê kerê te çi ye Barê kerê min qunciyo lo barê kerê min qunciyo Barê kerê min qunciyo lo barê kerê min qunciyo Zim zim yêlî yêlî yêlî zim yêlî çerçî yo Zim zim yêlî yêlî yêlî zim yêlî çerçî yo Barê kerê te çi ye lo barê kerê te çi ye Barê kerê min hejîro lo barê kerê min hejîro Barê kerê min hejîro lo barê kerê min hejîro Zim zim yêlî yêlî yêlî zim yêlî çerçî yo Zim zim yêlî yêlî yêlî zim yêlî çerçî yo Zim zim zimzim zim zim zim zim Zim zim zim zim zim zim zim zim Zim zim zimzim zim zim zim zim Zim zim yêlî yêlî yêlî zim yêlî çerçî yo Zim zim yêlî yêlî yêlî zim yêlî çerçî yo Barê kerê te çi ye lo barê kerê te çi ye Barê kerê min tirîyo lo barê kerê min tirîyo Barê kerê min tirîyo lo barê kerê min tirîyo Zim zim yêlî yêlî yêlî zim yêlî çerçî yo Zim zim yêlî yêlî yêlî zim yêlî çerçî yo Çerçî- Waaaa! Zarokên min li benda min in. Wellehîn ev çend roj e min digot ezê bêm gundê we, ne dibû. Wa ye îro ez hatim. Min ji we re çi anî hun dizanin? Zaroyan- Qedam! Benîşt! Şekir! Nepox! Mewîj! Gog! Bastêk!……. Çerçî- Hêdî! Hêdî! Min ji we her tişt anîye. Kî qedam xwestibû? Zagros- Bide min… Çerçî- Benîşt!? Berîvan- Ez dixwazim, ez. Çerçî- Bastêq? Zozan- Ji bo min e. Çerçî- Şekir? Zîlan- Min xwestibû. Çerçî- Nepox! Brûsk- Bide min apo… Çerçî- Mewîj? Xezal- Belê! Belê! Ya min e. Çerçî- Gog? Şerwan- a min e. Delîl- Na a min e. Şerwan- Sa kurê sa! Bide min. Delil- Min di tirba sed bavê…. Çerçî- Ma ne şerm û fedî ye? Şerwan xwestibû kro. Bihêle! Brûsk! Vê tûtinê bide bavê xwe! Silavên min ji wî re bibêje! Xezalê! Vê kirasê bide diya xwe. Ji wê re bibêje apê min çerçî gotiye e reş tunebû, e sor min aniye…De qîza min! Zagros! Xwişka te morîk xwestibû. Wa ye! Vana bide wê! (Zarok giştik tiştên ku çerçî ji wan re anîbû birin û reviyan. Li ser dikê tu kes nema, ji xeynî çerçî pe ve. Çerçî li dora xwe nihêrî, dît ku tu kes tuneye) Çerçî- Niha hun dibêjin vî çerçîya çiqas bi kêf e. Li dora wî zarok tije ne. Zarok li dora wî stranan dibêjin, dileyizin û ji bo hatina wî şa dibin, kêfxweş dibin. Gund û gund digere, tiştan difiroşe. Gundî gişt li benda wî ne. Her kes wî hez dike. Niha hun dibêjin “Xwezî em li devla wî bûna.” Le ne weke we ye. Tiştên ku we dît, min vana anî bîra xwe. Van tiştana giş berê bûn. Niha tune ne…Tenê di bîra min de hene. Niha ne gund mane, ne jî gundî. Gund şewitîne, gundî koç bûne. Her derê welat weran û xopan bûye. Tu kes nemaye ku ez şiştan bifiroşim wan. Ez ji xwe re li vî bajarî bi tena xwe digerim… (Vê gavê çerçî wê tiştan bifiroşe temaşevanan.) Çerçî- Ez belasebe digerim li kolanên Amedê. Ez najîm. Belê ez li ser niga me lê belê jiyana min ne jiyana mirova ye…Ne zaro, ne jî gund hene…Ez li kolanan digerim. Hun dizanin ji bo çi ez digerim. Dibe ku ez zaroyên gundên berê bibînim. Heke ez ji wan zaroyan yek bibînim ezê şekir bidimê, ez ji wan jinên ku berê li gundan li benda min bûn, dibe ku ez ji wan yek bibînim û kirasek bidimê. Carinan min ceriband ku ez biçim gundan. Lê belê leşker û qoriciyan nehiştin. Carinan min girtin min dan îşkencê, pir li min dan, min pir êşandin. Qey çerçî bê ker dibe…Hun qet napirsin kerê te li ku ye? Kerê min jî kuştin. Kerê min dan ber gûllan. Carinan ez gîhaştim gundan. Ew gundên ku hatine weran kirin, şewitandin. Xwezî min halên ew gundan nedîtama. Xwezî min ew meydanên gund werê vala nedîtama. Xwezî min ji nav xweliyan morîkên ku min berê ji bûkan re anîbûm nedama hev. Şer baskên min şikênand, şer mala min şewitand, şer jiyana min xerimand. Şer min bêkes hişt. Niha ez kalêkî ku kêrî tiştekî nabe me. Niha ez ne bawer im ku gelo ez dijîm an najîm. Hun niha dibêjih çi kalekî çenebaz e. Ji ew rojên ku gund hatine şewitandin tu kesî min tune ye ku ez du peyv jê re bikim. Ev lîstik jî nebûya hunê çîroka vî çerçîyo nizanîbana. Min ji we re çîroka xwe got, îja dora we ye. (Çerçî wê çîrokên temaşevanan gohdarî bike) …………………………………………………………………………………………………………………………………… ……………………………………………………………… (Piştî çîrokên temaşevanan wê lîstikvanên ku di nav de temaşevanan runiştine wê çîrokên xwe bibêjin) Zaro- Apo! Apo! Apê çerçî! Ez jî dixwazim tiştekî bibêjim. (Di destê wî de tabloyek heye) Ez dixwazim tabloya bavê xwe çê bikim. Xwendevanê 1- Ez zimanê xwe dixwazim apê çerçî! Xwendevanê 2- Ez ala xwe dixwazim apê çerçî! Xwendevanê 3- Ez welatê xwe dixwazim! Xwendekar 1-2-3- Em dixwazin Kurdî hîn bibin! Dayika şehîdê- Ez parçeyek axa azad dixwazim. Min qîza xwe winda kir ez lê digerim. Keç- Xeyalên min sikênandin. Xeyalên min winda ne. Ez xeyalên li xwe yên sikestî û winda digerim… Çerçî- Wê demê derkevin ser sehnê em bileyizin ku hela bê şer li me, li gelê me, li zaroyên me, li dayikên me re çi kiriye. Êpîzota Zaro Welat- Benîşt! Şekir! Benîşt! Şekir. Apo! Tu benîşt naxwazî? Ap- (Wî daf dide) Bi ceheme! Ez benîşt naxwazim. Welat- Xwakê! Tu benîşt naco? Keç- (Nepoxek diteqîne) Benîşta min heye heyran. Welat- Keko! Tu benişt nakire? Xort- (Şîmakek lê dixe) Ma ez pirek im. Tu ji min re dibêje îbine. Welat- Benîşt! Şekir! Zaro- Bavo! Şekir! Şekir! Benîşt dixwazim. Bav- Bes e! Bes e! Negirî! Ezê bikirim. Ka li ku ye? Zaro- Va ye! Bav- Hela benîşt bide lawê min. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Welat- Benîşt! Şekir!
Evîndaro- Şu çiçeklere bak sevgilim. Gözlerinde çiçekleri görüyorum. Bu şehirde bu güzellikler oldukça aşkımız hiç bitmeyecek. Evîndarê- Güzellikler mi? Iğğğğğğğğ! Ne iğrenç! Her yanı dilenci ve çapulcular sarmış. Taksim’e kadar gelmişler. Gidelim. Bu şehir yaşanmaz hale geldi. Evîndaro- Romantizm öldü bu şehirde. Welat- Vî bajarî tije qehpik bû ye. Ji min re dibêjin diz, parsek. Ez ne diz im, ez ne parsek im. Ez tiştek nadizim. Ez parsê jî nakim. Ez zaro me dîsa jî ez dişixulim. Ez weke wan tiştan nadizim…Qey min dixwest ez bihatama Stenbolê. Bavê min hebûya kes nikarî bû ji min re bigota parsek an diz. Niha ez li gund bûma minê zebeş, bastêk, ecûr, hinar, qedam…her tişt bixwarama. Bavê min hebûya wê bi min re bilîsta. Wê min himbêz bikira. Wê ji min re çîrokan bigota. Bavê min hebûya wê ji min re bigota, “Lawê min, berxê min.” (Welat hêdî hêdî li ber tabloya xwe dest bi giriyê dike. Mirov tên dora tablo, herkes bi tablo re mijûl dibe, kes Welat nabîne.) Keç- Şu çizgilerin keskinliğine bak. Sürrealizm mi desem, dadaizm mi desem, izmleri aşmış bu resim. Kenan Paşa bile böyle resim yapamaz. Evîndaro- Abstraktizm var bu resimde. Dünya sanat camiası yerinden oynayacak. Olay olacak, borsa etkilenecek… Evîndarê- Reha Muhtar bu resmi görse kim bilir neler saçmalardı. Turîst (Bav)- Gözlerime inanamıyorum. Dünyadaki bütün resim sergilerini gezdim. Böylesini görmedim. Turist (Law)- Türkler resimde ne kadar ilerlemişler… Ap- Bu resmi satın alıyorum. 100 bin frank veriyorum. (Herkes li dora tabloyê kom bûye. Welat jî li ber tablo digirî. Kes lê nanere. Hêdî hêdî Welat dengê xwe bilind dike. Dema ku Welat qêrînek davêje herkes matmayî dimîne û li wî dinêre. Taliyê herkes diçe. Bêkesê şerabçî tê) Qolo (Şerabçî)- Min jî digot qey tenê ez dîn im. Evan mirovana giştik dîn in. Ma çi gû heye di vê tabloyê de, dibêjin “çiqas xweşik e.” Welat- Tabloya min pir xwesik e. Tu çi dizane tablo çi ye. Qolo- Bas e bas e. Lawikek birumet e. Hers dibe. Hers nebe berxe min hers nebe. De ka ji ape xwe re bibêje di vê resmê de çi heye? Ez tisteki nabinim. Welat- Di vê tabloyê de bavê min heye. Qey tu nabîne? Qolo- Naaaaa…. Welat- Ez dixwazim suretê bavê xwe çê bikim. Le nabe. Qolo- Heyran, qurban! Qey tu dîn e? Ji bo çi tu suretê bavê xwe çê dike? Qey derdek teyî din tune ye? Welat- Min qet bavê xwe neditiye. Qolo- Hiii…Vellehin min tistekî fam ne kir ji vî lawikî. Kuro heke te bavê xwe nedîti be, tê çawa suretê bavê xwe çê bike? Welat- Ez bawer dikim ku mirovek ku bavê min nas dike, heke ji vir derbas bibe ezê jê arikarî bixwazim. Qolo- Bavê te miriye qey heyran? Welat- Na heke mirî bû ya diya min wê ji min re bigota. Diya min ji min re got bavê te çû ye ser. Qolo- Te got ser…Tu çi dizane ser çi ye? Welat- Ez dizanim. Diya min got heke êsr xilas bibe wê bavê min vegere malê. Bavê min wê ji min re terektorek bîne. Ez ji xwe re bi terektora xwe bileyizim. Qolo- Bavê te lesker e. Welat- Bavê min gerîla ye. Bi dijmanan re ser dike. Qolo- Bas e berxe min bas e. Welat- Gelo tu bavê min nas dike? Qolo- Bele! Ez bavê herkesî nas dikim. Welat- Wê çaxê tu bavê min jî nas dike ne? Qolo- Erêêêêêêêê! Ez wî jî nas dikim. Welat- Apo. Ji min re bibêjî bavê min zilamekî çawa bû. Qolo- Bavê te zilamekî egît û merxas bû. Dema ku ew dimesiya erd dihejiya. Bejn dirêj, xurt… Welat- Le ser û çavên wî çawa bûn? Qolo- Evqas nayê bîra min. Welat- **** bavê min wê kengî vegere? Qolo- Bavê te wê rojekê vegere berxê min. Wê rojeke vegere. Tu qet xem neke. Rojekê wê a asitî bê, wê çaxê wê bavê herkesî bê. Wê bavê te jî bê. Bavê te ji bo asitî li serê çiya ye. Bavê te ji te re rojekê asitî û terektorek bîne. Xem neke berxê min xem neke…Divê ez biçim. Kolan û kuçên Stenbolê li benda min in. Bi xatirê te. Welat- Asitî! Asitî! Ez nizanim ku asitî çi ye. Le bawer dikim ku tisteki bas e loma bavê min wê ji min re bîne…Asitî! Êpîzota Dibistan Mamosta- Günaydın! Zaroyan- Roj baş! Günaydın! (Hin zaro dibeje Roj Baş, hin zaro jî dibêje Günaydın) Mamosta- Hun nabin zilam. O kro dilini konuşmayın demedim mi size. Krolar tek ayak üstüne. Size ceza… Azad- Ma ogretmenım sen de jî hun nabin zilam dedin şimdi. O zaman sana da ceza… Mamosta- Tamam, tamam…Bu seferlik affettim. Yoklama yapacağım. Berfin! Berfîn- Burda! Mamosta- Baran! Baran- Burda! Mamosta- Zelal! Zelal- Burda! Mamosta- Agit! Agît- Ez li vir im! Mamosta- Berivan! Berîvan- Ez li vir im! Mamosta- Rojda! Rojda- Ez li vir im! Mamosta- Azad! Azad- Ez li vir im! Mamosta- Bugünkü Dersimiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiizzzzzzzzzzzz! (Leşker û Beton Kemal tên hundir) Leşker- Paşam sen şöyle geç. Hoca Hanım! Unutmadan andımızı aradan çıkaralım. Andımız okunacak. Ulu Önder, Başkomutan, Gazi, Mareşel, Büyük Önder, Yüce Önder, Türkler’in Atası, Ali Rıza’dan olma, Zübeyde’den doğma…Mustafa Kemal Atatürk paşamızın önünde andımızı okuyoruz. Sen rahat uyu atam, Türk gençliği geliyor. Agît- Viya çi dibêje lo? Azad- Gûyê bavê xwe dixwe. Leşker- Rahat! Hazır ol! Türksünüz. Zaroyan- Türküm. Leşker- Doğrusunuz. Zaroyan- Doğruyum. Leşker- Çalışkansınız. Zaroyan- Çalışkanım. Leşker- Yasanız. Zaroyan- Yasam. Leşker- Küçüklerinizi korumak. Zaroyan- Küçüklerimi korumak. Leşker- Büyüklerinizi saymak. Zaroyan- Büyüklerimi saymak. Leşker- Yurdunuzu. Zaroyan- Yurdumu. Leşker- Milletinizi. Zaroyan- Milletimi. Leşker- Özünüzden çok sevmektir. Zaroyan- Özümden çok sevmektir. Leşker- Ülkünüz. Zaroyan- Ülküm. Leşker- Yükselmek. Zaroyan- Yükselmek. Leşker- İleriye gitmektir. Zaroyan- İleriye gitmektir. Leşker- Varlığınız Türk varlığna armağan olsun. Zaroyan- Varlığım Türk varlığına armağan olsun. Leşker- Ne mutlu Türküm diyene. Zaroyan- Ne mutlu Türküm diyene. Leşker- Aferin çocuklar! Sesiniz yine Türk gençleri gibi güçlü çıktı. Hadi atam acele edelim. Daha gezecek çok köy okul var. Çocuklar bizi bekliyor. (Leşker û Beton Kemal diçin) Mamosta- Dün verdiğim ödevi yaptığnız mı? Konumuz, Türk çocuklarının geleceğe dair düşleri. Inşallah güzel şeyler yazmışsınızdır. Yoksa….Seneye yine görüşürüz. Evet Berfin, oku bakalım neler yazmışsın. Geleceğe dair düşlerin neymiş öğrenelim. Berfîn- Ben bir gün büyüyüp öğretmen olacam, öğrencileri soğukta bekletmecem. Onlara Türküm, doğruyum’u okutmayacam. Andımızı okumayı hiç sevmiyom…. Mamosta- Hustê te bişikê! Bes e! Bes e! Bu ne saçmalık…Bir Türk çocuğunun düşü böyle mi olur. Baran! Sen oku! Baran- Ben artık aşağıya doğru sarkan ince bıyıklı adamları köyümde, okulumda, sınıfımda görmek istemiyom. Onlar babamı nerede görse, dövüyorlar…Onların kendi köyüne gitmesini istiyom… Mamosta- Heyf e! Heyf e! Aman Tanrım aklımı kaçıracağım. Üç senedir aynı sınıftasın. Gerizekalı çocuk! Zelal! Zelal- Öğretmenimizin bizi döğmesini istemiyom. Bir gün öğretmenler bizim köyün çocuklarını sevsin istiyom. Öğretmen Türkçe iyi konuşamıyoz diye bizi döğmecek bir gün. Mamosta- Rebbî tu gûrî be…Daha neler…Kapa çeneni! Agit! Agît- Ben bir gün İstanbul’a gidip okuyacam, doktor olacam. Cendermelerin bizim köyde dövdüğü hastaları iyi edecem. Onlara derman verecem. Kırılan kollarını saracam… Mamosta- Keşmerê heram! Koynumuzda yılan besliyormuşuz da haberimiz yokmuş. Sus! Otur yerine! Berîvan! Berîvan- Annemle ben bêrîye, koyunlara gittiğimizde askerlerle korucular bizi hep rahatsız ediyo. Bizi rahat bıraksınlar, zaten benim kuzumu kesip yediler geçen gün. Ben kuzumu geri istiyom… Mamosta- Malxerabê! Qey tu dîn e? Mehmetçik bir lokma ekmek yemiş onu geri istiyor. Senin bir şey öğreneceğin yok. Bari git koyunlarına çobanlık yap da memlekete bir faydan olsun. Golikvanê! Rojda! Rojda- Ben büyüyünce mayın bombasının nasıl temizlendiğini öğrenecem. Amcamın oğlu Hogir’ın ayağını koparan mayınları köyümüzün etrafından temizleyecem… Mamosta- Hey bê aqil! Ma o mayınlar amcan oğlunun malıdır onların içinde geziyor. Onlar teröristler için oraya konmuş. Otur! Azad- Bir gün gelecek, pazartesi ve cuma günleri bayrağın önünde İstiklal Marşı okumayacam…Bir gün okulun bayrağını indirip yerine keskûsorûzer bayrağı dikecem. Abem gibi ben de çiyaya gidecem. Mamosta- Xwedê te nehêle! Paşam! Paşam! Türk gençliği elden gitmiş! Paşam! Yetiş! Memleket bölündü, parça parça oldu. Çakıl taşlarını bile alıp götürdüler… (Wê demê zarok dest bi stranê dikin) Agit- Hun dixwazin bibin kolê? Zaroyan- Na! Na! Na! Agit- Hun dixwazin bindest bibin? Zaroyan- Na! Na! Na! Agit- Hun dixwazin belengaz bin? Zaroyan- Na! Na! Na! Agit- Hun dixwazin Tirkî hîn bin? Zaroyan- Na! Na! Na! Agit- Hun dixwazin bibin leşker?
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Zaroyan- Na! Na! Na! Zaroyan û Agît- Weke werin top bin dora min/ Guh bidin strana min/ Her bijî hevaliya me/ Her bijî hevaliya me/ Em hewar kin ber serokan/ Pêşkêş bikin vê stranê/ Em hewar kin ber serokan/ Pêşkêş bikin vê stranê… Agit- Hun dixwazin serfiraz bin? Zaroyan- Belê! Belê! Belê! Agit- Hun dixwazin aşitiyê? Zaroyan- Belê! Belê! Belê! Agit- Hun dixwazin azadiyê? Zaroyan- Belê! Belê! Belê! Agit- Hun dixwazin welatê xwe? Zaroyan- Belê! Belê! Belê! Agit- Hun dixwazin Serokê xwe? Zaroyan- Belê! Belê! Belê! Zaroyan û Agît- Weke werin top bin dora min/ Guh bidin strana min/ Her bijî hevaliya me/ Her bijî hevaliya me/ Em hewar kin ber serokan/ Pêşkêş bikin vê stranê/ Em hewar kin ber serokan/ Pêşkêş bikin vê stranê… Epîzota Dayik (Dayik li ber reya gund sekiniye. Mirovên ku ji wir derbas dibin bi wan re dixwaze bipeyive, ji wan re qala qîza xwe bike. Pirsa gora lawê xwe bike. Di destê dayik de şitlek heye. Dixwaze ku vê şitlê biçîne axê. Lê ew ax evqas ne erzane. Axê ku dayik lê digere divê azad bê, divê hêjayî jînê be. Dayik pirsa azad bûna ax dike ji mirovan re…) (Dayik rastî qoriciyek dibe) Qoricî- Xêr e pîrê? Tu çi dike li vê derê? Dayik- Ez ji dur ve hatim. Ez li qîza xwe digerim. Qoricî- Tu keçek xerîb min li vara nedîtiye. Heke keçek xerîb li van deran bigeriya minê bidîte. Qey ez kor im, ezê keçek teze nebînim. Dayik- Bi rastî ez him li qîza xwe, him jî li axek azad digerim. Qoricî- (Dikene) Ez bawer dikim vê pîra dîn e. (Bêdeng dibêje) Te got “axek azad”…(Carik din dikene) Ma ax azad dibe? Dayik- Ji bo çi nabe ma? Qoricî- Mirov azad dibe. Mirovê azad jî ez im. Ez dikarim her tiştî bikim li van deran. Ez azad im. Ez dikarim qîzek çarde salî ji xwe re bînim. Ez kîjan keçikê bixwazim ez dikarim birevînim. Bi telîsan perên min hene. Li vir herkes ji min ditirse. Dayik- Min ji te re negot perên te hene an tunene, tu xwediyê vî gundîyî an na, gelo tu dikarî keçikên çarde salî ji xwe re bike jin an na. Min pirsa axek azad kir ji te re. Qoricî- Derdê te jî ax e qey. Va ye ax! Heta ku tu dikarî bibînî evan axan giş ya min in. Gund giş ya min e. Zevî, bexçe, rêz, dahl her tişt ya min e. Va ye ji te re ax! Hela bibêjî te çi bike ji axê? Dayik- Ezê şitlek biçînim. Şitla azadî! Qoricî- Binêre! Dîsa got azadî. Bila be! Tu azad e. Min azadî da te. Tu li kîjan derê dixwaze biçîne şitla xwe. Dayik- Gelo azadî evqas erzan e tu didî min. Azadî malê bavê te yi tu didî xelkê. Te qet berdêla vê azadiyê daye? Qoricî- De bes e lê? Min got pîr e, yextiyar e, ez dilê te neşikînim. Lê belê tu illehîn dibêjî dilê min bişikîne. Berdêl çi ye? Helbet min berdêl daye. Dayik- Te çi berdêl daye? Qoricî- Ev çend sal e ez li vî gundî me, tifing destê min de li dijî terorîstan şer dikim. Xulkê min teng neke. De zû vê şitlê biçîne û biceheme. Pîra nalet. Dayik- Nalet û kuzilkurt ha. Benamûsê xeram. Kuçik haw ha! Qoricî- Bi min re wisa nepeyive ha! Dayik- Ez vê şitlê li axa teye kirêj naçînim. Ji bo vê şitlê axek pakij, avek pak û delal hewce ye. Axek gemarî û xwîn ne hewce ye. Ji bo vê şitlê tîrêjên rojê hevce ye, siya tifinga te ne hevce ye. Qoricî- Tu hîşê xwe winda kiriye. Ew cîhê ku tu ji bo vê şitlê behs dike ew der cinnet e. Hey pîr a bêaqil. Ma kî cinnetê dîtiye tê bibînî. Dayik- Heta ku wê cinnetê bibînim ez qet nabettilim û namirim. Qoricî- Binêre hîn jî dipeyive. Here ji vir. Wê şitlê tu li ku derê diçînî biçînî. Gelo destûra vê şitlê heye. Ji bo vê şitlê te ji kê destûr xwestiye? Kaxizên te hene. Xwedê neke, ev sitla terorîst tiştekî xirab neyîne serê min. De here ji vir. Dayik- Ma tu zilamî? Tu bi xwîna birayên xwe dijî. Nanê te bixwîn e. Rebbî tu nesitire! Xwedêyo! Kebhetek bînî serê vî keşmerî! Xwedêyo kezeba wî perçe perçe bike! Goştê wî li sergoyan belav ke! (Wê demê şivan ji wê derê derbas dibe)
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
Şivan- Çi bo pîrê? Vî keşmerî li te tade dike? Wey rebbî…Rebbî sûtê te bişikê! Tu xêrê ji jîyana xwe nebîne!
Qoricî- Pîra dîn terê nedikir îja şivanê dîn hat. Ez diçim nalet li we her dûyan jî bê! Dayik- De here lo…Dîn tu yî! Şivan- Pîrê tu ji bo çi bi vî qoricî re şer dikir? Dayik- Min jê re pirsa axek azad kir dikira li min xista. Min got ez dixwazim vê şitlê li axek azad biçînim ew min fam nekir. Şivan- Te pez daniye ber gur. Ew çi dizane azadî çi ye. Tiştê ku tu dixwazî pir dijwar e. Di dîrokê de gelek mirov axekî azad geriyaye. Eeeeeeee….Hela ji min re bibêjî derdê te çi ye? Dayik- Derdê min giran e berxê min. Gelo tu dikarî saloxek bide min an na. Şivan- Ez her tiştî dizanim, her kevirî, her darî, her şitlî, nas dikim…Hayê min ji her tiştî heye. Ez dikarim te jî hayedar bikim. Dayik- Ez li keça xwe digerim. Berî çend salan bibû heval. Li dijî dijmin şer dikir. Xeberek hat ku gotin “keça te sehîd bûye”. Gelo rast e ne rast e ez dixwazim saloxek bistînim. Şivan- Keça te çend salî bû? Dayik- Hivde! Şivan- Keçeke ciwan…Le navê we çi bû? Dayik- Navê wê ya rastî Gulîzar bû. Le hevalan jê re digotin Tolhildan… Şivan- Te got Tolhildan! Dayik- Qey tu keça min nas dikî? Ez qurbana te bim ji min re bibêjî! Şivan- Hela bisekinî! Hêdî! Ezê bibêjim. Sebir bikî! Li vê derê herkes wê nas dike. TOL-HİL-DAN…Gerîlayek bi nav û deng bû. Dayik- Çi bû ji qîza min re…Bibêjî! Şivan- Qîza te baş e…Qet xem neke… Dayik- Niha li ku ye? Gelo sax e? Şivan- Gohdar bike! Bi sebir be! Min qîza te berî sê mehan dît li vî çiyayî…Wê şeva bimbarek qet ji bîra min naçe. Ez li kêleka çiyê bûm. Min got ez ji xwe re limêja xwe bikim. Ji nişka ve erd hejiya ji dengê tank û topan…Her der leşker bû. Bi hezaran leşker hati bû. Ji dur ve min meze kir. Leşker li deştê dora çend hevalan girti bûn, loma evqas leşker hati bû. Dayik- Qîza min çi dikir? Şivan- Destê wê de keleşek hebû, gulle berdida dijmin. Leşker nikaribûn bi ser de biketana. Şer demeke sekinî. Dawiyê bi hezaran leşker hatin ji bo alikariyê. Min got heval qet nikarin xwe xilas bikin ji vê kêmînê. Dayik- Te her tiştî dît? Şivan- Belê min bi çavên xwe dît. Rewşa hevalan her ku diçe dijwartir dibû. Ji nişka ve ji her aliyê ezman stêrk liviyan. An li erdê bûn, an li ezman. Weke kiyamet bû…Ji her derî stêrk diketin. Her der stêrk bû. Bi carekê qêrînek qetiya û ro teqiya. Her der bi tîrêjên ro ronî bû. Ji nav wan tîrêjana kalek derket. Por, simbêl û riya wî spî. Kalek pîrozî…Dema ku ew kal çû cem hevalan leşker giş weke kevir matmayî man. Qet neliviyan. Ew kalê pîroz ji destê hevalan girt yek bi yek…Û hêdîka wan firand hewa û pev re çûn Çayê Qafê…Min qîza te jî dît…Piştî ku heval û kalê pîroz firiyan, çûn serê Çayê Qafê û winda bûn, hîşê leşkeran hat serê wan. Weke dînan li dora xwe neriyan…Le nikarîbûn tiştekî bikirana…Ez bawer dikim ew kal, Baz Evdilqadir Geylanî bû an jî Hizir bû…Heval jî bûn derwêş…Niha kêfa te hat ne…
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
Dayik- Ev çîrokek baş e, xwezî rast bûya…Tu jî nizanî…Kes nizanî çi bi serê qîza min hat. Gelo sax e, an na…Min qîza xwe nedît…Min ji qîza xwe re gorek nedît…Min ji vê şitlê axek nedît… (Dayik ber bi temaşevanan diçe. Di destê wê de sê şitl heye…Şitlan dide temaşevanan û ji wan re dibêje) Dayik- Vê şitlê di axek azad de biçînî. Heke tu axek azad nebînî wê ev şitl bimire. Wê demê tê jî bimirî. Wê demê emê jî bimirin…Heke şitlek bêyî axek azad nikaribe bijî mirov çawa bikaribe bijî…. Axek azad hevce ye, axek azad…Gorek azad…Avek azad…Ji bo zoarokên azad…Azadî hevce ye….. KEÇA MIRÎ < |