Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Şano (Tiyatro)

Kayıt Ol SSS Konuları Okundu İşaretle



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 21-07-2008, 08:23 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jul 2008
Mesaj: 95
Üye No: 360587
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 1512
Rep Puanı : 151133
Rep Derecesi
farqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond reputefarqînli has a reputation beyond repute
Wink Seyr-Î Mesel

Seyr-î Mesel…


Li navenda Beyogluya Stenbolê atolyeyeke şanoyê…
Di nava şert û mercên gelek zehmet û dijwar de, hewla pêkanîna şano ango ‘tiyatroya kurdî’ didin. Heta ji min tê, berê xwe didim avahiya ku ji kavilbûnê anîne merhaleya leystikên hunerî. Dibêjim ‘kavil’… Ji ber ku wan camêrên hanê, wan dildarên hunera kurdî avahiyeke ‘sergoyî’ kirê dikin, ne bi rojan lê bi mehan tamîrat û tadîlatan dikin û di ber re jî çavkanî, serpêhatî, çîrok û meseleyên bav û kalên xwe pêşkêşî dêhn û bala şanohezan dikin…

Seyr-î Mesel, di Sermaweza 2002’yan de ava dibe…
Her çiqas ev çar sal in kar û barên hunerî dimeşînin jî, rabirdû û bingeha xebata Seyr-î Meselê diçe 15 sal berê. Lewre berî ku bê avakirin, kom xebata hunerî di bin banê ‘Teatra Jiyana Nû’ ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dimeşand. Şayanê gotinê ye ku Teatra Jiyana Nû, di sala 1992’yan de dest bi xebata şanoyê kiribû ku hê jî wekî komeke NÇM’ê xebatên xwe berdewam dike. Paşê ji ber hin sedemên navxweyî, komek veqetiya û bi 25 kesan Seyr-î Mesel hate damezirandin.

***
Li gorî derhêner û avakarê Seyr-î Meselê Erdal Cevîz pirsgirêka herî mezin a li pêşiya tiyatroya kurd, di warê sazîbûnê de derdikeve holê. Li ser vê yekê bigazinc e: “Di her warê sazîbûna kurdan de problem hene. Helbet mesele bi ‘pirsa nasnameyê’ ve jî girêdahî ye. Bo nimûne, di warê peydakirina malzeme û mijaran de tu kêmasiyên me tunene. Di pêvajoyeke ku tiyatroya kurdî li ber sekeratê ye de, di nava mehekê de bi du leystikan em derketin pêşberî hezkiriyên tiyatroya kurdî. Îro behsa tu mijaran, behsa sê efsane an çîrokên kurdan ji me re bike, emê bikarin hefteya pêşiya me bikin tiyatro û diyariyê we bikin..!” Dibêje û berdewam dike: “Lê, em salonên şanoyê peyda nakin, li welêt cihê ku em bikaribin lê tiyatro bikin, wekî tiliyên destekî kêm in mixabin…”

Seyr-î Mesel, li gorî baweriya min sazîbûneke wisa ye ku bi awayeke profesyonel lê bi rûhekî amator kar û barên xwe dimeşîne. Heta niha bi her du zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî (kirmanckî) –kêm caran bi zimanê tirkî- derketiye pêşberî temaşevanên xwe. ‘Qal û Qir’ yekem leystik e ku di sala 2003’yan de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî bo dêhn û bala temaşevanan hatiye leyîstin. Min bixwe jî du caran li ‘Qal û Qir’ temaşe kir ku bi ya min ‘şaheser’ek e şanoya kurdî ye. Tevî vê leystikê, tevahiya lîstikên Seyr-î Meselê, bêyî ku metneke nivîskî hebe bi performans û awayeke ‘xwe bi xwe-dogaçlama-‘ tê pêşkêşkirin. Gelek caran hew mirov dibîne ku temaşevan bixwe jî bûye beşek ji hêmayên şanoyê û rasterast xwe di nava axaftin û performansê de dibîne. Ji bilî Qal û Qir;
‘Kemero Bask’ (kirmanckî, 2003),
‘Xezika Tebeşîrê’ (kurmancî-ji bo zarokan, 2003),
‘Sayê Morû’ (Şahmeran, çîrok, kirmanckî, 2005),
‘Sêva Periyan’ (Çîroka Elbistanê, kurmancî, 2005),
Mesele ne kadar Ozağ?’ (tirkî-kurdî, 2005),
‘Xewn û Xeyal’ û ‘Jan û Xeyal’ (Ji du perde û 11 kurtelîstikan pêk tê, kurdî, 2007),
Öç (intikam-ji Orhan Asena, tirkî, 2006),
‘Arkadaş Arıyorum’ (tirkî, ji bo zarokan, 2006)

***
Heta niha ji bilî bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û Mêrsînê; li 10 bajarên kurdan –Diyarbekir, Dêrsim, Wan, Riha, Batman, Çewlik, Şirnex, Erzingan, Dîlok û Mêrdînê- û li navçeyên bi navê Misirc (Kurtalan), Silopî, Farqîn, Cizîr, Qoser, Nisêbîn, Mazîdaxî, Bismil, Pîran, Mazgîrt, Xozat, Wêranşar û Wartoyê temaşevan bûne mêvanên Seyr-î Meselê. Armanca komê ew e ku salê carek derkevin geşta şanogeriyê li Kurdistanê... Yekem car di nîveka vê mehê de ew dê biçin Başûrê Kurdistanê ku ji hêla Yekitiya Sendîkavanên Kurdistanê-Tayê Dihokê ve hatine vexwendin. Şanoger diyar dikin ku vexwendina wan ji hêla Rayedar Adil Hesen ve hatiye kirin.

Erdal Cevîz, li ser baldarî û eleqeya temaşevanên kurd ên li bajarên kurdan şanaz e: “Beşdariya gel gelek baş e. Hezkirina xwe, reaksiyona xwe, rexneya xwe bêyî ku binepixîne û bide navê eşkere dike. Dibe beşek ji tiyatroyê û hebûna wê diselmîne. Bi taybetî ji bo lîstika Qal û Qir, em gelek serbilind û şanaz in. Gelê Diyarbekirê ev peyam da me: ‘Hûn gelek ji dil û azad in!’...”

Gelo armanca sereke ya komê çi bû? Fermo em guhê xwe dîsa bidin Erdal Cevîz: “Li NÇM’yê jî, li Seyr-î Meselê jî armanca me ew bû ku em tiyatroyeke li ser piyan disekine û bînin pê. Rêk û pêkî ji bo me gelek girîng bû. Li devereke wekî welatê me ku çanda şanoyê tuneye, liserpiyanmayîn ne hêsan e. Dema em xwe û komên din ên şanoyê didin ber hev, em dibînin ku em bi ser ketine!..”

Bêyî ku em kedkarên Seyr-î Meselê binav bikin dawî li gotara xwe bînin bawer im emê heqê wan bixwin: Erdal Cevîz, İbrahim Turgay, Metin Turan, Berfin Zenderlioglu, Güler İnce, Baran Demir, Musa Yildirim, Alişan Önlü, Feyyaz Duman, Hamdi Kahraman, Newroz Baz, Bedriye Aydemir, Nazmi Kırık, Nurten Demirbaş, Dilek Eniş û Kazim Ekinci...

Kurdên li Stenbolê dijîn û kurdên ku dê werin Stenbolê; heger dema we hebe bifermin werin serdana Seyr-î Meselê. Çand û hunereke xweş û kurdewar li benda we ye. Helbet çay û qehwe jî.
vbrep_register("51029")
farqînli is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Seyr-î Mesel sezona xwe vedike PCkopat Şano (Tiyatro) 6 02-04-2008 06:18 PM
Seyr-Î Mesel newalaqesaba Şano (Tiyatro) 1 20-06-2007 12:38 AM
‘Seyrî Mesel Tiyatrosu’ turneye çıkıyor Kajîn Jîr Tiyatro 7 09-03-2007 08:15 PM
Seyr-î Mesel ji turneya Gulîstanê vegeriya berxwedan Şano (Tiyatro) 1 01-03-2007 08:14 PM
Kürt Tiyatrosu Kajîn Jîr Şano (Tiyatro) 23 19-01-2007 02:08 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 01:38 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.