|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Çixarekêþ
Cemîl Denlî Li ser ewran Gulê : Em teze zewicî bûn. Ji qewla ewropiyan, di meha hûngiv de, di ser ewran re difiriyan. Me xwe tê dadikir û derdiketin û dîsa xwe dadikirin. Berfa ku dikete devê me, me dadiqurtand. Strî tunebûn. Carcaran birûsk tê re biçûna jî, me ji nigên xwe derdixistin. Kevir û stêrên ku li ezmanan rêya þaþ dikirin û di çar aliyên me re dibuhurîn, ne li ser bala me bûn. Û Xwedayê Evînê sîdank di ser me re digirt, nedihiþt tav li me xe... Min jê re digot Cembeliyê min! Wî ji min re digot, Binefþa Narîn. Me yekî nedida ser gotina yekê, berf û hûngiv tev li hev dikirin, dixwarin. Em têr bûn... Rojekê gava çixare di dev de, min xwe çeng kir ser ewrê ew li ser û jê re got: -Doqooo!... Wî : -Bêje Binefþa min a Narîn!... Min : -Ez pirî ji te hezdikim, tu vêya dizanî?... Pifa xwe li çixarê xist, berda hewayê: Wî : -Ez jî pirî ji te hez dikim delala dilan... Min : -Baþ e, tu naxwazî hezkirina xwe nîþanî min bidî? Wî : -Tê negîhîþtim? Min : -Te tê bigîhîjînim dilo... Tu çi qasî ji min hez dikî? Wî : -Bi qasî serê bavê te... Min : -Na na, wisa nebû... Wî : -Çima nebû? Min : -Serê bavê min mazîkî û biçûk e... Wî : -Temam, bi qasî serê Girê Þêran. Min : -Hah wisa!... Wê çaxê ez jî daxwazeke bi qasî serê bavê xwe ji te dikim... Wî : -Bêje Binefþa min... Min : -Tu naxwazî dev ji çixarê berdî?... Wî : Çima?... Min : -Ji bo xatirê eþqa min û çavên min ên birqa evînê jê diçin... Wî : -Ez ji çavên çixarê jî hez dikim... Dixan jê diçin! Min: -Tu pirî ji min hez dikî yan ji wê? Wî: -Ez ji we her duyan jî hez dikim... Min : -Wele, wê çaxê lazim e tu dev ji me yekê berdî... Wî : -Çawa? Min : -Wawa!... Ya ew ya ez!... Wî : -Kîjan? Min : -Çawa kîjan?... Fedî nakî dibêjî çawa kîjan? Wî : -Ez ji we her duyan jî hez dikim... Min tîfilek terez ji ewr jê kir û li serî xist. Çav lê zîvirî, gêj bû, dikira biketa, min destê xwe avêtê, nigekî wî zeft kir. Li hewa, serberjêrkî, kil dibû bi destê min ve... Bi girî, Wî : -Ez aþiq im, evîndaaar im, li vî ezmanî neçaaar im!... Min : -Bimire!... Wî dewam dikir : Nigê mi bigireee û bernedeee... Dilê xwe tê ji mir` bêje!... Min tepek li qûnê xist û got : -Na, nabêjim!... Ez ya te me, tu, yê çixarê yî! Melayketekî, di ser me re tûrek avêt, min got qey ê aþtiyê ye. Hat xwe li ewrekî ber me danî, selikek danî ber xwe û bang kir, Melayket : -Werin tûtinê, tûtina baþ, tûtina erzan, tûtin!... Min : -Wey li min rebenê, bêkesê. Melayketê tûtinê!... Tu þerm nakî tûtinê tînî heta vî ezmanê evînê, me jahrdadayî dikî?... Melayket : -Lê lê ma çima tu xwe dixeyidînî?... Bazara serbest e ev der, miþtirî li ku be, mal li wir... Min : -Bazara qula çavên te!... We bi vê serbestiyê erd û ezman giþk qulqulî kirin. We tasek sipî, ji ava zelal nehiþtin! Wextî qiyamet rabe!... Bi himehima min re, hema li bayê bezê, rahiþt selika xwe û reviya, çû erdê... Min nigê Doqo kiþand jorê... Lê me tiþtek nexist serên hev. Li texma mijê Meh derbas bûn... Doqo ne terka min dikir, ne jî ya çixarê. Bayî, ewrên bin me bi xwe re biribû, evîna me daketibû texma mijê. Me stran digotin. Hinekî xemgîn... Gava em birçî dibûn, me dims û mij tev li hev dikirin, em nîvtêr dibûn. Û min got: - Doqo, wele heger tu dev ji çixarê bernedî, ezê dev ji te berdim! Ne mejbûr im ku her roj devê te yê mîna xwelîdankên qehwa Weysî, bialêsim... Tu bi kêfa xwe yî êdî... Min buxçik amade kir, hemî alav xistin navê, pêça û da dest: -Heger tu îroj dev ji çixarê berdidî, berde, ya na, yela, buxçika xwe bigire û here mala bavê xwe!... Doqo lê nerî ku rastî li rastiyê geriya, got gelekî zor e lê dîsa jî soz da ku ewê dev ji çixarê berde. Hinek wext dixwest... Ez kela sebrê bûm ji xwe... Li erdê Wext tije bû... Evîna me daketibû erdê. Me stranên keserê digotin, dixana çixarê û ax tev li hev dikirin, dixwarin. Em birçî bûn lê hêj jî, aqilê Doqo di ser kumê wî re bû... Min têkiliya xwe sar kiribû û li benda bicîanîna sozê bûm... ...Êvarekê ez hatim malê, min dît Doqo, dendikan çeres dike. Çixare ne di dest de ye... Ev, serketin bû. Ez gelekî pê serbilind bûm. Nigê evîna min hinekî ji erdê qetiya. Min ew bi ramûsanekê pîroz kir. Roja dinê, dîsa çixare nekiþand. Dendik çeres dikirin, di ber re jî tizbî dikiþand. Min got baþ e, li ser riya Xwedayê Berxwedêr e. Kê çi digot bila bigota, evîna me geþ dibû. Wê êvarê min nivînên xwe derxistin derve, bir li ser ewran raxistin... Ez ji dû, bêhn û gemara çixarê xelas bûbûm. Buhar hatibû, kulîlk dibiþkivîn û stranên bextewariyê ketibûn ser zimanê min. Roja sisiyan jî wisa... A çaran, bi min hinekî dirêj hat. Doqo çixare nedikiþand... Dendik çeres dikirin, þeqeþeqa tizbiyê bû, carinan jî di ber re benîþt dicût. Strana min hinekî sist bû. Min bêhneke kûr kiþand, dest bi sirûdên berxwedanê kirin... Çûm cem...Min got hela bê di kîjan pêvajoyê de ye?... Þerê navxweyî bilind bûbû di hundur de. Giyana wî ya çixareparêz û ya dijber, þerê birakujiyê dikirin... Çixare nedikiþand... Dendik çeres dikirin, þeqeþeqa tizbiyê bû û di ber re çelqeçelqa wî bû benîþt dicût carcaran. Ên kelandî, xavî, þor, bêxwê, hundir tije dendikên berbero, kundir, zebeþ û kelekan kiribû. Benîþtê daran, ên biþekir, bêþekir... Tizbiyeke hah hebên wê wisa di dest de, þeqeþeqa wê bû. Serê kêlîkê jî birçî dibû. Çi tê keta ber dixwar... Ez jê veciniqîm... Cembeliyê min, ji çixarekêþiyê derketibû, bûbû aþê hewarê... Her aliyê hundir, hêwan, ber derî, berberoþk, giþk tijî qalikên dendikan kiribû. Her tim ya benîþt dicût û þeqeþeqa tizbiyê bû, yan jî çiteçita dendikan û þeqeþeqa tizbiyê bû, çayê yan qehwe li ber û serê kêlîkê hêrs dibû... Pehîn li tiþtekî dixist û bi zirt dipeyivî. Li bin erdê Strana min guhertibû... Ez çûm, min nivînên xwe ji ser ewran anî hundur... Evîna me xwe di erdê dida û ayeta Xwedayê Berxwedêr ku digot : ”xwedierdêdan mirin e” hate bîra min. Bala xwe da halê wî... Nedidebirand, diqirqilî... Ez derketim kuçê, ji kesê pêþîn ku çixare di dev de pirsî, gelo mezintirîn dikana tûtinfiroþ a binavûdeng, li ku ye?.. Þanî min dan, çûm. Min : -Roj baþ! Tûtinfiroþ : -Wey rojbaþ dotmama Xeydokê! Tu bi xêr hatîyî, ser seran ser çavan!... Min : -Melayketê tûtinê, ma tu li vir î jî? Wî : -Heyran, miþtirlî li ku, mal li wir... Min : -Ji ya herî baþ, kîlok tûtina Mûþê, yek a Semsûrê, yek jî, ji ya Xursê û pênc qerton çixare bidî min ji kerema xwe re!... Amade kir û Wî : Kerem ke, bazara serbest pêdiviya her kesî pê heye. Û ezman ne malê bavê tu kesî ye!... Min : -Belê ezbenî, stuyê te biþkê, ezman bi ser te de were xwarê... Hela ka alavên min bidî min... Vizeviza wî bû devê min zuha dikir bayê qublî. Min berê xwe da malê, hatim... Doqo, li ber siniyê veketî, çaya wî li ber, çiteçita dendikan û þeqeþeqa tizbiyê bû. Benîþtê xwe jî danîbû ser siniyê, îskeîska wî bû di ber xwe de digiriya... Min : -Xêr e Doqo, ma qey Xwedayê Kixsan, pîvaz hûr kirine, tu bi niqilîskan ketiyî, digirî?!.. Gava dît çixare û tûtin di destê min de ne, wek kûçikê ku çav li xwediyê xwe bikeve, hema rabû û xwe avête hembêza min... Nigê wî ji erdê bilind dibûn. Ên min, bi erdê de diçûn... Çûm hêla malê, û min got oxxx!... Mala Xwedê ava, ez ji derdekî dinê jî xelas bûm. Bila dev ji dendik, benîþ û tizbiyê berde û firaxan neþikîne, tûtina wî li ser min... Min xwe dirêj kir, bêhna xwe vekir bîstekê... Piþtî du saetekî bêhna min hate ber min, ez vegeriyam ba Cembeliyê xwe... Min dît ku hîna çaya wî li ber, benîþt li ser siniyê, þeqeþeqa tizbiyê ye, dendikan çeres dike, ji aliyekî ve jî çixarê dikiþîne û mest bûye... Xwelîdank tijî boçik... Li hundur ewr, mij, toz û rimilk tev li hev bûne... Derba Xwedayê Xerabiyê cihê xwe girtibû di laþê min de. Çongên min sist bûn... Deng ji strana min biliya. Evîna min bêhna xwe ya dawîn veda û serî danî... |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
heval nivisen welatê meyi ne a mini. ê gundê meyi
![]()
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
hevalo min ji bo parvekirina te gotibu "destê te sax be"..
ez jî dizanim nivîs ya te nîne... ![]()
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | ||||||||||||
|
Alýntý:
![]()
__________________ |
||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| KÜRTLER ve SANAL - (Bydigi Kaizen Team Çalışmasıdır) | PCkopat | Bydigi Kaizen Team | 86 | 13-06-2008 08:26 AM |
| Beþa Zimanê Kurdî | MÊVAN | Zimane Kurdi | 3 | 14-02-2008 09:01 PM |
| Pêþengên zimanê Kurdî û lîsteya pêþengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) | JuSTiN__TiMM | Helbesten Kurdi | 0 | 05-01-2008 03:11 AM |
| Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Giþti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
| Kurtedîroka Çîroka Kurdî | PCkopat | Çandi Giþti | 4 | 03-09-2007 10:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.