Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Þano (Tiyatro)

Kayýt Ol SSS Konularý Okundu Ýþaretle



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 23-04-2008, 11:18 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: ..wýnda..
Mesaj: 4,013
Üye No: 166110
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 45370
Rep Puaný : 4536533
Rep Derecesi
Cýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond repute
Varsayýlan XÊza SipÎ

Kesên þanogerê peyvînê:
1- Eyo ; navoser ye
2- Fatê ; jina Eyo ye
3- Hacî; pismamê Eyo ye
4- Dadmend ; karmendê dadê
.. du leþker û serleþkerek û kesin din.


1– Berê pêþîn
Hewþa mala Eyo, qerebalix û deng pêketiye, cîran vehewiyane, ji dûr ve Hacî pismamê Eyo bi lezûbez tê, dawa wî di devê wî de ye û bihn lê çikiya ye, bi temenê xwe navosere ye.
Eyo û jina wî Fatê , û Hacî kom bûne.. û hin kesên li wê derê vehewiyane, ..
Hacî- Xêre.. we xêre lo, hewara we bi ezmana ketiye..?
Eyo- Lawê yadê dibêje we xêre..? li cem jina xwe paldaye, û xelk dibezin me û hîna dibêje we xêre..?.
Hacî– Ê, erê we xêre, ka ji min re bêjin.. ka kîne beziyane we, ma min ji destê xwe bûyera we bêhn kirye,?!.
Eyo- Ma te bi dengê me nebihîst ..!?
Hacî - Vaye min bihîst û bi lez û bez ez hatime ..
Fatê - Xêre yabo.. xêre, Eyo û cîranê me Camo rabûne hev, ji bo deynê birayê wî Hemo..
Eyo- Keçê devê xwe bigre, qîza niza çi, ne eve mebesta min e lê, ro li nîro mafê me bê xwarin, qene mêr li dunyê neman e ..!!
Hacî- Dîsa ev Camo ye.. qene cara din jibîr kirye, ezê çavê wî derînim, heger xwîn nerije nabe, ez erê nakim tucarî, ka li kuye? bila kes navbênçîya me neke.. ya ewê xwedê bi me de yan wê xwedê bi wî de.. law sax nemirî û êrîþî pismamê min dike, ka bide pêþiya min...?!
Fatê- Nifret li Nebîs bîne.. Hacî, ya rast Eyo serê Camo þikandiye û xwîn jî pêde aniye..
Hacî- Ê.. çê-xweþ kiriye, lê ne bese ha, divê em çavê gelekan pê biþkînin, wa.. qene em ne mêrin û ne ji piþta mêra ne..?! ma em ne Kurdên çiyayîne ..?!
Eyo- Kuro ne eve mebesta min, divê em mafê xwe bi destê xwe bistînin, divê em xanî û hewþê ji dêvla perê xwe bi-dest-xînin, û min wiha got û min dest pêkir..
Fatê – Ehva.. du-sê nefer leþkerê welat bi Camo re hatine, xuyaye çûye gilî yê xwe kirîye.
Eyo - Ê.. û dawî yê emê çibikin û emê çawa bikin.. ha ..
Hacî - Ê.. ev jî heye, ma ezê ji tere bihêlim vê yekê law Camo?.. heger rok di jîna min de ma be ..
Eyo – Bi xwedê ezê birevim û xwe bidim alîkî ango xwe veþêrim.. kuro wê bi ser mafê me de, me bi lêxistinê bikujn ..
Fatê - Giran be Eyo.. xwedê ji te razî be.. Serleþker – Kî ji we Eyo ye..!?
Hacî- Ma bê silav ?, silav ji bo xwedê ye..
Serleþker – Tu huþbe, kuro tu kîye..? qene tu ye Eyo, ma dunya berî berdane.. hûn sawa dewletê nakin.. yelahh bide pêþya min, û tu jî were bi min re.
Hacî - Ya pêþî ez ne Eyo me, û ya didiwan ; ez dibêjin ji bo çi ?.. ha.. yê min çiye.?!
Serleþker – ( bi zirt ) Ne peyvek kêm û ne yek zêde.. ka tev de bidin pêþiya min, hûnê li wir mebestê nas bikin ..

* * *

2 – Berê Dawîn
Odak dadgehî, Serdadmendkar û Eyo û pismamê wî Hacî û Camo jî li hember wan in.. û hin kesên din civiyane an li pêþiya hevin.

Dadmend : Bi navê yazdanê dilovan, em dest bi civîna dadgehî dikin, Camê Bavî û Eyûbê Xerzî , fermo kin ber bi min de, ( herdu kes ber bi masê ve dirin û hember dadmend disekinin ) tu xwe bide nasîn û bi dûv’re tu jî xwe bide nasîn, û her yek ji we çîrok û bûyera xwe ji min re bêjin, fermoke þipya raweste Camê Bavî û bi kurtî bêje.. û kes di ber hev re nebire, ta peyvên xwe xelas bike ji bo ez xweþik fêm bikim..?!
Camo – Ezbenî, ez di bextê te û xwedê de me Eyo, ango Eyûbê Xerzî stemkariyê li min dike, û ew û lawê apê xwe Hacî ducaran beziyane min, an tu kesekî min tune ye û ez bi hêvîme tu alîkare bi dadiyê re .
Dadmend – Baþe.. baþe, çawa stem-karîyê li te dikin.. ka bêje ?.. law.( dizîvire ser Eyo ) kuro tu çawa stemkarîyê lê dike, ka daxwaza te jê çiye..!?
Eyo– Ez qurban, min tu stemkarî lê nekirî ye, lê belê mafê min xwariye, û ez li vir ji te bi hêvî me ku doz û daxwaza min bi dadî tu bi cih bîne..!?
Dadmend – Xuyaye doz û daxwazî heye, ne pevçûn tenê ye, ka bêje bi kurtî da li te guhdar bim ..?!
Eyo - Bi rastî ez qurban, deynê min lê heye, û ez bi serbestî doz dikim, ji ber ku ji min re divê, lewra deynê kesan jî li min heye û divê ez bidim wan, lê ew dide virra û tiþtekî nade min.
Dadmend - Çima Camê Bavî tu deynê wî nadêyê.?!
Camo– Ezbenî.. çi deynê wî li min tune ye, û ez bi tûm wî nasnakim.. ji ber deynê wî - wek ew dibêje – li birayê min Hemo ye, û Hemo jî ev du mehin li SerXetê di zindanê de girtîye, di ber mal-cawê wî de ..
Dadmend - Çawa.. çawa .. !?
Camo– Mamoste ; wek tu dizane kar ne þerme, û birayê min Hemo mal-caw ji dikana Eyo dikire bi ta firotinê, ango herdu ji kar-xebata xwe bi hev re havil û sûde digrin, û bi rastî -ezbenî- ez jî vî karî dikim, lê mexabin qedera birayê min xirabû û bextê wî reþbû, ku hate girtin û nizam bi çiqas dem ceza bû, li vir û li wir Eyo ling xistiye ser min; ku xanî yê xwe ez di ber deynê nedîtî de bidim, û ez û zarokên xwe, û yê birayê xwe li zikak û çolan bimînin, mitêl û livînê xwe li ser piþta demê raxînin.
Dadmend- Ê.. baþe, û mafê xelkê badihewa ye.!! û ...
Camo – Na na ezbenî, min þaþ fêmneke, kes xwe ji heqîyê nade alî, û haþa ez yan em xwe bidine alî, û ta nuha me mafê tu kesî ne xwariye, ma ne eyb û þerme qey ?, lê ez nizanim birayê min çi ji cem biriye, ya din.. sibehê wê bê, ma wê bi kude here?, wê vegere û mafê xwe – kî be - bi tûma pera wê bistîne.
Dadmend – Ê.. baþe, tu dibêje çi.. law Eyûbê Xerzî.. bi rastî tu dixwaze wî ji xaniyê wî derxîne, çima law..?
Eyo – Ez qurban, ez doza mafê xwe dikim, ji ber ku mal-caw, min daye birayê wî di ber xanî de, bi rehîne ( giraw ) ta mehekê ne zêde, ma ezê vî malî bidimê hema wiha boþ û belaþ bê tiþtekî di ber de bigirim ..?.
Dadmend – Erê baþe law, di yasê de dibe, we çi kaxez di nav bera xwe de nivîsiye ?.
Eyo– Na ez qurban ne hewceye, ez dibêjim ev di navbera me de ye.. a, ha ..
Dadmend – Tu divê çi bêje ?!, hela raweste, bi olî divê du dîner (dêdevan) hebin li nav bera we, erê raste an na.. ?!
Eyo – Erê raste mamoste.. lê ..
Dadmend – Kîne bînerên te, ka wan bîne zû.. ! û tu Camê Bavî nediyar bû li wir ser bazarê..?!
Camo – Na ezbenî, ji binî hayî û gumana min tune ye ji vê bazar û çalakiyê bi tûmî.
DadmendKanîn bînerên te, Eyûbê Xerzî.. ?
Eyo – Erê ez qurban erê, ehva yek ji bînerên min ( destê xwe bi alê pismamê xwe de nîþan da ), û yê din jî bi temîna ew hatîye girtin ango di zindanê de ye, bi Hemo re heval rê bû, ji ber li cem min –li dikanê– rûniþtî bû, gava min mal-caw dayê.
Camo– Ezbenî.. na, ne ..
Dadmend – Hiþbe, - ( nîþanî Hacî dike )- tu lo, were bi vir de, ka rê jê re vekin bira bi ber min de bê..! ka were û xwe bide nasîn..
Hacî - Ez Hacîyê Xerzî me û.. ez.. ha ..
Dadmend – Rast bêje law, xwedê di ser te re ye, û berî her tiþtî jî tê sûnd bixwe.. guhdar be li pirsa min, û li gorî wê bersivê bide, ne kêm û ne zêde.. te baþ famkir law..
Hacî- Belê ezbenî.. belê ..
Dadmend – Hacîyê Xerzî tu pir caran dire dikanê cem Eyûbo ..?!
Hacî- Car- carna ez derim cem Eyo.. û..
Dadmend– Baþe.. tu bîner bû ango tu dêdevanbû li ser bazara Eyûbo û Hemo gava mal-caw difirotin hev .
Hacî - Erê bi xwedê.. pir cara min didît li wir bû, min didît Hemo dikirrî û Eyûbo difirot.
Dadmend – Baþe.. bi rastî te dît bi çavê xwe û te bihîst bi guhê xwe, ku Eyûbo mal-caw da Hemo bi rehîna(miþxane) xanî ta mehekê, ha.. ka bêje, li min binêre, û destê xwe nede xwêdana anya xwe.. bi rastî ev bazara dawîn li ber te çêbû..?.
Hacî - ..Ya rast-rast na.. na mamoste li ber min çênebû – Erê çima derew – ez nizanim çi di navbera wan de çê bibû..?!.
Eyo –Kuro tu çi dibêje, ma tu ne li wir bû ? ango tu li cem me, li ser bazarê diyarbû.
Dadmend – Hiþbe Eyûbo ta ez bêjim.. ne peyvek kêm û ne yek zêde, ta xweþik fêr bibim.
Eyo – Kuro bêje erê.. ُ(di ber xwe de) kuro peyva xwe biguhere, tu dizane te nuha min winda-kir, haho ji ber te..
Hacî– Na wilo .. Tiþtê dizimin min gotiye, û ne tiþtî din.
Camo– Binêre mamoste Eyo çi dibêje..
Dadmend – Bê deng, binêre Eyûbê Xerzî, ezê te du rojan û þevekê di zindanê xînim, an sed perî bedêlî bide, çimkî te dest dirêjî Camê Bavî kiriye û dadgeh bi xwe re mijûl kiriye, ji vir here, û carek din ez riwê te li vir nebînim, û li ser vê kaxezê imze û muhr bike, çi îþê xwe ji kesekî nîne û nexasim Camo, ango ji Camo jî pûmê bixwaze ku carek dinê wiha neke, de ji vir tev de top bikin, ta deyndarê te bê û hûnê bi hev re bigihên çarekê, ev çi ye, heger ne çav-sorî ye.. bi xwedê .
Eyo– Temam efendî temam ..
Dadmend– Dadgeh kuta bû ..
* * *

3 – Berê Ancam
Zaboq- li ber derfeta derî, yek bi hundur de dere, û yek bi derve de, Eyo û Hacî bi hev re ne.
Eyo – ( ji pismamê xwe re bi zirzî dibêje ; )
Kuro te çi digot, tu çi dibêje ?, tu dizane te niha ca min, te mafê min inakir, û te mala min wêran kir, xwedê ji te re nehêle lo..!
Hacî - Bes kuro, ma min ne rast digot.. ha, ma te divê ez derewan bikim di vî fermanî de ji bo te, ?!! ev rastiya ez xwe pê payedikim liber xwe.
Eyo - Ê.. erê, wê çi bi te bihata. dev-kurimî .. lawê Zeyna dîn, çi ne çi.. ez deyndar derxistim.. ango sûclî û tawanbar derketim.. law min digot tê alîkariyê bi min re bike, go pismamê mine lawê tirrê.. lawê Zeynoka-dîn...
Hacî- Kuro bes peyvên çewto-mewto bike, lawê kevnê, çaxa þerbû ez pî bi pî bi te re bûm, serê min bi serê te re dihat þikandin, law gava bibe rastî û sincî, an wijdan û bawerî - ez bextê xwe bi te nadim.. çavê xwe veke .
Eyo – Lawê çirrê, got rastî û bext, kuro rastî û wijdan kurke li xweke û ji xweke gava dema xwe.. gava dema xwe biguhere .
Hacî - De here lo..
Eyo – De tu here lo.




alýntý...
Cýwann is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Helbestên Cegerxwin pýlýngo Helbesten Kurdi 120 07-06-2008 12:03 AM
Çiyayê Sipî: Bi Xatirê Te JuSTiN__TiMM Çiroken Kurdi 0 05-01-2008 02:15 AM
Diroke Alaye Gülistanê .. ßotan Dirok 0 29-11-2007 03:33 PM
Alaya Kurdi Serhad Çandi Giþti 0 24-09-2007 07:12 AM
kürt ulusal deðerleri!!!! perwerde Genel Kültür 7 22-06-2007 04:25 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 01:38 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

eXTReMe Tracker

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.