|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Şano û Jin
Çima şano û jin? Wek tê zanîn ez ne şanogêr û lîstikvan im bila heval û dostên heja şaş fam nekin û ji xwe dema mirov li ser mijarek bixwaze nêrînên xwe bîna ziman, ne hewce yê mirov pisporê wan beþan be û bi taybet di wan beşan de bixebite. Ez wek temaşevaneke şanoya kurdî û hezkiriya zimanê dayikê, min xwest ez wek jinek ciwan û kurdperwer li ser jin û şanoyê hin nerînen xwe wek tirhiya dayîkeke kurd a ji rêngê aştiyê li ser lênuskeke rûsipî bi pênusa dil û hestên xwe bi we re parve bikim. Vê awaza dilê xwe û hestên tenik û jinîtî li ser şano û jina kurd, çi baş çi xirab, çi serkefti çi ne serkeftî, dênge ku ji hundire dilê min tê peşkeşî we dostên heja bikim, bi çend rêzenivîs û nerînan…Cara yêkemîn e ku ji hêla jineke kurd a ciwan ve lîstikek şanoyê ya bi navê ‘Li welatê Wendayî Evîn’ ku ji hêla keça kurd Gulîstan Otunç ve hatiyê nivîsîn û peşkeşî şanohezên kurd û yên civaka şanoyê hat kirin. Lîstik ji hela koma şanoyê ya NÇM a Stenbolê ve hate lîstin. Çi rûmet û bextewarî ye ku ev lîstik bi destên ciwantî, bi hestên jinîtî û evîndarî, bi zimanêkî bi hazarê salan dijminê xwe tirsandiyê, hatiye nivîsîn. Mirov dikarê bejê ku ev peyam û serkeftinek e. Zimanê me yê ku mirov ji tam û zewqa wî ter nabe, tirs û sawa pêşketina gelê me û çanda kurdewarî, dilê bextreşan û yê dijminê civaka me dilerizîne. Dema ku dibêjîn şano, hest û raman tên bira mirov. Kaniya dil û eşan mîna çemêkî ji çemên welatê me ber bi dilê yaran, keç û xortan, bûk û zavayên li ber deriyê mirazan ve diherike. Şano tiştek wisa ye ku di nav saetekê de mirov ber bi gelêk hest û xeyalan ve dibe û dide fikrandin, kûr û hûr, paqij û zelal. Temaşevanên ku tên, di nav cihana şanoyê de bi hest û ramanên kurdî û yên evînî, çav bi dilê xwe yê ku bi zimanê dayîke difikirine dikevin. Evinek ku mirov tu navî jê re nabîne. Evînek ku bi hestên jinêke ciwan û kurd ve hatibê nivîsandin. Ev yêk nayê gotin ku mirov bîne ziman. Şanoya kurdî û jina kurd. Bi rasti niha ez vê nivîsê bi tirs dinivîsim û dihonim, lewra gelek kes dikarin bîjin; “ma tu şanoger î ku tu li ser şanoye dinivîsî?” ji bo ku ev pirs neyê pirsîn û bersiva xwe di cih de bidim, dixwazim ji hemî dost û hevalan re bejim ku ez ne şanoger im û ne hedê me ye ku em li ser şanoyê bi erzanî biaxivin û mijûl bibin. Lê wek mirov û wek keseka ku ji şanoya bi zimanê xwe hez dikim, ez jî dixwazim ku vî mafê xwe yê xwezayî bi riya nivîsekî bi we xoşewîstên ezîz re parve bikim û dilê xwe di vê helê de rihet bikim. Carek din spas ji bo Gulîstana heja û ciwan a ku ji welatê rojê bi zimane me yê şîrîn û hêja, bi hestên xwe yên jinîtî, em bi ve xebata xwe ya giranbiha kefxweş kirin. Spas ji bo Gulîstana Rihayî ya Ciwan ku cihe xwe di nav dîroka şanoya kurdî de girt. Nivîsên Din ên Reyhan SARHAN [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] Bu mesaj en son " 01-03-2008 " tarihinde saat 01:50 PM itibariyle Bedirxan tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Şano | Albatros | Şano (Tiyatro) | 0 | 13-11-2007 08:48 AM |
| Şano şervanek aştiyê ye | berxwedan | Şano (Tiyatro) | 1 | 20-09-2007 10:02 AM |
| Şano (Tiyatro) - BOLUM İNDEXİ | PCkopat | Şano (Tiyatro) | 2 | 18-06-2007 12:44 AM |
| Di Bin Siya KeleŞan De Şano | JuSTiN__TiMM | Şano (Tiyatro) | 0 | 13-06-2007 11:57 PM |
| ŞANO / Zivistanê | Numberone | Şano (Tiyatro) | 2 | 10-01-2007 10:30 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.