|
|
#1 (permalink) | ||||||
|
Koma Şanoya Hunerê ya Dagkentê ya Colemêrgê ji bêderfetiyan nikare hunera xwe pêşkêş bike
25.12.2007 - Koma Şanoya Hunerê ya Dagkentê li Colemêrgê hewil dide di warê çand û hunerê de xebatan bimeşîne, lê derfetên komê tunene. Li bajêr bi navê ”Pira Çandê ya Colemêrg-Stenbolê” hin xebatên çandî hatin pêkanîn, lê niha ev xebat bi temamî rawestiya ne. Koma Şanoyê ya Dagkent hêviya xwe bi vê bernameyê ve girêdabû, lê ji ber ku bername bi ser neket, tenê bi serê xwe ma. Kom niha ji bo lîstikên xwe pêşkêş bike li benda alîkariyê ye. Li herêmê bi salan e şer heye û di warê çand û hunerê de kêmayiyeke mezin dijî. Xebatên di vî warî de tên kirin jî ji ber bêderfetiyê bi sînor dimînin. Li Colemêrgê xebatên çandî û civakî pir kêm in. Komek ciwan di sala 2002an de bi navê Koma Şanoya Hunerê ya Dagkentê komek ava kir. Piştre Ciwanan ji qursên Midûriyeta Çandê ya Bajar sertifîqayên şanogeriyê standin û li Navend û navçeyên Colemêrgê lîstik pêşkêş kirin. Ciwanan di destpêkê de ji gelek kes û saziyên fermî soza piştgiriyê standin, lê niha tenê hatine hiştin. Soza alîkariyê dabûn Di sala 2002an de di bin navê ”Pira Çandê ya Ber bi Rojhilat ve” de bi beşdariya gelek hunermendan bi slogana, ”Pira Çandê ya Colemêrg-Stenbolê” hin çalakiyên çandî pêk hatin. Bi vê bernameyê re ku derhêneriya wê Vecdî Sayar û koordînatoriya we Ozdem Petek dikir, bi beşdariya zêdeyî 150 hunermendî çalakî hatin li dar xistin û li bajar di warê çand û hunerê de zîndîbûnek çê bû. Hunermendê ji bo beşdariya çalakiyan çûn Colemêrgê soza piştgiriyê dan Koma Şanoya Hunerê ya Dagkentê. Koma ji 14 kesî, piştî avabûnê li navenda bajar avahiyek jî kirê kir û di yek odeyek de xebatên xwe meşandin. Kom 7 sal in xebatên çandî didomîne, lê ji ber bêderfetiya aborî niha nikare hunera xwe pêşkêşî gel bike. Komê niha lîstikek amade kiriye û ji bo bikaribe pêşkêş bike, li sponsoran digere. Lîstikvanê Komê Rasîm Çîftçî balkişand ser pevçûnên li herêmê û derbirî ku ew dixwazin xebatên çand û hunerê bimeşînin. Çîftçî daxuyand ku li Colemêrgê tu çalakiyên civakî yên hemwelatî beşdar bibin tune ne û wiha berdewa, kir: "Colemêrg di her warî de paşve hatiye hiştin. Di serî de me ji gelek deveran soza piştgiriyê girt lê piştgirî nehat. Di nav şertên giran de me gelek lîstik pêşkêş kirin. Piştî Pira Çandê ya Colemêrg-Stenbolê çand li bajar piçek geş bû. Diviya ev bihata domandin, lê piştî 3 salan hate rawestandin. Niha em nikarin xebatên xwe bidomînin." DÎHA |
|||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Ji Xwendekarên Mexmûrê şanoya Derwêşê Evdî û Edûlê | PCkopat | Beşa Rojane | 0 | 19-11-2007 07:28 AM |
| Li Hewlêrê ji bo Şengalê konê alîkariyê | berxwedan | Beşa Rojane | 1 | 23-08-2007 08:31 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.