|
|
#1 (permalink) | ||||||
|
Þano
Þanogeh: meydana lîstikê. Ji dema berê ve heta îro di jiyana mirovan de gelek guhertin çêbûne. Bi taybetî di hunerê de, wek þano. Bingeha þanoyê ya dîrokî teqlîdkirin e. Di dema berê de mirov di awayê civakî de kedî nebibû, bi livînên dest û awirên xwe (pandomîm) þahî û tirs, hêrsketin, ken û girî û herwekî din duriþmê xwe dianî ziman. Di pêvajoya demburika jiyanê de nivîs û ziman pêyda bûn û mirov buyerên xwe yên xweþ û nexweþ bi livînên dest û awirên xwe û bi gotinan anî ziman. Ew car caran ji bo kenandinê û þahiyê dileyîstin û car caran tiþtên ji hin bûyeran digirtin dileyîstin.Mijarên wan civakî, olî û çandî bûn. Afirînerên þanoyê di pêvajoya jiyana mirovan de gelekî hatin guhertin. Ew rêgeh li gor sedsalan cûda cûda hate bi navkirin. Þanoya gundiyan, þanoya qesran, þanoya rojava, þanoya dewlemendan, þanoya karkeran, þanoya Bertold Brecht 'Epik' û hwd. Li ser rêgeh û lîstikan gelek guherînên taybetî çêbun. Dîrok Tekamûla þanoyê Di despêka jiyanê de mirov ji bûyerên sirûþtê û pêkhatina hin tiþtên sosret ditirsiyan û nizanîbûn ew çawa tên holê. Ji ber ku sedemên kiretên sirûþtê û zagonên xwezayî nizanîbûn, xof û tirs diket dilên wan û li hember wan bûyeran serî danîbûn û bûbûn xulam. Efsûnkariya hunerê ji wê demê vir de dest pê dike. Li gor baweriya wan di nav hêzên jîndarên xwezayê de wek hestên mirov, ruhên taybetî hebûn, ji ber wê sedemê reqs û lîstikên ku diþibandin ajalan (heywanan) dianîn holê. Tiþtên ku tê ne digihîþtin ji xwe re rûmet digirtin, dema xwarin têra wan hebû dawet dikirin û bi þahî derbas dibû. Ew duriþm hemû bû hestiyê afirandina þanoyê. Piþtre jiyan hate guhertin û dewlemend bû. Mirov duriþma xwe jî guherand û bi bûyerên çûyî û yên rojane bi livbaziyên hiþk tevgera xwe domand. Berî zayina Îsa di sedsala 5.mîn û 4.mîn de ramaniya þano di nav jiyana Yewnanên Kevnare de aj da. Ew rêgeh wek þanoya xemgînî ('trajedî') hate ziman. Mijarên xwe ji dîrok û destanan distand. Dîsa di wan sedsalan de Yewnan û Faris þerê hevûdu dikin û Yewnan serdikevin û pêþ ve diçin. Di wê demê de pisporên Yewnan Aristoteles û Platon bi ramaniyeke xurt þano þîrove dikin. Dûre her ku jiyan pêþve diçe ramaniya þano û dirûþma wan salan tê guhertin. Ramaniya þano a dema Romê Di ramaniya Romê de ne ew tirs û xofên berê ne jî ew jiyana wê dinê bikêr tên. Li ser tevgera jiyana mirov a vê dinê rawestin û hawîrdora Behra Sipî bi þer digirin û di jiyanê de peleki nû vedikin. Gelek jî di bin tesîra Þanoya Yewnanî de dimînin û di warê exleq û civakî de þano pêþdixin. Di wê demê de pisporên Romê Horatius Plautus û Cicero gelek keda xwe didin, lê dema ku Imperatoriya Romê perçe dibe olperestên Romê zordestî li þano dikin, karê þano ditefînin û nahêlin pêþ ve biçe. Þanoya Renaissanceê (bixwîne:ronesans, bi Kurdî vejîn) sedsalên 15.-16. Di vê demê de pisporên þano dijî tawanbariya dêrê berxwe didin û bi mijarên pêkenänê mijarên nû diafiränin û ji bo guhertina jiyanê pevçûneke xurt lidardixin; dibêjin ku þano ji bo pêþketin û guhertina mirov haceteka civakiye. Dema Klasîk, Þanoya sedsalên 17.-18. Piþtî Þoreþa Fransayê li Ewrupa gelek netew xurt dibin. Ew dewlemendî karê þano li rex xwe pêþ ve dibe. Ji bo ku di wê demê de gelek pisporên nû bi lêkolîn û afirandinên xwe bi nav û deng dibin, jiyanê diguherînin. Þano tê nivisandin, êdi ne tenê teqlîdkirin, axaftin dikeve nav karê þano û rêgeh jî tê nûjenkirin. Rêgeha þano a dilinî 'romantik' sedsala 19. Di vê demê de bi ramaniya siyasî a azad karê þano û rêgeha þano carekî din tê afirandin û þano bi jiyana civaki ji nû ve tixûbên xwe çê dike. Rêgeha þano a rasterast sedsala 20. Pisporê Rus Stanislavski ji þano û lîstikvanên þano re qaîdeyên nû û bi hukmê zanistî rêgehekî din datîne holê û dixwaze bila ramaniya mirov û buyerên ku mirov dijî baþ bête zanin. Þanoya karkeran Ew rêgeh bi taybetî bi ramaniya cinî a karkeran tê holê û dijî kedxwarî û koletiyê û bindestiyê duriþmê mirovên bindest û rewþa gerdûni wek mijar digire destê xwe û dixwaze jiyana mirov serdest û bextewar be û wekhevî çêbibe, daku mirov hemû azad û serfiraz bijin. Þano ya epîk-diyalektîk Pisporê Elman Bertold Brecht ê hemdemi ramanî û rêgeha þano bi zanistiyên nû ve diafirîne û dibêje "Di jiyana mirov a civakî de þano ne bi tenê ji bo þox û þengê ye. Mirov dikare bi vî hacetî çanda xwe û dinê jî biguherîne." Piþtre gelek rêgeh û ramaniyên þano tên holê
Pisporên zanyar li Rojhilata Navîn û Kurdistan li ser çar rêgehên þano radiwestin,;
Çawa ku ji bo wêne, muzîk û xebata sînemayê hin rêgeh û xusus hene, bi taybetî ji bo þano jî gelek tiþtên sereta û bingehîn hene. Hemû jî mîna xelikên zincîran bi hevûdu ve girêdayî ne û hevûdu temam dikin. Rêxistina þano bi van dezgehan pêk tê;
Dema mîrov bixwaze lîstikeke þano bike, ev bi wan dezgeh û sazûmanên ku navê 'sazûmana þano' li jor hatiye nivîsandin, pêk tê. Berî her tiþtî pirtûkeke ji bo lîstika þano hatiye nivîsandin divê hebe. Di mijara pirtukê de çend karakter hebin, li gor wan lîstikvan tên hilbijartin û rolê her lîstikvanî tê parvekirin. Bi xwendina pirtukê lîstikvan têne lihevkomkirin û dest bi ceribandina rolên karakterên yek bi yek têne kirin. Dibe ku lîstik kevn be û li gor rojevê naverok ji nû ve tê guhertin. Lîstikvan tên ceribandin û çend dewsgir (lîstikvanek tê hilbijartinê ji dewsa lîstikvanekî din). Lîstik bi çi rêgehî tê afirandin, li ser biryar tê girtin (serkarî (rejî), nîvîskar, nexþ, ronahî, müzîk, cil û rûpuþ hemû tên ceribandin). Piþt re bi pîvanekî teknîkî maketek (þiklê derewîn) tê çêkirin, proje bi temamî tê berbiçavkirin, daku lîstik amade be, piþtre tê lîstin. LI SER HUNERA LÝSTIKVANÝYÊ.. Gelek pisporên þano li ser jêhatin û merîfeta lîstikvanan ramaniyên têkuz derxistine holê, ji wan yek jî Anton Çexov e. Çexov dibêje ku „divê her tiþt hêsan be, hemû bi hêsanî. Tiþtê herî girîng û esasî ji bo þano; ne þexs, têkiliyên ku di nav wan de hene, bi wate ne. Xwepêþandan û lîstikek ne bi fêl û fendan, divê bi jiyaneke jindar bête ziman.“ Serkarekî Þanoya Rus, ê bi nav û deng Stanislavski : „Li ser avahî û þiklê þano guhertinên nû diafirîne û ji bo hunera lîstikvaniyê rêzên nû û daîm dirust dike.““ Pisporekî din bi nav û deng Bertolt Brecht: „Lîstikvanek dikare jiyana mirovan, a civakî bi rêgeha epîk li ser þanogehê bi hêsan bileyze. Ew rêgaha epîk mina Lîstiknavîn [þanogeriya di nav koma gel de ya bêperde, dik, dekor û suflor tê lîstin] (bi Tirkî dagaçlama, ortaoyunu) ew karakterê ku lîstikvan dixwaze bileyze bi xwe re nake xem. Destvala derdikeve meydana lîstikê, çalakiyên ku dixwaze pêk bîne bi vatiniyeke rehet li hev tîne. Çawa ku her yek axaftin axaftina dawiyê ye wisa diaxife û gotinên xwe bi livînên awiran û destan xweþik dike û ji ber xwe gotinan diafirîne û ji niþka ve bê ceribandin wan gotaran derbaz dike." Bêguman di pêvajoya diroka þanoyê de gelek pisporan xebata þano birêzkirine û ramanên xwe yên hêja di çarçova zanistiyê de pêþxistine. Karê þano di bin hukimraniya sazûmanên serdest de ev rêgeh ji xwe re kiriye armanc. Lê ji bin hukimraniya serdestan derneketiye, azad nebûye. Jiyan xwe nû dike û pêþ ve diçe: bi awayê ramanî û civakî þanoya serdestan û ya bindestan raman û rewþa xwe û tevgera xwe diguhere. Di hunera lîstikvaniyê de lîstikvan ne ew mirovê mêjûyê wî bi tiþtên vala bê dagirtin e. Ew nikarin bi taybetî tiþtên xwe yên þexsî wek bîr û baweriya xwe bikin hundirê lîstikê. Ew xetereke mezin ji bo jiyana civakî ye. Lîstikvan xwediyê du karakteran e; yek ew bi xwe ne, yê din di tevgera karakterekî din de biyanî ne. Brecht dibeje "yên kamraniyê fêr nakin û bi fêrkirinê nadin kêfkirin, karê wan li ser meydana lîstikê nîn e." PEROÞ "Heyecan" Dema lîstikvanên nû derdikevin þanogehê diperoþin. Lê ew heyecan ji bo lîstikvanên gihîþtî jî derbas dibe, ji ber ku dema lîstikvan derdikeve þanogehê rol xwe pêþkêþ dike, bi xwe peroþdar dibe. Ew tirse, tirsa ku mirov ji xwe re dibêje : " ma ez dikarim van gotaran rast bêjim. Dibe ku hin hevokan ji bîr bikim. Ew reziliya min e!" Ji ber van sedemên psîkolojîk hemû lîstikvan diperoþin. Ji ber vê sedemê dengê wî/wê lîstikvanî/ê dilerize û qut dibe, dest û pî tên girêdan, tevgera awirên rû têne guhertin, bi xemgînî û wîrîna wî diþike. Lîstikvaneki patî li ser wan tiþtên hatine ji bîrkirin ranaweste û di gel hevalê xwe yên lîstikvan bi gotereke nû lîstikê bihev girêdide û rolê xwe dileyze. QEWIMANDINÊN SER LAÞ (beden, wucûd) Lîstikvanek dikare rolê xwe yê ku dewsa wî/wê þexsiyetê din de bi duriþmê beden bi awirên rû û tevgera destan baþtirîn biguhere. (Mînderekî bi piþta xwe girêde û xwe bul bike, dîsa bi minderê zikê xwe mezin bide pêþanîdan, bi solên bilind û nimiz xwe wek kulekek bike. Pêwistiya herî mezin jî axaftinek zelal û tevgera rû û dest û milan e.) ENDEZYARÎ û HIN FERASETÊN ÞANO Berê dora þanogehan bi hesinan hawîrdor dihate qefeskirin. Di dema Romê de mirovên dil û bende diavêtin hundurê qefesê û lawirên kuvî berdidan ser wan tu zirar nedigîþt temaþevanan. Di rojame de zanyarên þano bi sê þiklan þanogeh bi rêz kirine.
PERDEYÊN PÊÞRUYÊ ÞANO
Lambeyên ser nexþa þano de hene gelekin û navên wan bi taybeti ji zimanê Latinî tên. Ronakên pêþ þanogeh hemû bi reng in. Ronakên li jor: tên livandin, dadikevin û bilind dikevin. Ronakên li erdê jî hene, nexþên binî ronî dikin. Hin ronak ji aliyên çep û rast ve ronahiyê didin þanogehê. Ronakek jî bi tenê ronahiya xwe ya gur dide ser xalekî. Çend projektorên mezin bi rojik in, mirov dikare ji dûr ve bi her awayi rohaniyê bide þanogehê. Ronakên bi bandûr ji bo dû, ewr, berf û avê ne.
HÎNKIRINA LÎSTIKVANAN JI BO HIN DURIÞMÊN TAYBETÎ Ji bo perçinandina axaftinê lîstikvan di hundirê poz de, di nav diranan de, nava lêvan de, gewreyê de, bi rêya bêhngirtinê deng derdixe. Ev deng hin caran bi hêrsketinê bilind dibe wek qêreqêr, hin caran jî nizm û tenik dibe, wek mirov pê bigirî, pê bikene, bi vi avayî dikare dengê xwe bi xwe kontrol bike. Mînak ji bo kenandinê; Lîstikvan herfê "H" pêyhev dubare dike, herwek "HO""HÎ" Di hundurê poz de ku herfên "NGA" "NG" bê xwendinê deng ji poz de derdikeve di gewriyêde ji "HE""HÎ""HA""HI" û "HEY""HAY""HOY""HÛY" tê dubare kirin, di nav diranan de jî „paqij“ "tenduristî" û hwd. Hin gotin tên dubarekirin, lê hin qinik jî hene, bê wan kar nabe. Dema dest bi karê þano tê kirin, di destpêkê de tevgera laþ pêwist e, da ku ji jêr heta serî germ be. Bi wan livînên ling, dest, mil û tû û serî; lîstikvan dikare tevgera xwe, dengê xwe tevgera awir û ruyên xwe bi xwe qontrol bike. Ev hemû bi rêgeh û rêz pêk tên. Dema pêwist be, ji bo rolekî divê lîstikvan ji niþka ve li erdêkeve pêþde lingên xwe vedike û li ser eniþka milê rast xwe diavêje erdê, dûre xwe gildî dike. Dema bixweze rûnê, lingê rast an jî yê çepê di þunde dimîne. Giraniya laþ tê mêzinkirin. Wexta lîstikvanek di lîstikê de li ser þanogehê ye, divê piþta xwe ji temaþevanan neguhere. Dema lîstikvanek diaxife, yên din cihê xwe bigirin û dema ku dora wan hat ew li gor girîngiya rolên xwe biaxifin.Ti kes nikare li pêþ lîstikvanekî raweste û divê her yek li ser þanogehê belav bibe. Duriþmê lîstikvanan bi bizavên wan civane estetîk dibe. Gotarên dawiyê Li Kurdistanê ji ber sedemên mêtingehkirinê, karê þano pêþ neketiye, di bin desthilatiyê de sedsalên dirêj di bin bandora çanda wan de maye. Divê ronakbîr û hunermendên Kurd bi rêz û pivanên zanyarî li ser çand û hunera Kurdan lêkolin û lêgerînên xwe rêz bikin û sazgehên çandî bên avakirin, da ku her tiþt ji nû ve were ceribandin. Þano wek wêje, sînema û hunerê destan yên din cek û haceteke girîng e ji bo tevgera gelê Kurd. Çavkani:
|
|||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Þano (Tiyatro) - BOLUM ÝNDEXÝ | PCkopat | Þano (Tiyatro) | 3 | 23-12-2008 01:00 PM |
| Hevpeyvin bi Murat Batgî re | Numberone | Çandi Giþti | 0 | 22-10-2007 04:44 PM |
| Þano þervanek aþtiyê ye | berxwedan | Þano (Tiyatro) | 1 | 20-09-2007 10:02 AM |
| Di Bin Siya KeleÞan De Þano | JuSTiN__TiMM | Þano (Tiyatro) | 0 | 13-06-2007 11:57 PM |
| ÞANO / Zivistanê | Numberone | Þano (Tiyatro) | 2 | 10-01-2007 10:30 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.